Erdogan qetlîama li Parîsê da kirin!
Li gorî agahiyên ku me ji rayedarên PKK’ê wergirtine têkildarî qetlîama li Parîsê ya ku bi destê MÎT’ê hatiye kirin di destê wan de gelek belgeyên girîng hene û diyar dikin ku ew ê di demeke kurt de van belgeyan eşkere bikin
- FATMA ADIR
- ANF
Di 9’ê Çileya 2013’an de 3 siyasetmedarên jin ên Kurd li Parîsê hatibûn qetilkirin. Ji paş vê qetlîamê MÎT derket. Qetlîama Parîsê di dema pêvajoya “çareseriyê” de pêk hat ya ku di navbera Rêbertiya gel a Kurd û dewleta Tirk de nîqaş û hevdîtin dihate kirin. Di wan deman de jî aliyên têkildarî MÎT’ê yên vê qetlîamê hatibû gotin û nirxandin. Hin îddîa hatibûn rojevê ku Omer Guney ê ku qetlîam pêk aniye têkiliya wî bi MÎT’ê re heye û beriya qetlîamê çûye Enqereyê jî. Di vî warî de qeydên deng jî hatibûn weşandin.
Mirina Omer Guney a beriya darizandina wî, gumanên heyî zêdetir kir. Ji pirsên têkildarî rol û berpirsyariya dewleta Tirk û Fransayê ya di vê qetlîamê de, bersivên xurt nehate dayîn. Bi mirina Omer Guney re hate xwestin ku ser qetlîamê were girtin û wekî cînayetên siyasî yên din têxin nav dosyeyên “kujerên wan ne diyar.”
5 sal ji ser qetlîama Parîsê derbas bû. Tevgera Azadiyê ya Kurdan ev 5 sal vala derbas nekir. Têkildarî zelalkirina vê qetlîamê û tiştên li paş wê, xebatên kûr kir. Li gorî agahiyên ku me ji rayedarên PKK’ê wergirtine têkildarî qetlîama li Parîsê ya ku bi destê MÎT’ê hatiye kirin di destê wan de gelek belgeyên girîng hene û diyar dikin ku ew ê di demeke kurt de van belgeyan eşkere bikin. Tê diyarkirin ku ev cînayeteke siyasî ya MÎT’ê ya bi plan e. Plansaziya vê cînayetê, têkiliya têtikkêş Omer Guney a bi MÎT’ê re hatiye zelalkirin. Di heman demê de tê gotin ku qetlîama Parîsê bi talîmata devkî ya Tayyip Erdogan a ji bo Hakan Fîdan hatiye kirin.
Qetlîama Parîsê ji destpêkê ve hate xwestin ku têkiliya wê bi Tevgera Fethûllah Gulen ve çêbikin. Jixwe aliyên girêdayî Fethûllah Gulen ên di nav MÎT’ê de tê zanîn. Hatibû deşîfrekirin ku gelek kar bi hev re plansaziya wê kirine. Heta nîveka sala 2013’an de bi hev re xebitîne. Li ser nelihevkirina desthilatdarî û rantê vê şirîkatiya wan xera bû. Heta ku şirîkatiya wan xera bû, di warê dijminatiya li ser azadî û demokrasiyê bi hev re bûn. Li ser Kurdan polîtîkayên qirkirinê dan meşandin. Tê fêmkirin ku qetlîama Parîsê bi agahî û erêkirina desthilatdariya siyasî û bi plansaziya MÎT’ê hatiye kirin. Ev tişt zelal e. Ev hemû sûcên qirêj ên ku bi erêkirin û agahiya hikumetê hatiye kirin tê xwestin ku têxin stûyê FETO lê jixwe mirov nikare ji vî tiştî bawer bibe.
Hefteya borî parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Garo Paylan diyar kir ku tê xwestin li Ewrûpayê hin cînayetên siyasî werin kirin. Diyar kiribû ku li Ewrûpayê wê li dijî Kurd, Ermen û kesên mûxalîf cînayetên siyasî werin kirin. Tê dîtin ku desthilatdariya AKP’ê ya bi pêşengiya Erdogan dixwaze li hemberî kesên mûxalîf cînayetên nû pêk bîne.
Desthilatdariyên siyasî yên Tirk xwestine li ser Kurd, Ermen û Rûman zextan û cînayetên pêk bîne û ev polîtîkaya wan digihêje heta cemiyeta Îttîhat û Terakiyê. Komara Tirkiyeyê jî li ser vê xetê hemû kesên bi mûxalif bi destê kontra û çeteyan dixwaze tasfiye bike. Mûstafa Sûphî yê ku yek ji pêşengê çepgir ê Tirkiyeyê bû li Behra Reş hate xeniqandin, di sala 1948’an de nivîskar Sabahattîn Alî hate qetilkirin. Di heman demê de di serî de qetilkirina Vedat Aydin û Apê Mûsa mirov dikare bi sedan cînayetên siyasî wekî mînak nîşan bide. Rewşenbîrên Îslamî yên wekî Seîdî Nûrsî yên k demekê têkiliya wan bi dewletê re hebû jî nekaribûne xwe ji vî tiştî rizgar bikin. Di sala 1992’an de ya ku ev polîtîka bi awayekî zelal kete meriyetê, bi sedan karsaz, rewşenbîr û kesên welatparêz hatin qetilkirin.
Qetlîama Parîsê qetlîameke zêde organîze ye û têkiliyên wê yên navneteweyî jî heye. Sakîne Cansiz ne keseke ji rêzê bû, yek ji damezirînera PKK’ê bû. Di berxwedaniya zindana Amedê de bûbû kesayeteke sembol. Bi têkoşerî û helwesta xwe ji bo jinan û mêran bûbû îdolek. Di nav PKK’ê de jî kadroyeke pêşeng û girîng bû. Dema desthilatdariya AKP’ê biryara tasfiyekirina PKK’ê da, hedefa pêşîn bû Sakîne Cansiz. Ji aliyekî ve hevdîtinên Osloyê dihatin kirin û ji aliyê din ve jî ji bo cînayeteke wisa pêvajoyek tê destpêkirin. Ev tişt jixwe karakterê AKP’ê baş nîşan dide.
Di sala 5’emîn de eşkerekirina belgeyên qetlîama Parîsê wê ji bo malbat, gelê Kurd, jin û rêhevalên wan gelekî girîng be. Ronîkirina cînayeta Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ji bo pêşîlêgirtina cînayetên siyasî yên nû wê girîng be.