1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Fermandarê YBŞ'ê Rêvîn: PDK perçekirina êzîdiyan plan dike
Fermandarê YBŞ'ê Rêvîn: PDK perçekirina êzîdiyan plan dike,fermandarê,ybş'ê,rêvîn,pdk,perçekirina,êzîdiyan,plan,dike

Fermandarê YBŞ'ê Rêvîn: PDK perçekirina êzîdiyan plan dike

Fermandarê YBŞ'ê Zerdeşt Rêvîn pilan û pirojê li ser Şengal û gelê wê nirxandin

A+ A-

DIHABER/ŞENGAL - Fermandarê YBŞ'ê Zerdeşt Rêvîn pilan û pirojê li ser Şengal û gelê wê nirxandin. Revîn, anî ziman ku ji ber PDK nikare êzîdîyan ji cihe wan derxe, planen perçekirinê dixe meriyetê.

Fermandarê YBŞ'ê Zerdeşt Rêvîn, têkildarî polîtîkayên PDK'ê yên li Şengalê nirxandinên girîng kirin. Revîn diyar kir ku her kes dizana rojana pilan û pirojêyên PDK'ê yên li ser gelê Şengal tê gohertin û wiha got: "Di guhertina pilanên xwe de qed berjewendiyên êzîdiyan li ber çavan nagirin. Ev pilanên wan ne karîbûn ku gelê Êzidî ji vê qonaxa wî ya hesas derbixin. Ji xwe pilana wan ya niha ku di xwazin pêk bînin pilanên perçe kirinê ne. Ev parçekirin ji bo axa Êzdiyan û gelê Êzidî metirsyek herî mezin e. Ji bo wan ev yek jî tu sekna ku li hember komkojiya were sekinandin nîne. Dijberî vê yekê dê bitir pêşiya qetilam û komkojiya veke. Tu planên wan ên gelê êzîdi biparêze tune ye. Nikarin biparêzin jî. Pilanên wan yen di xwazin pêk bînin jî nakeve berjewendiya gelê me. Ji ber ku em zanin ku ne ji bo yekîtiyek hevbeş van pilanan dikin. Pirojên wan ne ji bo parastina Êzdiyan e. Nikarin bi parêzin. Di vê demê de ji nan û avê bêhtir pêdiviya gel bi parastinê heye."

GER PDK JI BO YEKÎTIYA KURD AMADEBÛYA DÊ SERKEFTINÊN MEZIN ÇÊBÛNA

Revîn, anî ziman ku ger PDK ji dil amade bûya ku ji bo yekîtiya gelê Kurd an jî yekîtiya gelê Êzidî tev bigere, niha guhertinên pir mezin di nava Kurdistan û bi tayebet di hundirê Şengalê de çêbûbana. Revinî, bibîrxist ku ger PDK'ê bi xwestina yan xwestekên wan ji bo parastina Êzidiyan hebûna dê bi gelê Êzidî re yan jî bi hêzên Êzdiyan re ketibana nava yekêtiyek pir mezin û ji bo parastina vî gelî tevbigeriyana.
Revîn, bal kişand ser projeyên PDK'ê û wiha got: "Ev perjewendiyen wan yen niha ku di meşîne yan jî dide meşandin hemû di keve xizmeta dijmin. Bi vê sekna xwe zemîne fermana 75'an vekirine û pêşî lê ne girtine. Em wek hêzên YBŞ'ê deyindarê gelê xwe ne. Ji ber ku me ne dikarî wê axa ku bi hezarê sala berxwedanî li ser hatiye kirin bi parêzin û wan dayikên ku dîl ketine destê DAÎŞ'ê rizgar bikin. Bes me tu carî ji xwe bê hewildan ne hiştiye jî. Dibe ku niha hatibe rizgar kirin. Lê dîsa jî em xwe dayindarê gelê xwe di bînin."

GELÊ ÊZÎDÎ NIHA BI RÊXISTIN BÛYE

Revîn, li ser rewşa gelê Êzidî û rêxistina wan jî rawestiya û wiha berdewam kir: "Niha gelê me bi rêxistin buye. Em dikarin bêjin ji piroje û pilanên li ser xwe fam kirine û dikarin li hember her êrîşa ji derve û hundir were rawastin. Ji ber ku êdî xwedî sekin û îrade ye. Îro gelê me yê Êzidî buye xwedî her tişt. Ji hêza leşkerî bigire hata bi meclis û komên piçûk. Divê di hemû aliyan de gelê me ye Êzidî rehet bê hiştin. Di her alî de divê îrada wan teslîmî wan bê kirin. Ji ber gelê me ye Êzidî nema wê yekê qebûl dike. Gel qebul nake ku kesên cuda wan bi reve bibe. Naxwaze îradeya wan teslîm bigirin. Em wek hêza Êzidxanê di her milî de ji bo parastina gelê xwe amdane. Em destûr natdin êrîşî gelê me bikin."

GEL ÊDÎ BAWERÎ BI PDK'Ê NÎNE

Fermandarê YBŞ'ê Zerdeşt Revîn, bal kişand ser parastina Şengalê û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Ji xwe niha pişti hatına Heşda Şabî û beriya wê jî ciwanên me yen Êzidî di nava pêşmergeyan de cihê xwe digirtin. Ji wan kesan jî gelek ji wan qut bûn û berê xwe dan nava refên Heşda Şabî. Kom bi kom dev ji PDK'ê berdidin. Gel êdî kete ferqa rastiyê. Nema baweriya xwe bi PDK'ê tîne. Em wek YBŞ'ê li dijin ku kes ji bo berjewendiyên xwe biçin. Em li dijî kesên ku ji bo berjewendiyên gelê xwe kar nake ne. Em nabêjin bila her kes berê xwe bide me û di nava me de cihê xwe bigire. Tişta em di xwazin rêya rast esas girtine. Em dixwazin yekitiya Êzdiyan esas bê girtin. Niha gelê me di hundirê xwe de bûye hezar parçe. Ev ne yebûna me êzidiyan bûye sedama fermana 74'an. Di dema niha de dikarin di bin fermandariyek hevbeş de yan jî dibin hêzek hevbeş de xwe bi parêzin. Heta niha ev pêş neketiye. Ji ber vê yekê gelê me her dem bê parastina maya. Diviya bû gelê me ji vê fermanê encamên pir giring girtibûna. Niha em werin ser hêza YBŞ'ê di her şert û zirûfî de ev bû nêzî sê salin gel parastiye û wê bi parêze jî. Gelê me jî her tim bûye piştevanê şervanan jî û di her milî de destek û moral daya şervana. Niha em û gel herdo jî hevdû temam dikin em wê yekê li ser xwe qebûl jî nakin ku gelê me ber bi tunebûnê ve here yan jî rû bi rûyê tune bûnê be. Wê hemû hewildanên me ew bin ku gelê xwe bi bînin ser xeta rast û rêya heqîqetê."

SEKNA PDK'ê YA JI BO GELÊ ŞENGALÊ

Revîn, bal kişand ser sekna PDK'ê ya ji bo gelê Şengalê û wiha bi dawî kir: "Sekna wan a ji bo gel bi rastî jî heta niha tu rastî îfada ne kire. Tu encamên mezin jî yen ku em bibêjin ketine berjewendiya gel jî tune e. Ji ber ku ev sê salin bi cureyê bi ser gelê mede tên. Bi her şeklî gel dixistin nava zor û zehmetiyan. Li hember gelê me şer kirin hata wê astê ku heta bi hêzên xerîp anîn û li hember gelê ma dena şerkirin. Bi her şeklî xwestin vîna gel bişkînin. Lê gelê me jî ketiye wê ferqê de ku nema bi lîstokên wan bi bandor dibe. Niha PDK'ê wek hêzek Kurd di nava cîhanê de tê nas kirin. Bes di cewherê xwde ne Kurde. Hemû hêza xwe û siyasta xwe ji derve digire. Em dikarin bibêjin tenê bi şeklî Kurde. Niha sekna wan û liv û tevgera wan hemû ji ba dewleta Tirkiya ye. Li ser wî esasî ew jî êrîşî gelê me dikin. Li şûna PDK'ê bê lîstokû polîtîkan, ku li ser gel tê meşandin, dikara xwe jê dûr bike û li şûna vê yekê karên baş ên bi kevin xizmeta gel bimeşînin. Ew polîtîkên ku li ser gelê me didin meşandin hemû vala hatin dexistin. Dibe ku PDK li derve bibêje me gelê Êzidî parastiye yan jî hêzên wan ji wan avakirine. Lê ev hemû politîkana û di xwaza gelê Şengal yan jî gelê Êzidî cardin ji cewhra wan derbixe. Bi şiklek ne mirovana bi xweve girê bide. Raste niha gelê Êzidî bi xweve girêdaya em bi bêjin ji sedî ne deh jî. Weke me dît di dema 3-3-2017'an çawa ew hêz di derdora gelê Êzidî kom kirin û xwestin ku gelê Êzidî xwe bi xwe hevdû bikujin. Lê em di wê baweriye dene ku gelê me tu cara nakeve van lîstokan û wê cardin van politîkan li ser xwe qebûl neke. Ew di van deman de nikara bi şiklek aktîf di nava gel de bi meşe û cihê xwe di nava gel de bigire. Ji ber ve yekê polîtîkayên wan ên li ser gelê êzîdî pûç bûne. Ev yek hemû ji aliye dewleta tirk ve dihat organîzekirin. Ji ber vê yekê jî em bi hêvîne ku gelê me ye li Başûrê Kurdistan jî nerazîbûnê xwe li hember vê yekê bide nîşandan da ku em karibin bi azadî û demokartî û wek hevî bi hevere bijîn."