Fermandarê YPG'ê Sîpan Hemo qala serdana xwe ya Moskowayê kir
Fermandarê Giştî yê YPG'ê Sîpan Hemo got, wan bi rayedarên Wezareta Parastinê, Îstîxbaratê û Fermandariya Giştî ya Artêşa Rûsyayê re hevdîtinên girîng kirine
Fermandarê Giştî yê YPG'ê Sîpan Hemo got, ku wan bi rayedarên Wezareta Parastinê, Îstîxbaratê û Fermandariya Giştî ya Artêşa Rûsyayê re hevdîtinên girîng kirine. Hemo diyar kir ku rayedarên Rûs soz dane wan 115 nûnerên gelên Bakurê Sûriyeyê ku Kurd û rayedarên rêveberiya xweseriya demokratîk jî di nav de hene, ligel îtirazên Tirkiyeyê jî wê tevlî civîna li Soçî bibin.
Fermandarê Giştî yê YPG'ê Sîpan Hemo, serdana xwe ya li Rûsyayê, hevdîtinên li vê derê kir, encamên ehvdîtinê û têkoşîna YPG'ê ya sala 2017'an ji ajansa me re nirxand.
Hûn sala 2017'an ji aliyê hêza xwe û tevahiya Sûriyeyê ve çawa dinirxînin?
Sala 2017'an ji bo Şoreşa Rojava, ji bo tevahiya gelên Sûriyeyê û herêmê saleke gelekî girîng bû. Ji destpêkê ve diyar bû ku wê bibe saleke girîng. Eşkere bû ku wê bandorê li tevahiya rêxistin û gelên li Sûriyeyê bike.
Ji destpêka Şoreşa Sûriyeyê û vir ve em ketin sala 7'an. Gelek hêz û rêxistinên cuda derketin holê.
Ji destpêka sala 2017'an û pê ve hema bêjin ti hêz nekarîn li ser piyan bimînin. Hemû li pey hev tasfiye bûn. Mûxalefeta Sûriyeyê gihîşt asta tengavî û tasfiyeyê.
Şoreşa Rojava, yekîtiya me ya li Rojava û gelemperiya Sûriyeyê di sala 2017'an de hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê siyasî ve di asta herî bilind de xwe îspat kir. Dema mirov li nexşeyê dinerin, vê yekê dibînin.
Li ser nexşeya Sûriyeyê êdî 2 hêz mane. Hêza me heye, ku piştgiriyê dide guherîn û veguherîna demokratîk û li ser bingeha hêza xwe têdikoşe. Ya din rejîma Baas e ku bi piştgiriya Rûsya û Îranê li ser piyan dimîne.
Dema hûn li nexşeya Sûriyeyê ya berî 2-3 salan binerin, hûn ê bibînin ku nexşeya Sûriyeyê reng û reng bû. Lê belê sala 2017'an ev zelal kir. Xet zelal kir. Êdî xeta statukoparêz û xeta ku di demokrasî û nûbûnê de israr dike, man.
Sala 2017'an we dest bi pêngava Reqayê kirin û bi Pêngava Bagera Cizîrê salê digirin. Ev pêngav dawî li DAÎŞ'ê tînin. Van pêngavan û têkoşîna di vê çarçoveyê de hate meşandin, kîjan encam bi xwe re anîn?
Weke ku we jî got, me bi pêngavê dest bi salê kir û ev pêngav gelekî girîng bû. Ev jî pêngava Reqayê bû ku em dibêjin dawî li DAÎŞ'ê tê. Bêguman ev pêngav diencama ked û berdêleke giran de di payîza 2017'an de qediya. Paytexta DAÎŞ'ê hate xistin û efsaneya DAÎŞ'ê ji holê hate rakirin. Bêguman ev şer ne şerê rojekê bû, ne jî şerê tenê ji bo gelekî bû. Ne tenê ji bo Kurdan bû, bi rastî jî ji bo tevahiya cîhanê şer hate kirin. Ji Kobanê, ji dawiya sala 2014'an û vir ve ev şer tê meşandin.
2017 ji bo Kurdan û hemû gelên Sûriyeyê bû saleke çarenûsê. Ji xwe destketiyên di nava vê salê de hatin bidestxistin wê di paşerojê de zelaltir bibin. Eger îro hemû hêzên cîhanê bi dengekî bilind qala çareseriya siyasî dikin û dibêjin divê krîza Sûriyeyê li dora maseyê çareser bibe, li Sûriyeyê sîstemeke nû ava bibe, ev yemû encama şerê sala 2017'an e.
Di şerê 2017'an de hêzên me sedî sed serketî ne. Lê belê di salên bê de pêwîste tedbîrên berfireh û xurtir bên girtin. Ku em li qada siyasî û li dora maseyê encama pêwîst werbigirin. Nîşaneyên vê yekê niha eşkere ne.
Ji hesabên hêzên navneteweyî tê dîtin ku şerê siyasî wê sala 2018'an di asta herî bilind de bê meşandin. Weke hêzekê me çawa di pêvajoya şer de berxwedaneke mein nîşan dan û gihîştin vê astê, bêguman divê em bi hişmendî û hişyariyeke mezin di şerê siyasî de jî roleke girîng bilîzin. Em pê bawer in ku destketiyên sala 2017'an wê bibin bingeha herî mezin ji destketiyên sala 2018'an re.
Di sala 2017'an de hêzên YPG'ê li gelemperiya Bakurê Sûriyeyê ketin nava çepereke çawa? Bi taybetî li Minbic, Reqa, Tebqa û Dêra Zorê bi roleke çawa rabûn?
Belê, weke ku tê zanîn hemû pêngavên me di bin sîwana QSD'ê de hatin kirin. Lê belê YPG di vî şerî de bi roleke bingehîn rabû, radibe. Di hemû pêngavên rizgarkirina van herêman de, bi hemû hêza xwe cih girtin. Ev eşkere bû û di çapemeniyê de jî dihate şopandin.
Lê belê statuya me, rewşa me, fermîbûna me di çarçoveya Hêzên Sûriyeya Demokratîk de hate pênasekirin. Em di wê baweriyê de ne ku ev cih û rola YPG'ê di vê pêngavê de û di nava QSD'ê de ji sedî sed rola pêşengiyê bû. YPG û YPJ'ê di pêngavên Tebqa, Reqa û herî dawî Dêra Zorê de bi rola pêşengiyê rabûn. Ji xwe YPG û YPJ pêkhateyên QSD'ê ne. Ji ber ku pêkhateyên din, ji gelên din jî tevlîbûn çêbû, em di bin sîwaneke hevpar de li hev civiyan. Ev kombûna me li bin sîwanekê, statuyeke demokratîk e. Ji xwe têkiliyên me jî di çarçoveyeke demokratîk de bi rengekî ku hemû gel û reng bi hev re cih bigirin û ji bo Sûriyeyeke demokratîk federal têbikoşe ye.
Dema ku li Rojava bi navê YPG û YPJ'ê me dest bi têkoşînê kirin jî, me bi vê sloganê dest pê kir. Piştî ku em û hêzên din ên gelan li hev civiyan, avabûna sîwaneke bi vî rengî bû ferzeke. Hemû hêzên gelên Sûriyeyê cihê xwe di nava QSD'ê de digirin. Di siberojê de wê ji bo gelemperiya Sûriyeyê berfireh bibe û di asta ferasetê de bibe malê tevahiya Sûriyeyê.
Li ser rûyê erdê hem hêzên koalîsyonê, hem jî Rûsya heye. Têkiliyên we bi van hêzên navneteweyî re çawa bû? Têkiliyên we niha di kîjan astê de ne?
Hêzên mezin ên navneteweyî ku îro li cîhanê weke hêzên super tên naskirin, îro li Sûriyeyê ne. Amerîka, Rûsya, her kes bi bloka xwe dixwaze di şerê leşkerî de bi pêş ve biçin. Ji aliyê siyasî ve niha di nava nakokiyekê de ne. Tiştekî veşartî nîne. Ji destpêkê ve di çarçoveya têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de li Kobanê em bi hêzên koalîsyonê re tevgeriyan û ev rewş heta niha dewam dike. Têkilî mezin dibe. Bi hêzên koalîsyonê re gelek lihevkirinên me yên fermî çêbûn. Li herêmên Kobanê, Minbic, Tebqa, Reqa, Cizîrê, li derdora Til Ebyad, Til Hemis, Til Berak, Hesekê, li Dêra Zorê di navbera me û hêzên koalîsyonê de koordînasyoneke bê navber hebû û bi vî rengî têkoşîn hate meşandin. Di encamê de mîna DAÎŞ'ê gelek hêz têk çûn.
Wekî din, bi Rûsyayê re jî têkiliyên me bi awayekî fermî pêk hatin. Bi Rûsyayê re li Şehba, Heleb û Efrînê li dijî gelek komên çete yên êrîş dikirin, di nava koordînasyonekê de têkoşîn hate meşandin û gelek destketî hatin bidestxistin. Her çend nîvco ma û di asta dihate xwestin temam nebû jî, serketinên cidî bi dest ketin.
Bêguman li pêşberî van têkiliyan gelek derdor şoq dibin. Di vî warî de em bi rastî jî dixwazin bi awayekî vekirî ji gelê xwe re bêjin. Çawa ku têkoşîna me heta dawiyê ji bo berjewendiyên gelê me û rêxistina me tê meşandin, ev têkiliyên me jî bi vî rengî dimeşin. Em hê bi rengekî vekirî bêjin; me xwe nedane ber hêzekê. Têkoşîna me, sekna gelê me, berxwedêriya şervanên me û hêzên me yên li ser rûyê erdê kirin ku ev hêz xwe nêzî me bikin. Ji ber ku ji bo karibin li vê herêmê bi cih bibin divê bi me re têkiliyê deynin.
Em spasiya van hemû hêzan dikin. Wan alîkarî dan me. Lê belê em minetdarê kesî jî nînin. Em di bin kontrola kesî de nînin. Em têkoşîna xwe ji destpêkê ve ji bo gelê Kurd û gelên Sûriyeyê dimeşînin. Di vê çarçoveyê de bi pêşketina têkoşîna xwe re me bala hêzên navneteweyî yên mezin kişand û wan jî têkilî bi me re danîn. Têkiliyên me yên bi wan re li ser vê bingehê dewam dikin.
Tiştekî veşartî nîne. Li Cizîrê li gelek herêman em bi hêzên koalîsyonê re di nava têkiliyê de ne û li ser vê axê em li gel hev têdikoşin. Wekî din li Şehba, Efrîn, Heleb û gelek cihên din jî bi Rûsyayê re di nava têkiliyê de ne û sekneke me ya bi hev re heye.
Têkilî û nakokiyên navbera Amerîka û Rûsyayê bandoreke çawa li ser polîtîkaya we dikin?
Nakokî û têkiliyên navbera van hêzan ji aliyê pîvanî ve zêde bandorê li me nakin. Têkoşîn û sekna me diyar e. Wekî din projeya me ya ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê û paşeroja Sûriyeyê li pêş çavan e. Ji bo vê jî têkoşîna me dewam dike.
Me bi van hêzan re heta niha di nava koordîneyekê de têkoşîn meşand. Ji niha û pê ve rengê vê rewşê wê çawa be, em bi wê nizanin. Lê belê em bi vekirî dibêjin; ji bo Sûriyeyeke demokratîk û neteweya demokratîk, bila ev hemû hêz xwedî nêrîneke hevpar bin ku Sûriyeyek ji bo her kesî bê avakirin. Heta niha nîşaneyeke ji sedî sed a di vî warî de hatiye destnîşankirin nîne.
Weke ku tê zanîn, Rûsya piştî Astanayê ji bo çareseriyê civînên Soçiyê li dar dixe. Li aliyê din Amerîka jî Cenevre û civînên mîna wê pêk tîne. Bi dîtina me, di van civîn û nîqaşan de divê esasê pirsgirêkê bê nirxandin. Esasê pirsgirêkê jî pirsgirêka Kurd û zîhniyeta rejîma Sûriyeyê ye. Eger di van mijaran de fêhmkirin, lihevkirin û guherîn pêk neyê, li derve çiqasî civîn tê kirin bila bê kirin, encam wê weke kopya cihekî din be. Ne diyar e ku ev yek çiqasî bandorê li rastiya Sûriyeyê bike.
Em bi awayekî vekirî ji hemû hêzan re dibêjin. Projeya federasyona demokratîk û neteweya demomkratîk a ku hemû gel û hêzên demokratîk cihê xwe di nav de bigirin, çareseriya krîza Sûriyeyê ye. Di siberojê de wê eşkere bibe bê dengê me çiqasî digihêje wan ya jî nagihêje wan.
Ji bo çareseriyek li derveyî me bê peydakirin heta niha gelekî hewl hate dayin, lê belê ti çareserî derneket. Me ji bîr kir ku heta niha çend caran civînên Cenevreyê hatine lidarxistin. Rewşa Astana jî bi heman rengî ye. Niha Soçî di rojevê de ye. Lê belê heta niha 2 civînên Soçî hatin sabotekirin.
Biryar hatibû dayin ku hê beriya sersalê bihata kirin. Piştre biryar guherandin û gotin wê hefteyek piştî sersalê were kirin. Berê 2-3 caran civînên Soçî hatin sabotekirin. Niha jî wextekê diyar dikin, lê belê bi guman im ku di wê wextê de civîna Soçiyê pêk were.
Di rojên dawî yên sala 2017'an de hûn li Rûsyayê bûn. Di çapemeniyê de hat ragihandin ku Rûsyayê we vexwendiye û li ser vê yekê hûn çûne. Li Rûsyayê we hevdîtin û danûstandinên çawa kirin? Di hevdîtinan de hûn li ser kongreya diyalogê ya neteweyî ya li Soçiyê axivîn?
Bêguman di vê serdanê de nîqaşên me li ser Soçî çêbûn. Hemû şefên îstîxbaratê yên Rûsyayê ez vexwendin, lewma çûm. Pîrozbahiyeke sersalê hebû ku ji aliyê şefên îstîxbaratê ve hate lidarxistin. Wekî din wê ji personelên ku di şerê Sûriyeyê de bi lehengiyê hatine xelatkirin, ji aliyê Pûtîn ve xelat ji wan re bihata dayin. Ez jî bi awayekî fermî hatim vexwendin.
Tevlî van rêze civînan bûm. Di van civînan de gelek rayedarên payebilind hebûn. Serokên dewletên Sowyeta berê, nûnerên dewletên dostên Rûsyayê, nûnerê Sûriyeyê, gelek efserên payebilind, alîkarê Pûtîn û gelek karsaz tevlî van civînan bûn.
Ji bo axaftinê bikim, ez vexwendin ser dikê. 5 deqeyan bi Kurdî axivîm. Di vê axaftinê de me hem çalakiya hate lidarxistin hem jî efserên xelat standin pîroz kirin. Her wiha me bal kişand ser dostaniya gelên Kurd û Rûs, hêviya xwe ya ji bo çareseriyeke mayinde ji pirsgirêka Sûriyeyê re anîn ziman û diyar kir ku di vî warî de em dixwazin desteka Rûsyayê bibînin.
Naveroka axaftina min bi vî rengî bû. Bêguman bi taybetî jî me bi rayedarên wezareta parastinê, îstîxbaratê û fermandariya giştî re hevdîtinên cuda kirin.
Baş e ji van hevdîtinan çi encam derket û çi soz dan? Bi taybetî li ser mijara ku PYD wê tevlî Soçiyê nebe çi gotin?
Ji van hevdîtinan diyar bû ku di arîşe nîn e. Li ser mijara ku PYD wê tevlê nebe jî hate gotin ev civîn ne ji bo partiyan e lê ji bo hemû gelên Sûriyê ne. Ango, diyar kirin ku ji bo Bakurê Sûriyê wê rêveberiya xweser were vexwendin. Gotin, an kes an jî nûnerên gel, rêveberiya xweseriya demokratîk wê were vexwendin. Ti arîşe nîn in.
Her wiha gotin, ‘’Ji bo vê civînê ji rêveberiya xweseriya demokratîk wê navê 155 kesan were xwestin’. Helbet navên ku rêveberiya xweseriya demokratîk diyar kiriye ji hemû gelên Sûriyê pêk tên, ne tenê ji Kurdan.
Helbet, ev nirxandinan Rûsan e. Rûs weke ku ev hemû Kurd bin fêhm dike. Lê yên di lîsteya rêveberiya xweseriya demokratîk de ji hemû gelên Sûriyê pêk tê. Nûnerên Kurd, Ereb, Sûryan, Asûr, Ermen, Tirkmen û hemû gelên Sûriyê wê di vê civînê de hebin. Li ser vê sozdan û gotin, ‘’baş e, ti problem nin e.’’’
Gotin, ‘’Ji bo ku vê civînê sabote bike dewleta Tirk gelekî hewl dide. Tirk dibêjin şertên wan ê tevlêbûn û tevlênebûnê wê li gorî tevlêbûn û tevlênebûna Kurdan be. Tevlêbûna Kurdan dikine hincet. Lê ji bo me Kurd civakeke sereke ya Sûriyê ye. Em ji bo tevlêbûna wan ti problemê nabînin.’’
Sozên ku dane wiha ne. Lê siberojê çi guherîn wê bibin em pê nizanin. Lê di serî de jî min got. Civîna ku wê li Soçiyê pêk were ne civîneke wiha ye ku problem ji bingeh ve were gotûbêjkirin û ne civîneke wiha ku li ser bingehê rast çareserî daye ber xwe.
Bi esasî Rûsyayê ji bo Sûriyê destûrek amade kiriye û ev li ber destê wan hazir e. Wê her kesî li Soçiyê bicivînin û bibêjin, ‘vê destûrê erê bikin’, bi vî rengî wê bixwazin li qada siyasî karîger bin. An jî ji Ewropa û Cinêvê wêdetir dixwazin Soçiyê bidin pêş. Ji bo vê jî dixwazin li Soçiyê her kes hebe. Li gorî projeyên wan muxalefeta Sûrî, komên çete yên bi ser Tirkiyê ve, her wiha komên çete yên bi ser hêzên dî ve û Kurd jî wê hebin. Hemû jî wê destûra Rûsya erê bikin. Di ve rewşê de Rûsya wê serkeftina xwe fêhm bike û ragihîne.
We behsa hewldana Tirkiyê kir ku dixwaze Kurd tevlî Soçiyê nebin û dixwaze civînê sabote bike. Îsal dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser hêzên we yên Rojava û Bakurê Sûriyê zêde kiribû. Hûn li ser êrîşên sala 2017’an û li dijî vê li ber berxwedana hêzên we çi dibêjin?
Belê bêguman dewleta Tirk 2017’an bi sedan caran êrîş bi ser hêzên me de anî.
Di nav salê de êrîşa herî bi alçaxî û nemerdî ya dewleta Tirk a bi ser hêzên me de êrîşa Qereçoxê bû. Dema ku hêzên me operasyona Reqayê didomand û Tebqa azad dikir dewleta Tirk ji vê pêşveçûnê ne rehet bû. Erdogan ji bo ku DAÎŞ’ê têk neçe û temenê wê dirêj bike, ji bo ku hewldana me ya li Reqayê pûç bike bi balafirên şer êrîş bi ser Qereçoxê de anî. Ya ku heta wê demê biryargeha YPG’ê bû, Qereçox kire hedef. Di êrîşa Qereçoxê de gelek hevrêyên me yên hêza û fermandarên me şehîd bûn.
Dîsa dibêjim; armanca dewleta Tirk a ji van êrîşan ew bû ku em ji Reqayê biqerin û operasyona me ya Tebqa bê encam bimîne. Di vê rewşê de azadkirina Reqa û Tebqa ji bo me bû deynê namûsê yê li ser milê me.
Ji bo bîranîna şehîdên me û dilsoziya bi têkoşîna wan re me têkoşîna xwe geş kir û Tebqa û Reqa azad kir.
Wiha jî me lîstika Erdogan pûç kir. Her wiha dek û dolab, fêhl û finasên ku Erdogan dixwest bike jî bi ser neket. Bi çalakiyên bersivdanê yên ku hevalên me li ser xeta sînor li dijî Tirkiyê kirin tola şehîdên me hate hildan û hem jî operasyona Reqa û Tebqa ranewestiye, berovajî bêhtir hate geşkirin. Hem jî ev qeleşiya Erdogan, hewldana zindîkirina DAÎŞ’ê ji hêla hêzên koalîsyonê ve jî hate dîtin. Ev çespandina wê ye ku fermandarê DYA’yê bi fermandarên YPG’ê re hate Qereçoxê, cihê ku Tirkiyê lê xistî. Dev jê biqerin ku hêzên koalîsyonê desteka xwe bibirin, piştî êrîşa Qereçoxê zêdetir destek dane operasyonan.
Wan jî dîtin ku dema me li dijî DAÎŞ’ê şer dikir çawa hewl didan bibin asteng û dixwestin DAÎŞ’ê li ser piyan bihêlin, ji bo vê jî piştî Qereçoxê destekên wan gellekî zêdetir bûn. Wiha Erdogan di armanca xwe de bi ser neket. Helbet, şehîdbûna hevalen di êrîşa Qereçoxê de ji bo me pir giran bû. Lê niha Tebqa, Reqa azad e û Dêrazor azad dibe. Ev jî bi wan pêk hat.
Her wiha di nav salê de dewleta Tirk êrîş tim bi ser Eyn Deqna de jî anî. Lê hêzên me li wir bersiveke tund dane wan. Bi dehan cenazeyên çeteyên wan ketin dest me. Hê nîvê salê du caran êrîş bi ser Eyn Deqna de anîn. Lê ti encam nestandin. Piştî vê êrîşên pir mezin çêbû. Bi top, balafirên keşfê, bi çeteyên xwe bi taybet bi ser Şehbayê de, îsal gelek êrîş anîn. Di nav salê de 2 caran bi ser Eyn Deqna de gelek êrîşên bi asta kêm çêbûn.
Li dijî gefa dagirkerinê û êrîşên Tirikiyê û rejîmê bersiva hêzên we çawa bû û haziriyên çawa kirin?
Li dijî êrîşên rejîmê û pêkaniya êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyê tevdîrên me hene. Ango ji bilî komên çete me êrîş bi ser kesî de nebiriye. Ji bo ku em vê berxwedaniya xwe bigihînin asta berxwedanê ya hemû gelên Sûriyê me têkoşîneke wiha da destpêkirin û ev jî têkoşîneke rewa ye.
Heke ji van dewletan an jî ji dewleta Tirk êrîşek bi ser gelê me de were wê berxwedaniyeke pir mezin were nîşandan. Hêzên me jî ji bo rewşeke wiha pir hazir in. Êdî ew dizanin.
Ev ê bibe dawiya DAÎŞ’ê. Her wiha heke Tirkiye bixwaze Efrînê yan jî xaka me ya Şehbayê dagir bike ne ku tenê hebûna wan a li Sûriyê wê biqede lê her wiha wê dawiya hikûmeta AKP’ê jî were. Em bi vê îdîayê ne. Em gefê li kesî naxwin, em rastiya heyî dibêjin.
Jixwe ev salek e em şer dikin. Hemû gefên ku dewleta Tirk dike pûç û beredayî ne. Bila dilê gelê me rehet be. Me ti gef li kesî nexwariye û êrîş bi ser kesî de nebiriye lê ku êrîşek bibe em ê berxwedaniyeke weke ya Kobanê nîşan bidin, wê bibe dawiya AKP’ê û serkeftin bibe ya gelê me.
Hemû sala we bi pêngavan çû. Ev di perwerdehiya hêzên we de bû asteng? Her wiha 2017’an di mijara perwerde, tevlêbûn û mewzîbûnê de çi guherîn û veguherîn bi hêzên we re çêbûn?
Pergala me ya perwerdehiyê her demê hebû. Ne tenê îsal ev 6 sal in em di nav şerekî giran de ne lê ti caran me navber neda perwerdehiyê û ti astengî di perwerdehiyê de nebû. Lê her demê guherîn û veguherînek heye. Hêzên me li gorî asta tevlêbûnê, geşbûnê û tecrûbeya şer têne cem hev. Ji bo vê jî hem perwerde û hem jî hêza me tim diguhere û vediguhere.
Niha hêzên me zêdetir profesyonel in. Her wiha hîmê artêşbûna cidî û profesyonel tê danîn. Her wiha di mijara avakirina alayan de em hatine asta ku artêşa gel ava bikin.
Her wiha ji gelên Bakurê Sûriyê jî gelek tevlêbûn hene. Gelên Bakurê Sûriyê bi asta seferberiyê tevlê dibin. YPG hem li Bakurê Sûriyê û hem jî li hemû qadan rêxistiniya xwe dike. Li hemû qadên ku QSD heye bi rengê YPG’ê em rêxistniya xwe dikin û bi cih dibin.
Hûn bi kîjan armanc û planan dikevine sala 2018’an?
Tê gotin 2018’an wê şer biqede û êdî projeyên siyasî derkevin pêş. Nîqaşeke wiha wê hebe.
Lê şer hê neqediyaye. Berovajî, wê dirêjtir bibe. Li Sûriyê hê jî şerê komên bi nav wan de problem hene didome. Li gorî texmîna me 2018’an bi navê destwerdana li Cephet El Nûsra an jî Tahrîr El Şamê, li derdora Şamê û Idlibê wê şer hinekî dî girantir bibe. 2018’an dibe ku nîqaşên siyasî bibin lê biya min wê nîqaşên leşkerî zêdetir bin. Em xwe li gorî hemû rewşan hazir dikin û bi vê planê dikevine sala 2018’an.