Hevserokê KNK'ê: Divê Swêd ji Kurdan lêborînê bixwaze
Piştî ku şefê polîsan diyar kir ku eleqeya Kurdan bi kuştina Olof Palme nîne, Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûş ji Swêdê xwest ku lêborînê bixwaze û got, divê êdî PKK neyê sûcdarkirin
MÛRAT KÛSEYRÎ STOCKHOLM Sunday, 14 Jun 2020, 04:52
ShareTweetE-mailWhatsAppTelegram
Piştî ku şefê polîsan Hans Melander diyar kir ku ti eleqeya PKK'ê û Kurdan di kuştina Olof Palme de nîne, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) nameyek ji hikumeta Swêdê xwest û diyar kir ku divê ji PKK û Kurdan lêborîn bê xwestin.
Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûş bi vê armancê nameyek ji Serokwezîrê Swêdê Stefan Lofven û Wezîrê Karên Hundir Mîkael Damberg re nivîsî.
BI ZANEBÛN XWESTIN BIXIN STUYÊ KURDAN
Karamûş demeke dirêj li nava Federasyona Kurdan a Swêdê û komeleyên wê rêveberî kir. Par ji bo Hevserokatiya KNK'ê hate hilbijartin.
Karamûş diyar kir, dema ku Olof Palme hate kuştin ew di nava Federasyona Kurdan de rêveber bû, lewma bûyer ji nêz ve şopand û rewş bi berfirehî analîz kir. Karamûş ragihand, ji bo ronîkirina kuştina Olof Palme di nava 34 salan de bi dehan polîs û dozger hatin wezîfedarkirin, hatin guhertin, Midûrê Emniyetê yê Stockholmê Hans Holmer jî bi taybetî hewl da ku berpirsyariyê bi zanebûn bixe stuyê PKK'ê û Kurdan. Karamûş anî ziman ku Hans Holmer xwest 58 Kurdan bigire, bixe ber lêpirsînê, lê belê ji ber ku dozgerê wê demê li ber vê yekê rabû 20 Kurd hatin destgîrkirin û dema ku fêhmkirin bêguneh in hemû hatin berdan.
'XWE SPARTIN ALOLÎKEKÎ Û PKK SÛCDAR KIRIN'
Karamûş diyar kir, tevî vê yekê jî Holmer PKK û Kurd sûcdar kir û ragihand ku çavkaniya sûcdarkirina PKK'ê jî alkolîkekî Fînlandiyayî bû ku girtî bû. Karamûş diyar kir ku wî kesî îdîa kir ku beriya kuştina Palme, kesekî Yûgoslav û yekî Kurd ji bo kuştina Palme çek jê xwestine, wî jî du çekên bi marka Smith&Wesson dane wan û bi vî rengî hewl da têkiliya Kurdan bi bûyera kuştinê re deynin.
Karamûş ragihand, di vê navberê de kesekî bi navê Peter ê ji Elmanyayê bi telefonê ji polîsê Danîmarkayê re îdîa kir ku ji Kurdekî ji PKK'ê qut bûye û li Elmanyayê dimîne hîn bûye ku kê Palme kuştiye û Holmer jî piştî vê yekê çûye Danîmarkayê û bi Rêxistina Îstîxbaratê ya Danîmarkayê re hevdîtin kiriye. Karamûş destnîşan kir ku ev agahî hemû ketin rojeva komîsyona lêkolîna siyasî ya ji bo lêkolîna kuştina Palme li parlamentê hate avakirin û got, "Weke ku tê dîtin ti ji van agahiyan xwedî bingehekî nîne. Komîsyon pê hesiya ku Holmer bi zanebûn Kurd kir hedef. Piştre jî neçar ma ku Holmer ji wezîfeyê bigire."
'HÊZÊN LI PIŞT BÛYERÊ HATIN VEŞARTIN'
Karamûş diyar kir, ku bi sûcdariyên bêbingeh û bêdelîl ên ji aliyê du alkolîkan ve hatin kirin, polîsên Swêdê Kurd û PKK bi kuştina serokwezîrê welêt sûcdar kirin, ev yek ji bo Kurdan bû sedema travmayê û got, "Hat fêhmkirin ku rêxistinên polîsan û îstîxbaratê yên vî welatî bêyî delîlan xwestin ku Kurdan weke kujer sûcdar bikin. Me hîn fêhm nekiriye ku Hans Holmer çima xwest ku PKK'ê û Kurdan weke kujer ragihîne. Lê em texmîn dikin ku ji bo hêzên li pişt kuştina Olof Palme hene veşêre, Kurd kirin hedef û manîpulasyon kir."
Hevserokê KNK'ê ragihand ku hin sîxurên ku bi Tirkiyeyê re hevkarî dikirin hewl dan bûyerê bixin stuyê PKK'ê û got, "Hikumeta Swêdê, hêzên global û Tirkiyeyê gelekî hewl dan ku bûyera kuştina Olof Palme bixin stuyê Kurdan û PKK'ê. Wê demê medya Tirk jî her roj Kurd û rêveberên PKK'ê bi kuştina Palme sûcdar dikir."
'YÊN KU PKK SÛCDAR DIKIRIN DIVÊ ŞAŞITIYA XWE QEBÛL BIKIN'
Karamûş diyar kir ku hin ji rêxistinên Kurdan jî piştgirî dan sûcdarkirina PKK'ê û heman piştî kuştina Palme hin partî û rêxistinên Kurdan ên ji Bakurê Kurdistanê li hev kom bûn û raporek amade kirin.
Karamûş her wiha ragihad, ku wê demê nêzî 100 Kurdên li Swêdê jî nameyeke ku PKK'ê weke 'rêxistineke terorê' sûcdar dikin nivîsandin û got, "Ez meraq dikim ku ew rapor û name bi kîjan armancê hatin nivîsandin. Ev gelekî girîng e. Yên ku mohra xwe danîn binê wê raporê û nameyê divê hesab bidin wijdanê xwe, derkevin pêşberî raya giştî û bi rengekî eşkere qebûl bikin ku wan şaşitî kirine. Ez ji wan tiştekî hêvî nakim, lê belê qebûlkirina şaşitiya xwe mezinahî ye."
Karamûş got, "Olof Palme dostekî rastî yê Kurdan bû. Alîgirê gelê Kurd bû. Piştgirî dida têkoşîna gelê Kurd a ji bo bidestxistina mafên xwe."
'KURDAN BERDÊLÊN GIRAN DAN'
Karamûş bal kişand ser bandora neyînî ya sûcdarkirina Kurdan û PKK'ê û got, "Piştî kuştina Palme li Swêdê bi çavê terorîst û krîmînal li civaka Kurd dinihêrîn. Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û PKK weke terorîst hatin sûcdarkirin. Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ji nedîtî ve hatin. Kurdan berdêlên gelekî giran dan. Sûcdariyên gelekî metirsîdar li wan hate kirin.
Beriya kuştina Olof Palme gelê Swêdê gelekî hez ji Kurdan dikir, lê belê piştî kuştina Palme ji nişka ve weke terorîst dîtin. Li dibistanan ciwanên me ditirsiyan ku bêjin ew Kurd in. Hema bêjin ku Kurd weke mirovên nayê xwestin hatin dîtin. Wê demê ez endamê Federasyona Kurdan bûm. 4 salan ti şîrketê cih ji bo lokalê neda me. Saziyên xaniyan bi zor û zehmetî xanî dida Kurdan. Bi kirê jî xanî nedidan. Bi rastî jî zextên giran li Kurdan kirin. Berdêlên gelekî mezin dan."
'DIVÊ SÛCDARIYA 'TERORÊ' YA LI SER PKK'Ê ÊDÎ BÊ RAKIRIN'
Karamûş diyar kir, piştî ku hikumeta Swêdê PKK weke rêxistineke 'terorîst' îlan kir, welatên din ên Ewropayê jî heman tişt kirin û got, "Kurd bi salan mexdûr bûn. Em dixwazin ev mexdûriyet tavilê ji holê bê rakirin. Swêdê kujer eşkere kir û doza Palme girt. Ev doz bû dozeke ku kujer nehate darizandin."
Karamûş diyar kir ku bi navê KNK'ê wan nameyeke ji Serokwezîr Stefan Lofven û Wezîrê Karên Hundir re şandine û got, "Divê Swêd lêborînê ji Kurdan bixwaze. Her wiha divê lêborînê ji Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bixwaze. Pêwîste hikumeta Swêdê mohra 'rêxistina terorê' ji ser PKK'ê rake û ji bo welatên din ên Ewropayê jî heman tiştî bike bikeve nava liv û tevgerê. Ev daxwaz daxwaz û hesreta gelê Kurd hemûyan e."