1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KCK'ê Qazî Mûhammed bi bîr anî
KCK'ê Qazî Mûhammed bi bîr anî,kck'ê,qazî,mûhammed,bi,bîr,anî

KCK'ê Qazî Mûhammed bi bîr anî

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê Serokomarê Komara Kurd a Mahabadê Qazî Mûhammed bi bîr anî ku beriya niha bi 71 salan hatibû darvekirin

A+ A-

KCK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û Serokkomarê Komara Kurd a Mahabadê Qazî Mûhammed, birayê wî Sadrî, pismamê wî Seyfî Qazî yên hatin darvekirin bi bîr anî û diyar kir, feraseta beriya 71 salan hê dewam dike.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Darvekirina mirovên ku mafên siyasî û neteweyî yên Kurdan diparêzin, nêzîkatiya li Kurdan ku yek ji gelên herî qedîm ê Rojhilata Navîn e radixe pêş çavan. Feraseta beriya 71 salan, hê jî neguheriye. Xweranegirtina li jiyana demokratîk a gelê Kurd a li Efrînê ya bi çand û nasnameya xwe, nîşaneya vê rastiyê ye."

KCK'ê destnîşan kir ku Komara Kurd a Mahabadê dixwest di nava Îranê de bibe komareke xweser û wiha dewam kir: "Wê wextê di nava Yekîtiya Sowyetan de komarên xweser hebûn. Damezrînerên Komara Mahabadê jî xwestin ku di vê mijarê de bi desthilatdariya Îranê ya wê demê re li hev bikin, lê belê ji ber feraseta dewletparêziya netewe û neteweperestiya modernîteya kapîtalîst, ji bilî têkbirina komarê û darvekirina lîderên wê nêzîkatiyeke din a polîtîk nehate nîşandan. Ev polîtîka li kevneşopiya dîroka Îranê nayê ku di dîroka Îranê gelên cuda week nasnameyên xwe û rêveberiyên xwe yên otonom qebûl dike. Yên ku li dijî modernîteya kapîtalîst a cîhana rojava qala çanda dîrokî ya Rojhilata Navîn dikin, bi feraseta dewletparêziya netewe ya modernîteya kapîtalîst û polîtîkayên mêtinger qirker ên li dijî Kurdan, polîtîkayeke berevajî rastiya xwe ya dîrokî meşandin.

Lê belê pêkanînên sed salan nîşan dan ku ne komkujî, ne îdam, ne jî pêkanîneke din nekarîne hebûn û pirsgirêka azadiyê ya Kurdan ji holê rakin. Pirsgirêka Kurd îro hê bi xurtî ketiye rojeva Rojhilata Navîn. Şerê Sêyemîn ê Cîhanê yê li Rojhilata Navîn diqewime, li rewşa Kurdan asê maye. Ev yek jî radixe pêş çavan ku çareseriya pirsgirêka Kurd wê li gorî berjewendiyê hemû gelên Rojhilata Navîn e. Çaresernekirina pirsgirêka Kurd jî mîna cezayekî ye ku li gel û welatên Rojhilata Navîn hatiye birîn. Divê hêzên siyasî yên berpirsyar ên Rojhilata Navîn êdî vê rewşê bibînin û çareseriyeke li ser bingeha jiyana azad, nasname û hebûna gelê Kurd deynin ber xwe. Lêgerîna Kurdan a li çareseriya pirsgirêkan bêyî dewletbûnê jî ji bo van hemû welatan şens û firsendeke mezin e.

Zext, zilm û komkujî ji bilî afirandina dijminatiya navbera gelên ku bi sedan salan e bi hev re dijîn, bi kêrî tiştekî din nayên. Ji ber vê yekê girîng e ku welatên herêmê vê rastiyê bibînin û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi rengekî berpirsyar tevbigerin û polîtîkayeke çareseriyê ya maqûl destnîşan bikin. Ev yek beriya her tiştî wê li berjewendiyên wan bê. Dema ku pirsgirêka Kurd çareser bû, wê were dîtin ku pirsgirêkên din jî yek bi yek wê bi hêsanî çareser bibin.

Divê welatên Rojhilata Navîn nekevin xefika dewleta Tirk û desthilatdariya wê ya faşîst hikumeta AKP-MHP'ê ku pêşengiyê ji dijminatiya li Kurdan re dike. Dewleta Tirk dixwaze hemû welatên herêmê tevlî polîtîkaya xwe ya qirkirina Kurdan bike û bi vî rengî bike ku Kurd û hemû welatên herêmê li ber hev rabin. Welatên ku naxwazin Kurdan qir bikin û hebûna Kurdan nas dikin, divê nekevin vê xefikê û hewl bidin pirsgirêkên xwe yên bi Kurdan re çareser bikin. Ji ber ku şerê li dijî Kurdan ji bilî dewlet Tirk a qirker bi kêrî berjewendiyên ti polîtîka û hêza siyasî nayê. Kurd û Ereb dikarin di nava sînorên heyî yên dewletan de bi biratî bijîn. Her wiha li Îranê jî di nava sînorên heyî de Kurd û hemû gelên din dikarin bi awayekî azad û wekhev bijîn.

Di salvegera darvekirina Serokkomarê Komara Kurd a Mahabadê Qazî Mûhammed û siyasetmedarên din ên Kurd de, rexnedayineke di vê çarçoveyê de wê ji bo hemû gelan bi xêr be. Em Qazî Mûhammed û yên hatine darvekirin bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û careke din soz didin ku em ê Kurdistanê azad bikin û Rojhilata Navîn demokratîk bikin ku ev yek hesreta wan bû."

 

ANF