Li Amedê gotûbêja 15'ê Mijdarê roja nivîskarên li zindanan
Amîda Kurd - Amed
Bi munasebeta 15'ê Mijdarê roja nivîskarên di zindanan da, li Amedê bernameyeke gotûbêjî hat lidarxistin.
Bername bi pêşengiya Komeleya Wêjekarên Kurd li komeleya KWK'ê hat çêkirin.
Gotûbêj bi pêşkêşvaniya Roza Metîna û tevlîbûna nivîskar Heval Dilbirîn û Rifat Ronî hat lidarxistin.
Di gotûbêjê da nivîskar Heval Dilbirîn û Rifat Ronî axivîn û balê kişandin ser berxwedana li zindanan.
Serê pêşî Rifat Ronî axivî û bi munasebeta roja nivîskarên di zindanan da berxwedana zindanan silav kir û di 84'mîn salvegera dardakirina Serokê Serhildana Dersîmê Pîr Sey Riza û rêhevalên wî bibîr anî.
Ronî di domandina axaftina xwe da balê kişand ser dîroka wêjevaniyê û bi gotineke Baba Tahirê Uryan mînak da; "hege destê min bigîşta çerxa felekê, min ê gelek tişt jê bipirsiya"
Di vê çarçoveyê da got; têkoşîna tê meşandin û gotinên Baba Tahîrê Uryan hev temam dikin.
Ronî, dîsa mînakeke ji gotinên Baba Tahirê Uryan da û got; çawa Baba Tahir hezar sal berê gotiye "ji bo azadiyê her ew aşiq e ji can natirse, aşiq ji zîncîr û zindan natirse, dilê aşiq wekî gurê birçî ye, ew ji heyheya şivan natirse." em dikarin di vê çarçoveyê da bêjin gotinên hezar sal berê û gotinên zindana Amedê hevdû temam dikin.
Ronî, li ser bîranîna Pîr Sey Riza û rêhevalên wî jî mînak da û got; 84 sal berê Sey Riza û rêhevalên xwe çawa li hemberî celadê xwe serî netewandine û Sey Riza gotiye;
"Ez xap û hîleyanê sima ver bi ser nêkewta, na mirê bi derd, la min zî sima ver serre ronêna, wa na zî sima ra bibo derd" îro jî berxwedêrên li zindanan li hemberî zordestiya celad û qesasên xwe serî natewînin.
Ronî bi mînakên hin gotinên berxwedêrên zindana Amedê yên weke Elî Çîçek, Akîf Yilmaz, Hayrî Dûrmûş û Kemal Pîr jî gotinên xwe lê zêde kir û got; çawa wan berxwedêran radestîyê red kirin û di oxira azadiyê da canê xwe dan. Îro jî lazime li ew mîrateya wan xwedî bê derketin û alaya têkoşînê bê bilindkirin.
Rifat Ronî gotineke Kemal Pîr bibîranî û got; 40 sal berê di serdaneke Rihayê da Kemal Pîr çawa gotiye roj bê em ê Kobanê jî rizgar bikin, divê em bizanibin ku ew gotinên dîrokî û wêjeyî ne bê fikirandin hatine gotin.
Herî dawî Ronî got; tîrê şoreşê ji kevanê derketiye û di rê da ye. Zû an dereng ew ê miheqeq bigî hedefa xwe.
Piştra Heval Dilbirîn axivî û bi boneya roja nivîskarên di zindanan da hemû nivîskarên di zindanan da silav kir û bi boneya salvegera şehadeta Serokê Serhildana Dersîmê Sey Riza û hevalên wî û hemû cangoriyên Kurdistanê bi rêzdarî û minetdarî bibîranî.
Dilbirîn got; her çiqas cangorî û fedayîyên vî welatî bi laşî û bedenî ne di nav me da bin jî, ew bi giyanî di nav hevokên me yên wêjeyî û têkoşînê da ne.
Dilbirîn di domandina axaftina xwe da balê kişand ser zext û zorên li ser girtiyên zindanan û got; zindan, di dîrokê da cihekî girîng digirin, ji pêxemberan bigir hetanî feylozafan, herkes li gor şert û mercên xwe di zindanên dagirker û celadên xwe da lêhûrbîneke giyanî û hestî jiyane û gelek tişt nivisîne. Hege derfetê wan ê nivîsandinê tunebe jî di hişê xwe da, di mejiyê xwe da nivîsîne. Lênûska hişê wan, lênûska rihê wan, ji wan ra pêxembertî û feylozofî anîye. Hin kesan li ser laşê xwe, hin kesan li ser dîwarên dilê xwe nivîsên xwe neqişandin e.
Herî dawî Dilbirîn got; divê em li berhemên nivîskarên zîndanan xwedî derkevin û em bibin pira navbera wan û civakê û dengê wan bilindtirîn bikin.
Piştî axaftinan gotûbêj bi dawî bû.