‘Li dijî êrîşan bi yek dengî biqîrin'
AMED - Nûner û endamen saziyên Amedê li dijî êrîşên balefirên TSK'ê nerazîbûn nîşan dan
AMED - Nûner û endamen saziyên Amedê li dijî êrîşên balefirên TSK'ê nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku ev erîş li dijî destkeftiyên gelê kurd hatine kirin û bang li gelê kurd kirin ku li dijî van erîşan bi yek dengî biqîrin.
Li dijî erîşên hewayî yên balafirên artêşa tirk ên li hemberî Şengal û Rojavayê, her ku diçe nerazîbûn zêde dibin û tên şermezarkirin. Nûner û rêveberên partî û saziyên li Amedê, li dijî van erîşan bi tundî bertek nîşan dan û bang li gelê kurd kirin ku li dijî erîşan bibin yek û tifaqa xwe çêbikin.
Serokê HAK-PAR’a Amedê Vasif Kahraman vê erîşa dewleta tirk wek şaşîtiya herî mezin a dîroke bi nav kir û wiha got: “Em dewleta tirk şermezar dikin. Xeletî û êrîşa herî mezin a derhiqûqî ye. Li gel vê jî sînorên xwe bin pê kirine û ev erîş pek anîne. Neheqî ye, ev nayê qebûlkirin. Ev erîş ne tesadufî ye. Ev erîş li dijî destkeftiyen gelê kurd e û naxwazin ev destkeftî mezin bibin. Dixwazin kurdan xelas bikin, lê bila vêya baş bizanibin ku kurd xelas nabin. Divê ku gelê kurd piştgiriya hev bike û li dijî vê zilmê derkeve. Lazim e kurd xwedî li xwe derbikevin. Divê em pirsgirêkên xwe yên hundirîn deynin aliyekî û li dijî dijminen xwe bitêkoşin.”
‘JI BO STATUYA KURDAN DIKARIM SERE XWE BIDIM’
Zimanzan Hayrettîn Altun jî dest nîşan kir ku hikûmeta AK Partiye li hemû deverên cîhanê kurdan qir bike û got, ev erîş li dijî statuya gele kurd pek hatiye û dixwazin kurdan bieciqînin. Ev 40 sal in gelê kurd têdikoşe û şerekî bêhempa dide meşandin û serî netewandiye û got ku, gelê kurd li dijî van erîşan jî serî natewîne û dê li ber xwe bide. Altun da zanîn ku, tu kes bi erîşên dagirkeriyê bi ser neketiye û got, ew 65 salî ye û dikare li her qadê ji bo statuya gelê kurd serê xwe bide. Altun diyar kir ku, pewîst e gelê kurd li her deverê li dijî vê dagirkeriye serî rake û bang li her çar parçeyen Kurdistanê kir ku bêdeng nemînin. Altun anî ziman ku, ev erîşên pek hatin têkçûna AK Partiye ya di referandume de ye û got, hikûmet û dewlet niha jî dixwaze bi erîşên hewayî tola xwe ji kurdan bistîne.
‘MISILMAN VÊYA NAKIN’
Endamê Kongreya Îslamî ya Demokratîk Mele Haci Kadah jî balê kişand ser polîtîkaya hikûmeta AK Partiyê ku bi salane di bin olê de polîtîkaya xwe dide meşandin û wiha got: “Ev dewlet û hikumet dertê û dibêje ez misilman im, lê birayên xwe yên misilman qir dike û dikuje. Ev erîş di tu ol û neteweyê de nehatiye nivîsandin û pêk nehatiye.” Kadah polîtîkaya hikûmetê ya li dijî kurdan û olê rexne kir û bang li gelê kurd kir ku li dijî erîşan û tunekirinê bibin yek, dengê xwe bilind bikin û tifaqa xwe ava bikin.