Nivîsa Mahsûm Korkmaz a li ser roja 15'ê Tebaxê
"Wê li gelek herêman di heman rojê de çalakî bihatina kirin û HRK bihatina ragihandin. Çar sal bû ku em li gelek welatan geriyan û li hundir jî demeke dirêj me amadekarî ji bo vê rojê dikir. Ew roj êdî hatibû."
Pirtûka "Bagimsiz Kurdistan Yolûnda" (Li ser rêya Kurdistana serbixwe) ku sala 1987'an hate weşandin, qala destpêka tecrûbeya gerîlatiya li Kurdistanê dike. Pirtûk ji rojnivîs û nivîsên nirxandinê yên fermandarên destpêkê yên gerîla Mûstafa Yondem (Erdal) û Mahsûm Korkmaz (Egîd) pêk tê. Me nivîsên pirtûkê yên li ser Pêngava 15'ê Tebaxê berhev kir.
Korkmaz fermandarê çalakiya li navçeya Dihê ya Sêrtê ye û qala wê wextê dike...
Ji sala 1984'an re kêm mabû. Zivistan ne zêde dijwar bû, ji ber vê yekê jî îmkanê me çêbû ku em xwe bigihînin hin herêmên welêt. Bi komeke ji hevalan em rûniştin, me rewş nirxandin û berê xwe dan rojava. Her ku em ber bi aliyê rojava ve diçûn, çiyayên bi heybet ên bi berfê xemilî li pişt me diman û baran li me dibariya. Em hêdî hêdî nêzî Dîcleyê bûn. Çemê şaristaniyê bi rengekî aram û şipîşîn diherikî. Li şikestên di tehtên nerm ên li qiraxa wê de gund û bajar hatibûn avakirin. Ji Amedê heta Mûsilê kelekên karwanan herikand û axa berhemdar a li derdora xwe av da.
Ev herêma ku dergûşa avabûna nifşê mirovahiyê û şaristaniya destpêkê ye, di navbera çemên Dîcle û Botanê de ye. Ev herêm xwe ji bandora mêtingeriyê parastiye û nirxên neteweyî yên xwezayî di nava vê çemberê de xwe parastine. Sînorên ku rojava û rojhilat, çiya û deştê ji hev qut dike, bûye sînorê navbera berxwedan û teslîmiyetê...
... Piştî ku em ji Çem derbas bûn, piştî bi salan yekemcar em gihîştin deştê. Li pêşiya me meşeke li deştê ya zehmet hebû ku sê rojan di nava heriyê de diviyabû em bimeşiyan. Cihên bêhnvedanê jî zêde ne ewle bûn. Ji ber ku salên dûr û dirêj em li çiyê man û xerîbê deştê bûn, zû bi zû me xwe nedida ber vê meşê. Lê di dawiya dawî de, bi rê û rêbazên cuda jî be, tevî ku gelek caran metirsî derketin pêşiya me, me ev meş bi saxî temam kir. Li cihê çiyayî yê em gihaştin wir, operasyoneke berfireh a lêgerînê hebû. Jendermeyan avêtibûn ser maleke ku mehkûm lê bûn, di şer de fîşek li sê leşkeran ketibûn. Ji ber vê bûyerê mêtinger li herêmê tijî bûbûn. Bi helîkopteran dadiketin nava gundan, bi awayekî komî mirov digirtin û êşkence dikirin. Kalekî ku ji operasyonan reviya û xwe li şikeftekê girt, ji serma miribû. Du xizmên mehkûman ku yek jê jin bûn, hatibûn tazîkirin û piştî ku bi vî rengî li nava gundan hatin gerandin, li cihê bûyerê li pêş çavên gel hatibûn kuştin...
... Li nuqteyên girîng ên li ser rê, yekîneyên leşkerî hatibûn bicihkirin, hêzên herêmî li wan hatibûn zêdekirin, yekîneyên komando ketibûn nava gundan û dest bi propaganda çekdarî kiribûn. Ji gel re digotin, "Ji Apoyiyan bawer nekin, di nava wan de gelek endamên MÎT'ê hene, Apoyî ne Kurd in, ew Ermenî ne, komunîst in, dijminê ol in." Hewl didan me ji gel vegirin, lê belê gel bi gotinên wan dikeniya. Mirovan henekê xwe bi wan dikirin, lê ji wan hebû ku welatî ji wan bawer dikin, lewma dikenin. Pêşniyara nokeriyê li gundiyan dikirin...
... Piştî şîvê, gundiyên ku em pê re diaxivîn mîna her carê gotin anîn ser pirsa 'Çima berxwedana çekdarî destpê nake?'. Ji ber ku ev pirs timî li me dihate kirin, êdî ji bersivan û hewldanên îqnakirinê em bêzar bûbûn. Ez li bendê mam ku hevalê nû hatiye bersivê bide. Bêguman ez jî tevlî gundiyan dibûm. Dema ku heval jî got, "Amadekarî", gundî bêdeng bûn. Ji ber ku heman bersiv gelek caran ji wan re hatibû dayin.
Dema ku me nîvê şevê kom li hev civand, hate dîtin ku hejmara me bi têra xwe qelebalix e. Gundiyan jî yekemcar komeke wiha didît, lewma matmayî mabûn. Wan jî texmîn kiribûn ku wê tiştek bibe. Ji hev re digotin 'vê carê temam e'. Me berê xwe da daristana ku em ê bi şevê lê biman û bi çend koman em li herêmê bi cih bûn. Min texmîn dikir ku wê serê sibê agahiyên baş ji me re were, lewma min wAê şevê zêde tiştek nepirsî.
Em serê sibehê şiyar bûn û bi xwarina ku gundiyan ji me re anîn me taştê kir. Bi hevalê berpirsyar re me xwe dan aliyekî û bi baldarî ez li benda axaftina wî sekinîm.
Piştî ku min li axaftina heval guhdarî kir, eşkere bû ku texmînên min rast in. Wê li gelek herêman di heman rojê de çalakî bihatina kirin û HRK bihatina ragihandin. Çar sal bû ku em li gelek welatan geriyan û li hundir jî demeke dirêj me amadekarî ji bo vê rojê dikir. Ew roj êdî hatibû. Dilê min gelekî rehet bûbû û min ev bersiv da: "Baş e, lê gelekî dereng e, em dikarin hîn zûtir bikin." Tevî her tiştî jî vê agahiyê em gelekî kêfxweş kir. Min ji xwe re got, divê ev yek ji hemû hevalan re derhal bê ragihandin, lê ev yek nedibû. Heval ancax çend roj beriya 15'ê Tebaxê pê hesiyan. Diviyabû bi vî rengî bûya. Piştî ku em li ser şêweyê bicihanîna planê li herêma me û li ser xusûsên din axivîn, me dest bi amadekariyan kirin. Ji bo keşfa hedefên xwe, me yekîneyek ava kir. Piştî çend guhertinan û lihevcivandina endamên yekîneyê, em bi rê ketin. Em ber bi qiyame ve meşiyan û me xwe gihand nuqteya hevalên ku li benda me bûn. Ev der cihekî bilind û serwer bû. Herêm bêhempa bû. Dema ku me xwe gihand koma li wir li benda me bû, atmosfereke ewle hebû. Her kesî fêhm kiribû ku wê tiştek were kirin û bi coş bûn. Kêfxweşî ji çavên hevalan dihate dîtin. Piştî ku amadekariyên dawî hatin kirin, me yekîneya xwe ya ku navê Yekîneya Propagandayê ya 14'ê Tîrmehê lê bihata kirin li hev civand. Me belavok xwend û damezrandina wê ragihand. Piştre hevalê ku biryar gihand me, li ser taybetmendî û wezîfeyên demê axivî. Dûre weke berpirsyarê yekîneyê min Rêvebernameya Propaganda Çekdarî xwend. Di çarçoveya vê rêvebernameyê de ji her kesî hate pirsîn bê amadeye yan na. Û piştî ku hate gotin, "Yên amade ne bila destê xwe rakin", bi carekê ve hemû dest rabûn hewa. Kesekî ku ne amade tine bû. Min jî got, wê çaxê "Em sonda şoreşê ya ku di rêvebernameyê de cih digire bi hev re bixwînin." Û li ber kulmên rabûn hewayê bi dengekî xurt sond hate xwendin û pêl bi pêl li çiyê û latan deng veda. Piştî ku ferman jî hatin xwendin, êdî her tişt temam bûbû.
Mijarên; nav, pêkhate, qada tevgerê, armanc, bername, rêvebername û rêbaza kar a yekîneyê bi rengekî zelal hatibû vegotin. Di destê me de gelek malzeme û du çekên me yên giran hebûn. Em amadebûn ku bikevin nava liv û tevgerê. Me cihê ku HRK lê were ragihandin ji hevalan re hîn negotibû. 13'ê Tebaxê me keşfa dawî ya qada xwe ya çalakiyê qedand û em vegeriyan cem yekîneyê. Weke yekîneya rêveberiyê me xwe dan aliyekî û plana çalakiyê amade kir. Plan ne xerab bû. Me hesabê hemû îtihamalan kir. Aliyekî ne zelal nemabû.
Diviyabû çalakî teqez bi ser biketa. Ji ber wê çalakiya destpêkê û dîrokî bûya...
Dema ku me plan çêdikir, ev gotina Lenîn timî di bîra me de bû: "Berî ku hûn caw bibirin, heft caran bipîvin". Piştî ku me plan amade kir, li ser cihekî rast me maketa çalakiyê çêkir. Piştî ku me yekîne bi vê herêmê, me armanca xwe eşkere kir. Li ser armanc, girîngî û hedefa çalakiyê agahî hatin dayin. Piştre plan hate eşkerekirin û nîqaşkirin. Di encamê de bi yekdengî hate qebûlkirin. Li dû çend provayan, em danê êvarê bi rê ketin. Ji bo çekên ku em ji ser dijmin rakin û erzaqê xwe bar bikin, me çend hêstir jî bi xwe re bir. Me texmîn dikir ku demeke dirêj wê têkiliya me bi cîhana derve re qut bibe, lewma me li hev kir ku divê em bi teserûf tevbigerin. Diviyabû rojê me bi nîv ya jî çaryekê nanekî îdare bikira.
Piştî meşa ji 12 saetan, ber destê sibehê em gihîştin nuqteya ku me berê diyar kiribûn. Em ketin çeperan û me hewl dan razên. Lê belê ji ber bayê sar em nikarîbûn rakevin. Piştî ku roj hilat, min Dihê ya ku bi sê kîlometreyan dûrî me bû nîşan da û got, "Hedefa me ev e." Her hevalî bi dûrbînê hewl da herêmê baştir nas bike.
Û piştî roja ku bi me gelekî dirêj hat, êvarê em li hev civiyan. Destpêkê komên ku wê rê û xetên telefonê bibirn ji cihên hatin diyarkirin re hatin şandin. Piştî ku roj çû ava û dinya tarî bû, hêza bingehîn a yekîneyê bask bi bask xwe berdan nava bajêr. Di demeke kin de em êdî ketibûn nava kolanên bajêr. Bi du rêzan em ketibûn nava kolanan. Sed metre mabû ji bo em bigihêjin yekîneya dijmin, wê wextê wesayitek derket pêşiya me. Lê belê ji ber ku em bi lez û bez ketin çeperê, bi me nehesiya. Şensekî mezin bû ku em li astengiyeke cidî nealiqîn. Piştî ku em hinekî din meşiyan, bi sê baskan me berê xwe dan hedefên ku me plan kiribûn. Em ji xafil ve gihîştin avahiya yekîneyê, gazînoya efseran, qehwexane, banka û mizgeftê. Bi teqandina fîşeka destpêkê re nobedarê li ber deriyê yekîneyê hate bêtesîrkirin. Piştre bi B-7'ê li qatê jor ê yekîneyê hate xistin û dûre me xwe berdan nava gazînoyê. Bi gulereşandin û barandina bombeyan me di demeke kin de avahiya leşkerî ya du qatî kontrol kirin. Guleya dijmin a ji aliyê gazîno ve hate teqandin, li tiliya hevalekî me ket ku di deriyê yekîneyê de diket hundir. Lê dijmin tavilê hate tepisandin. Ji ber gulereşandinê, du zarokên fermandarê yekîneyê, li derveyî daxwaza me ji mil û lingên xwe birîndar bûbûn. Lêborîn ji wan ahte xwestin û tevî dayika wan ew ji cihê şer hatin derxistin û ber bi nexweşxaneyê ve hatin şandin.
Piştî kontrolkirina yekîneyê, leşkerên ku dîl hatin girtin li hewşa yekîneyê hatin civandin û ji wan re qala armancên HRK'ê hate kirin. Hinek ji leşkeran kêfxweş bûn. Hinekan digotin "Hemşehriyê min, we em jî rizgar kirin." Hinek leşkeran dixwestin tevlî nava refên me bibin, lê me nexwest wan bi xwe re bibin.
Li aliyê din ji hoparlora mizgeftê belavoka damezrandina HRK'ê dihate xwendin. Hevalê ku belavok dixwend, ji ber kelecanê rabû çend hevokên helbestê jî xiste nava belavokê. Di vê demê de depoya yekîneyê jî hatibû vekirin, hevalan çek û cebilxaneya leşkeran a bi dest xistin derdixistin derve. Piştî ku min hinekî lêkolîn li yekîneyê kir, çûm qehwexaneyeke ku hevalan kontrol dikir. Hevalekî gundî gel rexne dikir ji ber ku bi qumarê dilîstin. Ji ber ku ev nêzîkatî ne rast û ne di cih de bû, min dest li rewşê werda. Min lêborîn ji welatiyan xwest û ji wan re got ku bila dilê wan rehet be, ji ber ku em ji bo wan şer dikin. Li ser vê yekê welatiyên li qehwexaneyê ji şûna xwe rabûn û xwestin bi rengekî komî me hembêz bikin. Cixare, çay, av dan me. Me qedehek ava wan vexwar û piştî ku armanca xwe eşkere kir, me pirsa "Em girtîgehê vekin?" kir. Wan jî bi yek dengî bersiva "De haydê" dan. Li qehwexaneyên din jî dirûşmên "Bijî PKK", "Bijî Serok Apo" dihate bihîstin.
Piştî ku li qehwexaneyan belavok hatin belavkirin û pankart hatin daliqandin, hemû baskên hêza me yên li korîdora ewlekariyê ya li dora yekîneyê bi işaretekê li hev civiyan, encam hate nirxandin û hate kontrolkirin. Tiştek bi hevalên me nehatibû. Ji dijmin leşkerek miribû, 6 jî birîndar bûbûn. Hevalê me yê birîndar ji aliyê doktorê me ve hatibû dermankirin. Ji xwe birîna wî sivik bû. Çek û cebilxaneya dijmin a hate desteserkirin gelekî zêde bû. Zehmet bû ku bi hêstiran werin rakirin. Ev bar ancax bi qemyonekê karîbû bihata birin. Me qemyonek YSE girtin û çek û cebilxane lê bar kirin. Me yên mayî jî teqandin. Du televîzyonên li garnîzonê, taksiyeke fermandar, cemse, avahiya hikumetê, banka û postaxane hatin şewitandin. Lê belê me piştre me fêhm kir ku ew bi têrkerî neşewitîne.
Me bajar çend saetan kontrol kir û piştre dev jê berdan. Rakirin û valakirina çekên ku me ji ser dijmin rakiribû û bi wesayitê anîbûn nêzî çiyê, bûbû pirsgirêk. Tevî yên li hêstiran hatin barkirin, her hevalî tevî çeka xwe rahiştibû sê çekan. Li gel vê yekê jî me beşek ji çek û eşyayên desteserkirî li wir hiştibûn.
Me hewl dida bi vî barê giran hilkişin çiyayê bilind. Ji tîna em ji hal ketibûn. Lê belê coşa serketinê hêz dida me. Em li ser kaniyekê sekinî û me hinekî bêhn veda. Me li ronahiya nava bajarê ku me li dû xwe hişt temaşe kir. Wê wextê ev yek hate bîra min: "Bajarokê Dihê ku gelek kes bi navê wê jî nizane, êdî wê bibe cihekî ku her kes nas dike. Bi vê wesîleyê wê li cîhanê navê Kurdan jî hebe."
Barê giran em gelekî lawaz dikir. Dema ku me xwe gihand herêma ewle, roj hildihat. Cihê me bêhempa bû. Me li vê derê dikarîbû bi her awayî li dijî dijmin şer bikira. Lê belê tenê kêmasiyeke me hebû: Av. Ava me ya heyî jî ber destê sibehê qediya bû. Me çek û alavên ku desteser kirin jimartin. 60 çekên mezin, 9 debance, 4000 fîşek, cîhazeke ragihandinê ya mezin, radyoyek, daktîloyek, metereyên avê, qesetûre û gelek alavên din ên biçûk me bi dest xistibûn.
Ji ber ku helîkopter û balafirên şer timî di ser me re difiriyan, em ji cihê xwe neliviyan. Ew zêde ne xema me bûn. Ji ber ku tiştekî ku karibin bikin tine bû. Nepêkan bû ku me bibînin. Me dikarîbû xwe ji êrîşa wan biparasta. Ji ber ku çiyayên me têra xwe hebûn...
Çavkanî: Bagimsiz Kurdistan Yolûnda
Weşanên Serxwebûn
ANF