1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. STK'yên Amedê: Berî mirin pêk bên mafên qanûnî pêk bînin
STK'yên Amedê: Berî mirin pêk bên mafên qanûnî pêk bînin,stk'yên,amedê,berî,mirin,pêk,bên,mafên,qanûnî,pêk,bînin

STK'yên Amedê: Berî mirin pêk bên mafên qanûnî pêk bînin

Saziyên civaka sivîl ên li Amedê, têkildarî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan didomin bang kirin ku beriya li girtîgehan cenaze derkevin daxwazên girtiyan pêk bînin

A+ A-

 

AMED -  

Li 6 girtîgehên cuda 17 jê jin bi giştî 76 girtî di greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger de ne. Li gor agahiyan êdî pirgirêkên jiyanê xwe didin der. Li beşên T2 û T3 yên Şakranê 50 roj e 13 girtî, li beşa T4'an a Şakranê 39 roj e 8 girtî, li Girtîgeha Şakranê ya Jinan 43 roj e 5 girtî, li Girtîgeha Jinan a Sîncanê 42 roj e 7 girtî, li beşa T-1 a Girtîgeha Tekirdagê 29 roj e 10 girtî, li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê 23 roj e 5 girtî, li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê 9 roj e 10 girtî, li beşa T4 a Şakranê 15 roj e 7 girtî û li Girtîgeha Tîpa T a Hatayê 5 roj e 11 girtî di greva birçîbûnê de ne. Şaxa Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Amedê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, Baroya Amedê û Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM) balê kişandin ser girevên birçîbûnê yên li girtîgehan û bang li rayedaran kirin da guh bidin daxwazên girtiyan.

TÎHV: DAXWAZÊN WAN MAFÊN QANÛNÎ NE

Ji parêzerên Şaxa Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê ya Amedê Bariş Yavuz wiha got: "Divê demildest venêrîna tenduristiyê ya girtiyên di grevê de bê kirin. Divê ji aliyê bijîkên TBB'ê ve li girtîgehan girtî bên muayenekirin. Divê der barê daxwazên kesên di greva birçîbûnê de bi Wezareta Dadê re diyalog dest pê bikin. Ji bo axaftina van daxwazan divê di serî de parlementer û nûnerên rêxistinên mafa, huqûq û tenduristiyê hevdîtinan çêbikin."

DTO: PIŞTÎ ROJA 40'EMÎN WUCÛD SINYALÊ DIDE

Hevserokê Odeya Bijîşkan a Amedê (DTO) Yakup Altaş, diyar kir ku ew dixwazin mudaxilî çalakiyan bibin û taqîba tenduristiya kesên di grevê de ne bikin. Altaş, anî ziman ku vîtamîna B 12'an nadin girtiyan û wiha axivî: "Di vê pêvajoyê de vîtamîna B 12'yan zaf girîng e. Divê li gel av û şekir, rojê herî kêm 500 mîlîgram vîtamîn bê dayîn." Altaş, da zanîn ku piştî roja 40'emîn beden sinyalê dide û wiha domand: "Pergala parastina wucûd dirûxe. Bi temamî muqawemeta bedenê mînîmalîze dibe. Girtîgeh ew nêvenge ku mirov zû enfeksiyonê digire. Berî ku texrîbatên mayînde derkevin holê divê hin tişt bên kirin."

Altaş, mirina girtiyên ku di grevên birçîbûnê yên berê de bi bîr xist û got, berî ku lekeyeke reş a din li dîroka vî welatî bikeve divê rayedar têkevin dewrê.

OZMEN: BERÎ MIRIN ÇÊBIBIN DIVÊ DAXWAZÊN MAQÛL BÊN QEBÛLKIRIN

Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen jî wiha got: "Wek Baroya Amedê em vê diparêzin; mafê jiyanê mafê herî pîroz e. Êdî hatiye wê astê ku, dê ggreva birçîbûnê xesarê bide yekpareyiya bendenê. Banga me ev e ku; berî ku tecrîbatên cidî derkevin holê û berî ku mirin çêbibin, divê demildest daxwazên maqûl ên girtiyan bên qebûlkirin. "

ÎHD: ŞIK Û GUMANÊN MALBATAN HENE

Nûnerê Herêmê yê Komeleya Mafên Mirovan Adulselam Înceoren wiha got: "Li gor nameyên girtî dişînin û li gor ragihandinên malbatan, muameleyên kêfî û heqaretên îdareya girtîgehê zêde bûne." Inceoren, bi bîr xist ku li gel grevên birçîbûnê yên bê dem û dorveger, li gelek girtîgehan grevên dorveger jî hene û got, malbatên ku serî li wan didin ji bo vê rewş zaf bi fikare ne. Înceoren, dest nîşan kir ku, berî ku cenaze ji girtîgehan derkevin, divê demildest riya diyalogê bê vekirin.

DÎTAM: KESÊN BINPÊKIRINÊ DIKIN DÊ SIBÊ MUHTACÎ VAN MAFAN BIBIN'

Alîgirê Serokê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê Mehmet Vural, anî ziman ku girtî ji neçarî dest bi greva birçîbûnê kirine û got, li girtîgehan binpêkirinên mafan gihaştine asta herî jor. Vural, anî ziman ku kesên binpêkirina mafan dikin dê sibê muhtacî van mafan bibin û wiha domand: "Divê hemû sazî li gor peymanên mafên mirovan ên navnetewî tevbigerin. Lê belê, di demên dawî de li girtîgehan binpêkirinên mafan di asta herî jor de ne. Divê êdî rê li ber vana bê girtin. Divê li gor peymanan tevbigerin. Maf ji bo her kesî ne. Îro kesên ku van mafên bingehîn bin pê dikin, dê sibê muhtacî van mafan bibin. Divê demildest dawî li binpêkirinên mafan bê û bi girtiyan re hevdîtin bên çêkirin."