1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. YNK'ê nexşerêya xwe eşkere kir
YNK'ê nexşerêya xwe eşkere kir,ynk'ê,nexşerêya,xwe,eşkere,kir

YNK'ê nexşerêya xwe eşkere kir

Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) nexşerêya xwe ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê eşkere kir

A+ A-

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN


Piştî ku ji aliyê Endamên Polîtburoya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) ve nexşerêya YNK'ê hate pejirandin,  îro Meclîsa Navendî û Rêveberiya YNK'ê nexşerêya xwe ya çareseriya krîzên Herêma Kurdistanê ji raya giştî re eşkere kir.
 

 

Nexşerêya YNK'ê  wiha ye;

 

YNK’ê bi berçavgirtina rewşa hestiyar ya îro Kurdistanê û ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyîn, weke aloziyên dinavbera aliyên siyasî de, çareserkirina krîza aborî û başkirina rewşa welatiyan û pêkanîna armancên YNK’ê ev nexşerêye hatiye amadekirin.

 

1. Peywendiyên di navbera aliyên siyasî de

 

Peywendiyên Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li gorî erkên qonaxê û li ser bingehên hevsengiya rasteqîn û çareseriyên siyasî di serî de pêdeçûn pêwîste, bi mebesta çareserkirina hemû pirsgirêkan û sererastkirina peywendiyan.

 

Wê YNK peywendiyên xwe li gorî lihevkirina 17'ê Gulana  2016'an ligel Tevgera Goran dûbare bike.

 

YNK peywendiyên xwe yên ligel aliyên din ên siyasî pêwîst û girîng dibîne.

 

YNK li ser asta Iraqê û Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkan di nava proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê û pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de alîkare.

 

Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) piştgiriya çareseriya aştiyane û demokratîk ya doza Kurd li herçar parçeyên Kurdistanê dike.

 

Pêkanîna peywendiyên derveyî aliyên siyasî yên Kurdistanê li ser bingehê berjewendiyên bilind ên netewî û niştîmanî be û di çarçoveya xizmeta aştî û aramiya di nava aliyan de be.

 

2- Doza gelê Kurd, Herêm û cîhan

 

Rewşa piştî şerê DAIŞ'ê û hewldanên dewletên herêmê ji bo gihîştina çareseriyekî digel yek de, rola hêzên mezin ên herêmê bandorî li ser rewşa Kurd heye. Ji ber vê yekê pêwîste amadekarî ji bo hemû rewşan bê kirin. Di rewşekî wiha de çareserkirina pirsgirêkên navxweyî mijarekî çarenûse. Mijara peywendiyên erênî jî gelek girînge. Herweke peywendiyên me ligel hêzên cîhanê yên mezin girîngiyek mezin heye.

 

3- Pirsgirêka sê serokatiyan

 

Çareserkirina pirsgirêka sê serokatiyan (Serokê Herêma Kurdistanê, Serokê Parlamentoyê û Serokwezîr) rêya çareseriya pirsgirêka vedike. YNK dabeşkirina hersê serokatiyan li ser hersê aliyên serekî de, li gorî mezinahiya siyasî çareseriyekî guncav dibîne.  Li berçavgirtina rol û hebûna aliyên din ên siyasî. Ev vê qonaxê heya hilbijartinê bi qonaxekî vegûhestinê dibînin, divê aliyên siyasî di vê qonaxê de li ser pirsgirêkan li hev bikin.

 

4. Pirsgirêka aborî

 

Pirsgirêka aborî li Herêma Kurdistanê tenê girêdayî pirsgirêka petrol û gazê nîne. Belkû pirsgirêka paşketina di rêveberiyê de û nebûna planên aborî û sîstema banka pêşketî de ye. Ji bo çareserkirinê ev gav pêwîstin.

 

Danîna planekî stratejîk ji bo aboriya Herêma Kurdistanê li ser asta dem kurt û dem dirêj.

 

Girîngîdana beşê pîşesaziyê, ziraatê û geştyarî birêya kerta taybet.

 

5- Petrol û gaz

 

Ji bo zelalkirina petrol û gazê ev gavane pêwîstin,

 

Li Parlamentoyê pêkanîna komîsyonekê (piştî karkirinê) ji bo lêkolînkirina dahata petrol, gaz û hevpeymana. Herwiha ragihandina encamên zelal û şefaf.

 

Pêkanîna hemû made û beşên yasaya hejmara 22 ya sala 2007'an ya petrol û gazê. Herwiha yasaya hejmara 2 ya sala 2015'an ya sîndoqa Kurdistanê ji bo dahata petrol û gazê.

 

Lihevkirina ligel hikûmeta federal a li ser yasaya petrol û gazê.

 

Zêdekirina deriyan ji bo şandina petrol û gaza Herêma Kurdistanê.

 

Hevpeymanên petrol û gazê li gorî pîvanên navnetewî bin ji bo rê li van pirsgirêkên yasayî bên girtin. Da ku ziyanê bi Herêma Kurdistanê negihîne.

 

Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî tenê erkê serpereştî kirina kampanyayên petrol û gazê li ser milan be. Erkê berhemhênan, firotin li gorî yasayê bide wan kampanyayên mezin.

 

6-  Rewşa welatiyan û pirsgirêka mûçe

 

Krîza aborî bandoriyekî gelek xirab li ser mûçexweran kiriye, jiyana wan felc kiriye. Ji bo heya krîza aborî û nirxê petrolê asayî bibe, ev gav pêwîstin.

 

Ji bo karmendên Herêma Kurdistanê hesabê bankê bên vekirin da ku bawerbin ka çend pereyê wan nehatiye dayîn û ji bo wan meya. Ji bo bi bawerbin tiştek bi pereyê wan nehatiye.

 

Li ber çav re derbaskirina sîstema paşketina mûçe. Gav bi gav sîstema paşketina mûçe bê rakirin.

 

Ji bo dadperweriyê sererastkirina yasaya teqawîtan.

 

Karkirina Desteya Çavdêriya Aborî, ji bo ku bikarin baştir erkên xwe bi cih bikin.

 

7: Reform

 

Pêwîstiya reforman bi van xalan heye.

 

Amadekirina projeyekî giştî ya paqijkirina saziyên hikûmetê ji gendeliyê.

 

Dûrxistina ezmûna hizbî û karbidestên hikûmetê û hizban li ser bazarê. Ji bo sermeyedarên biyanî kar bên hêsankirin. Herwiha parastina mafê bi karhêner û berhemhêner.

 

Aktîvkirina desthilatdariya dadwer û dûrxistina ji destwerdana hizbî. Serxwebûna temam ya dadgehê pêk were.

 

Li ber çav re derbaskirina yasaya Encûmena parêzgehan û zêdekirina desthilata wan, ji bo baştir bikarin karên xwe bikin.

 

Bernameyek ji bo kerta taybet bê danîn. Ji bo çareserkirina hinek ji pirsgirêkên bazar û dahatê.

 

Mûçeyên Hêzên pêşmergeyên Kurdistanê,  hêzên asayîş û polîsan li ber çavan re bê derbas kirin. Bi mebesta başkirina jiyana wan. Jiyana malbatên şehîdan bê başirin û birîndar bên dermankirin.

 

Rêxistina peywendiyên  Wezîrê Çavkaniyên Xwazayî ligel Wezîrê Darayî û Ceyranê bi rengekî ev du wezaretan bi karin erkên xwe bi awayekî aktîv pêk bînin.

 

Hilbijartinên giştî di dema xwe ya hatî diyar kirin de bên kirin. Di hilbijartinên bê de yasaya hilbijartinê ya sîstema lîsta girtî û sîstema parêzgehan pêk were.

 

Pêkanina hikûmetên xwecihî bi  hilbijartinê pêk werin.

 

Nêzîkbûna ligel ragihandkaran weke desthilatdariya 4'emîn be. Di çarçoveya yasa, azadî û karkirinê de.

 

Komîsyona Nivîsandina Destûra Herêma Kurdistanê bê aktîv kirin.

 

8. Herêmên hatine veqetandin û mijara serxwebûnê

 

Vegerandina herêmên hatine veqetandin a li ser Herêma Kurdistanê erkekî niştîmaniye. Hikûmeta federal di madeya 140 de xemsarî kiriye. Ji bo vê ji destûr binpê kiriye. Ji bo yekalîkirina vê madeyê û dawî anîna vê binpêkirina destûrê, Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) pêkanîna madeya 140 di demek zûde pêwîst dibîne.

 

Serxwebûn mafekî demokratîk û rewa yê gelê Kurdistanê ye.

 

Referandûm ji bo serxwebûnê weke mafekî çarenûsa gelê Kurdistanê li Herêmê û herêmên di ên Kurdistanê armanc û dirûşmeya YNK'ê ye. Ji bo bi destxistina vê armancê jî wê YNK xebatên xwe yên siyasî û demokratîk yên aştiyene bidomîne.

 

(rn)