1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. YPG'ê bersiv da: 28 çeteyên Tirk hatin kuştin
YPG'ê bersiv da: 28 çeteyên Tirk hatin kuştin,ypg'ê,bersiv,da,28,çeteyên,tirk,hatin,kuştin

YPG'ê bersiv da: 28 çeteyên Tirk hatin kuştin

Şervanên YPG'ê bersiv dan êrîşên çeteyên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê. Di encamê de herî kêm 28 çete hatin kuştin

A+ A-

Çeteyên dewleta Tirk, êrîşên xwe yên li dijî Efrînê roj bi roj zêde dikin. Li nêzî gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê, şervanên YPG'ê li dijî çeteyên Cephet El Nûsra û Cebhet El Şamiye yên dewleta Tirk, çalakiyeke xurt a bersivdanê lidar xistin.

Di vê çalakiyê de şervanan li du girên li dora Keleha Semane xistin, ku çete lê bi cih bûbûn.

Di çalakiyê de 5 wesayîtên çeteyan hatin şewitandin, 2 wesayîtên çeteyan jî li mayina şervanan qelibî û rûxiyan. Hat ragihandin, di yek ji van wesayitan de gelek çete mirine, lê hejmara zelal bi dest neket.

Di encama çalakiyê de şervan çûn ser 28 termên çeteyan. Û dest danîn ser 18 çekên çeteyan ên li vê herêmê.

Piştî çalakiyê, çeteyan danê sibehê hawan û obus avêtin cihê çalakiyê.

Hat ragihandin, YPG wê agahiyên berfireh ên li ser vê çalakiyê piştre eşkere bike.