Akademîsyen: Hevserokatî girîng e
HANDAN TUFAN
ÎZMÎR (DİHA) - BDP û HDP'ê di pergala Tirkiyeyê de qadek nû ava kir û pergala Hevserokatiyê xist meriyetê. Têkilldarî mijarê Hîndekara Beşa Felsefeyê ya Zanîngeha Egeyê Prof. Dr. Nîlgun Toker, anî ziman ku ev pergal damara demokratîkbûnê ye û ji bo li dijî eynîbûnê ev pergala Hevserokatiyê pir girîng e.
Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi pergala Hevserokatiyê li Tirkiyê qadek nû û pergalek nû ava kir. Vê pergala nû heyecan û heviyek nû bi xwe re ava kir. Gelek beşen civakê, hîndekar û siyasetmedaraın piştgiri dan vê pergalê û anîn ziman ku ev dê bêtir Tirkiyeyê demokratîk bike û vîna jinê xurttir bike. BDP'ê di pêşengiya jinê de, bi vê pergalê îmzeyek avêt dîrokê. Di qada siyaset û rêveberiyê de gavek nû û vîzyonek nû ava kir. Têkilldarî mijarê Hîndekara Beşa Felsefeyê ya Zanîngeha Egeyê Prof. Dr. Nîlgun Toker, anî ziman ku ev pergal damara demokratîkbûnê ye û ji bo li dijî eynîbûnê ev pergala Hevserokatiyê pir girîng e. Toker anî ziman ku bi vê pergalê tê qebûlkirin û xwestin ku jinê welatiya wekhev û xwedi maf be û wiha got: "Bi vê pergalê tevlêbûna wekhev û adîl tê xwestin. Ev pirsgrêka civakê ya sereke ye. Pergala Heserokatiyê ji polîtikaya kotayê wêdetir bêtir cih dide vîna jinê. Ferqa ku ji mêr cudatir e û bi vê cudatiriya xwe xwedî maf û wekhevî ye dide nişandan. Li vir mijar ne hevseriya jin û mêr e. Mijar bi cudahiyên xwe xwedî heman maf, heq û hiqûq in. Bi veyeke rol û mîsyona jinê ya di nava civakêde bêtir dide xuyakirin."
'Şertê bingehîn ê damara demokratîkbûnê ye'
Toker, da zanîn ku di siyasetê de guhertina ji bo jinê pir girîng e û naskirina nasnameya jinê û qebûlkirina vîna jinê Toker, Li dijî endama malatê, qada taybet, dayikbûnê li ser bingehê wekheviyê ava dibe. Jin ne xwedî qada taybet, Toker, da zanîn ku di siyaseta kurd de dîtina siyasî ya jinê xurd dike û ev pergal bêtir hêzê dide jinê û wiha axivî: "Bi vê pergalê jin bêtir xwe ferq dike û êdî dizane ji zilam cuda û ne eynî ye. Bêyî ku wekî zilam be di na va siyasetê de bi reng, rû û vîna xwe ya xweser di nava siyasetê de cih digire. Ev pergal bingeha demokratîkbûna civakê û damara demokratîkbûna siyasetê ye."
Divê partiyên din jî vê pergalê ji bo xwe bike mînak
Hûndekara Ragihandinê ya Zaningeha Egeyê Doç. Dr Gulgun Tosun, jî anî ziman ku li Tirkiyeyê vîna jinê zûde hatiye naskirin û berîya gelek welatên rojava vîna jinê hatiye qebûlkirin. Tosun, destnişan kir ku mafê jinê yê siyasetê di serdema avakirina Komarê de hatiye nasîn, lê tenê li ser kaxizê maye. Tosun, anî ziman ku bi taybeti piştî salên 1950'an cihê jinê yê nava siyasetê her ku çûye teng bûye û li şûna jinê mêr qada siyasetê tije kiriye. Ger ku tê xwestin wekhevî û edaleta di navbera jin û mêr de di her qadê jiyanê de pêş bikeve, wê demê divê hemû partiyên siyasî vê modelê ji o xwe mînak bigirin.
Divê hemû partiyên siyasî vê pergalê têxin meriyetê
Tosun, anî ziman ku pergala wekheviyê ya bê avakirin dê êdî jin bi nûnertiya wekhev tev li siyasetê bibin û xwest hemû partiyên siyasî tev li vê pergalê bibin. Tosun, destnişan kir ku di cîhanê de mînakên wekî kota û pergala fermuarê heye û dema rêveberî tê hilbijartin yek jin yek mêr tên hilbijartin. Ez xwe nêzî pergala fermuarê (zincirê) dibînim. Pergala HDP û BDP'ê nêzî pergala fermuarê ye. Lê ev pergal ji aliyê hemû partiyên siyasî ve neketine meriyetê. Divê hemû partiyên siyasî ve peraglê texin meriyetê.
Tosun, da zanin ku pergal û modela ku BDP'ê daye destpêkirin ji aliyê partiyên din ve jî erênî tên dîtin û mînaka Baskê Jinan ên CHP'ê Tevgera Etek daye destpêkirin mînaka vê yekê ye.
'Ez ji ber pergala BDP û HDP'ê ya Heserokatiyê pîroz dikim'
Tosun, ji ber vê model û pergala BDP û HDP'ê ya nû ew pîroz kir û kêfxweşiya xwe anî ziman.
(mae)