Asya Ebdullah: Gelê Kobanê niha bi rihê fedayî li ber xwe dide
LALÎXAN MIHEMED Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah têkildarî rewşa dawî ya li bajarê Kobanê ji RojNewsê re axivî û diyar kir ku berxwedana niha li Kobanê tê meşandin, ji bo tevahî mirovatî û Rojhilata Navîn e. Ebdullah diyar kir ku ger li Kobanê komkûjî çêbibe, Tirkiye û hevpeyman berpirsyar e.
Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah têkildarî rewşa dawî ya li Kobanê ji Rojnews re axivî û wiha got: “Niha li Kobanê berxwedanekî bê hempa ya gelê Kobanê, şervanên YPG/YPJ’ê li hemberî çeteyên DAIŞ tê meşandin. Ev 23 roj in li Kobanê berxwedanekî bê hempa tê meşandin. Lê ew dewlet û hêzên ku DAIŞ bi çek kirin, şandin ser gelê Kurd û bi teybet î Kobanê; îro jî xwe bêdeng kirine.”
Ebdullah diyar kir ku tevî çeteyên DAIŞ û yên alîkariya wan dikin bi hemû hêza xwe û çekên giran 23 roj in êrîşê ser Kobanê dikin, li rastî berxwedanekî bê hempa tên û wiha pêdeçû: “Ger gelê Kobanê îro di astekî ev çend bi biryar de vê berxwedanê dike, ev ne tenê ji bo gelê Kurd e. Ev di heman demê de ji bo tevahî Rojhilata Navîn e û ev di berxwedan û biyardariya xwe de îspat kirin e.”
Asya Ebdullah wiha pêdeçû: "Ji bo li Kobanê komkujî çênebin, divê Koalîsyona Navnetewî ku biryar daye şerê DAIŞ'ê bike û dawiyê lê bîne, xwedî li biryara xwe derkeve û ji bo welatiyê sivîl ên Kobanê ku di xeteriya qirkirinê de ne, rizgar bibin. Li ser tevahî gelê Kurd îro komkujiyek heye û hemû kes li vê komkujiye temaşe dike. Ji bo wê divê di van saetan de şer û pevçûnên herî dijwar tên meşandin. Gelê Kobanê îro bi rihê fedayî li ber xwe dide.”
Ebdullah banga lezgîn kir û wiha gt: “Ez bang li raya giştî, Tirkiyeyê, Herêma Başûr a Kurdistanê û hemû kesê dibêje ez mafê mirovan diparêz im dikin li hemberî vê komkujiyê rawest in û destwerdana lezgîn ji bo pêşî girtina van êrîşen hovane bikin.”
Hevseroka PYD’ê wiha got: “Em bang li hevpeymaniya navneteweyî dikin ku xwedî li biryara xwe ya li dijî DAIŞ’ê derkevin û biryarên girtine pêk bîne. Heya niha ti mûdaxeleyek ne ji aliyê koalisyon û ne jî ti hêzan ve nehatiye kirin. Ger mûdaxele neyê kirin wê komkujiyekî mezin pêk bê. Wê demê em ji vê yekê wan û dewleta Tirk berpirs dibin in.”
Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em ji bo tevahî dewlet û partiyên siyasî û hêzên Kurdistanî dikin ku berî komkujiyek çêbibe, mûdaxele bikin. Ger komkujiyek were kirin berpirs ew in.”