1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Asya Ebdûllah: Divê NY ji bo korîdorê bikeve nava hewldanan
Asya Ebdûllah: Divê NY ji bo korîdorê bikeve nava hewldanan,asya,ebdûllah,divê,ny,ji,bo,korîdorê,bikeve,nava,hewldanan

Asya Ebdûllah: Divê NY ji bo korîdorê bikeve nava hewldanan

A+ A-

KOBANÊ 22.10.2014 07:00:00 Hevseroka PYD'ê Asya Ebdûllah, ji bo dewamiya berxwedana Kobanê çar daxwazên xwe yên bingehîn dubare kir û bi taybetî xwest, ku ji bo di navbera kantonên Cizîr û Efrînê de korîdorek bê vekirin Neteweyên Yekbûyî bikeve nava hewldanan. Ebdûllah xwest, hêzên koalîsyonê jî êrîşên xwe yên hewayî dewam bikin.

Hevseroka PYD'ê Asya Ebdûllah, ku li Kobanê ya zêdeyî 35 roj in di bin dorpêçiya çeteyên DAIŞ'ê de ye, daxuyanî da û da zanîn ku bombebarana ji aliyê koalîsyonê ve tê kirin girîng e, lê xeteriya DAIŞ'ê hînê dewam dike. Ebdûllah da xuyakirin ku di nava sê rojên dawî de çeteyan bi hêzên nû yên aniye re êrîşên giran dibin ser Kobanê û got, "Hemû hêzên xwe yên li derdora Kobanê seferber kirine û bi çekên giran, bi hawan û topan êrîşên xwe dewam dikin. DAIŞ ji Reqa û bajarên din ên derdorê, rojane leşker û çekan tîne herêmê. DAIŞ ji derdora Kobanê ji bajarên Reqa, Til Ebyad, Aîn Issa, Sarrîn, Minbic û Cerablûsê her tim hêzên nû û çekên giran tîne."

Ebdûllah diyar kir ku li gorî agahiyên gihaştine ber destê wan, DAIŞ li navendên kontrola wan xistiye destê xwe timî bangên talan, hilweşandin û cîhadê dike û got, "Êrîşên li Kobanê li hemberî DYA ne. Agahî tên û dibêjin bangê dikin ku her kes li dijî van dijminan bibin yek. Bi vê rêyê zarok û ciwanên Ereb dixin nava êrîşan, wan dişînin eniya şer. Bi şerkirina van zarok û ciwanan re rê li ber hovîtiyekê vedikin. Gelek malbatên Ereb, ji bo ji vê zilmê birevin û pêşeroja xwe zarokên xwe winda nekin, ji cih û gundên xwe koç dikin. Ji xwe berê jî li hemû gundên xistibûn bin kontrola xwe, bi her şêweyî talan hovîtî dikirin. Agahî ji me re dihat, ku piştî mal û xaniyên li gundan talan dikirin, dişewitandin. Em bi civateke çeteyên DAIŞ'ê re rû bi rû ne, ku barbarî, hovîtî, talan, hilweşandin û destavêtin xistine navenda nêrîn û îdeolojiya xwe."

Ebdûllah ragihand ku DAIŞ hewl dide êrîşên bi wesayîtên bombebarkirî weke rêbazekê bikar bîne û diyar kir ku çete li cihê negihaştine armanca xwe malan dişewitînin, bi taybetî jî ev yek li taxên Kaniya Kurdan û Botanê hatine dîtin.

ALÎKARIYA ÇEKAN

Di mijara alîkariya malzemeyên tibî û çekan a ji Kobanê re hatiye dayîn de Ebdûllah got, "Rast e, ji balafirên DYA malzemeyên çek û tibî ji YPG'ê re hatine. Lê belê di vê nuqteyê de gelek derdor daxuyaniyê didin û dibêjin 'me alîkarî dan'. Em nizanin ku kê alîkarî şandine, lê ji bo alîkariya wan dibêjin 'saeta wan xweş.'"

Ebdûllah der barê teqwiyeya hêzên pêşmerge ji bo Kobanê de got, "Tirkiye li aliyekî dibêje ew ê destûrê bide pêşmergeyan ji bo derbasî Kobanê bibin, lê li aliyê din, li dijî PYD'ê kampanyayeke reşkirinê dimeşîne ku bi daxuyaniyên xwe re, bi xwe û realîteya Rojava re dikeve nava nakokiyan. PYD di rewşa kaosê ya li Sûriyeyê de xwedî proje û çareseriyeke siyasî ya şênber e, kar û daxwazên xwe bi awayekî zelal tîne ziman. Di vê rewşê de xebatên reşkirina PYD'ê gotinên erzan ên siyaseteke şaş in. Em rast nabînin. Gotin û hewldanên bi vî rengî yên reşkirinê, wê ne bi kêrî rewşa li Kobanê ne jî bi kêrî polîtîkayên Tirkiyeyê bên. Hemû cîhan dizane li Kobanê kîjan rast e kîjan şaş e, kî êrîş dike, kî li ber xwe dide. Rayedarên Tirkiyeyê bi xwe jî dizanin ku siyaseteke bi vê rêbazê şaş e, ji xwe siyaseta şaş encamên rast bi xwe re nîne. Her wiha daxuyaniya destûra ji bo pêşmergeyan û Korîdora berxwedêrên Kobanê dixwazin, heman tişt nîne. Heta vê saetê jî ti daxwaz yan jî serlêdaneke vermî ya ji bo hatinê, li vîna Kantona Kobanê yan jî YPG/YPJ'ê nehatiye kirin. Ji ber vê yekê, di vê mijarê de em tiştekî nabêjin. Her kes der heqê Kobanê de diaxive, lê Kobanê şewqeke. Daxuyanî tên dayîn, nîqaş tên krin lê belê ev nîqaş bi awayî fermî negihaştine vîna siyasî û leşkerî ya li vê derê. Mûxatabê vê vîna siyasî ya Kobanê û YPG ye. Ji ber vê yekê divê diyalog bê danîn. Di rewşeke ku berxwedana li dijî êrîşên DAIŞ'ê yên li Kobanê dewam dikin de, em girîngiyê didin têkiliyeke baş û diyaloga bi her kesî re."

ÇAR DAXWAZÊN BINGEHÎN

Asya Ebdûllah da xuyakirin ku ji bo dewamiya berxwedana Kobanê divê ji kantonên Cizîr û Efrînê korîdorek bê vekirin û xwest, Neteweyên Yekbûyî di vî warî de bikeve nava tevgerê. Ebdûllah diyar kir ku girîng e êrîşên hêzên koalîsyonê yên li hemberî hedefên DAIŞ'ê û alîkariya çekan a ji bo hêzên berxwedêr dewam bikin û xwest, di heman demê de ji bo Kobanê alîkariya însanî jî were kirin.

Ebdûllah her wiha bang li saziyên alîkariyê yên navneteweyî jî kir û got, "Li nava bajêr mirovên me hene û vegera van mirovan a li Kobanê dewam dike. Lê belê mirovên xaniyên wan hatine hilweşandin, wê li ku bisitirên? Divê ji bo mirovên malên wan hatine hilweşandin em şert û mercên stargehê biafirînin. Ji bo vê jî, di serî de wargehên ji konan pêwîste li gorî mercên zivistanê, alîkariya însanî were kirin. Lewma em bang li rêxistin û saziyên alîkariyê yên navneteweyî dikin ku projeyên şênber destnîşan bikin."