'Azadiya Ocalan wê aştiya civakî garantî bike'
CÎHAN OZGUR - BEHDÎNAN 05.03.2014 07:00:03 Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Nedîm Seven kampanya 'Ji Ocalan re Azadî' ya rewşenbîran daye destpêkirin nirxand û destnîşan kir ku aştiya civakî bi azadiya Rêberê Gelê Kurd re dikare garantî bibe. Seven diyar kir ku di vê rewşê de şer û dijwarî wê bi awayekî mayînde li derve bimîne."
Nedîm Seven kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke 'Tevgera wicdana civakê' binav kir û anî ziman ku daxwaza 'muzakere bi rêberê azad re dibe' tespîteke rast û di cih de ye û destnîşan kir ku ev yek bi awayekî din nabe. Seven ragihand ku sermuzakerevanê Kurdan Abdullah Ocalan e û got, "Muzakere di şert û mercên wekhev de tê meşandin. Ji ber wê yekê divê Rêber Apo di warê fîzîkî de azad be." Nedîm Seven diyar kir ku di asta heyî de sîstema Îmraliyê bêwate maye û got, "Azadiya Rêber Apo wê aştiya civakî garantî bike. Di heman demê de wê pêşî li dervemayîna şer û dijwariyê bi awayekî mayînde veke." Seven bang li her kesên aştîxwaz kir ku vê rastiyê bibînin û xwedî li vê kampanyayê derkevin.
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Nedîm Seven, kampanya îzmeyan a piştî deklarasyona "Ji Ocalan re Azadî" ya 127 rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar, akademîsyen, parêzvanên mafên mirovan, hiqûqnas û rojnamevanan bi banga 'Plantforma ji bo Aştiyê ji Ocalan re Azadî' hat destpêkirin silav kir û destnîşan kir ku weke tevger û gel wan ti carî ragirtina Rêberê xwe di mercên esaretê de qebûl nekirin. Seven got, "Em ti carî hînî vê nebûn. Ji ber vê yekê tevgera me û gelê me ji bo azadiya Rêberê me heta roja îro li ber xwe dide."
Seven axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Tevgera me û gelê me li dijî komploya navneteweyî û dîlgirtina Rêberê me bi hêrseke mezin nerazîbûn nîşan da û di oxira vê de lehengiyên mezin ên bi berdêlên giran da. Rêber Apo weke rûmeta xwe dît. Azadiya wî jî weke azadiya xwe nirxand. Ev berxwedan bû sedem ku ji qanûnên dewleta Tirk hukmê darvekirinê bê derxistin. Ev yek tê wateya paşve gavavêtina mêtîngeriya Tirk li pêşberî berxwedana destanî û dîrokî ya Tevgera Azadiyê û gelê Kurd."
SÎSTEMA ÎMRALIYÊ BÊWATE BÛ
Seven da zanîn ku di asta heyî de sîstema Îmraliyê bêwate maye û got, "Li ti devera cîhanê tişta ku rêberekî dîlgirtî nekarî bi ser bixîne, Rêber Apo bi ser xist. Sîstema tinekirinê ya du sed salan parçe kir û girava Îmrali veguherand cihekî lê hêviya azadiyê şîn dibe û watedar dibe."
Nedîm Seven diyar kir ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya niha jî hem li Kurdistanê hem jî li deveyî welat gelek caran kampanya hatine meşandin û daxwaza azadiyê hatiye bilêvkirin û got, "Di kampanya îmzeyan a sala 2006'an bi navê 'Abdullah Ocalan vîna min a siyasî ye' de 2 mîlyon û 800 hezar îmze bi noterê hat erêkirin û pêşkêşî Konseya Ewropayê hat kirin. Kurd nêzî du sal in li ber Konseya Ewropayê bênavber çalakiya nobedê lidar dixin. Li her çar parçeyên Kurdistanê Kurd ji bo azadiya Rêberê xwe her roj dadikeve qadan."
ÊDÎ HER KES HÊZA RÊBERTIYÊ QEBÛL DIKE
Seven bibîr xist ku di Îlona 2012'an de di çarçoveya kampanya îmzeyan a li Eqwropayê de bi daxwaza 'Ji bo Azadiya Ocalan tu jî îmzeyekê bide' de zêdeyî mîlyonek kes xwedî lê derketiye û ji welatên cuda yên cîhanê, tevî rêberên neteweyî û civakî gelek rewşenbîr, hunermend, nivîskar, siyasetmedar û şexsiyetên navbera beşdarî vê kampanyayê bûn û got, "Rêber Apo di nava sed şexsiyetên navdar ên cîhanê tê dîtin ku ji van bi tenê 20 jê siyasetmedar in. Îsal li Arjantînê Tevgera Ciwanan a Che Guevarayî, Rêber Apo weke Serokê xwe yê Rûmetî hilbijart. Di dema dawî de li nava raya giştî ya Tirkiyeyê weke yek ji sê lîderên girîng ên rojeva Tirkiyeyê diyar dikin, tê qebûlkirin. Rêber Apo bi pêşdîtin, analîz û tespîtên xwe re êdî ne tenê ji aliyê Kurdan ve, ji aliyê hêzên navneteweyî, rewşenbîr, hunermend û hêzên dijberên PKK'ê jî weke Rêberekî Gel tê qebûlkirin. Bi baldarî tê şopandin. Her kes êdî neçar mane bandora Rêber Apo qebûl bikin."
KAMPANYA TEVGEA WICDANÊ CIVAKÊ YE
Seven da zanîn ku kampanya ji aliyê rewşenbîran ve hatiye destpêkirin encameke têkoşîna 16 salan a Rêberê Gelê Kurd, tevger û gelê Kurd e û got, "Divê weke gaveke dîrokî, tevgera wicdanê civakê bê nirxandin."
Seven da xuyakirin ku ev kampanya wê destê demokrasîxwazan di lêgerîna çareseriya aştiyane de xurt bike û gaveke pêşî li derbasbûna muzakereyan veke û got," Di serî de gelên Kurd û Tirk divê hemû çand û civakên cuda yên li Tirkiyeyê xwedî li vê kampanya bi pêşengiya rewşenbîran derkevin. Em vê hewldanê silav dikin."
Seven destnîşan kir ku tespîta "muzakere bi rêberê azad re dibe" ya gelê Kurd li qadan diqîre, gelekî rast û di cih de ye û got, "Bi awayekî din nabe. Ji ber ku muzakere di mercên wekhev de dibe. Sermuzakerevanê Kurdan Rêber Apo ye. Eer diyaloga heyî bi awayekî qanûnî neyê ewlekirin û derbasî asta muzakereyê nebe, wê ti wateyê îfade neke."
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Nedîm Seven anî ziman ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan garantiya aştiya civakî ye û destnîşan kir ku ev yek dê di heman demê de şer û dijwariyê jî li devre bihêle. Seven ji ber vê yekê bang li hemû derdorên pêwendîdar kir ku vê rastiyê bibînin û li ser vê bingehê gavê biavêjin. Seven bang li hemû aştîxwazan kir ku ji Rêberê Gelê Kurd re azadiyê bixwazin û guh bidin vê bangawaziyê.