Bayik: Dema me ya bendemayînê nîne
STENBOL 27.06.2014 07:00:00 Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da xuyakirin ku ewê binêrin ka qanûna ketine rojeva Meclîsa Tirkiyeyê çiqasî bibe bersiv ji bingeha muzakereyê re û li gorî wê helwestê diyar bikin. Bayik destnîşan kir ku li pêşberî ewçend pêşketinên bi lez ên Rojhilata Navîn, dema wan nîne li bendê bimînin.
Bayik di hevpeyvîna xwe ya li rojnameya Ozgur Gundemê hat weşandin de, pêşnûme qanûna pêvajoya çarseriyê ya hikûmeta AKP'ê xist rojevê, nirxand. Bayik ragihand ku ewê binirxînin ka ev qanûn wê ji bingeha muzakereyê re bibe bersiv yan na û got, "Eger bê gotin ku bi taloqkirinê re wê muzakere were kirin, emê vê qebûl nekin. Ev yek jî wê ji bo me were wateya mijûlkirinê. Êdî dema me hîne ku bi mijûlkirinê re winda bike. Pêşketin gelekî bi lez in. Ji me gavên ku pêşketinên li Rojhilata Navîn pêşwazî dikin, tê xwestin. Berpirsyariyên me hene û em nikarin xiyanetê li van berpirsyariyên xwe bikin. Ji ber vê yekê dema me ya bendemayînê nîne. Dibe ku dema dewlet û hikûmeta Tirk hebe. Dibe ku ji bo mijûlkirinê, qezençkirina wext û bicihanîna bernameya xwe, dema wan hebe."
DI ARMANCA HEVPAR DE EM NIKARIN LI HEV BIKIN
Bayik ragihand ku tevgera Kurd nikare li gorî bernameya hikûmet û dewleta Tirk bimeşe, dikarin di asta herî nizm de tifaqê bikin û got, "Ev yek jî ancax xwe nêzî çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêya siyaseta demokratîk bike û ji bo vê muzakereyê bike, dibe. Di armanca hevpar de em dikarin li hev bikin. Em dikarin pirsgirêkê bi muzakereyan re li ser vê bingehê çareser bikin. Em dikarin gavên pêwîst ên ji bo vê yekê biafirînin. Eger dewlet û hikûmeta Tirk bi tenê bi avakirina bingeha qanûnî re hewl bide li demê belav bike, bixwaze wextekê qezenç bike û bi vê yekê re armanca xwe qezençkirina serokkomariyê be, emê vê qebûl nekin. Me ev gavên xwe, ti carî ji bo dewlet û hikûmeta Tirk bernameya xwe bimeşîne, neavêtin. Her wiha ji bo AKP hilbijartinan qezenç bike û van hewldanan qurbanî hilbijartinan bike, me ev gav neavêtin."
DÎT KU NIKARE PKK'Ê TINE BIKE
Bayik diyar kir ku dewlet û hikûmeta Tirk gava dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza 2013'an de avêt qebûl nekiriye û destnîşan kir ku armanca destpêkê ya dewletê taktîkî bû, xwest demekê qezenç bike û nava wê vala bike. Bayik da zanîn ku ji aliylê siyasî ve AKP di wê baweriyê de ye ku dikare tevgera Kurd mijûl bike, bixe nava bendewariyan û bi vî rengî hîn bêtir xwe xurt bike û axaftina xwe wiha dewam kir: "Lê belê di asta heyî de dît ku ji aliyê siyasî ve êdî nikare PKK'ê tine bike. Ew bi xwe ji aliyê siyasî ve gelekî tengav bû û ket rewşeke bi zehmet. PKK hem li Kurdistanê hem jî li Rojhilata Navîn veguherî aktorê siyasetê û bû yek jî hêmanê damezrîner. Êdî bê PKK'ê li Rojhilata Navîn siyaset nayê kirin. Dema AKP'ê û dewleta Tirk fêm kir ku PKK ji aliyê siyasî ve nayê tinekirin, vê carê ji bo PKK'ê tine bike careke din rêbazên leşkerî xist rojevê. Ji mêj ve ji xwe li gorî pîvanên agirbestê tevnegeriya, amadekariyên xwe yên şer ti carî ranewestand û xwest bi şer e PKK'ê tine bike. Lê di nuqteya heyî de dibîne ku ji aliyê leşkerî ve jî tinekirina PKK'ê ewçend hêsan nîne, bawerim vê baş dibînin. Ji ber ku dibînin ku şert û merc li gorî PKK'ê bi rêve diçin û ji her alî ve PKK'ê xurt dibe."
RÊYA YEKANE MUZAKERE YE
Bayik da xuyakirin ku rêya yekane ya li pêşiya dewleta Tirk muzakere ye û got, "Ji bilî çareseriya bi rêya demokratîk a pirsgirêka Kurd, ti rê tineye. Eger difikirin ku rêyeke din heye, hingî di nava xefleteke mezin de ne. Ya di vir de Tirkiye wê siyaseta xwe ya tê zanîn biterikîne û şikandinekê bijî, siyasetê biguherîn, çareseriya bi rêya siyaseta demokratîk a pirsgirêka Kurd qebûl bike, demokratîkbûyîna Tirkiyeyê qebûl bike, bi hêzên demokratîk re di çarçoveya bernameyekê de li ihev bike û ev yekê Tirkiyeyê ji krîzê derxîne, yan jî wê siyaseta berê dewam bike ev jî şer e. Kes nizane ku şer wê Tirkiyeyê bi ku ve bibe."