Bayik: Em vê pêvajoyê bi ser nexin dê xeteriyeke mezin çêbibe
Endam Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik xwest her kes ji bo serkeftina pêvajoya çareseriya dmeokratîk hewl bide û got: “ Ger em vê pêvjaoyê bi ser nexin, li pey wê xeteriyên gelek mezin hene. Ji bo ev yek çênebe divê her kes baldar be”. Bayik da zanîn ku gotûbêjên li ser pêvajoya aşitiyê tenê bîne bi mijara vekişînê ve girê bide jî ev yek tiştek şaş e û got: “Agirbest, vekişîna gerîlayan bi temamî parçeyek ji bi temamî çareseriya siyasî ye. Ger xizmeta vê yekê bike, dê gelek bi wate be.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik duh di bernameyeke Nûçe TV de bersiv da pirsên rojnamevan Erdal Er.
Bayik da zanîn ku gotûbêjên li ser pêvajoya aşitiyê tenê bîne bi mijara vekişînê ve girê bide jî ev yek tiştek şaş e û got: “Agirbest, vekişîna gerîlayan bi temamî parçeyek ji bi temamî çareseriya siyasî ye. Ger xizmeta vê yekê bike, dê gelek bi wate be.” Bayik jî careke din bal kişand ser girîngiya biryara Meclîsê ya ji bo vê yekê û got ku divê koma aqilmendan ji aliyê hukûmetê ve neyê diyarkirin, divê komeke bê alî û serbixwe be.
Bayik ku diyar kir ku muzakere tenê dikarin bi şert û mercên wekhev bên birêvebirin, bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi aliyê din re ne di heman şert û mercan de ye û got: “Ger dê çareseriya demokratîk çêbibe, divê Rêber Apo bikare bi her kesî re hevdîtinan bike.”
Bayik bal kişand ser nîqaşên hin aliyan ku dibêjin “Piştî daxuyaniya Ocalan, PKK’ê bi AKP’ê re li hev kir û Elewiyan li derve hişt” û got: “Ev yek zêdetir ji aliyê navenda şerê taybet û hin endamên desthilatiyê yên ji gel û baweriyên cûda ve tên pêşxistin. Ji ber ku xeta Rêber Apo beşên jêr ên civakê esas dgire.” Bayik Bal kişand ser berxwedana PKK’ê ya li hemberî stratejiya tunekirinê û bal kişand ku piştî vê yekê nêrîna aliyên demokrat, sosyalîst û bindest ên li hembeî PKK û gelê Kurd guherî, bi PKK û Kurdan re piştevanî çêbû. Bayik destnîşan kir ku rejîm ji ber vê yekê tirsiya, lewma hin daxuyaniyên Ocalan berevajî dikin.
Cemîl Bayil bakişand ser mijarên vekişîn û agirbestê yên piştî banga Ocalan û got: “Jixwe me ji raya giştî re ragihand ku ew destekê didin vê hemleya ji aliyê Rêbertiya me ve hatiye destpêkirin, me got em jî di nava vê yekê dene. Ger Parlemento tedbîrên qanûnî bigire, qanûnan biguherîne, vekiîn jî dê li ser vê esasê dest pê bike.”
Bayik derbarê zimanê hukûmeta Tirk de jî axivî û diyar kir ku dewleta Tirk “li ser esasê rejîma şer hatiye avakirin. Ji ber wê jî her tim dijminan diafirîne, her tim dewleteke di nava şer de ye. Ger wisa nebe ev dewlet nikare bimeşe, dê hilweşe.” Bayik bal kişand ser zimanê hukûmetê got: “Binêrin, heta niha jî gotinên weke “terorîst, terorîzm, serokê terorêst” bi kar tînin. Pê li raya şovenîst a civakê dikin.”
Bayik bal kişand ser şert û mercên Ocalan têde ne û got: “Tişta ku divê bê kirin ew e ku divê Rêberê me azad bibe. Niha behsa çareseriyê dikin. Çareserî bi muzakereyên di şert û mercên wekhev ên her du aliyan de pêk tê. Niha dewleta Tirk bi gelek saziyên piştevaniyê re dixebite, dinirxîne, li gorî wê polîtîkaya xwe diyar dike. Lê li aliyê din jî Rêber Apo di nava çar dîwaran d ye, tenê şandeyeke BDP’ê diçe wir pêre hevdîtinê dike, ew jî çend mehan carekê diçe û tenê çend saetan hevdîtin dikin.” Bayik diyar kir ku divê Ocalan ne tenê bi BDP’ê re, bikare bi her kesî re hevdîtinê bike.
Bayik got: “Divê bi me re jî hevdîtin êbike. Li Tirkiyeyê divê bi aliyên sosyalîst, demokrat, Elewî, Ermeniyan û aliyên bi dest re, bi jinan re bi beşên din ên civakê re hevdîtinê bike.”
Bayik derbarê nîqaşên li ser “razîkirina” gerîlayan ji bo vekişînê de jî got: “Belê, ne tenê pirsgirêka razîkirina hêzên me heye. Li Tirkiyeyê jî divê hêzên demokratîk û aliyên bi dest bêne razîkirin. Di vê mijarê de gumanên gelek derdorên cûda hene.”
Cemîl Bayik got: “Ger em vê pêvjaoyê bi ser nexin, li pey wê xeteriyên gelek mezin hene. Ji bo ev yek çênebe divê her kes baldar be”. Bayik da zanîn ku gotûbêjên li ser pêvajoya aşitiyê tenê bîne bi mijara vekişînê ve girê bide jî ev yek tiştek şaş e.
Her wiha, daxuyaniyên Hukûmeta Herêma Kurdistanê, Ewropa, DYA û welatên din yên ji bo pêvajoya çareseriyê bi erênî nirxand û got: “Helbet dê her kes bêje ew piştgiriya pêvajoya çareseriyê dikin. Lê ya girîng ew e ku ev dê ji daxuyaniyan zêdetir bi awayeke şênber piştgiriyê bidin çareseriyê an na.”
Bayik bersiv da pirsa bi awayê “Polîtîkayên dewleta Tirk ên li hemberî şoreşa Rojavayê Kurdistanê tê zanîn. Gelo dê li gel vê pêvajoyê guhertinek di van polîtîkayan de çêbibe?” û got:
“Bi rastî, ger li Bakûr ji bo çareseriya demokratîk a siyasî ya pirsgirêka Kurd pêngav bên avêtin, dê bandorê li Rojava jî bike. Her wiha dê guhertin nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li hemberî Rojava de çêbibe. Lê ge pêngav di warê çareseriyê de neyên avêti tu guhertinek di nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li hemberî Rojava de jî çênabe. AKP dixwaze hemû Kurdan di bin sêwana xwe de kom bike. Dixwazin pêşî li van pêşketinên li Rojava bigire. Polîtîkaya ji PYD’ê re na, ji Kurdan re erê xapandin e. Dixwazin qaşo bi vê yekê Kurdên din bîn dijberê PYD’ê û pevçûnên Kurd û Ereban derbixin.”
Cemî Bayik bersiv da pirsa derbarê “Bendewariyên we ji Başûrê Kurdistanê çine û got: “Tişta ku em ji her kesê dixwazin ew e ku destekê bidin pêvajoya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin. Divê ev yek tenê bi daxuyaniyan re sînordar nebe, divê her kes berpirsyartiyên xwe yên ji bo bidestxistina encamê pêk bînin û herî zêde jî divê Başûrê Kurdistanê berpirsyartiyên xwe di pratîkê de bîne cih. Em ji her kesê li benda vê yekê ne, lê bendewariya me ya ji Başûr zêdetir e. Divê ne tenê daxuyaniyan bidin, divê ji bo çareseriya pirsgirêkê di pratîkê de hewl bidin, destek bidin û rêya çareseriyê xweştir bikin. Em ji partiyên Başûrê Kurdistanê û civaka wê vê yekê hêvî dikin. Hêzên siyasî yên gelê Kurd jixwe bi daxuyaniyan piştgirî dan, lê divê di pratîkê de jî destekê bidin. Bendewariya me ev e. Divê ji bo pêkanîna kongreya neteweyî ya Kurdan pênagv bên avêtin. Ger pêngaveke wiha bê avêtin, ev yek dê feydeyê dide çareseriya pirsgirêka Kurd li Bakûr. Şert û mercên vê yekê hene. Her wiha hemû Kurd ji bo vê yekê amade ne, tenê ger ew bi xwe bixwazin pêngavên pratîk biavêjin, dê desteka herî mezin bidin çareseriyê.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik da zanîn ku çi dibe bila bibe şansê vê pêngavê yê ji bo serkeftinê pir zêde ye û got: “Lê divê em nebêjin şanseke zêde heye û em xwe bixapînin. Divê hemû hemû xeterî û nerêniyan (lewaz jî bin) li ber çavan bigirin û bi vî awayi nêzîkê pêvajoyê bibin. Ger em vê pêvjaoyê bi ser nexin, li pey wê xeteriyên gelek mezin hene. Ji bo ev yek çênebe divê her kes baldar be. Ev yek dê ne tenê ji bo PKK û Bakûrê Kurdistanê xeter be, dê ji bo hemû Kurdan û hemû gelên herêmê xeter be.”