Bayik: Niha dema wêrekî û duristiyê ye
“Divê mirov peyama Rêberê Gelê Kurd wekî manîfestoya destpêkirina serdema nû bibîne”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir: “divê mirov peyama Rêberê Gelê Kurd a di Newrozê de hat xwendin, li Rojhilata Navîn wekî manîfestoya destpêkirina serdema nû bibîne” û wiha domand: “Mirov ji vî Rêberî wekî din çi dikare bixwaze! Ger ku wekî muxatap tê dîtin, di çareseriyê de tê xwestin rol bigire, wê demê divê dewleta tirk jî tiştên hewce pêk bîne û ji bo pêşketina vê pêvajoyê gavan biavêjin û ji bo afirandina welatê demokratîk berpirsyariyê bigire ser xwe.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe ya bi sernavê “Niha dema wêrekî û duristiyê ye” de ku di rojnameya Azadiya Welat de hate weşandin, peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku 21’ê adarê di Newroza Amedê de hate xwendin, nirxand û got:
“Rêberê Gelê Kurd manîfestoya azadî û demokrasiyê ya ji bo kurd, tirk, hemû gelên li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn dijîn di Newroza Amedê de ji hemû civakê ve ragihand. Rêgezên demokratîkbûn û azadiyê danî holê.”
Nivîsa Bayik wiha didome: “Heke dewleta tirk bi awayekî rast bersivê bide, ev yek hem ji bo Tirkiyeyê û hem jî ji bo Rojhilata Navîn dê bibe destpêka serdemeke nû. Ji ber vê yekê divê mirov peyama Rêberê Gelê Kurd a di Newrozê de hat xwendin, li Rojhilata Navîn wekî manîfestoya destpêkirina serdema nû bibîne. Ji bo çareseriyê daxwazên ku rêberekî kurdan herî di cih de bide, di vê manîfestoyê de heye.
Bêguman Rêberê Gelê Kurd perspektîfa çareseriyê û dîtina pirsgirêkan bi awayekî aşkerayî daniye holê. Jixwe aliyê rast û di cih de nêrîna di vî alî de ye. Ji ber vê yekê ji bo çareseriya demokratîk tiştên ku dewleta tirk pêk bîne di peyamê de hatine destnîşankirin. Nexwestiye feraseta rast û perspektîfên rast di nava detayan de winda bibin. Rewşeke ku her tim aliyê kurdan bi yekalî gavan biavêje û dewleta tirk tu tiştekî nake dernakeve holê.
Ji bo çareseriyê, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê dê kîjan gav bên avêtin û tiştên bi hev re bên kirin bi mehan e li Îmraliyê tên nîqaşkirin. Hevdîtinên li Îmraliyê ne ku tenê aliyê kurdan gavan biavêje, pêk tên. Divê dewleta tirk jî ji bo pêşiya vê demê veke gavan biavêje. Divê di serî de astengiyên li pêşiya demokratîkbûna ku gelê kurd xwe bi xwe xebatên xwe bimeşîne û bi nasname û zimanê xwe rêxistiniya xwe bike, bên rakirin. Jixwe demokrasiya rastîn dihêle ku hemû cîhêreng rêxistiniya xwe ya xweser û jiyana azad û xweser bijîn.
Li cihên ku ev yek tune be mirov nikare li wir qala demokratîkbûnê bike. Siyaseta demokratîk xwe bi xwe pêk nayê. Li Tirkiyeyê heta niha nedihiştin ku siyaseta demokratîk pêk bê. Wextê dibû mijar bi rêbazên cuda pêk dianîn. Di dîroka komarê de wextê kurd hinekî bi rêxistin û polîtîk dibûn û dihatin asta xwestina mafên xwe, wê gavê pêşiya siyaseta kurdan digirtin.
Li cihê ku nêzî 10 hezar siyasetmedarên kurd di zindanê de be, heta ku qanûnên ku rê li ber vê yekê vedikin neyên guhertin siyaseta demokratîk jî nakeve dewreyê. Siyaseta demokratîk, bi civaka demokratîk a bi sazîbûna demokratîk ve girêdayî ye pêk tê.
Li cihê civaka rêxistinkirî, bi taybetî ji kurdên rêxistinkirî wekî xeter tê dîtin, mirov nikare li wir qala hebûna siyaseta demokratîk bike. Rêberê Gelê Kurd îro qala hebûna siyaseta demokratîk nake, ji bo vê yekê pêk bîne tiştên ku divê bên kirin û zîhniyeta wê bi berfirehî daniye holê. Tiştên ku li ber çavan bên kirin jî li ser milê hikûmeta AKP’ê û dewletê ku heta niha astengî derdixistin, maye.
Pirsgirêka kurd wekî ku Îlker Başbug aniye ziman bi demokrasiya lîberal, demogojî û derewan çareser nabe. Li ser bingeha mafên civakî reforma kurd şert e.
Divê rewşa heyî li ber çavan bê girtin û ev yek pêk were. Yan na wekî piştî 1999’an em tu tiştekî nekin û bi vî awayî pêvajoyê derbas bikin, di serî de xapandina gelên Tirkiyeyê ne. Wê demê hêvî û daxwazên gelên Tirkiyeyê were paşguhkirin. Mafê tu kesî tune ye ku tiştekî wisa bike. Ji ber vê yekê ev pêvajo berpirsyarî û cidiyetê dixwaze. Di demokratîkbûnê û mijara pirsgirêka kurdan de wêrekiyê dixwaze.
Rêberê Gelê Kurd gavekî gelekî wêrekî avêt û bê çawa nêzîkî vê pêvajoyê bibin danî holê. Dibêjin hêzên çekdar paşve vekişin em ê pirsgirêkê çareser bikin. Rêberê Gelê Kurd ev yek jî aniye ziman. Ji bo vê yekê xwestiye meclis têkeve dewreyê û ji bo wê komîsyon bê avakirin. Gava pêşî bi vî awayî bimeşe.
Heke li ser pirsgirêka herî bingehên a Tirkiyeyê pirsgirêka kurd xwe vê de wê de bikin ma ev nayê wateya bêpersyarî û bêcidiyetê? Heke meclis li ser pirsgirêka herî bingehîn nekeve dewreyê ma wê kengî têkeve dewreyê? Di demek wisa dîrokî de gotina ev nabe derveyî aqilan e û îzaheta wê tune ye. Bi tu awayî ev nabin hincet. Niha berpirsyariya dîrokî piştgiriyê dide ev gava wêrekî û însiyatîfa dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd. Gelek nivîskar, rewşenbîr û raya giştî ev gava Rêberê Gelê Kurd a wêrekî bi dilsozî pêşwazî dikin.
Mirov ji vî Rêberî wekî din çi dikare bixwaze! Ger ku wekî muxatap tê dîtin, di çareseriyê de tê xwestin rol bigire, wê demê divê dewleta tirk jî tiştên hewce pêk bîne û ji bo pêşketina vê pêvajoyê gavan biavêjin û ji bo afirandina welatê demokratîk berpirsyariyê bigire ser xwe.