1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Benê AKP’ê di destê kurdan de ye
Benê AKP’ê di destê kurdan de ye,benê,akp,ê,di,destê,kurdan,de,ye

Benê AKP’ê di destê kurdan de ye

A+ A-

BEHDİNAN 05.04.2014 07:18:32 Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok diyar kir ku benê AKP’ê hêj di destê kurdan de ye û got: “AKP ya ku muzareya kurd dixwaze pêk neyne dê pêşeroja wê tunebê. Ji bilî muzakereyeke ku xwe dispêre çarçoveya kanûnî û çareseriya pirsgirêka kurd rêbaz nîne.

Ok wiha pê de çû : “Dewleta tirk ku di têkiliya mêtîngeriyê de israr dike, ligel serkeftina xwe ya hilbijartinê, kurd wek îrade qebûl nekiriye û hezm nekiriye; berê xwe daye xespek plankirî. Ev kompleksa serdestane.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok, diyar kir ku hikûmeta tirk ji bo ku BDP û HDP ji hilbijartinan serkeftî dernekeve serî li her xîle û diziyê dane û niha jî ji bo cihên BDP’ê qezenc kirine bi xîleyan bigire her tiştî dike û divê gelê kurd jî bi serhildanan bersivê bide vê.

Ok der barê hilbijartinên herêmî û piştî wê de pirsên ANF’ê nirxand.

Ok diyar kir ku di vê hilbijartinê de BDP û AKP bi ser ketiye û MHP, CHP û aliyên netewperest wenda kiriye.Ok got: “AKP ev di 12 sale hemû derfetên xwe seferbere kir. nirxên gel pir baş bikaranî. Bû bersiv. Zimanê propagandayê jî pir objektîf bikaranî. Encam jî girt.”

SERKEFTINA BDP’Ê

BDP di nava bê derfetî û şertên newekhev de ket hilbijartinan. Ligel vê rojeva xwe rast diyar kir û helwesta xwe nîşanda. Bi şîarara ‘Nasnameya Azad pêşeroja azad’ ketin hilbijartinan. Polîtîkayek rast meşandin. Hemû bawerî û aliyên civakê hembêz kirin. Bi perspektîfek demokratîk tevgeriyan. Ji ber vê encamek baş girtin.

REWŞA HDP’Ê

HDP partiyek nûye û cara yekem ket hilbijartinan. Ji ber vê divê mirov tenê li gorî encamên hilbijartinê nenirxînin. HDP ji her aliyê Tirkiyeyê deng girtiye. Ev jî nîşan dide ku zemîna wê ya civakî heye. ev nîşan dide ku xeta HDP’ê ya raste. Ji ber vê di vê xetê de israr kirin, bi hêzên demokrasiya Tirkiyeyê re anîna ba hev raste. Divê ev biryarek mezin bê domandin.

CHP’Ê STRATEJIYA ŞAŞ ŞOPANDIYE

CHP’ê îtîfaq û stratejiyek şaş şopandiye. CHP di mijara çareseriya pirsgirêka kurd, elewî û baweriyên cuda de ne xwedî perpektîfe. Tenê Erdogan hedef girt û propaganda pêş xist. Encamên wê jî nih li holê ne. li tirkiyê pirsgirêka sereke CHP ye. CHP pêşî li pêşketina muxalefeta şoreşger digire û ew jî rola muxalefeta demokratîk dilîze. Heta pirsgirêka CHP’ê çareser nebe pêşketina muxalefeta demokratîk a Tirkiyeyê pêş nakeve.

Ok anî ziman ku bê guman şertên serkeftina BDP’ê hene,

*Hewaya siyasî û psîkolojîk, ji bo başiya BDP’ê bû. Tevgera Azadiyê morel, piştgirî û hêzek mezin bû.

*Roleke serokatiyê ya ku rojeva Tirkiyeyê diyar dikir hebû.

*li pişt serê Bakurê Kurdistana Rojava ya ku şoreş ava kir hebû.

*AKP heta qirika xwe ketibû qirêjî, bertîl û nelêrêtiyê. Ruyê wê yê antîdemokratîk û zextxwar rastî bertekan dihat.

*Dihat dîtin ku CHP yek rast û durust tune.

Ev hemû ji bo serkeftina BDP’ê şansek mezin bûn.li Kurdistanê li dijî BDP’ê dewlet ket hilbijartinê. BDP bi dewletê re ket pêşbirkê. Têkoşîn meşand. Dema em dibêjin dewlet, hemû partiyên sistemî, leşker û polîst hene. Heta em Lijneya Hilbijartina Bilind jî tevli dibin. Hemû saziyên dewletê di nava îtîfaqê de bûn. Stratejî ava kirin. Gotina ‘ger ku BDP bi ser bikeve dê xweseriya Demokratîk înşa bike’ dewleta tirk tirsand. Biryar girtin ku bilindbûna BDP’ê asteng bikin. Ev biryarek stratejîk bû. hemû partiyên dewletê ev plankiriye. Ligel van hemûyan encama ku BDP’ê bidestxistiye serkeftiye.

Li hinek cihan dengên wan kêm bibin jî li seranserê Tirkiyeyê dengên xwe zêde kirine û di hilbijartinê berê de ji sedî 5,7 niha 6,5 e. Zêdebûnek di dengan de heye.

BDP’Ê HEJMARA NAVEND Û NAVÇEYAN ZÊDE KIR

Ok bi lêv kir ku di hilbijartinan de encam derketiye holê û ev jî nîşan dide ku divê dewlet, AKP û her kes li dijî vê rêzdar be û got: “Divê kurd jî kêfxweş bin. Ligel evqas zor û zehmetî ev serkeftineke mezine.

AKP’ê ne ev qebûl û ne jî hezm kir. ne tenê AKP dewlet qebûl nake. AKP û CHP’ê li ser hev îtîrazê encaman kirin. Ya yekî bê qebûlkirin ya din destpê dike. yanî dixwazin îradeya gelê kurd bişikînin. Demên dawî de li gelek navend û navçeyan êrîş hene. Mînak rewşa li Serêkaniyê. Di esasê de ev darbeyeke.

Di mijara kurd û Kurdistanê de hiqûq bê wate dimîne. Ji ber ku dewlet li dijî Kurd û Kurdistanê polîtîkaya bê hiqûqî û mêtîngeriyê dimeşîne. Hiqûqa dewleta tirk hiqûqa mêtîngeriyê ye. Li Agiriyê deng 15 caran tên hilbijartin. Ji bo ku bi xîleyan Agiriyê ji destê BDP’ê bigirin.

Gelê me berxwe da. Di vê hilbijartinê de lîstik wek pirsgirêka rumet û azadî û namûsê dît. Xwedî lê derket. Ev helwesteke bi rumete. Di vî alî de em serhildanan pîroz dikin.

Divê berxwedan bidomin. Divê kurd û BDP vê baş biznin. Cihên ku bi bedelên mezin qezenc kirin, AKP bi lîstik û xîleyên mezin dixwaze ji destê BDP’ê bigire. Wê demê divê Kur jî şaredariyên AKP’ê rewa nebine û kurd jî van nas neke.

DEWLETÊ SERÊKANIYÊ XESP KIR

Li Serêkaniyên Kurd û Ereb bi hev re dijîn. Dîsa cihekî ku malba, kabîle û eşîr bi zorê ji hev veqetandinêye. Lê bi şoreşa Rojava re, Serêkaniyê cihekî girîng girtiye. AKP dixwaze Serêkaniyê li dijî Rojava ek barageh bikarbine. Çeteyên El Nusrayê li vir perwerde kirin. Piştriya Lojîstik danê. Li vir li dijî gelê kurd şer da meşandin. Hêj didome. Ji ber vê jî dixwaze Serêkaniyê li dijî şoreşa Rojava bikarbîne. Ya rast naxwaze bide BDP’ê. Sekna gelê Serêkaniyê di vî alî de girînge. Divê AKP vê bizane; Serêkaniyê dê li dijî şoreşa Rojava nebe baragehek. Gelê kurd dê desturê nede vê.

Li gorî min serhildana gel ya li dijî vê dereng maye. Ji ber ku ev çend sale li Serêkaniyê çete tên perwerdekirin, piştgiriya lojîstîk bo wan tê dayîn û li dijî gelê me yê Rojava şer dikin. ji wê rojê û şûnde divê serhildanên me mezinbûna. Ger ku di dema xwe de ev berxwdan pêş biketa, divê gelê kurd ev xetereya li Serêkaniyê bidîta û dê îro AKP’ê wisa nekira.

ger ku nekin fermî ku BDP’ê ev hilbijartin giriye, divê gelê me berxwedana xwe mezin bike. divê ev berxwedan bê navber bidome. Divê li her derê berxwedan bê navber bidome. Divê bertekên xwe nîşan bidin. Divê li her derê Kurdistan û Tirkiyeyê têkoşîna xwe bimeşînin.

DIVÊ PÊVAJO BIGUHERE PÊVAJOYA MUZAKEREYÊ

Tenê sedemek vê heye. ev jî zîhniyeta înkarê ye. Zîhnî dewleta tirk ji vê re girtiye. Dibêjin çawa dibe kurd bibin îrade û em çawa muxatab bigirin. Em kompleksa serdestane.