1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "DAIŞ'ê derbê herî mezin li Mexmûrê xwar"
"DAIŞ'ê derbê herî mezin li Mexmûrê xwar",daiş,ê,derbê,herî,mezin,li,mexmûrê,xwar

"DAIŞ'ê derbê herî mezin li Mexmûrê xwar"

Mêrdîn: Di xeta Kerkuk-Mûsilê de DAIŞ'ê derbê herî mezin li Mexmûrê xwar

A+ A-

WEHBÎ DEMÎR/KESER BULDAN

MEXMÛR (DÎHA) - Fermandarê Giştî yê Eniya Yekîneyên Berxwedana Mexmûrê (YBM) Cimşîd Mêrdîn têkildarî çalakiya rizgarkirina pênc gundên Mexmûrê ji çeteyên DAIŞ'ê diyar kir ku herçendî Wargeha Mexmûrê û derdorê wê ji çeteyên DAIŞ'ê hatiye paqijkirin jî lê tehdîda çeteyan a li ser gelê Mexmûr hê jî didome û wiha got: "Wekî YBM'ê bi pêşmergeyên PDK'ê re bi awayek hevbeş û bi hev re pênc gundên Mexmûrê ji çeteyan rizgar kirin. Di aliyê leşkerî û siyasî de encamên girîng û serkeftî me bi dest xist. Em ê ji niha û pêde jî di nava koordineyek hevbeş de gelê xwe ji çeteyan biparêzin."

Yek ji fermandarên HPG'ê û Fermandarê Giştî yê Eniya Yekîneyên Berxwedana Mexmûrê (YBM) Cimşîd Mêrdîn têkildarî operasyona rizgarkirina gundên Mexmûrê ku bi pêşmergeyên Herêma Federal a Kurdistanê re di nava koordineyek hevbeş de tevgeriyan DÎHA'yê re axivî. Mêrdîn diyar kir ku di çalakiya rizgarkirina gundên Fatimê, Leçeka, Xirbanê, Mehmûdiyê û Reşidiyê de şehîd da bin jî di aliyê siyasî û leşkerî de tişta ku hatibû plankirin hate bidestxistin û çalakî bi awayekî serkeftî bi encam bû. Mêrdîn anî ziman ku ew ji bo parastina gel amade ne û wiha got: "Em û pêşmergeyên başûrê Kurdistanê wê ji niha û şûn de jî ji bo parastina gelê Mexmûrê û Kurdistanê amade ne. Lê pêwîstiya kurdan hem di aliyê siyasî de hem jî di aliyê leşkerî de bi yekîtiyek mayînde heye, Eger em karibin vê pêngava dîrokî bavêjîn em ê birakujiyê di nav pelên dîrokê de bifetisînin û ji bo gelê kurd pêşerojek azad û himê biratiyek mayînde bavêjîn."

NY, YNK û Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwedî li soza xwe derneketin

Mêrdîn bal kişand ser valakirina Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) û wiha axivî: "Li Wargeha Mexmûrê gelek penaber dijîn. Wekî tê zanîn wargeha Mexmûrê xwedî statuyek siyasî ye. Di navneteweyî de rol û mîsyonek ya xwe a cuda hebû. Lê di aliyê leşkerî de parastinek û ewlekariyek nebû, bi hatina çeteyên DAIŞ'ê re Hikûumeta Herêma Kurdistanê cih neda gelê me yê Mexmûrê û ji ber vê yekê me jî neçarî wargeh terikandin. Piştî ku Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekîtiya Niştimanê Kurdistanê (YNK) û Hikûumeta Herêma Kurdistanê ji ber zextên hêzên herêmî û navneteweyî cih neda gelê me yê Mexmûrê û gel neçarî careke din vegere wargeha Mexmûrê. Bi valakirina wargehê re em weke hêza HPG û YJA-Starê ji bo parastina gelê xwe yê Mexmûr û Kurdistanê hatin herêma Mexmûrê. Her çendî ku wargeh ji çeteyên DAIŞ'ê hate paqijkirin jî lê gefa çeteyan hîn jî li gundên derdorê xwe bi cih kiribûn hebû. Hebûna van çeteyan li xeta Mûsil û Kerkuk ji bo gelê me xetereyek e. Lewra divê li hemberî vê xetê çalakiyên pir dijwar pêk bên û çeteyên DAIŞ'ê ji vê xeta stratejîk werin paqijkirin. Ev gef ne tenê li ser gelê xeta Mûsil û Kerkûkê ye li ser tevayî gelê Kurdistanê ye. Lewra pêwîst e hemû partî û aliyên kurd li hemberî vê gefa çeteyên DAIŞ'ê bibin yek." Operasyon bi awayê koordinasyonek hevbeş a YBM û pêşmergeyên PDK'ê pêk hat

Mêrdîn da zanîn ku çalakiya 13'ê îlonê ya ku di encamê de 5 gund ji çeteyan hatî rizgarkirin di bin koordineya gerila de pêkhat û wiha pêde çû: "Ji bo vê çalakiyê wekî Yekîneyên Berxwedana Mexmûr (YBM) û pêşmergeyên PDK'ê bi awayekî hevbeş amadekariyên vê çalakiyê kir. Bi vê armancê çalakiya me ya rizgar kirina pênc gundên Mexmûrê ji bo vê mînakek bû. Pênc gundên ku çeteyên DAIŞ'ê ji xwe re wek navend bi kar dianî me bi hev re hem keşif kir û hem jî îstîxbarata wê, bê çi cure çek di destê çeteyan de hene, eme bi hev re li ser xebitîn û di nava koordineyek hevbeş de biryara operasyona rizgarkirina van gundên ku çeteyên çeteyên DAIŞ'ê ji xwe re wekî baregeh bi kar dianîn da. Li ser vê bingehê em wek YBM û pêşmergeyên PDK'ê bi hev re me operasyon bir ser gundê Fatimê, Leçeka, Mehmûdiyê, Xirbanê û Reşîdiyê de bir. Di vê çalakiyê de hem di aliyê leşkerî de hem di aliyê siyasî de encama ku me dixwast zêdetirî wê jî me bi dest xist û hevalên me Filîs Şaybak (Avesta Harun), Ramazan Akar (Siyabend Zap) û Hasan Budak (Diyar Şêrewa) şehîd ketin. Her wiha çend pêşmerge şehîd ketin û birîndarê me çêbûn jî, lê çalaki bi awayek serkeftî derbas bû."

Operasyon bandorek êrênî li ser gel çêkir

Mêrdîn da zanîn ku di vê çalakiyê hem di aliyê menewî de û hem jî di aliyê siyasî de bandorek erênî li gelê kurd çêkir û wiha axivî: "Ji ber ku du hêzên kurd bi hev re bêyî ku berjwendiyên xwe yên siyasî û hizbî bihizirin li hemberî gefa çeteyan a li ser gelê kurd bûn yek û ev çalakiya me jî mînakek a vê yekîtiyê bû. Ev jî hêviyek mezin dide gelê kurd ku aliyên siyasî de êdî dikarin li hemberî dagirker û dijminên gelê kurd û Kurdistanê bibin yek û têbikoşin. Naveroka çalakiyê ji çalakiyek leşkerî zêdetir di aliyê siyasî û menewî de li ser girîngiya wê ya ji bo gelê kurd mirov dikare bi awayekî berfireh binirxîne."

Her pênç gund hatin rizgar kirin û 20 çete hatin kuştin

Mêrdîn bal kişand ser hêza rastî ya çeteyên DAIŞ'ê û bilêv kir ku çete nikarin li hemberî gerila li ber xwe bidin û di vê derbarê de dîtinên xwe bi van gotinan domand: "Rastiya hêza çeteyên DAIŞ'ê tê zanîn. Di aliyê psikolojik de çapemeniyê pir bi kar tînin. Bi kiryarên xwe yên hovane û dijî pîvanên şer çavên mirovan ditirsînin û bi vî awayî dixwazin gel di aliyê psikolojik de serobio bikin. Lê di şer de mirov bi awayekî vekirî dibîne ku ne hêzek ew qas xurt e ku karibe li ber xwe bide. Mîna me ew ne xwedî tecrûbeyên şer in. Ji ber ku em 30 sal in şer dikin û xwedî tecrûbeyên bêhempa yên şer in. Lewra di herêmê de tu hêz wekî me xwediyê tecrûbeya şer nîne. Şerê wan jî me dît, ne şerekî wisa ye ku karibin li ber xwe bidin, jixwe di êrîşa dest pê de şikestin. Di çalakiya ku koordinasyona operasiyonê di destê hêzên gerîla de bû, her pênc gund di nava demekê pir kurt de hevalan û pêşmergeyan xistin destê xwe."

'Me şerê gerîla li hemberî çeteyan meşand'

Mêrdîn bi bîr xist ku armanca çalakiyê ew bû ku em wekî şêwazê gerîla lêxin çeteyan ji wan gundan paqij bikin û şûnde vegerin û wiha pêde çû: "Armanc ne girtin û mayîna di wan gundan de bû. Tişta ku hatî plankirin bi berxwedana hevalan û pêşmergeyan hate bi dest xistin. Ji derveyî tiştên ku me plankirî tiştên cuda derneketin pêşiya me. Kuştiyên wan pir zêde bûn, yên ku ketin destê me û yên hevalên bi çavên xwe dîtî 20 cenaze bûn. Ji ber ku çeteyan gund û derdorê gundan pir mayin çandibûn, ji bo ditîna cenazeyan em ne ketin hemû xaniyan û tenê me 8 cenazeyên çeteyan ligel xwe anîn. Piştî ku em ji gund derketin, çete hatin ji her pênc gundan û li gorî îstîxbarata ku ketî deste me, çeteyan 35 cenazeyên xwe ji van gurdan derxistine."

Li xeta Mûsil û Kerkukê çeteyan derba herî mezin li Mexmûr xwarin

Mêrdîn destnîşan kir ku di xeta di navbera Mûsil-Kerkukê de çeteyên DAIŞ'ê derba herî mezin li Mexmûrê xwarin û dîtinên xwe wiha rêz kir: "Bi awayekî giştî hejmara kuştiyên çeteyên DAIŞ'ê bi awayekî ne fermî ji 40 çeteyan zêdetir e. Piştî Rojava, Rabîa, Şengal û Cezaayê li xeta Mûsil û Kerkûkê cara yekem çalakiyek ev qas mezin hat lidarxistin û encamek serkeftî hate bidestxistin. Lê tehdîda çeteyan hîn didome û li hemberî vê jî em wekî YBM û pêşmergeyên başûrê Kurdistanê amede ne ku gelê xwe û gelên herêmê biparêzîn. Hê jî wekî tehdîdekê ev xet di deste wan de ne. Xetên Mûsil û derdorê wê wekî çemberekê ji bo xwe çêkirine û vê xetê ji bo parastina xwe ava kirine. Dem bi dem êrîşî hinek cihan dikin, lê şer belav dibe û li gelek herêman pevçûn didomin. Ji Efrîn bigire heta sinorê rojhilatê Kurdistanê DAIŞ belavbûye û em jî li van deveran hemûuyan bi cih bûne û gelê xwe û welatê xwe ji wan diparêzin. Li vî alî jî wekî tehdidekê li pêşiya me ye. Heta ku ji axa Kurdistanê neyên derxistin û ji bo derxistina wan ji Kurdistanê ji niha de amadekari û tedbîrên leşkerî yên mayînde neyên standin wê wekî tehdîdekê her tim li ser me bidome. Planlama wê hebin û pêşerojê de jî em hêvîdar in ku bi hêzên din re jî bi hevbeş ew hêzên ku beşdar nebûne em hemê bi hev re karibin li hemberî van rawestin."

Berxwedana gerila û pêşmerge li hemberî DAIŞ'ê hestek neteweyî bi gel re da çêkirin

Berxwedana gerîla û pêşmergeyan di heman eniyê de li hembeî DAIŞ'ê bû sedem ku gelê kurd bi hêvî bike. Mêrdîn ev yek ji bo Kurdan weke xewnekê nirxand û ev tişt anî ziman: "Ji bo vê jî heta dawî amadekariyên me jî hene em weke HPG û YJA-Starê (Yekîneyên Berxwedana Mexmûrê) em bi hev re dixebitin û em heta dawiyê ji parastina gelê xwe re amade ne. Eger em di nava koordineyek hevbeş de bi hêzên Başûr re tevbigerin em ê hem di aliyê leşkerî de hem jî di aliyê siyasî de encamên baş bi dest bixin. Ji bo vê hêviyên me hene. Mirov dikare bêje ku eger em li hemberî wan ranewestin wê ev gef berdewam bike. Ji bo vê divê yekîtiyek çêbibe û hêzek hevbeş yê netewî ya leşkerî were çêkirin û emê li Kurdistanê dijmin û dagirkerên welatê xwe nehêlîn. Êrîşên çeteyên DAIŞ û rêxistinên Îslamî yên radîkal yên li ser Kurdistanê bû sedem ku bitaybet di aliyê parastina xaka Kurdistanê de yekîtiyek leşkerî ava bibe. Ev yekîtiya leşkerî jî bandorek xwe ya siyasî jî çêkir û bû sedem ku hesteke neteweyî bête afirandin."

Pêwîstiya Kurdan ji nan û av zêdetir bi yeketiyê heye

Mêrdîn da zanîn ku gerîla û hemu hêzên Başûr dixwazin bi hev re di aliyê leşkerî de tevgerekê li hemberî ew êrîşên ku li Kurdistanê li ser gelê me tên kirin, bigirin. Gotinên xwe wiha berdewam kir: "Dijminên gelê kurd, çeteyên DAIŞ û hemû rêxistinên radikal ên Îslamî bêyî ku ciyewaziyê têxin nav gelê kurd ê dest wan dikeve bi awayekî hovane qetil dike û êrîşî hemû kurdan dike. Lewra divê em kurd jî bêyî ku ciyewaziyê têxin nav parçe û fikren siyasî divê em yekîtiya xwe ava bikin. Eger yekîtiyek ava nebe hêzek leşkerî çênebe wê gelê kurd winda bike. Ji bo vê yekê tişta herî girîng berjewendiya xwe ya şexsî û siyasî daynin aliyekê û divê em yekîtiyekeê rast ava bikin. Her wiha di aliyê dîplomasî, leşkerî, siyasî de û di her alî de avakirina yekîtiyeka neteweyî ji bo me ji nan û av girîngtir e. Ev nayê wateya ku partiyek ava bibe yan jî ferq û nêrînên cuda wê tune bibin. Berevajî vê yekê wê partî jî hebin û siyaseta xwe berdewam bikin û wê karê xwe bi meşînîn."

Hinek saziyên çapemeniyê xizmeta gelê Kurd nakin û xizmetê ji DAIŞ'ê re dikin

Mêrdîn girêdayî politikaya weşanê ya hinek kanalên Herêma Federal a Kurdistanê û PDK'ê bi awayeke tund rexne kir û banga berpirsyartiya neteweyî li wan kir. Mêrdîn diha dirêjayî da axaftina xwe: "Taybetî em dibinîn ku roja îro da hinek sazî û dezgehên çapemeniya Başûr aligiriya dijminên gelê kurd dike û hebûna gerîla li Başûr ji nedîtî ve tê. Gelek alî ne di ferqê de ne. Xizmeta gelê kurd nakin navê wana kanalê kurdî ne, bi navê kurdan tevdigerin lê bi giştî jî polîtîkayek li dijî me didin meşandin. Li dijî me diaxivin, li dijî me faaliyet û xebatê xwe didin meşandin. Em vê hewldanê wekî rûreşiyek mezin dinirxînin û rast jî nabînin. Ez dikarim bi awayekî vekirî bêjim hinek kanalên televizyonê û radyoyê yên Başûr xizmetê ji çeteyên DAIŞ'ê re dikin. Em vê helwest û sekna wan a di xizmeta dijminê gelê kurd de bi awayekî tund şermezar dikin. Hhinek saziyên çapemeniyê hebûna gerilayên HPG û YJA-Starê ya li Başûr ji nedîtî ve tên"

Ji Celewla heta XaneqÎnê gerîla hene

Mêrdîn derbirî ku hêzên HPG û YJA Star êli gelek deveran bi cih bûne û axaftina xwe wiha domand: "Niha di eniyê de cihê ku şer lê heye em li hemû cihan hene. Wekî gerilayên HPG û YJA-Starê li hemû deverên Kurdistanê yên di bin tehdîda DAIŞ'ê de di çeperên şer de cihê xwe digirin. Ji Efrînê bigire heta Celewla û Xaneqînê gerilayên me hene. Bila baş bê zanîn eger gerîlayên me li Şengal û gelek deverên din nebana wê komkujiyên pir mezin li ser gelê me pêk anîbana. Di aliyek din de jî ji bi pêşmergeyan re jî em niha di nava xebatên cuda de ne û em gelek tiştan bi hev re dimeşînîn. Vînek hevpar li hemberî dijminên me heye. Ji bo vê divê ev alî xizmeta yê DAIŞ'ê nekin. Karibin bi vîneke hevpar li hemberî şerê psikolojik û nûçeyên derew ên derbarê me de derdikevin. Di vî alî de rol û mîsyonek mezin dikeve ser mile çapemeniyê. Çapemenî xwedî li berpirsyartiya xwe derbikeve. Yekîtiya neteweyî niha ev e. Ne tene di aliyê leşkerî, siyasî, dîplomasiyê jî pêwîste em berjewendiyên neteweyî bifikirin û hîs bikin. Eger wisa nebe dê pêşeroj wan rûreş bike. Lewra di vê pêvajoyê de erkek mezin û girîng dikeve ser milê çapemeniya kurd û divê li gorî vê çapemenî jî xwedî li vî erk û rola xwe derbikeve. Nexwe wê dîrok wan efû neke."

Hinek alî ji çeteyan re nabêje terorîst, dibêje cîhadîst

Mêrdîn got ku tu eleqeya çeteyên DAIŞ'ê bi ola Îslamê re tune ye, tenê ola Îslamê ji xwe re bikartînin û wiha dawÎ li axaftina xwe anî: "Em vê zelal bêjin, tu eleqeya van bi ola Îslamê re nîne. Elhemdulilah em tev misilman in. Em di nava vê îslamê de mezin bûne. Em dizanin. Lê belê yê beramberî me bi hemû awayî li dijî Îslamê ye. Nezîkatiya wan a li hemberî ol, jin, zarok û mirovahiyê tu eleqeya xwe bi Îslamiyetê ve nîne û yên van weke mucahît dibinin li gorî me kufra herî mezin e. Çi eleqeya vê bi cîhatpareziyê re nîne. Çi armanca wan heye ku bi kelîmeya şehadetê serê mirovan jê dikin. Em dibînin li rexmî ku misilman e jî sere wî jê dikin, ev çi ye. Eger tu misilman bî ew kî ye? Me dît, bi hezaran kes li derdora Kerkuk û Şengalê qetilkirin, ev çi ye. Bi eleqeye xwe bi bawerî û misilmanityê ve nîne. Pêwîst e gelê me vê rastiyê bibînin. Ên xwe kurd dibînin û van nûçeyên derew diweşînin, xizmeta van komkujiyan dikin û ne kurd in jî. gelê me yê li vir Mexmûrê hinekê bi hişyarî tevgeriya û zû derket, lê eger ne wisa bûya belkû komkujiyên pir hovane derketiban. Ji ber vê çendê pêwîst e tu kes van bi şêwazek cuda nedin nasandin. Em vê jî qebûl nakin. Niha dem dema yekîtiyê ye, avakirina hestek neteweyî ye. Pewîst e kiryar û zimanê me jî di xizmeta vê de be. Fikir û zikra me bibe yek bêguman em ê encamên pir baş bigirin. Herî dawî jî çapemeniya ku di vê pêvajoyê de xizmeta neteweya kurd neke û rastiyan neweşîne, pêwîst e gel wan nas bike û bêne şermezarkirin."

(wk)