Demîrtaş têkildarî rojevê de nirxandinên balkêş kirin
OMER ÇELÎK / YASÎN KOBULAN
AMED (DÎHA) - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş serhildana Kobanê ya Kurdistan û Tirkiyeyê nirxand û diyar kir ku hişmendiya Tirkiyeyê ya li hemberî Kobanê û hêzên koalîsyonê yên êrîş li çeteyên DAIŞ'ê nedikirin di gel de bu sedema bertekên gelek mezin. Demîrtaş, anî ziman ku bi zagona hikûmetê ya ewlehiyê dê înfazên bêdadî zêde pêk bên. Demîrtaş têkildarî pêvajoyê de jî wiha got: "Divê sekreterya, heyeta çavdêran pêk bên ev tiştekî asayî ye. Hikûmet weke Birêz Ocalan bi cidî nêzî pêvajoyê nabe." Demîrtaş, da zanîn ku Peymana Duhokê gelek girîng e û dê pêşiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê vebike.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş têkildarî serhildana Kobanê, berxwedana zêdehî 40 rojin li Kobanê berxwedam dike, Peymana Duhokê ya di navbera partiyên siyasî yên Rojava de pêkhatî, pêvajoya çareseriyê û sekrteryaya ji 5 kesan pêk bê ji DÎHA'yê re nirxandin kir.
'Bertekên gel hêzên koalîsyonê û Tirkiye teşhîr kir'
Demîrtaş, diyar kir ku hêzên koalîsyonê li dora Kobanê nexwast êrîşê li çeteyên DAIŞ'ê bike û helwesta Tirkiyeyê ya bêsamîmî ya li hemberî Kobanê di gel de bertekên cidî pêk anîn. Demîrtaş, anî ziman ku serhildana gel a di encama van bertekan de derket holê di raya giştî ya cihanê de deng veda û serhildanê hêzên koalîsyonê yên êrîş li çeteyên DAIŞ'Ê nedikir û Tirkiye teşhîr kir. Demîrtaş, da zanîn ku di hevdîtinên vê pêvajoyê de kirin bi derfetên xwe her tiştî ji hemû kesî re vegotin û xwedîderketina gel a li Kobanê jî bu sedema Kobanê di cîhanê de bêşopandin. Demîrtaş, bilêv kir ku piştî serhildana Kobanê hikûmeta AKP'ê û medyaya nêzî hikûmeta berpirsiyarê bûyerên li Kurdistan û Tirkiyeyê derketin HDP hedef nîşan dan û sedema vê yêkê; "polîtîkayên hêzên koalîsyonê û Tirkiyeyê yên DAIŞ'ê teşhîr bûn" e.
'AKP dixwaze li hemberî çeperê siyasî yê winda kir berdêlekê bide dayîn'
Demîrtaş, destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê ya li hemberî vê helwestê ketiye zorê li aliyekî gel hedef digire, li aliyekî jî part, hevserok û wan hedef digire û dixwaze berdêlê bi wan bidin dayîn û ji ber vê yekê jî şerekî psîkolojîk didin meşandin û sedemên vê yêkê wisa rêz kirin: "Dixwaze di aliyê siyasî de ji xwe re puanekê zêde bike, di hilbijartinên giştî de HDP'ê qels bike û pêşiya HDP'ê li tevahiya Tirkiyeyê siyasetê bike asteng bike. Tenê ev yek nîn e, şerê psîkolojîk li ser me didin meşandin û dixwazin bi vê yekê di siyasetê de qezenc bikin. Yanî AKP di çeperê siyasî yê winda kirî de li hemberî wê berdêlekê bide dayîn. Ji bo vê yekê jî HDP hedef girt. Ji ber vê yekê jî Hikûmet û medyaya alîgirê wê êrîşê li HDP'ê dike." Demîrtaş da zanîn ku piraniya kesên di çalakiyan de jiyana xwe ji dest dan alîgirên partiya wan, endam û rêveberên wan bûn. Demîrtaş, anî ziman ku her çiqas propagandeyên cuda bên kirin jî ew dizanin ku dewlet dizane wan fermana van mirinan û rêxistina vê yekê nekiriye.
Mirina 45 kesan weke rasta siyasî bikaranîn
Demîrtaş, destnîşan kir ku weke HDP tu caran tu polîtîkayên wan ên wisa tunebûne û wiha pê de çû: "Siyaseta demokratîk di nava şîdeta bêkontrol, mirov hev bikumin û bangên komkujiyê de cih nagire û di nava rêxistinekî wisa de jî cih nagire. Di nava kesên jiyana xwe ji dest dan de kesên Partiya Hur Dava jî hene. HDP'î jî hene û kesên tu têkiliya wan bi siyasetê tuneyî hene. Dema ev hemû geşedan dihatin jiyîn li Tirkiyeyê 4 rêxistinên îstîxbaratê hene. Rêxistina MÎT'ê, Fermandariyê, cendirmeyan û polîsan. Nemimkûne van tu tişt nedizanî. Tu rêxistinên HDP'ê yên îstîxbaratê tunene. Li hemberî cînayetên hatin kirin tu kes nehatin binçavkirin. Mînak li Dîlokê kesên bi çek û di destên wan de kêr heyî meş li dar xistin û li wir 5 mirov qetil kirin. Gelek zor bû berpirsiyarên van peyda bikin. Li şuna kiryaran peyda bikin berpirsiyarê HDP'ê nîşan didin. Dixwazin faturayê ji HDP'ê re bibirin."
'Dê înfazên li kolanan zagonî bikin'
Demîrtaş bilêv kir ku hikûmeta AKP'ê piştî serhildana Kobanê riya serî lê da payeyên polîsan zêde bike û têkildarî vê yêkê de "pêşnûmeya zagoniya ewlehiyê" amade kir û anî Meclîsê. Demîrtaş, diyar kir ku hikûmet ji bertekên gel ên demokratîk ditirse û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ji bo mafên demokratîk asteng bike hemû derfetan bikartîne û payeyên hêzên dewletê û dewletê gelek bi sînor bûn?" Demîrtaş pêşnûme wisa pênase kir: "Ji xwe hêzên ewlehiyê di zagonê de hebe û tunebe heya dawî şîdetê bikartîne. Ji xwe dewlet rêxistineke şîdetê ya bêsînor e. Dema vê şîdetê bikartîne jî zagon, makezagon û rêgezên hiqûqa navneteweyî tune dihesîbîne. Dixwazin bi zagonan civakê bitirsînin û panîkê pêk bînin û ligel van yekan înfazên li nava kolanan rewa bikin. Serokwezîr di bangên xwe de ferman 'lêbidin' dide. Ji bo vê yekê jî zagonê dixwaze çêbike."
'Tu zagon, hêz bi zorê û tevgera gelê mafdar ranawestîne'
Demîrtaş, da zanîn ku zagonên wisa li dewletên otorîter, tehdîtkar û yêkpar hene û wiha axaftina xwe domand: "Piştî tevgerên wisa yên gel a bêkirin tedbîrên ewlehî girtin nîn e. Dewletên demokratîk û an jî dewletên dixwazin bibin demokratîk ji tevgerên gelê yên wisa encamên baş derdixin, gel çi dixwaze û kêmasiya demokrasiyê li ku heye digere. Lê li Tirkiyeyê li aliyekî pêvajoya çareseriyê û hamleyên demokratîk tên nîqaşkirin pêk tên li aliyê din bi nêrîna tedbîrên ewlehiyê tevdigerin. Ev yekê jî tu cuhdahiya AKP'ê ji hikûmetên borî tuneye. Gel ji bo daxwazekê derdikeve kolanan ji bo keyfê na. Heke tu bi zorê vê yekê bi tepisînî dê li cihekî din biteqe. Tu derfertên vê yêkê bide rawestan çênabin. Tu zagon û hêzên bi zorê tevberên gel ên mafdar nade rawestandin."
'AKP xwe wekî mutahîtê înşakiran Tirkiyeya nû dibîne’
Demîrtaş diyar kir ku wan ev hişyarî her tim ji hikûmeta AKP’ê re kiriye lê tişta ku hikûmet ji demokrasî û azadiyê fem dike û ya ku ew fêm dikin ji hev cuda ye û wiha berdewam kir: “Hikûmet tiştên ku xwe diparêze, xurt dike, îxtidar û hegemonyaya xwe xurtir dike wekî demokrasî dibinê. Ango heke hikûmeta AKP’ê dikare xwe biparêze ev tê wateya ku Tirkiye pêş ve diçe. Ji ber ku xwe wekî mutahîtê înşakirina Tirkiyeya nû dibînin. Ji ber vê yekê jî heke tu mutahît diparêzî tu înşetatê jî diparêzî bi vî ferasetê nêzîk dibin û xwe her tim digirin bin parastinê, li şûna civakê biparêzin dewlet û îxtidarê xurt dikin, bi vê faresetê di nava xwe de dizivirin û vê jî di bin navê demokrasiyê de ber bi înşakirina dewleta pêkûtîker ve biçin. Ev mijareke ku hûn ji azadî û demokrasiyê çi fêm dikin ve girêdayî ye. Nêrîna AKP’ê, paradîgmaya wî, nêrîna wî ya li cihanê, nêzîkatiya wî ya li hemberî azadî û demokrasiyê, nêzîkatiya wî ya li heberî rêgezan perperspektîfeke pir kêm e. Ji ber vê yekê xwe wekî dewletê herî demokratîk a cihanê dibinîn. Bi vê bawer kirine. Bi fereseteke şaş dixwazin biçin çareseriyê.”
Mijara sekreteryayê!
Demîrtaş der barê pêşniyara Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji bo sekreteryaya ku di çarçaveya pêvajoy çareseriyê de divê bê ava kirin de jî nirxandin kir.
Demîrtaş beriya nirxandinên Serokwezîr Ahmet Davutoglu ya li Kayseriyê yên wekî “tu rayedarên me yên hikûmetê û ji min îfadeyeke dê li Îmraliyê sekrterayayek bê avakirin ji bo vê soz nehatiye dayîn, mu tu soz nedaye kesekî, me di vê wateyê de anî ziman, careke din dibêjim heka ku ewlehiya civakî Pêk neyê di vî warî de dê hevdîtinek neyê kirin” nirxandin kir li ser rewşa Rêberê PKK’ê rawestiya.
Demîrtaş wiha got: “Birêz Ocalan wekî Rêberê gelî ev 15 sal in di hucreyeke de tê girtin ligel vê jî bi awayeke pir cidî pêşniyarên çareseriyê pêş dixe. Ev pêvajoya çareseriyê ya di demên dawî de pêş xist lêgerîna çareseriyê ya yekemîn a li Îmraliyê nîn e. Berê jî lgel şert û mercên giran li gorî berpirsyariya peywira dîrokî, li gorî peywira xwe ya rêbertî û pêşengiyê çi kete li ser milê wî pêk anî. Ev tişt pir bi awayeke cidî pêk anî. Rîsk girt li ser xwe û bi însiyatî fa xwe ev tişt hemû derbas kir û hate heta vê rojê. Ango li hemberî hemû hêzên dixwazin bi provokasyonan pêvajoyê xira bikin berxwedaneke mezin nîşan da.” Demîrtaş bilêv kir ku di hikûmetê de nêzîkatiyeke bi vî rengî cidî nîn e.
‘Li hemberî rêberê ku polîtîkaya çareseriyê pêş dixe nêzîkatiyeke sivik û erzan heye’ Dêmirtaş got ku AKP li hemberî rêberê ku ji bo çareseriyeke sed salan polîtîkayên çareseriyê diafirîne û pêş dixe pir sivik û erzan nêzîk dibe û wiha berdewam kir: “Heke niha muzakere hebe, mekanîzma, amûr, rêbaz û usula wê neyê nîqaşkirin, derbasê pratîkê nebe dê çawa be?”
Demîtaş dest nîşan kir ku di vê mijarê de hikûmet pir bêcidiyet û tirsonek nêzîk dibe û ev nirxandin kir: “Mijara setreteryayê mijareke ku wisa bibe krîz nîn e. Heke ev vegere muzakereyê rêbaza vê diyar e. Devreyî vê hûn nikarin muzakereyan bimeşînni. Bêyî sekreterya, bêyî hêza çavdêr, alî nexşeriyên xwe û paketên xwe yên çareseriyê Pêşkêşî hev nekin, nîqaş nekin, girtekan negirin, muzakere dê bê meşendin nameşe. Niha dewlet di bin navê wekî ku muzakerena dimeşînin de gotinên nîvcî dikin, weadan didin, ji bo pêwistiyan bi cih bîne pir tirsonek tevdigere, berjewendiyên xwe yên siyasî difikire, wisa difikire. Niha em li Îmraliyê mijarake cidî careser dikin. Ji ber vê jî divê sekreterya, heyat çavdêr hebin ev normal in. Çima raya giştî bertekê nîşan bide. Ango axaftin, diyalog, muzakeren tiştên ku rayagiştî li hemberî van derketin nîn e. Li gorî cidiyeta birêz Ocalan tevnagere.bang û Hêviyên birêz Ocalan li holê ye. Ji bo muzakere di demeke kin de dest pê bikin dibêje ew amade ye. Heke hikûmet jî bi heman cidiyetê nêzik bibe dê pêşketin çêbibe. Rojên pêş ev yek dê hemû zelal bin.”
'Di serî de dixwestin şoreşa Rojava bi fetisînin’
Demîrtaş li ser pêvajoya çareseriyê, bi berxwedan Kobanê re guherîna nêzîkatiyên DYA’yê û welatên din yên Ewropayê jî axivî:
Demîrtaş diyar kir ku baş tê zanîn ku di serî de dixwestin şoreşa Rojava bi fetisînin û wiha got: “Bi sanaryo û kopluyan xwestin Kobanê dorpêç bikin, Rojava vale bikin û bi fetisînin. Xwesin ku hîna lingên şoreşê avane bûyîn şoreşê bi fetisînin. Ji ber ku di projeya wan ya Rojhilata Navîn de modelek wek ya Rojava tuneye. Ji ber ku modela Rojava hemû neteweyan û baweriyan dinava xwe de dihewîne û wekheviyê esas digire. Ji ber vê fetisandina şoreşê ji wan re wek meseleyek îdolojiyeke. Berê niha ji bo çeteyên l Nusrayê alîkarî hat dayîn, çeteyên girêdayî OSO’yê êrîşî Kobanê kirin û xwestin kurdan bi kurdan bidin kuştin.”
Demîrtaş di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Xwestin tevgerên kurd bînin beramberî hev. Ambargo danîn ser Rojava, di qada navneteweyî de nûnerên Rojava ne hatin naskirin û mûhatab ne hatin girtin. Lê ev hemû kêrî tiştekî ne hatin gelek welatên mezin di weşanên xwe de ketin zorê, ji ber ku li Rojava berxwedanek meşru heye û ji ber ku ev berxwedana meşru ji aliyê hêzên navneteweyî ve nehat parastin vê yekê wan xist zorê. Ev hemû destkeftiyên berxwedana Rojava ne.”
Demîrtaş têkildarî pirsa li hemberî alîkariyên DYA û hêzên koalîsyonê yên ji bo Rojava û Kobanê dê çi be jî wiha bersiv da: "Ji bo modela demokratîk a li vir bê parastin divê bi lez amadekariyek bê kirin. Heke mudaxeleyên dixwazin naveroka şoreşa Rojava vala bikin serbikevin dê şoreş têk biçe. Niha li pêşiya me talukeya navîn û dirêj heye. Nêrîna bîrdozî ya Rojava û koalîsyonê yêk nîn e. Ev yêk dibe ku rojên pêş de xwe bide hîskirin. Divê tevgera kurd dîplomasiya vê ya derbasbûnê nika bike. Ji bo vê yekê yekîtiya gelê kurd girîng e.
'Peymana Duhokê dê pêşiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê vebike'
Demîrtaş, anî ziman ku ew Peymana Duhokê gelek girîng dibînin û wiha axivî: "Heke Peymana Duhokê li Rojava bi awayekî serkeftî bê pratîkirin dê pirsgirêkên di navbera kurdan de bi rihetî bên çareserkirin. Peymana Duhokê ji bo pirsgirêkên li çar parçeyên Kurdistanê bên derbaskirin gelek girîng e. Divê kurd pêşiya vê yêkê bernadin. Divê hemû kes pêdiviyên vêpeymanê bi cih bîne. Peymana Duhokê bi tenê yekîtiya kurdan îfade neke. Lê dê pêşiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê vebike."
Xebatên navbernaviya di navbera tevgera kurd û Partiya Hur Davayê de didomin
Demîrtaş, têkildarî pevçûnên piştî di navbera Partiya Hud Para de pêk hatin de got ku di salên 90'an di navbera hîzbullah û tevgera kurd de pevçûn pêk hatin û guman dê dîsa pevçûn dest pê bikin hatin jiyîn. Demîrtaş, anî ziman ku Kongreya Civaka Demokratîk û hine rêxistinên sivîl ên civakî di vê mijarê de xebatên dikin û di çapemeniyê de jî derketibûn. Demîrtaş, balkişand ser girîngiya diyalogê û bilêv kir ku wan derbarê Partiya Hur Dava de tu daxuyanî nedan û hemû kes vê yekê baş dizane.
Demîrtaş, destnîşan kir ku divê hemû kes li hemberî provokasyonan gelek baldar be û derdorên Partiya Hur Dava jî di vê mijarê de gelek baldar bin.
(bd/sa)