1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Dersên Rojhilata Navîn - Haluk Gerger
Dersên Rojhilata Navîn - Haluk Gerger,dersên,rojhilata,navîn,haluk,gerger

Dersên Rojhilata Navîn - Haluk Gerger

A+ A-

30.08.2014

Li erdnîgariya me, van rojan dersên ji DYAyê, li ser ”Em ê bi DAÎŞê çend çûk bikujin” e.

Ji bo yekem fîlmên kowboy ên salên 1950, wiha dihate gotin: ”Lawê çak” ”keça masûm” ji ”mirovên xirab” rizgar dike, lê di dawî de tiştên wan nekariye bikin, ew bi xwe dike-lê vê carê bi dilê keçikê!

An jî, em dikarin ji dîroka nêz mînakek bidin. Talîban ji bo Reagan ”şervanê azadiyê” bû. Bi çekên Amerîkayê, li qadên ku Amerîkayê veqetandibû, ji aliyê mamosteyên amerîkî ve hatin perwerdekirin. Piştre, roj hat, DYA Afganistanê ji Talîban´ê ”rizgar kir.”

DYA, îroj jî Rojhilata Navîn ji DAÎŞî ”rizgar dike.”

DYA rêya hêsan dîtiye. Frankeştaynek digihijîne û berî derve dide, piştre jî dibe ”rizgarker.” Dibêje; “yên ji wan direvin, bila bikevin dafika min”. Ya rastî karek baş e. Bê guman ku rewşên mina bikevine dafika xwe, çekên wan li wan vegerin jî dibin lê li welatê borsayê kara bêyî risk tune. Giyana peyaneriyê bi rîska herî kêm, kara herî zêde pêş dibîne, ne ku qet rîsknegirtinê.

Niha em ji nêzîk ve binihêrin. Dikare yek ziyaneka bi tenê ya DAÎŞê daye DYAyê bê destnîşankirin? Bê guman ku amerîkiyên serê wan tê jêkirin, nakevine vê kategoriyê. Berdevkê DYAyê çendekî berl ji xwe got: “DAÎŞ raste rast ji bo DYAyê bibe tehdîtek, em ê lê bidin.” Ew jî nikare tehdîtek destnîşan bike.

Feydeyên serenca DAÎŞê jî bi hejmartinê naqede.

- Me dît ka çewa Îranê terbiye kir. Melleyan, çek dane Barzanî ku wî mîna dijminê koka xwe dibînin.

- DYA li Îraqê jî bi pêş ket ku mijara Îraqê di dev û ruyê xwe dabû û hema mabû bi dest Îranê re berde. Beriya her tiştî ji Malîkî rizgar bû û derfeta ku di radeya hukûmetê de welat ji nû ve dîzayn bike bi dest xist. Berxwedana meşrû jî, ji vî karî ziyanê dît.

- Em dibînin ku Tirkiyeya di rewşa “Amade be” de xwe piçekî dilivand, kirine rêzê.

- Kurdên Başûr jî, li gor daxwazên DYAyê, neçar man û tevlî senaryoya ku wan bi ”hukûmeta navendî” ve girê dide bûn. Îmaja ku projeya serxwebûnê, ji aliyê ”zemîna avakirina hêzeka leşkerî-siyasî ya bi serê xwe” kêm e, hema bêje ket sere kurdan bi xwe jî. Bi vî awayê, kurd ji aliyê xwe yê herî hesas ve hatine lêdan, bi argumanên bêparmayîna ji mafên herî meşrû ve hatine dorpêçkirin, ji hundir û derve ve. Û sawîn ango îluzyoneka wisa hat afirandin ku mina ne tenê li Îraqê neçarî “hukûmeta navendî” ne, lê her wiha neçar û mahkûmê Tirkiyeyê ne jî. Çi dafikeka mezin û rewşeka bi keser. Sibe eger Amerîka bikeve nava hewldanên ”rizgarkirin”a Rojava bi hêzên Esad û Tirkiyeyê re, êdî ji bilî gotina ”axê bavêje ser min ez bimirim” pê ve tu çareyek dikare nemîne.

- Ji bo DYAyê ji hemuyan grîngtir, zemîna ji nû ve mudaxeleyeke leşkerî ye ku li herêmê ava bû. Êdî dikare li gor dilê xwe çekan li herêmê bi cî bike û mudaxeleyên leşkerî bike. Niha pêşekiyê didine êrîşên hewayî. Sibe ji ser Tirkiyeyê re dor bê ser Hêza Mudaxeleyê ya NATOyê, bila kes şaşwaz nebe.

- Hin feydeyên wê yên din jî hene bê guman. Bi tenê stokên wan ên çekan vala nabin, aborî bi giştî ji sekaniyê derdikeve. Dema cîhan tevlîhev dibe, ji her deverî sermaye ber bi Amerîkayê ve baz dide, aborî bi pêş dikeve, dolar rûmet digire, nîmetên cîhanê bi erzanî têne bidestxistin. Bilindbûna fiyeta petrolê êdî bêtir derbe li reqîbên DYAyê dide. Vîdeyên dîsîplîna navxweyî, ji nû ve têne jidandin. ”ji sedî 99” ji tirsa xwe, di bin bandora propogandayên mîlîtarîst û nîjadperest de xwe bi paş ve dikşînin, ji ”sedî 1” jî şa dibe. Li derve jî di serî de ewropî hemû ”Bloka Rojava” ya du dil, bi çibikê li dû DYAyê rêz digirin.

Li gel hevparê xwe yê sîyonîst stratejiya bingehîn a Amerîkayê ew e ku Rojhilata Navîn timî di nav kaosekê de felc bihêle. Tirk ji vê rewşê re dibêjin “se bi se bidine fetisandin”. Amerîkî naziktir in; “bêyî hêk bêne şikandin nikare hêkerûn bê çêkirin” dibêjin. Têgiha teknîkî ya ji jargona Condoleezza Rice mayî ”kaosa afirîner” ("constructive chaos") e: Bila gel hev û du qir bikin û efendî jî hêkerûna xwe bixwin.

”Ders”ên ji DYAyê wihan in.

Baş e dersên dîrokê?..

Yên nekarîne xwe rizgar bikin dema ji aliyê kesên din ve têne rizgarkirin, çewa dikevine nav hebûneka şerpeze, dersên dîrokê mînakên van ên dilşewat fêrî me dikin.

Jiyan û dîrok dersên rizgariya resen fêrî me dikin.

Mîna dersa yekem em dikarin bêjin ku rûxandina pergal û dîzayna li Rojhilata Navîn a li ser kedxwariyê hatiye honan, dikare bibe gava yekem a rizgariyê. Li vir, dive du gelên ji vê yekê bêzar bûne, têkoşîna filistînî û kurdan derdikeve pêş. Yên din, an niha niyeteka wan a wisa jixwe tune, an jê derfet, kapasîte û qabiliyeta wan. Ji ber vê yekê, berxwedana kurdan û ya filistîniyan, jîyanî ye.

Damezirandina dewleteka filistînî, pêkan e ku di mêzînên pergalê de hin tevlîheviyan bike, lê ji bilî kêmkirina neheqiyeke dîrokî, ji ber du sedeman ev dê bi tena sere xwe neyê wateya guherandineke radîkal. Sedema yekem, di dîzaynkirina dawî ya Rojhilata Navîn de ji xwe ji dewleteka wiha re cewaz hebû, ango di vê de nakokiyeka antagonîstîk tune. Ya rastî ev, ji bo berdewamiya pergalê mîna sîgortayek bû. Sedema duduyan, di çarçoveya projeya carî de eger dewleteka filistînî bê damezirandin, daxwazeka filistîniyan a ji bo guherandinek di pergala herêma giştî de jî dê nemîne, dê ew jî bi piraniyê re, di nav pergala heyî de cihê xwe bigirin. Biratiya neteweperestiya filistîniyan bi neteweperestiya ereban re, encameka wisa neyînî derdixe holê.

Rewşa kurdan cuda ye. Lê li her parçeyê, li gor rewşê, bi Kurdistanên xweser-federe-serbixwe re dikare hejandinên tektonîk pêk bên ku dê bibin sedemên guherînên bingehîn di pergala herêmî de. Kevirên rêyên diçine dojeha Rojhilata Navîn, wisa ji ciyên xwe dihejin, tasfîyeya giştî ya statukoya giştî jî wisa dest pê dike. Girêdanên organic ên di navbera rizgariya gelên herêmê û azadiya kurdan de, bi temamî jî ji ber vê yekê derdikeve hole.

DYA bi kevirekî DAÎŞê re li gelek çivîkan dide û kevirên bê oxir ên ber bi dojeha koletiyê ve radixe. Bi Filistîneke azadbûyî re, bi taybet jî bi Kurdistanekê re jî, hemû bindestên li herêmê dê li gelek zaliman bidin û rêyên ber bi rizgariyê ve vekin.

Tenê, bila filistînî berxwedana xwe bidomînin, bila dilê xwe ji mazlûmên din re bi taybet ji kurdan re negirin; tenê bila kurdên her parçeyî xurt rawestin, ji mafên xwe yên neteweyî yek mîlîmekê jî bi paş ve gav neavêjin; û tenê bila dostên wan ên ji her neteweyî ji erkên xwe yên mirovahî, ji hevkariya bêyî hesab a bi mezlûman, ji têkoşîna hevpar nerevin…

Dersên dîrokê û yên jiyanê jî, aha tiştekî wisa diferimîne.

Çavkanî: ANF Wergera ji tirkî: Amîda Kurd