'Divê azadiya Ocalan gav bi gav pêk bê'
08:51 11.01.2014 1 / 5 HASAN YOLDAŞ
WAN (DÎHA) - Serokê Baroya Wanê Murat Timur, diyar kir ku divê demek berî demekê rewşa şert û mercên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê başkirin û gav bi gav azad bibe. Endamê komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Wanê Prz. Cuneyt Canîş jî anî ziman ku divê di muzakereyan de êdî raste rast KCK wekî mudaxîl bê nîşandan.
Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 21'ê Newroza 2013'an a li Amedê starta çareseriya demokratîk û aştiyane da. Pişti vê pêvajoyê agirbest hat îlankirin û şer rawestiya. Ocalan, ji bo ev gav pêş bikeve û aştî têkeve meriyetê xwest şert û mercên wî bên başkirin û karibe bi her kesi re diyalogê pêş bixe. Lê heta niha ne parezer dikan biçin hevditinê û ne jî heyet dikarin bi rêk û pêk biçin dîtinê. Têkildarî rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Serokê Baroya Wanê Prz. Murat Timur û Endamê Komîsyona Mafên Mirovan Cuneyt Canîş xwestin ku demek beri demekê şert û mercên Oclan bên başkirin û şertên muzakereyan bên avakirin. Serokê Baroyê Murat Tîmur, anî ziman ku peyanên Rêberê PKK'ê Ocalan ên ji bo KCK û Kurdên Avrupayê jî di ser BDP û HDP'ê re diçin û wiha got: "Ji bo ku muzakere bi rêk û pêk pêş bikekevin divê beri her tiştî gavên wêrek bên avêtin. Divê êdî bi muxataban re hevdîtin pêk bên."
'Divê êdî cemawerî ji Ocalan bibhîze'
Tîmûr, anî ziman ku Ocalan dixwaze der barê pêvajoyê de dixwaze raste rast cemaweriyê agahdar bike û bi nûnerên civake re diyalogê pêş bixe. Tîmûr, da zanin ku ji ber ve yekê Ocalan dixwaze bi heyeta serbixwe re hevdîtin pêk bîne û wiha got: "Ger ku di nava cemaweriyê de nerînen neyînî hebe jî divê ji devê ewil ragihîne. Di pêvajoyê de gavên girîng tên avêtin. Lê di aliyê rêbazê de karê burokratîk pir hişk dimeşe. Berê li Oslo hin hevdîtin hatin kirin. Li vir bi muxatabê çareeriyê re raste rast hevditin pêk hatin. Ji bo vê yeke em dixwazin di vê pêvajoyê de hem Ewropa û hem jî Qandîl karibe raste rast bi Birêz Ocalan re raste rast têkeve diyalogê. Divê bi hevre pêvajoyê pêş bixin. Êdi wateya tecrîd û şertên giran nemaye. Divê Ocalan gav bi gav bê azadkirin."
'Divê Ocalan azad bibe'
Prz. da zanîn ku êdî tu wateya tecrîd û van şertan nemaye û xwest ji bo çareserî û pêşketina pêvajoyê Ocalan gav bi gav bê azadkirin. Tîmur xwest şert û mercên Ocalan bên başkirin û karibe bi reheti bi her kesî re têkeve nava diyologê û wiha got: "Dibe ku ewil serbest bê berdan rastî bertekan bê. lê divê berê şert û merc bên başkirin û piştre bê tahliyekirin. Ji xwe li herêmê piraniya civakê dixwaze Ocalan serbest bê berdan.
'Divê muzakere bi fermî pêk bên'
Endamê komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Wanê Prz. Cuneyt Canîş jî anî ziman ku divê di muzakereyan de êdî raste rast KCK wekî mudaxîl bê nîşandan. Prz. Canîş jî anî ziman ku divê êdî hevditin û muzakereyên bi Ocalan re tên kirin bi awayekî aşkere û fermî pêk bên û Ocalan karibe raste rast bi KCK'ê re jî hevditinê pêk bîne. Prz. Çanîş, da zanîn ku hêj ji ber parêzerên bi Ocalan re hevditin pêk anîne girtî tên darizandin. Lê dema mirov geşedan û pêvajoyê li ber çavan digire divê bi lezgîn şert û mercên Birêz Ocalan bên başkirin û Ocalan azad bibe. Divê karibe bi nûnrên civakê re rehet hevditin bike. Divê êdî hemû hevditin bi awayekî fermî û zagoni pêk bên."
Divê hemû hevditin fermî û aşkere bin
Canîş, da zanîn ku hêj hevditinên Ocalan û heyetan jî bi awayekî fermî pêk nayê û xwest hemû hevditin fermî û aşkere pêk bên. Canîz, da zanîn ku hevdîtina heyeta BDP û HDP'ê ya li Îmraliyê bi tena serê xwe têr nake û wiha dawî li axaftina xwe anî. Divê berî her tiştî muxatabê sereke yên vî karî karibin hêsan diyalog û hevdîtinê bikin. Divê êdî KCK jî tev li vê pêvajoyê bibe û muzakereyan pêk bîne. Divê mînakên cîhanê yên li Kolombiya bi FARC'ê re pêk hatin li ber çavan bên kirin. Divê şert û mercên Ocalan bên başkirin û Ocalan bi hêsanî karibe bi her kesî re hevditin pêk bîne û diyalogê pêş bixe. Her wiha divê hemû parêzerên Ocalan ên Buroya Hiqûqa Asrînê jî tev serbest bên berdan. "
(mae)