1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'DMME bi biryara ku da bû hevparê qetlîama Erdogan'
'DMME bi biryara ku da bû hevparê qetlîama Erdogan',dmme,bi,biryara,ku,da,bû,hevparê,qetlîama,erdogan

'DMME bi biryara ku da bû hevparê qetlîama Erdogan'

A+ A-

AMED (DÎHA) - Malbatên ku ji bo cenazeyên zarokên xwe yên li Sûrê hatin qetilkirin bigirin di greva çalakiya birçîbûnê de ne, dan zanîn ku ji ber ku ji bo girtina cenazeyan DMME'yê biryara tedbîrê nedaye bûye hevparê qetlîama Erdogan ku li hemberî kurdan dide meşandin û gotin "Qasî ku kujerên zarokên me Erdogan be ewqas jî Ewropa ye."

Li ser navê malbatên Mesut Sevîktek, ramazan Ogut, Rozerîn Çubuk û Îsa Oran ku ji DMME'yê re serledan hatibû kirin DMME biryara redkirina tedbîran da. Malbatên ku ji bo cenazeyên xwe yên li Sûra ku 46 roj in dorpêç heye bigirin dest bi greva birçîbûnê kiribûn bertek nîşanê biryara DMME'yê dan. Malbatan dan zanîn ku heta niha 400 sivîl hatin qetilkirin û ji wan 75 zarokin û wiha gotin: "Lê tu kes dengê xwe nake. Li Fransayê dema ku êrîş pêk hat cîhan rabû ser piyan. Ev cotestandiyek çawa ye."

'Zarokên me bi çekên Ewropayê qetil dikin'

Bavê Îsa Oran, Mehmet Oran anî ziman ku kurd ji nedîtî ve tên dîtin û wiha got: "Îro li Kurdistanê amûrên leşkerî ku tên bikaranîn ji Ewropayê tên temînkirin. Îro li ser çekên ku li hemberî kurdan tên bikaranîn tîcaret tên kirin. Çawa ku Erdogan kujerê zarokên kurdan e, Yekitiya Ewropayê û hêzên navneteweyî hevparê vê qetlîamê ne. Kî/kê bêdeng bimîne ew hevparê van qetlîaman in."

'DMME hevparê vê qetlîamê ye'

Oran anî ziman ku ew biryara DMME'yê qebûl nakin û ev yek bêrûyî ye û wiha got: "Ger ew Saziya Mafên Mirovan bin û behsa edaletê dikin, ev edalet ji wan re jî pêwiste. Dê ev sedsal bibe sedsala kurdan. Dê hesabê van rojan jî bê pirsîn. Dê sibê ji bo Cizîr, Silopî û Sûrê hesap bên dayîn."

'Piştevanê me tenê gel e'

Birayê Mesût Sevîktek jî diyar kir ku biryara DMME'yê tê wê wateyê ku tu hiqûqa qetlîamên ku li Kurdistanê pêk tên tune ye û wiha got: "Êdî ji vê saetê şûn ve tu bawerî û hêviya me ji bergala AKP'ê ya li Tirkiyeyê nemaye. êdî roj roja bi destên hevgirtinê ye. Roj roja yekitiyê ye."

Meta Ramazan Ogut jî anî ziman ku ew heta cenazeyên xwe ji vêderê negirin dê neçin tu derî î wiha got: "Em heta dawiyê bi şehîdên xwe re ne. Ew çiqas bi tang û topan bi ser me de bê jî dê yekitiya me kurdan xira nebe û heta têkoşîn me hebe em ê bi ser kevin."

Dayika Îsa Oran, Zahîde Orman jî bang li DMME'yê kir ku bê Kurdistanê û qetlîaman di cih de bibîne û wiha got: "Zarokên me sivîl bûn û hatin qetilkirin. Em li hemberî qetilkirina sivîlan in. Bila DMME vê yekê bizanibe. Ev 15 roj in ji bo em cenazeyên zarkên xwe bigirin di grevê de ne. Lê tu kes dengê me nabihîze."

'Biryara DMME'yê qetlîaman meşrû dike'

Xwika Mesut Sevktekîn, Guler Seîktek jî wiha got: "Bi qetilkirina behsa dawîkirina kurdan dikin. Çi ji destên wan tê bila bikin. Dê kurd neqedin. DMME bi biryara xwe qetlîamên dewleta tirk meşrû kir."

'Qasî ku kujerên zarokên me Erdogan be ewqas jî Ewropa ye'

Seviktek da zanîn ku li dijî qedlîamên ku li Kurdistanê pêk tên bêdengî heye û wiha bi lêv kir: "Ger ew parêzvanên mafên mirovan bin bila bên me bibînin. Ji ber bêdengiya wan zarokên me tên qetilkirni. Çiqas ji Erdogan re piştgirî bê dayîn dê ewqas jî zarokên me bên qetilkirin. Qasî ku kujerên zarokên me Erdogan be ewqas jî Ewropa ye."

(aw/sy)