'Em bi hêvî çûn lê bi xemgînî vegeriyan'
"Me got, Di vê pêvajoyê de weke nûnertiya wargehê û gelê kurd divê em vî barî hilgirin."
09:09 20.10.2013 1 / 4 YEKTA ŞOREŞ/OMER ÎKE
HEWLÊR (DÎHA) - Li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan yek ji çiyayê Qendîl û yek jî ji Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem (Mexmûr) du komên aştiyê di 19'ê Cotmeha sala 2009'an de derbasî Tirkiyeyê bûn. Yek ji berdevkê Koma Mexmûr Prz. Bulend Aka got: "Me got, Di vê pêvajoyê de weke nûnertiya wargehê û gelê kurd divê em vî barî hilgirin."
Di 19'ê Cotmeha sala 2009'an de li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin, du komên aştiyê di Deriyê Sînor ê Xaburê re derbasî herêmê û Tirkiyeyê bûn. Komên ji aliyê bi dehhezaran hemwelatiyên kurd ve hat pêşwazîkirin û demeke dirêj di rojeva Tirkiye û cîhanê de cihekî sereke girt, gelek ji endamên her du koman hatin girtin, ên din jî ji ber rîska girtinê careke din vegeriyan. Yek ji Berdevkê Koma Aştiyê ya Mexmûr (Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem) Parêzer Bulend Aka û Dayik Emîne ev pêvajo ji bo DÎHA nirxandin.
Yek ji berdevkên Koma Aştiyê ya Mexmûr Bulend Aka diyar kir ku li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji wargehê gelek kesan ji bo di nav koma aştiyê de cih bigirin serîlêdan kirin û got, "Li ser banga Rêber Apo em wek komekê ji bo derbasî Bakurê Kurdistan bibin hatin hilbijartin. Serîlêdan pir bûn, piştî ji aliyê Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargehê ve nav hatin destgirtin, ji me re hat ragihandin ku hûn ê di koma aştiyê de cih bigirin. Em difikirîn bê em ê çawa layiqî banga Rêber Apo bûn. Ji me re hat gotin ku pêwîst e hûn ji her îhtîmalê re amade bin. Me jî di wê çarçoveyê de xwe amade kir. Me got, 'Di vê pêvajoyê de weke nûnertiya wargehê û gelê kurd divê em vî barî hilgirin.' Ji wargehê em 26 kes hatin hilbijartin."
'Me got li ser banga Rêber Apo em hatine'
Aka di dewama axaftina xwe da xuyakirin ku ji aliyê gelê wargehê ve bi merasîmeke bi heybet hatin birêkirin û heta Deriyê Xabûr bi karwanekî wesayitan hatin oxurkirin. Aka bi bîr xist ku di rê de di qezayeke trafîkê rû da û kesên jiyana xwe di wê qezayê de dan jî wek şehîdên aştiyê hatin îlankirin. Aka merheleya ku piştî di Deriyê Xabûrê re derbas bûn jî wiha tîne ziman: "Dema em di derî re derbas bûn û şûnve 3-4 dozgeran îfadeyên me wergirtin. Dema em bûn penaber ez zarok bûm. Dozger ji min re digot, 'Çima tu çûyî? Çima tu bûyî penaber? Te çawa bê qanûnî sînor derbas kiriye?' Me jî ji wan re got, 'We bi darê zorê em derxistin, lê niha bi banga Rêber Apo re bi îradeya xwe em vegeriyan. Me got, li ser banga Rêber Apo em hatine. Tişta ji me re digotin, 'Bêjin bê em poşman in.' Me jî qebûl nekir. Ji ber tiştekî ku em jê poşman bibûna nîn bû. Bi qasî 20 salan em ji derveyî xaka xwe bûn. Ji ber piştgiriya bi têkoşîna azadiyê re em ji xaka xwe hatibûn dûrxistin. Me digot, divê dewlet bersiva me bide bê çima em derxistin."
'Ne ji gel bûya em 34 kes nikarîbûn derbasî Amedê bibin'
Aka diyar kir ku piştî îfadeyan pê hesiyane ku ji her du koman 5 kes bi sedema sûcên wan ên berê hene ji aliyê dozger ve nehatin berdan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Me jî got, heta hûn hevalên me bernedin em naçin û jixwe dema hat bihîstin ku gel bendên polîsan rakirine neçar man her pênc hevalên me jî berdin. Yanî dixwazim vê bêjim eger ne ji gel bûya em 34 kes nikarîbûn derbasî Amedê bibin." Aka der barê nêzîkatiya dewletê de jî wiha got, Nêzîkatiya dewletê ji roja destpêkê ve diyar bû. Bi qasî 40 rojî em li Kurdistan û Tirkiyeyê geriyan. Me di ger û serdanên xwe de ji dewletê re digot, 'Em ji her tiştî re amade ne, bes hûn ji çi re amade ne?' Her rayedarek bi rengekî diaxivî, Serokkomar Abdullah Gul digot, 'Bila wek efendiyan biçin li malên xwe rûnin.' Lê belê em ji bo li malên xwe rûnin ne çûbûn Bakur. Armanca me ev bû ku li ser esasê banga Rêber Apo em niyeta xwe bi wan re parve bikin."
'Di nav çend rojan de hêviyên me şikandin'
Aka da xuyakirin ku wê demê daxwaz kirin da ku biçin Enqereyê jî, lê belê bi sedema 'Dibe ku nîjadperest we qetil bikin' nehiştine û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Armanca me ya çûna Enqereyê jî ev bû ku em biçin heta Meclîsê û armanca hatina xwe ji wan re bêjin. Lê belê di nav çend rojan de hêviyên me şikandin. Tevayî civînên em têde diaxivîn bi kamerayan dihat qeydkirin û paşê ji me re digotin, 'Di vê civînê de we ev tişt gotine.' Gotinên me jî, aştî, biratî, wekhevî û demokrasî bûn. Di ziyaretên malan de jî em dişopandin. Heta li mala ku ji me re hatibû girtin de jî cîhaza guhdarîkirinê bi cih kiribûn. Armanca dewletê xapandin bû."
'Dewlet di mijara çareseriyê de ne ciddî ye'
Aka di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ji wê rojê heta niha di zîhniyeta dewletê de ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên aştî û demokrasiyê çareser bibe tiştek nehatiye guhertin û di vê mijarê de jî ev xusûs nîşan dan: "Ji dema em hatin û vir ve çi hat guhertin? Eger mirov jidil nêzîk bibe dikare vê bêje, eger dewletek te înkar bike û paşê ji te re bêje, 'Min ev tişt dan te', zarok jî bawer nakin. Heta Rêbertî, ziman û nasnameya kurd neyê qebûlkirin û naskirin tiştên din hemû derew in. Ên din hemû şexsî ne. Hîn jî dewlet li pey xapandinan e. Dewlet di mijara çareseriyê de ne ciddî ye. Serdegirtina malan, cerdevantî, înkar û tunekirin hîn jî dewam dike. Dewlet bukalemun e. Guhertin di zîhniyeta dewletê de çênebûye. Pakêta Erdogan ev e ku şer dewam bike."
'Divê tu carî hêviya me bi dewletê nîn be'
Aka ku dibêje demeke kurt jî be rojên dîrokî jiyane bi van hevokan dawî li axaftina xwe tîne: "Divê tu carî hêviya me bi dewletê nîn be. Em ji Rêbertiya xwe bi hêvî bin. Dewlet timî pêvajoyê xera dike. Tenê li gor berjewendiyên xwe tevdigere. Heta niha me ji wezîfeya xwe gav paşde neavêt. Em timî di xizmeta gelê xwe de ne. Em dixwazin careke din li ser sûrên Amedê bêjin, 'Bijî Serok Apo.'"
'Ji bo êdî xwîn nerije em hatine'
Dayik Emîne jî ya du kurên xwe di nav refên PKK'ê de jiyana xwe ji dest dane û keçeke wê ji aliyê cerdevanan ve hatiye qetilkirin ku di Koma Aştiyê ya Mexmûr de cih girt da xuyakirin ku bi banga Rêberê Gelê Kurd re weke tevayî gelê wargehê ji bo ji bangê re bibin bersiv ketine nav hewldaneke bi coş û got, "Li wargehê civînek çêbû, gelek kesan navên xwe nivîsandin da ku em ji banga Rêber Apo re bibin bersiv. Gelê wargehê bi merasîmeke bi heybet em bi rê kirin. Rojeke pir bi rûmet bû. Piştî em di Deriyê Xabûr re derbas bûn, ji bo îfadeyên me bigirin dozger hatin. Digotin, 'Hûn çima hatine me?' Jî got, 'Em li ser esasê banga Rêberê xwe hatine.' Min di îfadeya xwe de got, du zarokên min ji ber zilm û zexta dewletê derketin çiyayên Kurdistan û şehîd ketin û keçekê min jî ji aliyê cerdevanan ve hat qetilkirin. Ji bo êdî xwîna kesekî nerije, em hatine.'"
'Em bi kêfxweşî çûn lê bi xemgînî vegeriyan'
Dayik Emîne di dewama axaftina xwe de got ku ji aliyê gel ve bi heybet û coşeke mezin hatin pêşwazîkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em li gelek deveran li ser esasê ku em armanca hatina xwe vebêjin geriyan. Me gelek malbatên şehîdan ziyaret kirin. Me civîn ji bo gel çêdikirin. Gelê me pir ji me hez dikir." Dayik Emîne sedema vegera xwe jî bi kurtasî bi van hevokan destnîşan dike, "Paşê ji bo mahkemeyê gazî me kirin. Hevalên me girtin. Li ser vê yekê me jî Bakurê Kurdistan terk kir. Me mirin da ber çavên xwe em vegeriyan. Paşê me ji bo sedema hatina xwe civîneke çapemeniyê li dar xist. Em bi kêfxweşî çûn lê bi xemgînî vegeriyan. Em timî destên aştiyê dirêj dikin, lê belê dewlet qebûl nake."
(yş/mae)