´Em li ser du aliyan dixebitin´
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan peyameke bi deng ji mitînga duh li Strasbourgê re şand
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan peyameke bi deng ji mitînga duh li Strasbourgê pêk hat û bi dehhezaran kes beşdar bibû re şand. Karayilan da zanîn ku ew dixwazin di têkoşînê de encamê werbigirin û got: “Em niha li ser du aliyandixebitin” û diyar kir ku ew ê li aliyekê hemleya 2012 bidomînin û li aliyeke din jî dê deriyê wan ji bo diyalog û aşitiyê vekirî be. Karayilan got: “Ger Îmrali peyamek bide, em ji bo wê amade ne.”
Mûrat Karayilan ku komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê weke “êrîşek li dijî dahatûya gelê Kurd” bi nav kir got: “Em vê komployê bi tundî şermezar dikin.”
Karayilan da zanîn ku lidijî komployê 14 sal in bê navber têkoşîn berdewam dike û wiha axivî:
"Rêberê me Rêber Apo, 14 salan li Îmraliyê li ber xwe da. Tevgera me, gerîlayên me, kadroyên me û gelê me di hemû mercan de li her derê li ber xwe dan. Li ser esasê xeta Rêber Apo berxwedan nîşan dan. Hûn Kurdistaniyên li Ewropayê ev 14 sal in li Strasbourgê li ber xwe didin. Me bi berxwedana Îmraliyê, berxwedana tevgera azadiyêû berxwedana we komplo pûç kir. Komplo bin ket."
Karayilan da zanîn ku dewleta Tirk xwe careke din anî ber bazarê û komployê ji nû ve rêxistin dike û bal kişand ku lu ser Ocalan sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê û li ser gelê Kurd jî polîtîkayên zextan dorpêçkirinê hene..
"DI KOMKUJIYÊ DE DESTÊ GLADYOYA TIRK HEYE"
Mûrat Karayilan bal kişand ser komkujiya Parîsê ya ku 9’ê çileyê pêk hat û di encamê de sê jinên Kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez jiyana xwe ji dest dan û wiha got:
"Divê her kes baş bizane ku ne tevgera me ne jî gelê me li Ewropayê tu gavek paş de naavêje. Komkujiya li Parîsê di çarçoveya komploya navneteweyî de pêk hat. Destê gladyoya Tirk têde heye. Ger ne ji alîkariya hêzên navneteweyî bûya gladyoya Tirk nedikarî vê yekê bike.”
Karayilan diyar kir ku divê êdî dewletên NATO û Ewropayê dest ji van rêbazan berde û got: “Gelê Kurd dozek mafdar dimeşîne. Divê YE destekê nede destliyatiya Tirk."
Karayilan bang li hukûmeta Franseyê jî kir ûg ot: “Ger Franse komkujiyê aşkere neke, berpirsyartî li stûyê wê dimîne.”
Karayilan bal kişand kugelê Kurd bi berxwedana xwe ya 14 salan ji Ocalan qut nebû û dest ji doza we ya mafdar berneda û bi van gotinan AKP’ê hişyar kir:
"Em diyalogên ku li Îmraliyê bi Rêbertiya me re tê kirin di cih de dibînin. Em jî çareseriyek demokratîk dixwazin lê em dizanin ku di nêzîkatiyên dewleta Tirk de çareserî tune. Di hişmendî û nêrîna wan de çareserî naxuyê. Ger ew bi rastî jî amade bin, em jî amade ne. Lê AKP tu tiştek nake, weke ku dike nêzîk dibe. Şereke psîkolojîk dimeşîne. Aşkere ye ku niyeta wê ya çareseriyê tune.”
"EM LI SER DU ALIYAN DIXEBITIN"
Karayilan got: “Divê were zanîn ku em ne zarok in. Me çawa sala 2012 hemleya şoreşgerîpêş xist, em ê di sala 2013 de jî berdewam bikin.”
Her wiha da zanîn ku ew ê hemleya ku sala 2012 hatibû destpêkirin, di sala 2013 de bigihînin encamê û wiha berdewam kir:
"Em dixwazin sala 15’emîn a komployê bikin Sala Berxwedana Mezin. Hêza tevgera me têra vê yekê dike. Em niha li ser du aliyan dixebitin. Em dixwazin di têkoşînê de encamê bigirin. Bêyi ku em li dijî zilmê pêngavan ber bi paş de biavêjin, em dixwazin encamê werbigirin. Lê deriyê me ji bo aşitî û çareseriyêjî vekirî ye. Ger li Îmraliyê Rêbertiya me peyamek bide, em amade ne. Ji bo vê jî divê AKP pêngavan biavêje.”
"HETA OPERASYON HEBIN DÊ ÇALAKIYÊN GERÎLAYAN JÎ BIDOMIN"
Karayilan li hemberî mêtîngeriya dewleta Tirk banga bihîstyariyê li gelê Kurd kir û got: “Divê her kes hişyar be. Divê tu kes li dijî zilm û zextan gav paşde neavêe. Erdogan dibêjê ‘heta hêzên çekdar hebin operasyon dê bidomin’. Ez jî dibêjim ku heta operasyonên leşkerî bidomin çalakiyên gerîlayan dê berdewam bike.
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan bang li Kurdên li Ewropayê kir û bal kişand ser girîngiya kampanyaya navneteweyî ya ji bo azadiay Ocalan hatiye destpêkirin û got:
"Çalakiya nobetê ya li Strasbourgê pir hêja ye. Divê bidome. Divê her kes beşdar bibe. Pêvajoya ku em têde ne pêvajoya serkefitnê ye. Em nikarin gav paşde biavêjin. Em ber bi pêş ve diçin. Têkoşîna me ya giştî û têkoşîna me ya li Ewropayê dê ser bikeve. Divê ji bo bîranîna Şehîd Sakîne, Fîdan û Leylayan têkoşîn were xurttirkirin. Ez bi vê hêviyê we hemûyan silav dikim.”