"Erdogan dixwaze tola xwe bistîne"
Bayik: Erdogan dixwaze tol û kîna xwe ji BDP’ê bistîne
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bal kişand ser heqaret û êrîşên Erdogan û rayedarên Tirk ên li hemberî BDP’ê û got; “Du sedemên vê yekê yên bingehîn hene. Ya yekem; têkçûna wî ya li hemberî Tevgera Azadiya Gelê Kurd serokwezîr har dike. Bi wî awayî tol û kîna xwe dixwaze ji BDP’ê bistîne. Ya duyem; Şerê psîkolojîk li ser BDP’ê tê meşandin; tê xwestin ku BDP’ê di zext û zoriyan de bifetisînin.” Bayik diyar kir ku ev gotinên Tayyîp Erdogan delîla ji Kurdan re bêyî çiya û berxwedanê tu rêyeke din nemaye.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di nivîsa di malpera rojnameya Azadiya Welat de hate weşandin de da bal kişand ser helwest Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û rayedarên ên Tirk. Bayik got; “Serokwezîrê Tirk teqez nexweşê ruh e. Sedema vê yekê ew e ku xwe winda kiriye. Ji ber ku mercên hundir û derve bûn desthilatdar, dîsa ji ber mercên hûndir û derve serkeftinên erzan bidestxistin; aqilê serokwezîr ji serê wî çû.” Nivîsa Bayik wiha ye:
“Serokwezîrê Tirk teqez nexweşê ruh e. Sedema vê yekê ew e ku xwe winda kiriye. Ji ber ku mercên hundir û derve bûn desthilatdar, dîsa ji ber mercên hûndir û derve serkeftinên erzan bidestxistin; aqilê serokwezîr ji serê wî çû. Xwe wisa hêzdar dibîne, dibê qey çi bixwaze dê weke wî be. Difikire ku bi bandor biaxive, demagojî bike dê ji heqê her tiştî derkeve. Dibêje belkî xwedî quretiyek wisa ye; çi bêje dê bibe rastî. Tê gotin ku dawiya kesên pozbilind û qure tim ne baş e. Ji niha ve xuya ye ku dê dawiya Tayyîp Erdogan jî ne baş be.
Tayyîp Erdogan hemû hişê xwe daye ser BDP’ê. Ji sibê, heta êvarê heqaretan li BDP’ê dike. Du sedemên vê yekê yên bingehîn hene. Ya yekem; têkçûna wî ya li hemberî Tevgera Azadiya Gelê Kurd serokwezîr har dike. Bi wî awayî tol û kîna xwe dixwaze ji BDP’ê bistîne. Ya duyem; Şerê psîkolojîk li ser BDP’ê tê meşandin; tê xwestin ku BDP’ê di zext û zoriyan de bifetisînin.
Serokwezîr hewl dide ku fatûraya têkçûna xwe ya li hemberî Tevgera Azadiya Gelê Kurd ji BDP’ê bistîne. Naxwaze encama polîtîkayên xwe yên şaş ku roj bi roj têk diçin bibîne. Nabîne ku dê gelê Kurd, li hemberî van polîtîkayên neheq û şaş, li ber xwe bidin, teslîm nebin. Ji ber ku encam ji polîtîkayên tasfiyeyê nagire; BDP’ê mîna sûcdarê yekem îlan dike. Li gor serokwezîr, ger bi BDP’ê; ‘PKK terorîst e’ bide gotin, an BDP li ber polîtîkayên tasfiyeyê serê xwe bitewîne; dê Tevgera Azadiya Gelê Kurd tasfiye bibe. Serokwezîr nabîne û fam nake ku dê BDP piştgiriyê nede polîtîkayên AKP’ê yên heyî. Wekî nûnertiya gelê Kurd a qada siyasî; peywira BDP’ê ew e ku polîtîkayên qirkirina çandî yên AKP’ê vala derxe. Wate û sedema hebûna BDP’ê ev e.
Heta ku temînata hebûn, nasname, azadî û jiyana demokratîk a Kurdan neyê dayîn; dê BDP yan jî partiyek din a siyasî ya Kurdan, dê li dij polîtîkayên dewletê û AKP’ê li ber xwe bide.
Bêguman dê li hemberî vê hikûmeta ku Xweseriya Demokratîk red dike, perwerdehiya zimanê dayikê qebûl neke dê BDP li ber xwe bide. Ji BDP’ê bendewariya helwestek din, tê wê wateyê ku dê ji BDP’ê re bêjin teslîm bibe, bibe xulamê me. Ger serokwezîr, li hin Kurdên ku li gorî wî tevdigerin dinêre û dibêje qey dê BDP jî wisa bike, xwe bixapîne.
Îro roj ev serokwezîr rabûye gef li BDP’ê dixwe, dibêje ew ê wan ji meclisê biavêje. Dibêje; “Li meclisê çi karê we heye, derkevin çiyê, li vê meclisê tiştekî ku hûn bikin tune ye.” Bi vê nêzîkatiyê aşkera dike ew çawa nêzîkî Kurdan dibe di heman demê de aşkera dike ku di qada siyaseta demokratîk de derfeta BDP’iyan tune ye ku siyasetê bikin. Serokwezîr bi helwesta xwe nîşanî hemû dinyayê dide ku xweparastina rewa ya gelê Kurd ku b dehan salan e xistine pratîkê bê ka çiqas mafdar û rewa ye. Kesên ku van pêkanînan tînin serê parlamenterên di meclisê de, ka ewê çi bînin serê kesên ji rêzê! Jixwe tê zanîn ku zilmeke çawa li ser gelê Kurd tê meşandin. Bertekên herî xwezayî û rewa yên demokratîk ên gel jî her kes pê dizane bê ka çawa tê astengkirin. Bi awayekî dijminane û çavsorane êrîşî mîtîngên gel dikin. Di encama van êrîşan de zarok, ciwan û jin tên qetilkirin. Bes tenê di serdema hikûmeta AKP’ê de di çalakiyên demokratîk de bi sedan mirov hatin qetilkirin, seqet hatin hiştin. Kesên ku bi siyasetê re mijûl bûn û Kurdên welatparêz û xwenas avêtin zindanan. Ev dewleta ku hemû pêkutiyan ji parlamenteran re rewa dibîne, heta çend ji wan bi zanebûn birîndar kirin, şik û guman nîne ku zilma herî giran jî l ser gel dimeşîne. Niha jî diyar dibe ku êdî difikirin dor hartiye parlamenteran ku wan biavêjin zindanan.
Serokwezîr bi awayekî vekirî dibêje ku wî ferman daye dozger û dadgeran. Ev mînakeke ji rêzê ya polîtîkaya Komara Tirkiyeyê ya der barê Kurdan de ye. Daraz jî, leşker jî, polîs jî ji bo ku zilmê li Kurdan bikin hene. Dema ku Kurd behsa azadî û mafên xwe bikin, ya rastir dema ku li hemberî Tirk-kirinê li ber xwe bidin, heqê wan lêdan e, zindan e , mirin e. Dema ku Kurd mafên xwe bixwazin û li hemberî Tirk-kirinê li ber xwe bibin demildest li dij xwe dozger, dadger, polîs û leşkeran dibînin.
Li dinyayê serokên herî faşîst jî tê de kesek nabêje min ferman da darazê. Qala serbixwebûna darazê dikin. Lê serokwezîrê Tirk qet hewceyî pê nabîne ku ev yekê veşêre jî dibêje; “Min ferman da darazê.” Lê rewşenbîr, nivîskar, hiqûqnas û parêzvanên mafên mirovan ên Tirkiyeyê zêde nerazîbûn nîşanî vê yekê nedan. Bêguman kesên ku rexne kirin û bertek nîşan dan hebûn. Lê gelo diviya bû ku bertek ev çend bûna? Kesên ku bertek nîşanî vê vegotinê neda, ne dibe rewşenbîr, ne nivîskar, ne hiqûqnas, ne jî dibe mirovekî xwedî wijdan. Îro roj Tirkiye bûye ku ji mantelîteya rêveberiya welatên herî despot û faşîst bi zîhniyeteke paşverûtir û faşîst tê birêvebirin.
Li dinyayê serokek herî faşîst jî gelo gotiye: “Jin be jî zarok be jî çi hewce bike em ê bikin.” Li welatên faşîst jî helbet jin û zarok tên qetilkirin, lê wekî yên li Tirkiyeyê ev bi awayekî aşkere nayê gotin. Li Tirkiyeyê ev yek bi awayekî vekirî tê gotin û ya xetertir jî ev yek weke tiştekî asayî tê dîtin. Lê diviya ku Tayyîp Erdogan di stûyê wî de bi vê leleyê bikata gerandin. Divê ku her roj ev gotinên wî werin bibîrxistin. Lê ji ber ku bi leleyên di stûyê xwe de nehat gerandin ew jî radibe bêyî ku şerm bike her roj dibêje ku hin rêveber jin û zarokan qetil dikin û behsa mirovatiyê dike.
Serokwezîr piştî ku got; “Min ferman da darazê û emê jî li meclisê çi hewce be, bikin” hin Kurdên ku parî xîret li ber pozê wan hebe dê li hemberî AKP’ê helwestê nîşan bide. Ji ber ku gotinên Tayyîp Erdogan ne tenê li hemberî BDP’ê ne, ji bo hemû Kurdan e. Nêzîkatiya ku ev 90 sale nîşanî Kurdan didin di roja me de bi destê AKP’ê bi awayekî kirêtir û bêexlaqtir tê nîşadan.
Ji Kurdan re dibêjin ku îradeya we tune ye, tu nirxê dengên ku hûn didin tune ye, bes heqekî we tenê heye; ew jî xulamtiya Tirkan e û serîtewandin e; yan na dibêjin ku ewê dozger, dadger, polîs û leşker hedê we nîşanî we bidin.
Ev gotina Tayyîp Erdogan delîla ji Kurdan re bêyî çiya û berxwedanê tu rêyeke din nemaye. Hemû gelê Kurd bi taybetî jî ciwanên Kurd divê gotina serokwezîr baş fêm bikin û çi hewce bike li gorî wê jî bikin.
Heta ku li Tirkyeyê zîhniyet neguhere, li meclisê jî tiştekî ku Kurd bikin tune ye. Bêguman Kurd divê ku li meclisê bin û wê derê bikin qada têkoşîna siyaseta demokratîk. Encax diyare ku ji wê derê tu çareserî dernakeve. Jixwe dema ku pirsgirêka Kurd dikeve rojevê hemû partî dibin yek. Ji vî alî ve heta zîhniyeta heyî ji binî ve neguhere, bendewariya gaveke ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd jî xeyalperestî ye. Encax em bi berxwedanê dikarin bikin ku dewleta Tirk, meclis û partiyên siyasî dev ji polîtîkayên qirkirinê berdin.
ANF NEWS AGENCY