1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Gel û gerîla wê têkoşîna xwe bilind bike
Gel û gerîla wê têkoşîna xwe bilind bike,gel,û,gerîla,wê,têkoşîna,xwe,bilind,bike

Gel û gerîla wê têkoşîna xwe bilind bike

A+ A-

BRUKSEL ANF Endamê Desteya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu, diyar kir ku li dijî ferzkirinên neçareseriya pirsgirêka Kurd gerîla û gelê Kurd wê têkoşîna xwe bimeşîne û banga avêtina pêngavan li hikûmeta AKP’ê kir. Her wiha Karasu bertekên tund nîşanî planên herêma Tampon a Tirkiyeyê da.

Karasu ku ji bernameya Ozgur Gundem a di Stêrk Tv de tê weşandin de axivî, pêvajoya çareseriyê û êrîşên li dijî Kobanê nirxand.

ME ARMANC KIR KU EM AKP’Ê BIXIN PÊVAJOYA ÇARESERIYA SIYASÎ

Karasu bi lêv kir ku pêvajoya çareseriyê ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di Newroza 2013’an de hatiye destpêkirin û wiha got: “Rêber Apo ev atmosfer afirand û xwest civakeke demokratîk û dewleteke demokratîk pêk bê, AKP pêngavan bavêje. Bêguman ev atmosfera bêpevçûn di encama hevdîtinên heyeta dewletê ya bi Rêber Apo re hatiye destpêkirin. Rêber Apo pêvajoya daye destpêkirin lê hikûmeta AKP’ê neketiye vê pêvajoyê. Heta niha rewşa bêpevçûnê bi îradeya me tenê pêk hatiye. Hikûmeta AKP got wê bi rewşa bêpevçûnê desthilatdariya xwe bi hêz bike û beyî çareserî xwe bidomîne. Digot bila ez bidomim û gerîla jî çekan deyne û vekiişe. Tu pêngav nehatiye avêtin."

WATEYA PÊVAJOYA BÊPEVÇÛNÊ NEMAYE

Karasu diyar kir ku ew bixwe û tevgera siyasî ya Kurd piştgiriyê didin pêngavên rast ên Ocalan û ji ber vê jî nikarin bikevin têkoşîneke bi hêz û got: “Ji ber vê yekê AKP’ê pêngav navêt. Polîtîkaya çareseriyê ya AKP’ê tune û li gel vê jî rewşeke pevçûnê jî li gorî berjewendiyên xwe nabîne. Em wek tevger vê qebûl nakin. Ne mimkun e. Ya çareserî dê pêk bê yan jî dê gelê Kurd têkoşîna xwe bimeşîne. Ji ber çareserî pêk nayê, pêngav nayê avêtin, qerekol û bendav tên çêkirin, ciwan di êrîşan de tên kuştin wekê tên rêbazek namîne. Herî dawî me bertek a dewletê li Pirsûsê dît. Di vê rewşê de bêguman tevgera me wê vê pêvajoya bêpevçûnê nedomîne.

Li Bakur di esasê de pevçûn nesekinîne. Hikûmeta AKP’ê neda sekinandin. Bi çêkirina qerekol û bendavan bi êrîşa li hemberî çalakiyan ji xwe şer neqediyaye. Şer tenê ne şerê li dijî gerîlayan e.”

EM NAXWAZIN PIRSGIRÊKA KURD BI ŞER ÇARESER BIBE

Şer tiştekî giran e. Em naxwazin pirsgirêka Kurd bi şer çareser bibe. Em dixwazin bi rêya siyasî û demokratîk çareser bibe. Em çareseriyê dixwazin, koletiyê qebûl nakin. Ji bo em nebin kole em ê hezar salî têbikoşin. Me heta niha sebr dikir. Rêber Apo jî got sebra me êdî nemaye. Di cîhanê de tu civak bi qasî me ne bi sebir e.

Karasu di berdewamiya axaftina xwe de der barê rola AKP’ê ya di êrîşa DAIŞ’ê ya li dijî gelê Kurd de jî wiha got:” Gelê Kurd ne ev kes in ku her kes hêrsa xwe têde derxe. Tuyê her cureyê piştgiriyê bidî, Kobanê vala bikî. Êrîşa Şengalê encama hevkariya DAIŞ û AKP’ê ye. Gelo DAIŞ’ê evqas cesaret ji ku girtiye. Hemû ji rêveberiya Tirk girt. Çapemeniya AKP’ê hê jî ev nekiriye rojeva xwe. Li çapemeniya Ewropa û DYA’yê de hinek derket holê. Sedema vê jî PYD ye. Ji ber ku PYD li dijî DAIŞ’ê şer dike. Li Şengalê yekineyên Şengalê şer dikin. HPG çûye. AKP ji vê ditirse. Dibêje niha ez nekim dê ev çekan bidin YPG’ê? Bi fikara ku bandora min ji holê dê rabe niha li dijî DAIŞ’ê bû xwedî helwest. An jî nedibû. Ji tirsa PYD û YPG’ê ev kir. Lê aşkera ye ku piştgiriyê dide DAIŞ’ê.

NAXWAZIN YPG BI SER BIKEVE

Karasu di berdewamiya axaftina xwe de got: “Li qadên ku pevçûn di navbera YPG û DAIŞ’ê de pêk tên bombebaran nayê kirin. Ev balkêş e. Gotin li Şengalê êrîşî hinek cihan kirine. Lê li qadê ku gerîlayên HPG û YPG’ê şer dikin de bombebaran pêk nehat. Li Til Hamîs di navbera YPG û DAIŞ’ê de pevçûn derket. Rojekê bombebaranek nekirin. Li Rebîayê her tim di pevçûnê de ne, cihên DAIŞ’ê jî diyarbûn lê rojekê bombebaran nekirin.

Li Kobanê êrîşî gel dikin. Bi tank û topan êrîşî gundan dikin. DAIŞ komeke faşîst e. Nabêje sivîl. Fikara wan tune. Hewl dide vala bike. Tirkiye jî dixwaze vala bike. Kes dengê xwe dernaxe. Ereb ji xwe dixwazin. Ereb ji xwe dixwazin Başur û Rojavayê Kurdistanê vala bibe. Bila her kes bizane û Barzanî jî bizane.

Niha dibêji em dikarin alîkarî bidin Kobanê. Çima hûn nakin. Hemû gotin in. PDK’ê heta niha dixwest DAIŞ qezenc bike û YPG têk biçe.

Dibêjin em nikarin bikevin Kobanê. Ê biçin çekan bidinê. Tankan bidinê. Deriyên xwe vekin. Ambargoyê rakin. Ji ber vê yekê kes naxwaze berxwedana Kobanê bi ser bikeve. DYA çima li DAIŞ’ê naxe. DAIŞ’ê hêzên xwe bicih kirine. Ev aşkera ye ku dewleta Tirk dewleta Tirk tevgereke dagirkirinê bide destpêkirin dê şer bê destpêkirin. Ev nayê qebûlkirin. Dê li pêş tankan bê sekinandin û şer bê kirin. Dê gel li ber xwe bide. Dê avakirina herêma tampon a dewleta Tirk qebûl neke.

HER CUREYÊ TÊKOŞÎNÊ WÊ BÊ DAYÎN

Karasu di dawiya axaftina xwe de der barê mijara pêşeroja çareseriyê de got: “Ev du sale çi hat kirin jî ji çareseriyê re xizmet nekir. Berevajî hemû şert û merc dirizin. Dewleta Tirk çareseriyê naxwaze. Polîtîkayên şerê psîkolojîk û taybet dimeşîne. Civakê dirizîne. Ev nayê qebûlkirin. Dê her cureyê têkoşînê bê dayîn. Divê ne tenê dema êrîş dike her tim helwest bê girtin.”