Gelê Hezexê: Em li vir in ji çapemeniya tirk kes tune ye!
ŞIRNEX (DÎHA) - Li navçeya Hezexê ku hêzên dewletê rojê çend taxan gulebaran dike, gel ji bo xweparastinê li kolanan dîwaran çêdikin. Gelê Hezexê bertek nîşanî nûçeyên çapemeniya şer jî da û got "Çapemeniya tirk dibêje li Hezexê kes nemaye. Em li vir in, ji çapemeniya tirk li Hezexê kes tuneye."
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê hêzên dewletê rojê çend caran taxên Yenîmahalle û Turgut Ozalê gulebaran dikin. Welatiyên taxan ji bo ku xwe ji êrîşan biparêzin barîqatan çêdikin. Welatiyên ku di navbera kolanan de diwaran çêdikin diyar kirin ku ji bo pêşiya windahiyan bigirin mecbûr mane barîqatan çêbikin.
Navbera çayê!
Welatiyên taxê dibêjin ku dema ku tax tên gulebarankirin herî zêde zarok zirarê dibînin ji ber vê yekê jî bi diwaran bend çêdikin. Welatiyên ku bi hevre diwaran çêdikin, welatiyên ku malên derûdorê jî ji bo wan tînin ên ku dixebitin jî navbera çaya qaçax didin xebatê, hin ji wan jî hem çayê vedixwin hem jî xebata xwe didomînin. Jinên ku keviran bi baweriyeke mezin didin ser hev dem bi dem bi yek dengî tîlîlî dikişînin.
'Bila çapemeniya tirk bê û bibîne'
Jinên taxê li hemberî nûçeyên çapemeniya navendî ya "Gelê Hezexê navçe terikand" nerazîbûn nîşan dan diyar kirin ku ew ê taxên xwe neterikînin. Jinan diyar kirin ku dewlet çiqas êrîş bike jî ew ê mal û ciwanên xwe neterikînin. Jinan wiha gotin: "Çapemeniya tirk dibêje li Hezexê kes nemaye. Ji çapemeniya tirk li Hezexê kes tuneye. Bila bên Hezexê bibînin. Dê bibînin ku kolanên me tijî ne. Em naçin cihekî."
(sa)