1. Hemû Nûçe

  2. Hevpeyvîn

  3. ‘Govend hunera jiyana rojane ye’
‘Govend hunera jiyana rojane ye’,govend,hunera,jiyana,rojane,ye

‘Govend hunera jiyana rojane ye’

A+ A-

Yekta ŞOREŞ /Bêrîtan KARA - Mexmûr 26.05.2013 ANF Mamosteya Govendê Ayşe Ozek li ser girîngiya xebatên çand û hunerê wiha dibêje: “Pêwîste em li çand û hunera xwe xwedî derkevin. Bi têkoşîna bi salan a Tevgera Azadiya Kurdistan bi her awayî derfetên pêşxistina çand û hunerê çêbûne. Ji bo dahatûyeke hîn xweşik û bedew xebatên çand û hunerê girîng in. Lewma her mirova/ê Kurd di çi temenî de be divê bi vê zanebûnê tevbigere û derdora xwe jî teşwîq bike.”

Di bin banê TEV-ÇAND a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem de xebatên çand û hunerê ku demên dirêje tên pêşxistin, bi komên xwe yên muzîk, şano, govend û her wiha hunermendên xwe xwedî dewlemendiyeke mezine. Ligel wan bi dewreyên xwe yên perwerdeyê jî ji bo dahatûyê bingeheke saxlem amade dike.

Govend ku di kategoriya xebatên TEV-ÇAND’ê de bi girîngî tê destgirtin, di vê beşê de kom hatine avakirin, mamoste bi dewreyên perwerdeyê elemanan pêş dixin.

Di derbarê kar û xebatên govendê de mamosteya govendê Ayşe Ozek pirsên me bersivandin û nêrîn û nirxandinên xwe bi me re parve kir.

‘ŞANOYA BÊDENG’

Li gorî we govend çiye?

Govend tê wateya hunera jiyanî bi awayekî teqlîd bê nîşandan; Her wiha govend wek beşeke şano (şanoya bêdeng) jî tê pênasekirin. Govend, di encama şopandina jiyana rojane ya mirovan de û bi awayekî teqlîtkirina bûyerên jiyanê re pêş ketiye. Mînak lîstikeke govendê ya herêma Riha ya bi navê “Dizo” heye. Di vê lîstikê de hatiye xwestin ku rola yê diz were nîşandan. Yanî çawa diçe diziyê, dema tê girtin çawa şerm dike û hwd.

Dîsa dema mirov diçin cotkariyê, genim diçînin bi lîstikên govend û dîlanê tê zindîkirin. Bi vê jî mirov fêm dike ku govend hunera jiyana rojane ye.

Mirov dikarin govendê bi 3, 4, 5… kesan, heta hejmara dawî bi yek şêweyî pêkve bilîzin. Mirov bi lîstina şêwazên govendê jî dikare fêm bike ku gel û mirov çi kêf û êş jiyane.

Di çanda gelê Kurd de govend xwedî roleke çawa ye?

Eger em bixwazin behsa rola govendê bikin divê destpêkê em behsa derketin û bingeha govendê bikin. Govend, di jiyana Kurdewarî de xwedî cihekî girîng e. Ji ber yek ji şêwazê ku gelê Kurd pê çanda xwe parastiye govende. Di heman demê de dîsa bi rêya govendê çanda xwe bi gelan daye naskirin.

Bêguman çanda gelekî çi qasî bi hêz be ev qasî xurt e û dikare xwe li ser lingan bigire. Ji ber ku çand ji bo gelan bingeha her tiştî ye. Eger derfetên gelekî yên karibe xwe bi zimanê xwe îfade bike nîn bin, dikare bi govendê hebûna xwe ya ku bêje, ez heme, nîşan bide.

Ji kengî ve li wargehê xebatên têkildarî govendê tên birêvebirin?

Penabertiya gelê me yê wargehê ji salên 1994’an dest pê kiriye. Piştî guhertina gelek wargehan li Wargeha Etrûş (1995-96) gel, ji bo xwe bi her awayî bi rêxistin bike cur bi cur sazî û dezgeh ava kir. Yek ji wan jî Saziya Çand û Hunerê bû. Di wê saziyê de xebatên muzîk, şano û govendê hatin destpêkirin. Xebatên TEV-ÇAND’ê yên li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem (Mexmûr) berdewamiya xebatên wê demê ne. Xebatên niha bi awayekî hîn bi rêk û pêk û bi pergal tên pêşxistin. Di her beşên çand û hunerê de komên me xebatên xwe dikin.

‘LÎSTIKÊN TEVAYÎ HERÊMAN TÊN FÊRKIRIN’

Herî zêde hûn lîstikên kîjan herêmê dikin mijara govenda xwe?

Em lîstikên gelek herêmên Kurdistanê dikin mijara xebatên govenda xwe û em dilîzin. Mînak: Amed, Bedlîs, Wan, Mûş, Semsûr, Ruha, Agirî, Colemêrg û hwd.

Di perwerdeyên govendê de jî bi awayekî kalîgrafî herêmek tê hilbijartin, em fêr dikin û dilîzin. Bi awayekî giştî jî di dewreyên perwerdeyê de lîstikên tevayî herêman tên dayîn û li ser dikê tên lîstin.

‘HÎN ZÊDETIR ZAROKÊN KEÇ DIXWAZIN FÊR BIBIN’

Hûn dikarin hinekî behsa xebatên xwe bikin?

Ji bo pîrozbahiyên rojên me yên girîng ên wek 8’ê Adarê, Newroz, 4’ê Nîsanê û hwd. gelek xebat hatin birêvebirin û tên birêvebirin. Hîn zêdetir di demsala havînê de perwerdeyên me û xebatên me zêde dibin. Bêguman betlaneya dibistanan jî tesîreke mezin li ser pêşxistina xebatên me dike. Serlêdan çêdibin û dewreyên me yên perwerdeyê vedibin. Hîn zêdetir zarok dixwazin fêrî govendê bibin û pirranî jî zarokên keç. Ew zarok jidil û tevayî hunerên xwe di fêrbûna govendê de nîşan didin.

‘JI BO DAHATÛYEKE HÎN XWEŞIK Û BEDEW’

Zor û zehmetiyên ku hûn pêre rû bi rû dimînin çi ne?

Germa zêde bandoreke neyênî li ser xebatên me dike. Dîsa hin malbat nahêlin zarokên wan di aktîvîteyên wer de cih bigirin. Her wiha ciwan zêde eleqetê nîşanî xebatên govendê nadin. Lê belê dîsa jî banga me ji bo zarok û ciwanan heye ku werin di dewreyên perwerdeya govendê de cih bigirin. Û wê çanda me ya kevnare biparêzin, pêş bixin û ji dahatûyê re bi awayekî herî resen bihêlin. Bêguman pêwîst e malbat jî ji bo zarok û ciwanên xwe nebin asteng, berevajî bibin destek da ku fêr bibin.

Ji bo pêşxistina govendê çi pêwîst in?

Zêdekirina mamosteyan, avakirina komên cur bi cur ên zarok, ciwan û mezinan, di heman demê de der barê govendê de lêkolîn û lêgerîn pêwîst in. Ligel wan xebateke kûr der barê govendên herêmên Kurdistanê de pêwîst in. Di dawiyê de dixwazim bêjim ku pêwîst e em li çand û hunera xwe xwedî derkevin. Bi têkoşîna bi salan a Tevgera Azadiya Kurdistan bi her awayî derfetên pêşxistina çand û hunerê çêbûne. Ji bo dahatûyeke hîn xweşik û bedew xebatên çand û hunerê girîng in. Lewma her mirova/ê Kurd di çi temenî de be divê bi vê zanebûnê tevbigere û derdora xwe jî teşwîq bike.


Bêjeyên Miftehî