Ji berxwedana Kobaniyê ber bi refên YPS'ê ve
TAY
MÊRDÎN (DÎHA) - YPS û YPS-JIN a li dijî êrîşan ji bo parastina gel hatin damezirandin her roj bi tevlibûnan ve mezin dibe. Andok Dersim a ku berê di nava çepgirên Tirkiyeyê de cih digirt piştî ku DAIŞ'ê êrîşî Kobanê kir 6 mehan di refên YPG û YPJ'ê de têkoşiya. Piştî ku li bakurê Kurdistanê gel xwerêveberî îlan kir Dersim a ku tevli refên YPS'ê bû wiha got: "Ev berxwedana hemû gelên Tirkiyeyê ye. Divê hemû kes tevli berxwedanê bibe. Em rewşenbîrên ku îxtidar keda wan nabîne jî vedixwînin pişt barîqatan."
Piştî ku li bajarên Kurdistanê xwerêveberî hatin îlankirin gel li dijî êrîşên dewletê berxwedana xwe didomîne. Li dijî êrîşên dewletê gel ji bo ku xwe biparêze li Sûr, Sîlopî, Şirnex, Cizîr, Hezex û Nisêbînê YPS û YPS-JIN îlan kirin. Gelê kurd ji 7 salî heta 70 salî xwedî li îradeya xwe derketin û ji YPG û YPJ ên ku hêza parastina Şoreşa Rojava bûn û gelen derûdorên cuda tevlibûna refên YPS û YPS-JIN hene.
'Gelek tevlibûn hene'
Rojên borî komek xwendekarên zanîngehê hatin Nisêbînî û daxuyandin ew ê tevli YPS û YPS-JIN bibin û ji bo vê bangawazî jî kirin. Li ser vê yekê gelek ciwanan berê xwe dan Kurdistanê. Ji Şoreşa Rojava kesên ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer kirine, heta kesên ku bûne şahidê şerê salên 90'an, dîsa ji rêxistinên çepgir û sosyalîst gelek kes berê xwe didin refên berxwedanê.
Li Kobanê li dijî DAIŞ'ê şer kir
Yek ji kesên ku tevli berxwedanê bûye Andok Dersim e. Dersim a ku 19 salî ye ji Dersimê tevli berxwedanê bûye. Berê di nava çepgirên Tirkiyeyê de cih girtiye û di nava rêxistinên çepgir de xebat meşandişe, piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên hovane derbasî Kobanê bû û tevli berxwedanê bû. Dersim a ku dema pêvajoya Kobanê de li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer kir 6 mehan li Kobanê ma. Dersim a ku li Kobanê hemû hovîtiya li dijî mirovahiya ya ku çetena pêk anîn dît, di nava refên tegera kurd de cihê xwe girt. Dersim a ku piştî 6 mehan vegeriya bakurê Kurdistanê û xwerêveberî hatin îlankirin, li hemberî êrîşên ku dest pê kir bêdeng nema. Dersim li hemberî polîtîkayên îmhaye tevli refên YPS'ê bû.
'Min di refên berxwedanê de cihê xwe girt'
Dersim diyar kir ku berê jî di nava çepgirên Tirkiyeyê de cih girtiye der barê tevlibûna xwe ya di refên YPS'ê de ev tişt anî ziman: "Li Rojava şer dijwar bûbû. Serê jin û zarokan ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve dihatin jêkirin. Li wir hovîtîyek hebû. Min jî ji rêxistina xwe re gote dixwazim biçim wê derê. Rêxistina ku ez di nav de bûn ji min re gote Şoreşa Rojava wekî şoreşekî nabîne. Dİvê bingeha rêxistinekî sosyalîst mirov be. Ji bo vê yekê jî min got divê hemû kes li wir şer bike. Ji ber vê baweriyê ez tevli Şoreşa Rojava bûm. 6 mehan mam. Careke din vegeriyam Bakur. Bi îlankirina xwerêveberiyan ve min jî di nava refên xweparastinê de cihê xwe girt."
'Divê hemû kes tevli berxwedana xwerêveberiyê bibe'
Dersim anî ziman ku xwerêveberî îfadekirina gel a xwe bi rêve birinê ye, bi şerê ku li dijî xwerêveberiyê hate destpêkirin re jin û zarok tên qetilkirin. Dersim destnîşan kir ku cenazeyê Taybet Înan a ku Sîlopiyê hate qetilkirin û 7 rojan li kolanê hate hiştin gelek bandor li ser wî kiriye, dîsa kesekî ku ji bo nekariya dayika xwe bibe nexweşxaneyê û ji ber vê yekê xwe daliqandiye bandorekî mezin li ser wî kiriye. Dersim ev tişt anî zaman: "Ez tevli berxwedana xwerêveberiyê bûm. Niha li Nisêbînê me. Tirk an jî kurd ferq nake divê hemû kes tevli berxwedana xwe rêveberiyê bibin."
'Dema berxwedan mezin bibe ev der ê bibe Rojava'
Dersim a ku di navbera bakurê Kurdistanê û Rojava de têkîlî girêda diyar kir ku Bakurê ku berxwedana xwe rêveberiyan dest pê kiriye, dişibe Şoreşa Rojava. Dersim bilêv kir ku hêza xweparastinê ya ji komên biçûk pêk tê û her çûye mezin bûye heye û nirxandina "Rojava bi vî rengî dest pê kir. Ez vê derê dişibînim Rojava. Dema ku berxwedan mezin bibe ev der jî dê bibe wekî Rojava. Ev der jî dê bibe Kobanê û Şengal" kir.
'Li Rojava DAIŞ li Bakur Esadullah'
Dersim destnîşan kir ku ew tu ferqê di navbena tîmên taybet û çeteyên DAIŞ'ê de nabîne û wiha got: "Dijmin li wir jî bi hovane êrîş dikir, li vir jî bi hovane êrîş dike. Dijmin dijmin e. Li vir wekî navê Esadullah li xwe bikin jî feraseta DAIŞ'ê ye. DEma ku hevalên ke digirin înfaz dikin. Tu ferqa wan ji DAIŞ'ê tuneye. Encama heman ferasetê ne."
'Em rewşenbîran jî vedixwînin pişt barîqatan'
Dersim bilêv kin ciwanên ku ji bakurê diçûn Rojava li wir gelekî baş tên pêşwazîkirin û dema ku piştgirî dihat dayîn gelekî kêfxweş dibûn. Dersim anî ziman ku heman tişt ji bo vê derê jî derbasdar e û wiha axivî: "Hemû kesên ku ji xwe re dibêjin ez sosyalîst im wekî li Rojava li dijî zilmê li cem gel be. Tevli refên berxwedanê bin. Berpirsyariyên sosyalîzmê ancax bi rengî dikare bi cih bê."
Dersim a ku banga "ev ji bo hemû gelên Tirkiyeyê bangawaziya me ye" kir herî dawî ev tişt anî ziman: "Bila bên cihê xwe di vî têkoşînê de bigirin. Ev berxwedan ne tenê ya kurdan dê qedera hemû gelên Tirkiyeyê biguherîne. Em ji vir reşenbîrên ku ji wan re tê gotin rewşenbîrên nîv porsiyon û keda wan ji aliyê îxtidarê ve tune tê hesibandin jî vedixwînin refên xwe yên berxwedanê. Em wan vedixwînin pişt barîqatan."
(sa)