1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "Kurd tevli Cenevreyê nebin tu rewaya wê namîne"
"Kurd tevli Cenevreyê nebin tu rewaya wê namîne",kurd,tevli,cenevreyê,nebin,tu,rewaya,wê,namîne

"Kurd tevli Cenevreyê nebin tu rewaya wê namîne"

Firat: Ger ku kurd tevli Cenevreyê nebin tu rewaya wê namîne

A+ A-

09:49 21.01.2014 1 / 3 ÎSMAÎL ESKÎN

AMED (DÎHA) - Endamê Meclîsa Dayîmî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Seydî Firat têkildarî civîna Cenevre-2'yê de hin nirxandin kirin û wiha got: "Ger ku kurd tevli Cenevreyê nebin, wê kêmasî bikeve rewatiya civînê. Lewra di rewşa heyî de nêzîkatiya herî rewa, nêzîkatiya herî exlaqî û ya rast kurd didin nîşandan."

Ji bo şerê navxweyî yê li Suriyeyê bi dawi bibe, di 22'yê mehê de dê li bajarê Cenevre ya Siwîsreyê, bi navê Cenevre-2 civînek were lidarxistin. Beriya ve civînê hê jî kurdên Rojava ji vê civînê nehatine vexwendin. Endamê Meclîsa Dayîmî û Komîsyona Dîplomasiyê yê KCD'ê Seydî Firat ev rewş nirxand û got ku ji bo daxwazên kurdan li platformên navneteweyi werin bilêvkirin ev civîn gelek girîngin. Firat, diyar kir ku kurdan jî heq kiriye tevli civîna Cenevreye bibin û wiha pêde çû: "Di şerê navxweyî yê Suriyeyê de nêzîkatiya herî baş kurdan daye nîşandan. Lê mixabin, kurd her tim derveyî platformên navneteweyi tên hiştin."

Firat, destnîşan kir ku bi vî şiklî civîna Cenevre tu encamê naderxe holê û wiha axivî: "Ger ku kurd tevli nebin civînê wê pêşeroja Suriyeyê têkeve zorê. Lewra di rewşa heyî de nêzîkatiya herî rewa, nêzîkatiya herî exlaqî û ya rast kurd didin nîşandan. Eger kurd ji vê civînê re neyên vexwendin, dê rola muxalefete ji xwe re bipejirînin. Kurd tevli civînê nebin jî wê rêya xwe bi serê xwe xîz bikin. Kurdan yekitiya xwe ava kiriye. Nêzî ji sedî 90 kurdan yekitiya xwe ava kiriye. Ermenî, suryanî, ereb û turkmen jî tevli vê yekitiyê bûne. Lê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tirkiye dixwaze vê yekitiyê hilweşîne. Hinek kurd li dijî vê yekitiyê bi serê xwe tevdigerin û li bi muxalefeta Suriyeyê re dibin yek. Ev jî rê li ber çaresiriye digire."

Firat, rewşa PDK'ê ya li hemberi rojava jî nirxand û ev tişt lê zêde kir: "PDK'ê deriyê sînor girt û li ser Rojava ambargo da meşandin. Ne li gorî berjewendiyen netewî, li gorî berjexwendiyên partiyê tevgeriya. Wan tiraneyên xwe bi şoreşa Rojava kirin. Lê kurd êdî ne kurdên berêne. Nabin pêlîstokên hêzên navnetewî. Pêvajo hêjî didome, bi dawî nebûye."

(lg/mae)