"Nabe kurd di Cenevre 2 de werin paşguhxistin"
Tevgera Goran: Nabe kurd di kongreya Cenevre 2 de werin paşguhxistin
09:22 19.01.2014 1 / 3 NİHAT KAYA/MİHEMED TAHİR
HEWLÊR (DÎHA) – Endam û parlamenterên Tevgera Goran diyar kirin ku divê kurd bi şandekî serbixwe tevlî kongreya Cenevre 2 bibin. Parlamenterekî Tevgera Goran anîn ziman ku kongreyekî kurd beşdar nebin, ew kongre nikare serbikeve. Berpirsê ragihandina Tevgera Goran li Hewlêrê jî da zanîn ku ger PYD tevlî kongreya Cenevre nebe, kesayetên kurd ên di nava mûxalifeta Sûriyê de nikarin nûnertiya kurdan bikin.
Parlamenterê berê yê Tevgera Goran li parlamentoya Herêma Kurdistanê, Kardo Mihemed li ser kongreya Cenevre 2 û beşdarbûna kurdan di kongreyê de ji DÎHA’yê re axivî. Mihemed wiha got: “Ji bo rewşa siyasî ya Sûriyê û bi taybet jî ji bo kurdan, divê bi xwe bikarin di civîn û konferansên navneteweyî yên derbarê wan de tên kirin beşdar bibin. Kurd li Sûriyekî xwedî rolekî giring in. Bi baweriya me bi hev re xebitîna siyasî û biryara wan a ku bi şandekê tevlî Cenevre 2 bibin, em wekî karekî erênî dibînin. Ji bilî alîkariyê, nabe em dest li karûbarên Sûriyê û kurdan werbidin. Divê ew bi xwe di warê beşdarbûnê de biryarê bidin, çi di asta navxwe û çi jî navneteweyî de.” Ger kurd beşdarî biryarên li ser Sûriyê nebin kongre sernakeve
Parlamenterê Tevgera Goran li parlamentoya Iraqê Dr. Mihemed Kiyanî jî li ser vexwendina kurdan a bi şandekî serbixwe, ji DÎHA’yê re axivî û wiha got: “Pirsgirêka Sûriyê ne tenê ya ereb û demokrasiyê ye, pirsgirêka hemû gelê Sûriyê û bi taybet jî ya gelê kurd e. Bi salan kurd li Sûriyê rastî zilm û zordariyê hatine. Lewra divê tevlî kongreya Cenevre 2 bibin. Ger kurd beşdarî biryarên li ser Sûriyê nebin, bi baweriya min projeya wê kongreyê sernakeve. Ji ber çaresernekirina pirsgirêka kurd, wê bibe sedem ku pirsgirêkên Sûriyê wekî xwe bimînin. Niha li Rojhilata Navîn tekane hêza ku bikare li dijî çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAİŞ) û el-Qaîde şer bike kurd in. Divê dewletên navneteweyî wê yekê bizanin kurd dikarin di çareseriyê de rolekî serekî bileyîzin.”
Heta niha mûxalifeta Sûriyê ti îtiraf bi mafê kurdan nekiriye
Mihemed Kiyanî da zanîn ku partî û aliyên kurd ên di nava mûxalifeta Sûriyê de nikarin nûnertiya kurdan bikin û wiha pêdeçû: “Bi baweriya min ev xizmeta doza kurdan nake û ne jî xizmeta Sûriyê dike. Divê çareserkirina pirsgirêka kurd, bi beşdariya nûnerên kurdan be. Heta niha mûxalifeta Sûriyê ti îtiraf bi mafê kurdan nekiriye, ger dîtina wan ji ya rejîma Sûriyê ne xirabtir be ne baştir e. Lewra ew kurd şaşitiyê dikin û dibin beşek ji wan. Lewra divê nûnertiyekî taybet a kurdan hebe.”
Parlamenterê Tevgera Goran li ser venexwendina Îranê di kongreya Cenevre 2 de jî dîtinên xwe anî ziman û wiha got: “Pirsgirêka Sûriyê bûye pirsgirêkek navneteweyî, Îran, Iraq û Tirkiye rol dileyîzin. Îran rolekî mezin di parastina rejîma Sûriyê de dileyîze. Bi baweriya min divê ev pirsgirêk di çarçoveya Rojhilata Navîn û ligel kurdan were çareserkirin.” Siyaseta Herêma Kurdistanê ya derbarê kurdan de şaş e Parlamenterê parlamentoya Iraqê Mihemed Kiyanî destnîşan kir ku pêwîst bû hikûmeta Herêma Kurdistanê rolekî çalak di beşdarbûna kurdan a di kongreya Cenevre de leyîstiban û wiha got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê şaşitiyan dijî û tevayî siyaseta wan a derbarê kurdan de şaş e. Ji ber em dikarin bi destê kurdan nexşeya Rojhilata Navîn biguherînin. Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo pêşvebirina doza gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê petrolê wekî çekekê bikarbêne. Lê ev hikûmet bi çavekî teng temaşeyî berjewendiyên aliyekî dike, ne yê kurdan.” Berpirsê ragihandina Tevgera Goran li Hewlêrê Rêbîn Omer jî ji DÎHA’yê re axivî û got: “Heta niha di nava mûxalifeta Sûriyê bi xwe de nelihevkirinek heye. Yek ji projeyên kongeya Cenevre 2 ew e ku vê carê bikarin ligel rejîmê danûstandinan bikin. Ger di kongreya Cenevre de kurd beşdar nebin an jî werin paşguh xistin, ew kongre bisernakeve. Ji ber kurd beşek giring ji pêkhateya li Sûriyê ne. Ger pirsgirêk wiha berdewam bike, mûxalifet jî bi hevbeşî ligel kurdan beşdarî kongreyê neke; encamên baş bi xwe re nayne.”
Nabe PYD were paşguhxistin
Derbarê kurdên di nava mûxalifeta Sûriyê de tevlî Cenevre 2 bibin de jî, Rêbîn Omer wiha got: “Ger kurd bi awayekî hevgirtî beşdarî Cenevre 2 nebin, ger çend endamek beşdar bibin ti wate û bandora wê tune ye. Lê ger bi gotarekî taybet beşdar bûn û li wir nûnertiya kurdan îspat kirin, dikarin li wir pêkûtiyê li ser berjewendiyên kurdan bikin. Herwiha bi baweriya min hemû endamên kurd ên bi nûnertiya kurdan di nava mûxalifetê de beşdar dibin, ji daxwazên kurdan zêdetir piştgiriya mûxalifetê dikin.”
Li ser venexwendina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di kongreya Cenevre 2 de jî berpirsê ragihandina Tevgera Goran Rêbîn Omer wiha got: “PYD li rojavayê Kurdistanê xwedî mezinahiyekî siyasiye û ger beşdar nebin, hemû kesên li wir bi navê kurdan beşdar dibin ji bilî kêmkirina eniya kurdan, nikarin ti rolekî din bileyîzin. Nabe PYD were paşguh xistin.”
(mt/mae)