1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. ´Ocalan manîfestoya rojhilata navîn nivîsî´
´Ocalan manîfestoya rojhilata navîn nivîsî´,ocalan,manîfestoya,rojhilata,navîn,nivîsî

´Ocalan manîfestoya rojhilata navîn nivîsî´

Baluken: Ocalan manîfestoya rojhilata navîn nivîsî

A+ A-

Cîgirê Serokê Koma BDP'ê Îdris Baluken, diyar kir ku hikûmeta AKP'ê ji parastina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ya wekî Manîfestoya Rojhilata Navîn e ya ku di nava şert u mercên girtîgehê de nivîsandiye ditirse. Balûken, da zanîn ku Ocalalan li zindanê ne tenê manîfestoya Kurdistanê manîfestoya Rojhilata navîn nivîsand.

Rêxistina BDP'ê ya Enqereyê li Salona Dahwetê ya Alyansê xwarina piştevaniyê da. Di xwarinêde Wekîlê Serokê Koma BDP'ê Îdrîs Baluken, parlamenterê BDP Murat Bozlak, Hevserokên BDP'ê yên Enqereyê Ahmet Aday, rêveberên BDP'ê TUHAD-FED, Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê rêveberên Partiya Kesk û Cepgiran amade bûn. Li salonê pankartên "Berxwedan jiyane", "Em berxwedanê ber bi azadiyê dimeşin" hatin vekirin. Bernameyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di bernameyê de hevserokên BDP'ê yê Enqereyê Ahmet Aday, diyar kir ku li Tirkiyeyê polîtikayên înkar û îmhayê berdewam dikin û wiha got: "Roj roja berxwedanê ye. Heta niha 8 partiyên me hatin girtin niha dixwazin partiya 9'an bigirin. Ev berxwedana gelê kurd e.

Parlamenterê BDP'ê yê Edeneyê Murat Bozlak jî anî ziman ku dema Erdogan hat ser îxtîdare got dê pirsgirêka kurd çareser bike, lê hemû gotinên xwe ji bîr kirin.

Wekîlê Serokê Koma BDP'ê Îdris Baluken, jî anî ziman ku li ser gelê kurd zilmek mezin tê meşandin û gelê kurd li hemberi vê zilmê têkoşînek mezin daye meşandin. Balûken, da zanîn ku Ocalalan li zindanê ne tenê manîfestoya Kurdistanê manîfestoya Rojhilata navîn nivîsand. Di operasyonên siyasî de zêdeyî 10 hezar hevalên me hatin girtin. Dixwazin gelê kurd di qada siyasetê de têk bibin û teslîm bigirin. Dixwazin gelê kurd di qada siyasetê de xelas bikin. Lê dê nikaribin bi ser bikevin."

'AKP ji Ocalan ditirse'

Balûken, diyar kir ku hikûmeta AKP'ê ji parastina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ya wekî Manîfestoya Rojhilata Navîn e ya ku di nava şert u mercên girtîgehê de nivîsandiye ditirse. AKP dixwaze di şexsê Birêz Ocalan de gelê kurd teslîm bigire. Lê nikare. AKP ji ber manîfestoya Ocalan a li girtîgehê ji Ocalan ditirse. Ramanên Ocalan Kobanî û Afrin azad kir.

Piştî axaftinan Koma Awaz konserek biçûk da.

(mae)