"Pêkutî dibin sedema serîhildanan!"
"Pêkutiyên li girtîgehan pêk tên dibe sedema serhildanên girtiyan"
10:43 19.08.2012
AMED (DÎHA) - Hate ragihandin ku girtiyên siyasî yên mehek berê ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê sirgûnî Girtîgeha Tîpa E ya Çankiriyê hatin kirin bi saetan di rê de bi kelepçeyî hatin girtin û ji ber lêgerîna dijwar red kirin hefteyekê cilên wan nedanê û mafê wan ê telefonê hate astengkirin. Girtiyan bang li raya giştî kir ku bi hestiyar bin û anîn ziman ku heke pêkutî berdewam bike dê dest bi çalakiyan bikin.
Pêkutiyên li girtîgehan ên li hemberî girtiyên siyasî her roj bi awayeke din di rojevê de cihê xwe digirin. Ji girtîgehên herêmê girtiyan sirgûnî girtîgehên bajarên rojavayê tên sirgûnkirin. Girtiyên tên sirgûnkirin li girtîgehên diçinê rastî pêkutiyên cuda nayên. Xwîşka Kader Îdîn a ku mehek berê ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê sirgûnî Girtîgeha Tîpa E ya Çankiriyê hate kirin Endama Meclîsa BDP'ê Akîde Înan, diyar kir ku xwîşka wê bêyî daxwaza wê sirgûnî Çankiriyê hate kirin û wiha got: "Di şertên li dijî mirovahiyê û hiqûqê bi awayeke kelepçeyî tên sirgûnkirin. Em weke malbatên girtiyan van sirgûnan qebul nakin."
Di dema sirgûnê de heqaret û kelepçe!
İdin, anî ziman ku di meha tîrmehê de ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê 8 girtiyên siyasî sirgûnî Girtîgeha Tîpa E ya Çankiriyê hate kirin û wiha axivî: "Piştî xwîşka mi birin 2 roj şunda têkildarî agahiyên hevdîtinê de faks şand. Di faksê de hate diyarkirin ku roja hevdîtinê Înê ye. Ez jî roja înê çûm hevdîtinê. Dema ez ketim girtîgehê min fêmkir ku li vir pêkanînên cuda hene. Em ev yekê bi xwe jin û wisa dîtin." Îdîn, da zanîn ku ji ketina girtîgehê heta cihê hevdîtinê qemerayên mobesse hebûn û personelên girtîgehê jî bi qemereyan ew dikêşandin. Îdîn, bilêv kir ku girtiyên saet di 13.00'an de derketiban hevdîtinê 2 saet û niv şunda derketin hevdîtinê û wiha pê de çû: "Min mi xwîşka xwe re hevdîtin kir. Hinek tişt ji min re gotin. Ji min re got di dema sigûnê de bi awayeke kelepçeyî di rînga de rastî heqaretan hatin. Li Girtîgeha Çankiriyê xwestin li ser wan lêgerîna dijwar bikin. Xwîşka min û hevalên wê li hemberî vê yekê derketin û redkirin. Ji ber vê yekê hefteyekê cilên wan nedan wan û mafê wan ê telefonê hate astenkirin."
'Hinî pêkutî berdewam bikin dê li berxwe bidin'
Îdîn, destnîşan kir ku dema girtî ji koguşê derdikevin û dikevin koguşê gelek caran rastî lêgerîna dijwar tên di saetên hewşê de koguşan cuda cuda derdigin hewşê û bi vê yekê desturê nadin girtî bên cem hev. Îdîn, diyar kir ku destûr hewşê saet di 08.00 - 08.30'an de tê dayîn. Îdîn, anî ziman ku girtî dê li hemberî pêkutiyan dest bi çalakiya gireva birçîbûnê bikin û wiha got: "Xwîşka min û hevalên wê ji parêzvanên mafên mirovan û raya giştî re banga bihestiyarê kirin. Gotin hinî pêkutî berdewam bikin ew dê li berxwe bidin."
(bd/mae)