Nirxandin 8 deqîqe xwendin

Analîza Rexneya Abdullah Ocalan a li ser Marksîzmê û Teza Modernîteya Demokratîk wekî Alternatîfek

Analîza Rexneya Abdullah Ocalan a li ser Marksîzmê û Teza Modernîteya Demokratîk wekî Alternatîfek

Mahabad Felat

 

Pêşgotin

Di dîroka kurd û Kurdistanê de wekî yek ji kesayetên dîrokî û navendî, Abdullah Ocalan di "Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk" de, di rexneya xwe ya li ser Marksîzmê de, li ser pêşkeftina civakî û pratîka şoreşgerî, şiroveyeka radîkal bi pêş dixe. Bi lêpirsîna têgehên bingehîn ên Marksîzmê, bi taybet teoriya wê ya li ser têkoşîna çînî û rola şoreşgerî ya proletaryayê, Ocalan modeleka civakî ya alternatîf pêşkêş dike ku bi nenavendîbûn, analîza femînîst û hişmendiya ekolojîk ve tê diyar kirin.

Ev gotar, hewldanek e ji bo analîzkirina rexneya Ocalan, helwesta wî ya îdeolojîk û bandorên pratîkî yên tezên wî û her weha ez ê hewl bidim wan bi teoriya Marksîst a klasîk re bidime ber hev.

 

Rexneya Marksîzmê û ji nû ve pênasekirina nakokiyên dîrokî

Li gor rawêja navendî (Hîpoteza navendî) ya Marksîzmê, dîrok ji hêla têkoşîna çînî ya serekî ya navbera proletarya û burjuvaziyê ve tê birêvebirin. Ocalan vê rawêja navendî ya Marksîzmê red dike û di şûna wê de, destnîşan dike ku pirsgirêka rastîn a desthilatdariyê nakokiya navbera dewlet û civakê, ango komunan e, lewre dewlet li ser bingeha kîjan çînayetiyê hatibe avakirin jî, wekî saziyeka desthilatdariya zordariyê tevdigere.

Ocalan çînayetiyê wekî bandoreka duyemîn a desthilatdariya bingehîntir û hiyerarşiyên baviksalarî dibîne. Ev nêrîn, balê ji newekheviya aborî, vediguhêze ser zordestiya baviksalarî û navendîkirina desthilatdariyê ku wekî nakokiya civakî ya herî bingehîn derdikeve pêş. Li gor Ocalan, bindestiya jinan forma zordariyê ya herî kevin û girîng a pergala baviksalasiyê ye û Marksîzmê ev rewş piçûk dîtiye.

 

Rexneyên li ser dewletên sosyalîst û têkçûnên şoreşê

Ocalan bi tundî rexne li dewletên sosyalîst ên wekî Yekîtiya Sovyetê û Çînê dike ku di sedsala 20`an de derketine holê. Lewre ew bi lez veguherîne navendên nû yên zordariya desthilatdariyê ku di pratîkê de ji bo berjewendiyên kapîtalîzmê xizmet kirine, îstîsmar û zordariyê ji holê ranekirine. Ew teza navdar a Mao Zedong ku dibêje "Desthilatî di devê lûleya çekê de ye" wekî pirsgirêk dibîne û li şûna wê teqez dike ku dewlet di destê kê de be jî, bi xwe û amûrên wê yên zordest ve, kana zordariyê ye.

 

Sê Siwarên Heşrê: Kapîtalîzm, Netewdewlet û Pîşesazîbûn

Beşek navendî ya analîza Öcalan têgeha wî ya "Sê Siwarên Apokalîpsê" (Sê Siwarên Heşrê) ye: kapîtalîzm, netewdewlet, û pîşesazîbûn. Ev her sê hêzên ku azadiya mirovan û domdariya ekolojîk têk dibin, wekî pergalên wêranker û bi hev ve girêdayî tevdigerin.

• Kapîtalîzm wekî pergaleka kedxwar û parazît tê binavkirin ku xwe li pişt pêşkeftina modernîteyê vedişêre.

 • Netewdewlet, ji hişmendiya aborî ya kapîtalîzmê azad lê bi qasî wê, pêkanîneka îdeolojîk a ji bo rêxistinkirina zordestî û kontrolê, tê destnîşankirin.

• Pîşesazîbûn (endustrîbûn) ji ber wêrankirina ekolojîk û rola wê di domandina "dirindeya civakî" de tê rexne kirin - metaforek ji bo xerabbikaranîna sîstematîk a desthilatiyê û bêçaretiyê.

 

Di rexneya civakî de rola navendî ya zayendê

Ocalan balê dikşîne ser vê yekê ku bindestiya jinê ji têkoşîna çînî -ku pîvana bingehîn a sosyalîzmê ye-, pir kevintir û bingehîntir e. Nebûna analîza pergala baviksalarî di kevneşopiya Marksîst de, ji bo wî xal û girêkeka hişk a girîng e ku têde newekhevî ji nedîtî ve hatiye; newekhevî hatiye normalîzekirin û jin tim kêm hatiye dîtin. Ew rizgariya jinan rasterast bi rizgariya ji hemî şêweyên bindestiyê berfirehtir ve girêdide.

 

Pêşveçûna îdeolojîk a PKKê û pêdiviya sosyalîzmeke nû

Di hizrên li ser xwe de, Öcalan destnîşan dike ku di destpêkê de girêdana îdeolojîk a PKKê bi sosyalîzma ortodoks re, di nav tevgerê de çawa bûye pal û pişta krîzekê. Li gor perspektîva Ocalan, ne bi têkoşîna çînî an desthilatdariya navendî ya dewletê, lê divê sosyalîzmeka nû ya li ser têkiliyeka hevseng a navbera dewlet û civakê, bi demokrasiya yekser ku avahiyên komunal di navenda wê de ne, ava bibe.

 

Taybetmendiyên retorîk û şêwazî yên nivîsa Ocalan

Pêşkêşkirina Ocalan bi retorîkeke dijraberî ve tê diyar kirin ku ramanên Marksîst bi şîroveyên alternatîf re dide ber hev, bi şîrovekirineka dîrokî paradîgmaya bicihbûyî, dide ber lêpirsînan, û ev bi afirandina têgînên mîna ”dirindeya civakî” tê karakterîzekirin. Rexneyên bi nirx dagirtî ên li dijî kapîtalîzm, netewdewlet û pîşesazîbûnê, rengekî hema hema apokalîptîk (Heşrê) dide nivîsê lê nivîs di heman demê de vîzyoneka normatîf a zelal a civakeka cûda di nav xwe de dihewîne.

 

Helwesta Îdeolojîk: Rexneyeka Post-Marksîst û Femînîst

Helwesta Ocalan dikare wekî post-Marksîst were binavkirin ku hêmanên bihêz ên sosyalîzma lîbertaryan û pratîka anarşîst dihewîne ku bi rexneya femînîst û ekolojiya radîkal re têkilî hev e. Ew modeleka civakî ya nenavendî diparêze ku tê de şaredarî û komunalîte şûna dewleta navendî digirin û azadiya jinan di navendê de ye. Dijotorîte; xweserî; demokrasiya yekser; xwedîtî û karê hevpar; azadî û wekheviya ku bi hev ve girêdayî ne.

 

Rûberîhevkirina bi Marksîzma klasîk re:

Hêza dîrokî:

Marks: Têkoşîna çînan di navbera proletarya û burjuvaziyê de.

Ocalan: Nakokiya navbera dewlet û civakê; strukturên desthilatdariya baviksalarî.

 

Nakokiya bingehîn:

Marks: Newekheviya aborî û îstismar.

Ocalan: Zordestiya baviksalarî ya zayendî û zordestiya dewletê.

 

Rola proleteryayê:

Marks: Kirde û motora şoreşê.

Ocalan: Çîna karker ji hev belav bûye, şoreşger pirê caran di bingeha xwe de ji çîna burjuvaziyê ne.

 

Dewlet:

Marks: Amûra çîna serdest, qonaxa veguhêz a pêwîst.

Ocalan: Amûra kîjan çînayetiyê be jî, struktureka zordar e.

 

Şoreş

Marks: Desteserkirina amûrên hilberînê û hêza dewletê.

Ocalan: Nenavendîkirin, avakirina şaredarî û komunalîteyên xweser.

 

Pîşesazîkirin

Marks: Ji bo pêşxistina hêza berhemdar pêdivî ye û qonaxa pêşxistina pêwîst e.

Ocalan: Hêza wêranker, beşek ji "dirindeya civakî".

 

Kapîtalîzm:

Marks: Qonaxa pêşveçûnê ya pêwîst.

Ocalan: Îstismarkar û parazît.

 

Netewdewlet

Marks: Dikare bi sosyalîzmê were hilweşandin.

Ocalan: Avakirina îdeolojîk a zordestî û serdestiyê.

 

Hiyerarşiya zayendî

Marks: Di têkiliyên çînî de jin di dereceya duyem de ye.

Ocalan: Rola jinê navendî û bingehîn e.

 

Stratejiya îdeolojîk

Marks: Materyalîzma dîrokî û analîza çînê.

Ocalan: Bi femînîzm, ekolojî û dijdewletiyê ve girêdayî, rewşa berfireh a ji her alî ve (holism).

 

Ji ber vê yekê, ji bo guhertineka civakî ya radîkal ku hewl dide ji derveyê sînorên têkoşîna çînî û ya dewletê, wekhevî, domdarî û azadiyê bike yek, vîzyona Ocalan dikare wekî xaleka destpêkê ya girîng were dîtin.

 

Pêşeroj: Li hember kapîtalîzma cîhanî ya domdar, pêşveçûna bi îlhama Ocalan

Analîza du senaryoyên pêşerojê, cûdahiyên navbera pêşveçûna siyasî, aborî, ekolojîk û civakî, bi awayekî zelal nîşan dide.

 

1. Pêşveçûnên ji ramanên Ocalan îlham girtine

• Demokrasiya herêmî şûna hikûmetên neteweyî digire.

• Aborî bi xwedîtiya hevpar, kooperatîf û domdariyê ve tê karakterîzekirin.

• Başbûna ekolojîk dike dora pêşîyê û hilberînên pîşesaziyê têne kêmkirin.

• Wekheviya zayendî bi awayekî sîstematîk tê xurt kirin.

• Metirsiya şerên mezin kêm dibe, lê potansiyela nakokiyên herêmî dikare hebe.

 

2. Kapîtalîzma gerdûnî

• Dewletên neteweyî û şirketên mezin hêz û desthilatdariya xwe diparêzin.

• Zincîreya tedarikiyê ya gerdûnî û dên û bala li ser mezinbûnê didome.

• Guherîna avhewayê bi leztir dibe û pê re jî ekolojî xerabtir dibe.

• Newekhevî û bêaramiya civakî her ku diçe zêdetir bibe.

• Metirsiya pevçûnên hêzên mezin û ya şerên herêmî didome.

 

Encam

Rexneya Öcalan a li ser Marksîzmê, bi taybet a derbarê bisînormayîna wê ya dîrokî û teorîk a li ser pergala baviksalarî, rola dewletê û li ser pirsgirêkên ekolojîk, objektîf û rast xuya dike. Perspektîfên wî yên post-Marksîst, femînîst û ekolojîk, rê li ber analîzên berfirehtir ên nakokiyan vedike û vîzyoneka normativ pêşkêş dike. Ev jî dibin hêvî ji bo çareseriyên krîzên serdema me ku bûne girêk êdî.

Di rewşa îroj de ku kapîtalîzma global û pêve girêdayî daxwaz û armancên împeryal xurt û serdest in û ji ber vê yekê, modela Ocalan pêşkêş dike di asta gerdûnî de pêkanîna wê dijwar be û bi astengiyên pratîkî yên dijwar re rû bi rû bimîne jî, mînaka Rojava derfet û hêviyeka mezin dide him gelê herêmê û him hemû cîhanê.

”Piştî vê stêrê bi xwe berbanga sibê ye, wê rojê wê ronî têkeve şûna şevê ye”