Dema Tirs Dibe Serdar:
Mirov dema bersivên pirsên xwe yên bingehîn – tirsa mirinê, ya windakirinê, ya birçîmayînê, ya xweparastinê û ya mayînê – bi awayekî têr nade, tirs dibe serwer û serdarê jiyana wî.
Pirs dibin zincîr, û mirov bi wan ve tên girêdan. Tirs ne tenê hestek e; ew dibe hêzeka bêserûber û adana ezeziyê. Mirov êdî koleyên xwe ne, bi ego û xweparastinê ve bisînorkirî ne. Pêre, xwezaya mirov a civakbûnê jî tê berevajîkirin û civak dibe amûrek, ji bo bikaranîn û desthilatdariyê, lê ne ji bo parvekirin û pêşvebirinê.
Desthilatdarî, dagirkerî û şerên bêdawî, hemû berhemên vê teşegirtina çelexwarî ne. Gotina “ne ji bo min bî, ne wekî min bî tu tune yî, divê tune bibî” dibe mora bi xwîn a li ser rûpelên dîroka 5 hezar salî.
Kiras Guherandin: Felsefeya Kurdî ya li ser Mirinê û Wêrekiya Hebûnê
Di nav vê tariya tirsê de, têgihiştineka kevnar a kurdî, wekî ronahiyekê derdikeve holê. Kurdan ji dîrokeka pir kevnar ve mirinê wekî “kiras guherandin” binav kirine – ne tunebûn, lê guhertineke formê, derbasbûneke ji kirasê laşî bo kirasê din. Di roja me de jî, bi taybetî di nav Êzdiyan de ev têgihiştin herî zindî maye. Ev ne tenê gotineka efsûnî ye, lê felsefeyeka kûr a gerdûnî ye ku li ser zindîbûna giyanê, dem û dewrên hebûnê û hevsengiya xwezayê radiweste.
Ev têgihiştin mirovan azad dike. Dema mirin wekî dawiya her tiştî ango wekî tunebûnê neyê dîtin, tirs lawaz dibe. Mirov dikare bi wêrekî bijî, xwe bi xwezayê re hevseng bike, civakê li ser bingeha parvekirin û hevnasînê ava bike. Lê yên di nav tirsê de asê mane, êrîşî vî gelî kirine, welatên wan talan kirine û bi komkujiyan bersiva daxwaza wekhevî, biratî û jiyana hevpar dane. Ev ne tenê li hember kurdan, lê li hember gelek gelên din ên bi xwezayê re di ahengê de bûne jî pêk hatiye. Mînak; çermesorên Amerîkayê, Aborjînên Avusturyayê û gelek gel û êlên Afrîkayê, para xwe ji vê êş û erjengiyên giran girtine û bi piranî wenda bûne.
Zanîna Bêyî Têgihiştinê: Metirsiya Kaosê
Zanîn, zanyarî û têgihiştina jiyanê bingeha çareseriya pirsgirêkên mirovî ne. Lê ev her sê divê mil bi mil bin. Zanîn bêyî têgihiştinê dikare bibe sedema pirsgirêkên mezintir. Mînak, Hîtler ne mirovê nezan bû; wî bi stratejiya leşkerî, propaganda û rêveberiyê baş dizanî. Lê têgihiştina wî ya kûr a mirovbûnê, ya hevsengiya jiyanê tune bû. Ew di nav tirsê de asê mabû û encam kaos bû: mirina deh milyonan.
Di dîrokê de gelek caran zanîna teknîkî û leşkerî bi tena serê xwe û bi armanca dagirkeriyê hatiye bikaranîn û jiyanê tune kiriye. Yên ku tirs di şaneyên wan de cih girtiye, nikarin “yê din” wekî mirovê wekhev bibînin; ew wî wekî gefê dibînin. Lewre hewildana têgihiştina wan jî têre nake. Divê li gel têgihiştinê, xwebawerî, berxwedan û avakirina jiyana serbixwe jî hebe.
Agirê Nû: AI û Prometheûsê Serdema Me
Îro zanîna mirovahiyê bi AI’yê re bi lezeka metirsîdar mezin dibe. Ev agirê Prometheûs ê nû ye. Di mîtolojiya Yewnanî de, Prometheûs agir didize û dide mirovahiyê, lê xwedawend ew ceza dikin, lewra dizanîn zanîn dê hêza wan kêm bike. Niha xwedawend wenda bûne, lê agir di destê mirovan de ye.
AI ronahiyeka mezin dide:
Ew dikare pirsgirêkan çareser bike, zanînê belav bike û cîhanê biguherîne. Lê eger bi têgihiştineka kûr a jiyanî re neyê hevsengkirin, ew ê bibe amûra herî xeternak a ku mirovahiyê ji holê rake.
Mirov heta bi agir neşewitîn, tênegihiştin ku agir ne tenê ronahî û germahî ye, lê dikuje jî. Em bi êşê hîn dibin. Loma jî pir pêkan e ku, di vê serdema nû de û bi derfetên teknîkî yên nû, em ê pêşî xwe bişewitînin, bi windakirina mirovbûnê, manipulasiyonê, çekên otonom, dejenerasyon, ezezî û di nav bêwateyeka kûr de. Piştî şewatê, eger em hîn jî mabin, wê demê em ê AI’yê wekî amûrekê, lê teqez ne wekî xwedawendekê bi kar bînin.
Hevsengî: Qanûna Afirîneriya Jiyanê
Di jiyanê de tu tiştek bi tena serê xwe têrê nake. Pêdiviya her tiştî bi hevkarî û hevsengiyê heye: zanîn û têgihiştin, IQ û EQ, agir û av, şev û roj, electron û proton, zanîna nûjen û têgihiştina kevnar a wekî “kiras guherandin”. Dema ev dualîte di nav aramî, hevkarî û hevsengiyeke bêhempa de bin, ew dibin afirîner. Lê dema yek ji wan bi tena serê xwe serdest dibe, ew dibe wêranker.
Di civaka kurdî de jî ev hevsengî divê were parastin û hevdemkirin. Parastina çanda kevnar bi zanîna nûjen re, di perwerde, siyaset û jiyana rojane de, dikare bibe çavkaniyeka hêzdar ne tenê ji bo kurdan, lê ji bo mirovahiyê bi giştî.
Li Pey Wêrekî û Têgihiştinê:
Tirs dikare mirovahiyê bike kole; zanîna bê têgihiştin dikare mirovan bişewitîne, lê hevsengî dikare biafirîne û mirovan azad bike. Di sedsala AI’yê de, parastina têgihiştina kûr a jiyanê – ya ku mirinê wekî guhertinê dibîne, yên din wekî hevpar dibîne û agirê zanînê bi sînor bi kar tîne – dibe peywira herî girîng.
Divê em li benda êş û şewatê nemînin. Bi wêrekî, bi têgihiştinî û bi hevsengî em dikarin agirê zanînê veguherînin ronahiya ku jiyanê geş dike, ne ya ku wê dişewitîne.