Nirxandin 1 deqîqe xwendin

Agir, Jan, Jiyan

Pê?nî?e: Ji bo nivisandina vê pêxem ji ?ewata sînemaya Amûdê hatiye girtin, lê lihevanîna bûyerê û leheng hemû xeyalî ne.… ji bo zarokên ji agiryên ?ewata sînemaya Amûdê…(………………)Jan wê sibeyê bi awayekî din ji xew ?iyar bû bû. Xwe bê hêz û bê mecal didît. Ta?tiya sibeyê jî bê dil xwari bû. Û qet ken bi ser rûyê wî ne ketibû. Ew bi xwe jî nizanibû ku ji bo çi ye. Wê sibeyê hevalên wî dema ku sedema vê rew?a wî pirsî bûn wî bersivekê wiha da bû:- Min î?ev xewneka neba? dît! Lê ew bi xwe jî nizane û nayê bîra wî ku xewnek çawa dîtiye. Ji bo ku hevalên xwe bê bersiv nehêle vê bersivê da bû. Li ni?tecihê waneyê rûni?tina wî û hevalên wî wekî her car di dema xwe de bû. Wî jî wekî hevalên xwe ji bo guhdariyek ba? dixwest keysa xwe bi cih bike. Lê wisa xuya bû ku ew ê hinekî ti?t ne li rê bûna. Di destpêka vegotina mamoste de ?ew?ek lê keti bû. Ji xwe vê sibeyê wî xwe li ber keviya deryayek tarî û kûr dîti bû. Hê nû hate bîra wî di xew de dîtibû ku li keviya deryayek li kûrahiya tarîtiyê dinihêrî… û ti?tek ne didît. Awirên xwe tund û tûj dikir û dixwest ku wan awirên xwe di nava vê deryayê de ber de jêr. Lê awirên wî tarîtî û kûrahiyê ne diçirandin.Awirên wî lê vedigeriyan. Awirên wî di tarîtiyê de lê vedigeriyan. Awirên wî di tarîtiyê de ditewiyan û dihatin li nava çavên wî diketin. Wî di tarîtiyê de xwe hîs dikir.Bi peyva pê?în ya mamoste ?ew? lê keti bû û ew li wê deryaya tarî wer bû bû. Hew xwe avêti bû keviyê da ku bi kûrahiyê de têk neçe. Lê bi zorê serê peyva mamoste ya ku ?ew? lê da bû: "Kes li ser bingeha xwe heye!" Ev peyv di destê wî de ma bû û pê re bi ser xwe de qelibî bû.Wî hêvî dikir li ser zemîna bingeha xwe bikeve. Lê dikir ne dikir nikari bû bidîtana. Ew bi tenê bû. Kesek din, hevalekî/ê wî pê re nebû. Mamoste jî ne gehî?tibûyê. Di destê wî de bi tenê serê vegotina mamoste hebû û li dû xwe peyvên mamoste dilki?ande nava deryaya kûr bi xwe re…û dilê wî bi tirs digot:- Kanê xwerah?Bi vê pirsa xwe dengê xwe yê ku di deryayê de wenda ye bihîst. Dengê wî yê ku hinekî jê dûr û hinekî jê re biyan hate kete guhê wî…"Bavo!"Deng di deryaya tarî de olanek tûnd da û lê vegeriya. Bi vî dengî re dengekî nerm jî hate wî.- Bavo!- Ha lawo!- Bavo ji bo em herin tema?eya fîlmekî, li dibistanê ji me re gotin ‘werin li pê?berê dibistanê kom bibin!’ Ew ê me tevan bi hev re bibin sînemayê.- Kî got kurê min?- Mialimê me got. Hemû minalên mektebê ew ê werin…Vê gotina dawî di hi?ê Jan de olan da. "Hemû hevalên mektebê!" Ew tev wekî ku herin dibistanê waneyan bibînin dê herin tema?eya fîlmekî ku ew nizane çi ye, çawa ye… Ew ê biçûna tema?eya fîlmekî bikirana. Ew jî wekî zarûkên din dê xwe amade bikirana û biçûna. Bavê wî ew roj li malê bû. Haya bavê xwe pê xist û êdî li ber çûyînê bû. Di dengê wî de di gaziya wî de di girîn û nasnameya wî de bav hebû. Digot "bavo!". Ew bi bavê xwe hebû. Bavê wî her ti?t bû jê re. Bavê wî dê bi bîra wî ne dianî. Jê re hebûn û tune bûna dayikê ciyawaziyekî diyar ne dikir. Hevalên li der û dora wî bi dayîk bûn, diya wan hebû. Diya wan bi wan ?ad dibû. Bavê wan jî hebû. Lê yê wî diya wî tune bû. Qet di bîr ne dikir ku diya wî hebû yan jî tune bû. Bavê wî pê ?ad dibû. Ew bi bavê xwe hebû. Bi werbûna di tarîtiya deryaya kûr de ew ê xwe bi bavê xwe bigirtana. Ji xwe niha jî xwe li dengê bavê xwe digirt. Ew dengê ku her tim digot: "Tu her hebî. Xwedê te ji min re bihêle! Aferîn kurê min! Tu pir jêhatî yî! Bila Xwedê te ji min re bibex?îne bes e. Ez wekî din ti?tekî din ti?tekî ji Xwedayê jorîn naxwazim…" Jan xwe li vî dengî digirt. Lê dîsa jî werbûna xwe, qelibandina bi ser xwe de nikari bû bidana sekinandin. Dengê mamoste xwe girtina li dengê bavê xwe betal dike. "Bizrê giyanê li ser dê di xweraha jiyanî de dire?îne!" Ev peyvên mamoste bûn. Lê xweraha wî di ku de ve?artî ye? Vê pirsê wî her diki?îne kûrahiyê. Xwe jidandî li dengê bavê xwe digre. Wî dengî li xwe dipêçe. Lê di?kê, diqete û di valahiyê de werbûna wî nikare bigre. - Here kurê min. Pi?tê ku fîlmê we xelas bû zû vegere li cihekî ne mîne. Were ez û te berê êvarê em ê herin derekî.- Em ê herin ku bavo?- Pistî ku tu hatî ez ê ji te re bibêjim.- De ka bibêje ji bo ku di dilê min de nemîne û ji bo ku ez zû werim…- Janê min! Emê herin ser gora diya te…- Bir-ra!... Wekî ku ti?tekî ji dûr ve xwe bi ber bîra wî xisti be. Lê ew dike nake nizane çi ye? Di dilê xwe de borand û got; ‘qey diya min hebû!’.Serê xwe rakir. Berê xwe da bavê xwe. Belkî ji ber nezaniya dê bû belkî ji ber ti?tek din bû bê hewl ma. Bi hestiyarî bersiv neda bavê xwe û ji ber vê jî ?erm kir. ?ermezariya wî rûyê wî sor kir. Hinarikên wî sor bûn bûn wekî soringê. Bi vî halî got:- Bila be bavo! Çawa filîm biqede ez ê werim. Bi van gotinên xwe re baz da û çû destê bavê xwe maçê kir. Ti?tek ne got û çû. Jixwe wî her tim xatirxwestina xwe bi destmaçkirinê dida nî?andan. Ti?tên ku di ser de bigotana tune bû. Nizani bû û hîn ne bû bû. Bixêrhatinê jî bi vî rengî nî?an dida. Dema ji dibistanê bihatana û bavê wî li malê bûna jê re digot:- Tu bi xêr hatî cewrik!Wî jî bersiva wî dîsa bi destmaçkirinê dida. Dema mêvanên wan bihatana heman helwesta wî dîsa ev bû…Pi?te ku destê bavê xwe maçê kir û çû, bavê wî li dû wî nêrî xwest ti?tek bibêje lê ne got. Berê gotinê da xwe û di nava dilê xwe de li xwe gazinan kir. "Gelo ew maf di destê min de heye kum in vî delalê hana heta neha bê dê hi?t?"Dîsa li xwe vegerand wî bi xwe bersiva xwe da: "Na na! Wisa çêtir e. Zarûkê li ber destê damariyê yê li ber ?îretên jinbavê mezin bibin xêr ji wan nayê. Wusa çêtir e. Heta li ber destê damariyê mezin bibûna wisa mezin bûye çêtir e. Hela bila hinekî jî mezin bibe ez ê dayikekî ba? jê re bibînim." Bi van gotinan bi ser xwe ve ponijî. Sîwîtiya wî hate bîra wî. Çi qas zorê dîtibû. Çi qas barê giran yê kambaxiyê hebû di dema sîwîtiya xwe de ki?andi bû. Ne bavê wî ne jî diya wî hate ber çavên wî. Pi?t re hevaljîna wî hate ber hi?ê wî. Hevala wî pir xwe?ik bû. Wan gelek ji hev hes dikir. Belkî ji ber ku her du wek hev bûn lew ma ew qas bi hev ve hati bûn girêdan. Her du bi hev ve bi heskirinê girêdayî bûn. Bi van ramanan ve dilê wî germ bû ê?iya û xemirî. Dilê wî berê gazina ji wî vegerend û berê wan da Xwedayê xwe û got: "Ma mafê te hebû ku te vî zarûkê bê dê hi?t û min jî nîv-jiyan û nîv-ku?tî hi?t!"Di bûyîna Jan de diya Jan çû bû ser dilovaniya xwe. Jan ji pêjna dê bê par ma bû. Ji bo wî jî dema bavê wî jê re goti bû:"Em ê herin ser gora diya te!"Tu pêjnek hestiyarî  ji ser rûyê Jan ne xwendi bû. Wekî qala kesekî biyan kiribe. Heskirina wî ya li hember hevala wî bi tenê bi wî re ma bû. Lawê wî bi xwe ji viya re biyan ma bû. Wî li hember lawê xwe çawa vê ezparêziyê kiri bû! Bi tenê evîna xwe ji xwe re hi?ti bû. Li tu kesî parî ne kiri bû. Ji ber vî awayî ewqas sal in ne zewicî bû jî. Lê berhema vê evînê ku Jan bû wî jê bê par hi?tibû. Pi?tî Jan çû wî bi vê yekê xwe ê?and. Heskirin, evîn çiqas xurt be jî dema di mirov de dîl bimîne mirov bi xwe ve girê bide û eziya xwe dorpêç bike çawa diguhere jehrê û mirov diê?îne… Ew heskirina wî bi sariya Jan ya li hember diya xwe û biyanî-mayîna wî jê re bû jehr… Pê ê?iya. Bi vê ê?ê re gelo ew ê çawa bike ku vê vegerîne rastiyê. Gelo êdî ew ê kari be ji nû ve Jan bi diya wî ve bide nasîn û hestiyariyekî ji dil di Janê xwe de ava bike?...Heta neha xapiya bû. Bi xwe xapiya bû. Wî digot: "Jan bê dê be jî ew ê Janê wî ava bibe li ser zemîna bavîtiyê. Nizani bû ku ew ê valahiyekî kûr û dûr di Janê wî de dê vebe û ew bixwaze jî êdî ew ê nikari be vê valahiyê bigre û dagre. Lê varqilî bû neha ku biyaniyekî mezin di Jan de li hember dayîka wî ya ku bi bûyîna wî re giyan ji dest daye heye. Û ev ji bo Jan ciyê fetisandinê ye. Di dilê xwe de borand ku xwazika Jan ne ?andana. Bila ne çûna, li cem wî bimana. Û vana tevan jê re bi nermî û po?manî bigotana. Lê Jan jê re nî?an kir û çû. Her ti?t eger e ji bo ti?tek din. Her rastî di binê rastiyekî din de ve?artî ye. Carina bi hêsanî der tê pê?iya mirov û carina jî bi dijwarî û bi lîstika mirinê xwe diavêje pê?iya mirov. Bavê Jan di nava van xeman de ye û ew nizane ku dem çawa çû. Hew dît ku dengê hêwirzeyê bi ser der û dora sikakê de ket. Ji hêlekî ve qîjîna zarûkan li kuçeyê, ji hêla din ve dengê qîrîn û hewara jinan e. Hewl da xwe ku rabe ser xwe mêze kir ku bi hêrs cîrana wan di deriyê ku Jan tê de çû ye û li dû wî nîv-vekirî maye re kete hundir. Bi carekî rûyê hevala wî di rengê cîrana wan de hate ber çavên wî û wenda bû. Ji ni?kavê de veciniqî û rabû.Jinikê got:- Hewar e! Malik li me ?ewitî. Malxirab o minalê me tev çûn, ?ewitîn, bazde bigehîje wan.Hê ti?tekî fêm nekiriye. Ew di bandora çûyîna Jan de bû. Û vebeyna hevala wî di rengê cîrana wî de derketibû pê?iya wî û wî ?a? kiribû.- Çi bû?Jinikê bi girîn û qîrê stêrkan dibarand û dîsa digot:- Ma çi ne bû! Agir bi derê wan bikeve… Bila serê wan bixwe bi fîlmê wan û sînemaya wan ve… Agir bi sînemayê ketiye û minalên me tev ?ewitîn!... Bi xem û bi girîn îja vegereand stranê:- Wî lawo! Wî lawo! Wî lawo! Wî lawo têjikê min çû! Wî lawo! Wî lawo!Ji xwe re di ber derî de ?ew?ê erdê bû û ji xwe de çû.Bav çawa ji devê jinikê peyvên "sînema û fîlm" bihîst hi?ê wî ji serê wî firiya. Jan hinekî berê çûbû ji bo tema?eya filmê. Hêz da xwe di ser jinikê re xwe hel çin da û baz da ber bi avahiya sînemayê de. Dît ku li her sikakî girîn û hêwirze heye. Hewar e û her kes diki?e ber bi avahiya sînemayê ve. Bi vê kelecanê bêhna ?ewatê kete pozê wî. Hê nû hîs kir ku derekî di?ewite. Heta jê tê ber bi avahiyê de baz dide. Dengê qirçe qirça ?ewatê jî bihîst. Hinekî ?ûn de dît ku dûman ji avahiyê radibe û alaviyên agir wekî ajalên har di pace û deriyan re der tênê û bi dîwar ve heldiki?in. Her nêz dibû deng bilind dibû. Di nava dengê qirçe-qirça êgir de hêwirze û qîjîna minalên êgir bi wan ketî jî bihîst ku hi? û aqil ji serê wî difirand. Bi çi zorî û kul û halî be xwe gihî?tande ber avahiya sînemayê. Mêze kir gelek mirov li der dora avahiyê kom bûne. Jin xwe hildigirin li erdê dixin. Porê xwe diki?înin. Hewar hewara wan e. Hinek xort jî bi sivikiya xwe  xwe li nava êgir dixin û diçin bi qasê ku ji wan tê zarokan ji nava êgir der dixin û tînin. Lê yê ku diçe bi zarokeke ya jî bi du zarokan li ser milê wî vedigere; êdî ne wêre xwe dîsa li malkambaxê agirê ku dîn û har bûye bixe. Bavê reben çawa digehîje ber avahiyê di nava dengê qirçe-qirça êgir de, di nava hewara jinan de qîrîn û nalîna zarokên avahiyê û yên hatine xelaskirin de xwe wenda dike û diçe xwe li nava agirê dîn û har dixe. Ji bo ku xwe bigehîjîne minalan. Hema çawa digehîje ber zarokên bi qîr û hewarê mêze dike hinek ji xwe de çûne, hinek kuxte kuxta wan e, di nava dûmanê de bi tirs û lerzî xwe vir de û wê de diavêjin. Her yek ji hêlekî ve bi qîr û gazî dibêjin:- Ay dayê! Ay bavo!...- Ez mirim dayê!...Dema evan qîr û hewaran bihîst kezeba wî ?ewitî. Janê wî kete bîra wî. Di dilê xwe de borand ‘gelo niha Janê min dibêje çi? Hewara xwe li kî dike gelo?’Hema kî dikeve pê?iya wî çendan hil digire berika xwe û baz dide derve. Sisiyan bi hev re ji nava êgir xilas dike dibe dervê avahiyê û dîsa vedigere. Dîsa xwe li nava êgir dide. Îcarê êgir bêtir ge? û har bûye. Wekî gurê har geh xwe vir de heldide û geh xwe wê de heldide. Lê bav xwe li nav dide û xwe digehîjîne ciyê minalan. Bêtir hinekî dengê wan kêm bûye. Gelek ji wan ji xwe de çûne û bêdeng ketine. Yên ku ji xwe de ne çûne jî dengê wan ketiye. Bêhna ?ewatê, bêhna go?tê teze, bêhna porê kizirandî hundir tije kiriye. Bi wê hêrsa xwe dîsa dest davêje çendan ku derîne. Yekê digre ber dilê xwe serê lawik bi ser pi?t de diqelibe. Di nava wê dûmanê de berê wî dikeve zarokê hemêza wî. Mêze dike ku Janê wî ye. Bêtir bi kezeb?ewitî di hemêza xwe de wî dijidîne. Lê di vê hengameya hanê de nikare bisekine. Çendên din jî digre xwe tevê wan xwe diavêje derveyê avahiyê. Êdî bêtir bi hêz e. Janê xwe dîtiye û derxistiye derve. Lê deng ji Jan ne dihat. Tenê ser çavê wî yê teze û ?îrîn pê re ma. Di sêwara wî de ma. Fersend nabîne ku vî hal û rew?a Janê xwe bidarizine ku de ka sax e an jî mirî ye.Îcarê tev û Janê xwe çar minalan xilas dike. Wan datîne û vedigere ku dîsa here avahiyê. Dixwaze çend zarokên din jî ji malmîratê agirê har xelas bike. Bi vegera wî re çend kesê cîranê wî ku wî nas dikin dibêjin:- Te Janê xwe xelas kir. Êgir her derê avahiyê girtiye. Êdî çare nîn e ku tu herî hinkî minalên din biînî!Çawa wî dengê hanê diçê, serê xwe vedigerîne û bi awirekî tûj li mêrik vedigerîne. Wekî heyfa vî agirê har tev jê bistîne dibêje:- Na na! Ev bêwîcdanî ye! Evan minalan tev gere yek bi yek ji wî agirî bêne xilaskirin. Tevekî lawên min in. Tev Jan in.Bi hêrs serê xwe vedigerîne û dibeze ber bi avahiyê de. Gaf li dû gafê diavêje û xwe digehîjîna avahiyê. Di nava êgir de dîsa xwe digehîjîne ciyê zarokan. Mêze dike îcarê  kes li piya ne maye. Deng ji kesî der nayê. Tev ji xwe de çûne. Gava ku vê rew?ê dibîne naxwaze di hi?ê xwe de derbas bike ku tev mirine. ‘Na na vana tev ji xwe de çûne. Û divê vana tev derên derve û bêhna paqij bistînîn da ku bi minaliya xwe…..’ Temam ne kir wekî ku hezar kes jê re bibêjin ‘evana kes ji wan sax ne maye!’ Wî ji vî dengê nava xwe yê rastiyê re bersivek bi deng da û got:- Naaaaaa! Ev minal tev dijîn! Janê min jî dijî!.....Ji jor de ji qatî alaviyekî êgir bi parçeyekî darê mezin re hate xwarê û bi ser de ket. Der û dora wî bû agirê sor û alavî da. Û wî agirî dîn bû û har bû. Û lê pêçiya û bi agirê kezeba wî ya sotî re bû yek. Ji çarmedorê wî êgir lê ge? dibû. Ziman ketibû devê êgir û lê dikir gazî. Dengê zarokan di guhê wî de olan dida. Wî agirî digot:- Min wan tevan xwar! Min wan tevan ku?t! Yek ji wan ne ma! Tenê mayî tu!... Îcar dora te ye. Ez ê te bi?ewitînim. Ez evîndarê ewî agirê nava dilê te bûm. Ez ê îcar bi wî agirê nava dilê te re bibim yek… Ez ê bi tîna sotîbûna kezeba te xwe li arê kezeba nava te bipêçim û wê hemêz bikim. Xwe bes bixapîne!... Yek ne maye! Li darê dinyayê yek ne maye! Min xwe gihandiye tevan. Ez tevekan yek bi yek di?ewitînim û wan disotînim. Tu ma yî! Tu îcarê rasterast hatî ketî nava lepê min. Wekî gurekî devbixwîn û çavsor devê xwe veke û dev û rûyê wî gez bike. Û bixwaze wî bixwe rapelikî ser çavê wî. Alavî li ser çavê wî belav bû. Pê re dengek bilind pê ket:- Jiyan Janê min biparêze!...Dît ku hevaljîna (hevsera) wî Jiyan Janê wî hemêz kiriye û di derê avahiyê re derket û çû.*     *     *Li derveyê avahiyê kesên der û dor minalên ku wî xilas kiribû her yek yekî digire hemêza xwe û ber bi nexwe?xaneyê ve dibeziyan. Ê ku ji bavê Jan re goti bû ‘te Jan xilas kir bes e!’ wî rahi?tibû Jan û wî girtibû hemêza xwe û dibeziya. Jan ji xwe de çû bû. Dengê bavê wî yê di nava devê agirê har de bilind bû bû di heman demê de hate gehî?te wan. Dengê bavê ji agir ku got ‘Jiyan Janê min biparêze!’ hate guhê Jan û sews li Jan ket. Bi merezarkî dengekî pir nêzm got:- Dayê!Çawa gotina ‘Dayê!’ ji devê wî derket hate bi ser xwe de. Hew xwe dît ku li binê darê ye. Veciniqî û li der û dora xwe nêrî. Sor bû û fedî kir. Di dilê xwe de got ‘gelo kesê min dît yan na!’ Lê gotina ji devê wî herikî di wê deryaya tarî û kûr de olan da. Dilê wî zîzikand. Bi hestiyarî hejiya. Wekî ku tu avekî germ bi ser serê wî de ber bidî xwarê pê re herifî û heliya. Hê jî diherifî û diheliya.Li ser çavê Can nêrî. Ti?tên ku Can digotin ?epêl didan. Geh nêzm geh jî bilind dihatin guhê wî. Her wekî ew ê sirra hênik dixwest bi nermikî dengê Can veki?îne ji kerika guhê wî. Ne wî ti?tekî got û ne jî Can pê da gotin. Êdî roj diçû ava. Hêz dan xwe rabûn û çûn ber bi avahiya xwe ve. Her du jî bi netêriya xwe verê bûn. Yek jê dilê xwe vala ne kiri bû. Bi dilekî bin barê giran… Yê din ne dagirti bû. Berê xwe dan avahiya xwe û çûn. (………………………)Azad [email protected] 

Agir, Jan, Jiyan
ku