Dem: 14 cotmeh 2007 yek?em(© www.amidakurd.com)Serê pê?în, divê ez diyar bikim ku gava pirsên der heqê zimên de ji min tên kirin, dest û piyên min li hev digerin, ez nizanim çi bêjim. Ji ber ku zimanê Tirkî di her warê jiyanê de di me geriya ye û heya ruh û ?aneyên me di canê me de bi cih bûye. Û em(Kurd) jî me bi tehmhingiviya(!) wî zimanî çêj û tehm kiriye û em bi hev kêfxwe? in. Îcar, hemin ku rew?eke wiha heye li rastê -û ez ne bawer im, Kurdekî ku li Tirkiyeyê dijî karibe bêje ‘na ne wisan e’- ez ê ku ji bo ku karibim aboriya xwe pêk bînim, di hefteyekê de pênc rojan bi zimanê Tirkî matematîkê hînî xortên Kurd ên ji 15 salî heya 18 salî dikim, dûre –ji ber rikdariya gel, a ku hê jî ez di sedema wê negihî?time- zêdetirê têkiliya xwe ya aborî û civakî bi zimanê Tirkî pêk tînim û qada min a jiyîna bi Kurdî di hundirê çardîwarê mala min de asê mabe, ez ê çawan ji xwe re hincet û xuypakiyan biafirînim ku karibim xwe pê paqij bikim (an jî pê xwe paqij nî?an bidim) û plan, proje, rê û rêçik û metodên ji bo xelasbûna zimanê Kurdî ya ji (oto)asîmîlasyonê li pey hev rêz bikim. Na xêr, ez ê nikaribim tu bersîv û hincetan ji xwe re çêkim û jixwe ez naxwazim jî, ji ber vê yekê wekî bersîv dikarim van bêjim: - Projeyek çawan dikare rê li ber pêvajoya asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê bigire?Ev pêvajo di?ibe demê: ew dema ku carinan bi felekê re li hev tê û ji bo gelan projeyên cîhanî çêdike û pêk tîne. Navê wê projeyê jî xwedîbûna sazî û pergaleke dewletî ye û hew! Ji ber vê yekê; tu ti?t, tu bend, tu proje nikare rê li ber vê belaya ku wekî mozeqirtikê bi me ve zeliqiye, bigire. Û navgîna vê pergala (oto)asîmîlasyonê a?ê modernîteyê ye; – û sîmularka ku J. Boudrillard qala wê dike jî ev bi xwe ye û her ferdekî/e Kurd ti?t û camidekî/ê vê çerxa sîmulasyonê ye û bêhaya xwe tê de (û pê re) digere- û tu proje nikare wî a?î bisekinîne.- Hûn kar û xebatên saziyan li ser vê yekê çawan dibînin?Ez xebata tu saziya ku; navê wê bi Kurdî ye, lê belê li wir Kurdî nayê axaftin, an jî Kurdiya ku tê de tê axaftin tenê ji ‘Roj ba?, çawan î, ez ba? im, heval ji min re çaykî bide’ pêk tê, nikarim bibînim. - Kurdî ji nû ve çawan dikare bibe zimanê rojane yê civakê?Wekî çawan min li jor jî got; kîngê ku dem û serdemê bi felekê re li hev kirin, felekê çerxa xwe bi aliyê me Kurdan ve kir, bayekî gur û xwe? li bêndera me jî hat û em jî bûn xwedî sazî û pergalekê, wê hingê Kurdî bibe zimanê rojane ya civakî. Silav û rêzDilawer [email protected] nivîs 412 car hat xwendin. 487 bêje di nivîsê de hene.