Kesên ne li malan
nizanin bi halan.
Carna mirov ji xwe dipirse û dibêje, çima hinek Kurdên me
pirr li ber halê zimên dikevin û diêşin û çima hinek Kurdên me qet li ber halê
zimên nakevin û naêşin? Em bi vê pirsê dikarin berê xwe bidin Martin Heidegger
ku wî ziman wek “mala hebûnê” bi nav
kiribû û ji wir jî em dikarin pişta xwe bidin gotineke pêşîyan ku ew jî dibêje,
“Kesên ne li malan nizanin bi halan.”
Erê, Kurdên ku bi Kurdî najîn û ne di
mala xwe de ne, dê çawa bi halê bi Kurdî bizanin û li ber zimanê xwe (li
ber xwe) bikevin? Ji bo ku mirov bi halê xwe bizane û li ber “xwe” bikeve, gerek mirov di mala xwe de
be, di nava zimanê xwe de be. Helbet ev tenê terê nake, lê şertê ewil ev e.
Wextê ku mirov bi zimanê serdestên xwe dijî, mirov ne ji “xwe” ye û ne “xwe” ye. Heke mirov “xwe”
nebe nikare li ber “xwe” bikeve û
biêşe. “Xwe” ziman bixwe ye. Ew
naêşin; çunkî ew ne “xwe” ne.
Ez ez im, tu tu yî.
Car he ye, em rastî hinek Kurdan tên, ji bo eyba xwe veşêrin
dibêjin, “Ferq nake, mirov bi kîjan zimanî biaxive dibe.” Ew, bi vê gotinê tenê
xwe dixapînin. Ziman feraset, jîyan, tecrûbe, dîrok û bîra milletî ye. Ew bi
tena serê xwe dinyayek e, zimanek tucarî nikare zanîna xwe veguhezîne zimanekî
din. Li ser meselê, me Kurdan ji “derketin”ê,
“der-î” çêkirîye. Qesta me ji “derî”, “der” e. Yanî ew navgîna hanê, berê me dide derve, derve azadî ye,
derve bêsînor e. Ji ber wê jî me Kurdan gotîye, “Hundir bi qurbana derve be.” Lê di Tirkî de, ji heman navgînê re “kapı” hatîye gotin. “Kapı” ji “Kapamak”a Tirkî tê û maneya wê jî “Girtin” e. Awayê fikirîna me û wan ji hev cuda ye.
Xelk dibêje bira, “ew”
dibêjin kirîv.
Sîyasetmedar, rêveber û rayedarên me yên ku Kurdîya wan ne baş
e yan jî bi Kurdî nizanin, wextê ku li Kurdî vedigerin dibin wek zarokên ku nû
hînê zimên dibin. Ev yek, zora wan dibe û desthilata wan a peyvê hildiweşe û derûnîya
wan xirab dike. Zimanê xelkê ji yê wan çêtir e, nikarin li ber xwe bidin. Ji
ber wê jî dîsa li Tirkî, yanî li destlihat û li sermîyanê xwe yê berê
vedigerin.
Di Tirkî de burokrasî he ye, di Kurdî de tune ye. Kurdî, rê
nade vê yekê. Gellek serkar û rayedarên ku di sazîyan de dixebitin, Tirkî
tercîh dikin ku “burokrasîya” wan hespê xwe bibezîne. Mamoste, newêrin bi
zarokan re bi Kurdî biaxivin, zimanê zarokan dirêj dibe, Dixtor newêrin bi
nexweşên xwe re bi Kurdî biaxivin, zimanê nexweşan dirêj dibe. Midûrên beşên
şaredarîyan, newêrin bi karkerên xwe re bi Kurdî biaxivin, zimanê karkeran
dirêj dibe. Gellek Kurdên me naxwazin dev ji Burokrasîya Tirkî berdin. Axaftina
bi Kurdî, burokrasîyê hildiweşîne, lê ev li hesabê wan kesan nayê.
Ku du kes ji mirov re
bibêjin kumê te ne li serê te ye, gerek meriv destê xwe bide serê xwe.
Çawa nexweşîya çavan, nexweşîya dil û gurçikan he be, wisa jî
nexweşîya bişaftinê he ye. Ev nexweşî, bi guhertina zimanê zikmakî dest pê dike
û tesîra xwe li ser hişê mirovan çêdike. Di encama vê nexweşîyê de, hefsarê
hişê mirov dikeve destê zimanekî din û mirov ji “xwe” dûr dikeve. Li bakurê
Kurdistanê, çi sivik çi giran, her kesê ku silava vê dewletê wergirtîye, jehrî
bûye û bi awayekî bi vê nexweşîyê ketîye. Ew kesên ku merhebatîya wan bi
dewletê re zêde ye, di vî warî de, ji her kesî bêtir nexweş in. Li ser meselê,
pîrika ku li gundekî Kurdistanê dijî û bi dewletê re nade û nastîne, ji alîyê
zimên ve sipîsax e û bi ber bayê vê nexweşîyê neketîye. Lê ew kesê ku li
bajaran e û li ser mêrga zimanê dewletê diçêre, ji alîyê zimên ve nexweş lawê
nexweşan e.
Ji bo ku mirov ji nexweşîyê xelas bibe, serê ewil divê mirov
hay ji nexweşîya xwe he be. Hinek nexweşî he ne, cîyekî mirov pê diêşe û mirov
pê derdixe bê nexweşî li kû dera canê mirov e. Lê hinek nexweşî he ne, mirov pê
dernaxe, mirov nizane kû dera mirov diêşe. Nexweşîya bişaftinê, dişibe
nexweşîya qansêrê. Gellek Kurdên me baş hay jê nîn in ku bi vê nexweşîya sosret ketine. Gerek êdî em
bikarin ji xwe re bibêjin, em nexweş in.
Siwarê hespê xelkê tim
peya ye, lê îro zengîn e.
Rutbeya kar çiqas bilind dibe, axaftina bi Tirkî (dereceya
nexweşîyê) jî pê re bilind dibe. Li ser meseleyê, ji dixtor û mamosteyan,
dixtor bêtir bi Tirkî emel dikin. Ji mamoste û karkeran, mamoste bêtir bi Tirkî
emel dikin. Berê te li Tirkî be, derîyên dewletê li te vekirî ne û dewlemendî
ye para te, berê te li Kurdî be, derîyên dewletê li ser te girtî ne û feqîrî ye
para te. Heger em di vê çarçoveyê de li meseleyê binêrin, Kurdên herî Tirkîaxêv
Kurdên herî dewlemend in, Kurdên herî dewlemend Kurdên herî nexweş in. Tu çiqas
bi Tirkî bijîyî tu yê ewqas dewlemend bibî, tu çiqas bi Kurdî bijîyî tu yê
ewqas feqîr bibî. Ne tenê di warê dewletê de, ev di nava sazî û dezgehên me Kurdan
de jî wisa ye.
Kakil dibe qurbana
qalik.
Eger mirov li dû gotinên dirûşman nesekine, wan ji hev
veneçirîne, bi fikr û ramanan xurt neke piştî demekê ew jî ji hukmê xwe dikevin.
Di warê zimên de jî du dirûşmên me yên meşhûr he ne ku rastî vê xezebê hatine.
“Bê ziman jîyan nabe!” û “Zimanê me hebûna me ye!” Gellek kes van dirûşman qîrr
dikin; li ser wan nafikirin û nanivîsin. Jîyana wan bi Tirkî ye û ji xwe re di
nava wî zimanî de dijîn. Yanî jîyana wan ji me re dibêje, “Bê ziman (ku qesta
wan Kurdî ye) jîyan dibe.” Helbet jîyaneke ji kokên xwe dûr û jîyaneke sefîl e
ev. Heke zimanê me hebûna me be, halê me li meydanê ye. Qalik tê guhertin lê
kakil heman kakil e. Şaredarîyên me, tabelayan diguherînin; lê li hundir gellek
tişt bi Tirkî ne. Ev rewş, dişibe rewşa dê û bavên ku navên Kurdî li zarokên
xwe dikin û bi wan re bi Tirkî diaxivin.
Hesp ji destê me diçe,
em bi dû hefsar ketine.
Bala xwe bidin xebatên şaxên Kurdî-Der’an, weku her tiştê me
temam be, tenê rêziman ji serê me kêm be. Ji serê sibê heta êvarê rêziman û
rêziman! Dîn û îman bûye rêziman! Agir bi mala mirov bikeve, mirov naçe bi
baxçeyê xwe danakeve! Ka hişmendîya zimên, ka wêje, dîrok, folklor û çanda
Kurdan?
Nav li ser e, lê
xwelî-liser e.
Wextê ji wan dipirsin dibêjin esl û fesl? Bi serbilindî
dibêjin em Kurd in; lê tu peyva Kurdî ji devê wan dernayê. Ji dewletê, ji ala
wê, ji navê wê hez nakin, îmana wan ji dewletê diçe, lê zimanê dewletê ji devê wan
dernakeve! Ev çi gosirmeta û nakokîya giran e?
Pişt kul e, lewma ziman
dikule.
Wextê mesele dibe meseleya zimanî, sîyasetmedarên me dibin
bîyanî! Heke gotin û kirin ne yek bin, ew ê ji xelkê re çi bibêjin? Ma ew
dikarin ji xelkê re bibêjin, bi zimanê xwe biaxivin? Ma dê xelk ji wan re
nebêje, hûn çima bi zimanê xwe naaxivin?
Ez bi te nikarim, ma ez
bi xwe jî nikarim?
Em, her amade ne ku di meseleya zimên de, berê tîrên xwe
bidin serdestên xwe, em zolika di çavê xelkê de dibînin, lê em gîsinê di çavê
xwe de nabînin. Erê, ji alîyê zimên ve, a niha dewlet nayê rayê, lê îro roj em
çi dikin li vê meydanê?
Em qala çi dikin?
Wextê ku hinek kes qala zimên dikin, dibêjin qey qala tiştekî
li derveyî me dikin. Na. Wextê ku em qala zimên dikin, em qala “xwe” dikin.
Her gîya li ser koka
xwe şîn tê.
Hinek Kurd he ne, di meseleya zimên de çivan didin xwe û
dibêjin, “Bila mirov însan be, bi kîjan zimanî diaxive bila biaxive!” Ma însan,
bê ziman çawa dibe însan? Ma ne ziman e ku awayê ramîn û jîyîna mirov a li vê
dinyayê dîyar dike? Ma wê çaxê, dê yek ranebe ji wan nepirse û nebêje, hûn qala
kîjan însanî dikin? Her gîya li ser koka xwe şîn tê. Heke hûn benikê sor û zer
bûna, hûn ê bi derê hebana xwe ve bûna. Kesên ku li hemberî serdestên xwe li
ber xwe nedane, çanda xwe pêpes kirine, zimanê xwe kirine qurbana berjewendîyên
xwe, dê çawa pişta xwe bidin vê gotinê û qala însanbûnê bikin?
Bahoz
Baran