Gotar 5 deqîqe xwendin

Bîra Kevnar, Şahê Maran û Dezinformasyon

Mîtolojî bîra civakî ya gelên ku wê afirandine ye; bîra gelan nirxên dîrokî, çandî, kevneşopî, folklorî û hemû rengên jiyana wan di nav xwe de dihewîne, ji nifşekê bo nifşeke din tê veguhestin.

Mîtolojî bîra civakî ya gelên ku wê afirandine ye; bîra gelan nirxên dîrokî, çandî, kevneşopî, folklorî û hemû rengên jiyana wan di nav xwe de dihewîne, ji nifşekê bo nifşeke din tê veguhestin. Ev bi xwe re fîgur û sembolan jî diafirînin û hemî bi hev re dibine kodên wî gelî, wê civakê  ku yekser bi bingeha hebûna wan ve girêdayî ne.

 

Dagirkerî, ne tenê dagirkirina welatekî, lê bi her awayî û şêwazî tunekirina bîr, bawerî û rastiya gel û civaka ku hatiye dagirkirine jî. Li ser vê bingehê û ji dîroka dagirkeriyê û vir ve gelek rastiyên me û sembolên me yên kevnar ji çarçoveya xwe ya rastî hatine qutkirin, serobinkirin, dejenerekirin û tunekirin. Ev pêvajo tenê guhertina çîrokekê nîne, lê her wiha destwerdanek li ser bîra civakî û nasnameya çandî ya gelan e. Yek ji nimûneyên herî berbiçav ên vê rewşê ku di demên dawî de bi derewên erzan û rêzefîlmên bêkalîte û erzan ên tirkî tê serobinkirin jî, figura Şahmaran e. Şahê Maran yek ji sembolên herî kevn û bingehîn ên mîtolojiya kurd e.

 

 

Şahmaran - Şahê Maran:

Di çanda kurdan de, figura mar ne tenê wekî hêmana çîrokekê hatiye dîtin, lê wekî hebûnek pîroz û semboleka jiyanê hatiye pejirandin. Şahê Maran di çand û baweriya gelê kurd de sembola bereketê, parastinê, şifayê û zanebûnê ye. Ev bi hezaran sal in wisa ye. Li ser deriyê perestgeha Laleşa Pîroz, heta li ser stûnên T-şêwaz ên 12 hezar salî yên li Girê Mirazan, relîefên maran têne dîtin û ev hemî, delîlên dîrokî û arkeolojîk ên vê pîrozîyê ne.

 

 

Manipûlasyona Çandî û Bîra Dîrokî

Di salên dawî de, girêdana Şahê Maran bi Tarsûsê re û tevlîkirina wê bi çîroka "Lokman Hekîm" re bi awayekî zorakî, nimûneyek ji manipûlasyona mîrata çandî ye ku armanca wê qutkirina vê sembolê ji kok û çarçoveya wê ya dîrokî ye. Sînorkirina Şahê Maran di nav çarçoveyeka erdnîgarî û çîrokek xeyalî de, hewldanek e ji bo ku nasnameya wê ya hezaran salan a Kurdistanî were wendakirin û bêxwedî were nîşandan, an jî li ser van derewan, bixwe lê xwedî derkevin.

 

Di malên kurdan de figura Şahê Maran bi awayê kanavîçe, neqş an jî wêne li ser dîwaran tê daliqandin û wekî mîrateka çandî tê parastin. Tê bawerkirin ku ev figur bereketê tîne malê û malbatê diparêze. Hûrguliyên wekî lingên fîgurê ji maran pêk tên û tac û marên biçûk ên li serê wê, sembolên bingehîn ên vê figûrê ne, avahiya wê ya ikonografîk a eslî temsîl dikin.

 

Derewa bi Lokman Hekîm ve tê girêdan, hewldaneka erzan a serobinkirina vê avahiya mîtolojîk a kûr û gelemperî, dike çîrokeka sade û erzan û wateya wê ya dîrokî û çandî kêm dike. Nema ku, kesek bi navê ”Loqman Hekîm” di dîrokê de nejiyaye. Îsbateka hebûna kesekî bi vî navî di tu çavkaniyan de nîne, tenê di sûreya Lokman 31 ya Quranê de ku hin taybetiyan ji Xwedê girtiye û pêşniyazên baş li kurê xwe kiriye. Lê kî ye, li ku jiyaye, kengî jiyaye, kesek wisa bi rastî hebûye an wekî mînaka tiştekî, wekî sembola tiştekî di Quranê de derbas dibe, ne diyar e.

 

 

Têkoşîna Li Dijî Dezînformasyona Çandî

Serobinkirin û bi dizî û derewan xwedîlêderketina nirx, çand, ziman, kevneşopî, dîrok, çîrok, metelok, gotinên pêşiyan, mamik, folklor, mîtolojî û navên mirovan, yên gul û giyan, yên cih û deveran, guherandina wan û wd. ji kiryar û rêbazên herî grîng û pêşketî yên polîtîkayên asîmîlasyonîst ên dagirkeriyê ne. Wekî ku di mînaka Şahê Maran (Şahmaran) de tê dîtin, qutkirina figûrekê ji koka wê, di rastiyê de destwerdanek li ser bîra dîrokî ya gelê ku wê afirandiye ye. Belavkirina van çîrokên li ser bingeha derew û manîpulasyonan çêkirî û şaş, çi bi zanebûn be û çi bi nezanî, hevkariya vê hilweşandina çandî ye. Helwesta rast lidijderketin û anîna ziman a rastiyan e.

 

Ji ber vê yekê, divê Şahê Maran ne tenê wekî figûrek, lê wekî bîra kevnar a gelekî ku ev bîr nikare ji rastiya wê were veqetandin, were dîtin. Parastina rastiya akademîk û çandî ya çîrokên mîtolojîk, erka bingehîn a xwedîderketina mîrata çandî ye.

 

Ev kiryar, ne tenê serobinkirina mîtolojî û wateya rasteqîn a  Şahê Maran e, lê di heman demê de serobinkirina koka me, şikandina kodên me yên civakî ye ku di nav hezarê salan de bûne reng, teşe û şêwaza jiyana gelê kurd.  Îro bi her awayî; navên me, gotinên me yên pêşiyan, kevneşopiyên me, folklor, ziman, muzîk û mîtolojiya me, bi destê saziyên ku dixwazin dîrokê wekî qumaşekî bi kêfa xwe bibirin, têne guhertin, bi derewên erzan têne xemilandin û wekî "malê xwe" têne pêşkêşkirin. Ew dixwazin bi dizîna sembolên me, bîra me ya civakî kor bikin. Lê divê were zanîn ku çand ne tenê tiştekî maddî ye; ew giyan û kodên gelan e. Her çîrok, her mamik û her dengbêjiyeka me, şahidê vê axa qedîm e. Em ne tenê li dijî diziya dîrokekê radiwestin; em her wiha li dijî qelemên ku hewl didin nasnameya me bi tenê bi "lihevanînên" sexte ve girêbidin, radiwestin!