Nirxandin 1 deqîqe xwendin

Destana Vezayinê

1. Di berbanga biharê de rojê ?itleke helki?ande ji baxçeyê jiyanê, li qeraxê vejînê, li ware bêxwedî –ku bûye tarîstan wê ?itlê danî Bi tiliyên xwe yên zirav û dirêj jiyên deng saz kir. Ji bo di binê awirên tirsê de venemre giyandêriya ?itlê pêlên deng ahenga xwe girtin, û bi lezgînî xwe li ba kirin. Li der û dora ?itla rojê azadî vejen da, rengê sor û ?în bi hev re xwe li avê girtin. Avê pel da xwe, xwe bi asmana ve xist ji bo ku tirêjên rojê yek bi yek bi?o. Xunaviya avê û tirêjên rojê hev hemêz kirin li asmanê bêzagon, bûn yek di ?eva evîniyê de û ji wan têkela rengîn veza... Ava sor û ?în damar damar hilki?iya ji xem û xeyalên xewa mirinê û avê rengê xwe vegerand, û avê rew?a xwe veçirand... Xwîn bu haveyn li ser vezana xaka dîldarên tarîstanê, ji nû ve jîn û jiyan afirî, xwînê cî vegerand... Xwîn vere?iya ji rîçalên pelgê erdnîgariya wenda û ji xwe re li besterûbaran geriya. Newal û çemên ku di birîndariyê de ni?tecih bûne bi hewar û gazî xwe pê?kê? kirin, û daketin bi hêrsa derengmayî. Ji evînê viyan der bû û jiyan pîroz bû li azadiyê... Dilxwazî bû xelata lehiya rûbarên sor û herikî, viyan ji ?itlê re bû destî û pi?teka xweragirtinê, û berê rûbaran ber bi jor ve da, û xwîn herikî ber bi rojê ve.... 2. Roja ku rojê ji asmanan destê xwe dirêjê tarîstanê kir, gulbuhar û zeringer vebûn û dawet û ?ahî li dar ket. Rojê destê xwe dirêj kir ku gulbuharek biçine ji bo pê?kê?î hevhemeziya di asmanê bêzagon de bike. Di nîverojê de li asmanê sayî jê birûsk vejen da û li tarîstanê destê rojê birîndar bû... û sist bûn destên di hev de, govendgêr û berbûrî ji xwe de çûn, bûk û zava gêj bûn ?ev û roj li wan geriya... (lêgerîna ?ev û rojê xwe di xwe de wendakirin e) ?ûrê viyandêr di navbera jiyana dualî de bû bergîdana temen û jînenîgariya evîna bûk û zava 3. ?itil di taldeya per û baskê bazê çiyê de xwe parast, mezin bû... Bazê çiyê di ber xwe da... Baze çiyê bi hêza çiyayê xwedaferîn di ber xwe da... ?itil di talda per û baskê wî de bû terh bû nihal... 4. Bazê çiyê ji ber bêbextiya rûre? tîra mirinê li ser xwe dît, xwe dûr neda, perê xwe dananî, baskê xwe ji bajeniyê veneki?and. Taldeya wî terhê distrand, warê wî nîhalê heldibistand, û baskê rastê birîndar bû... Tîra mirinxwaz ?axê terhê ?e’itand... Tîra bi jana zirav çuqlê nihalê ?ikand... Bi birîndariya xwe baz hewar û feryada xwe di xwe de strand. Dengê raza gencîneya çiyayan bi rengê wolqanan di nava dilê Zagiroz de peqiya, li bilindahiya warê jînê veni?t û tar girt... Evîn vejiya li ba baz, baz bi dengê raza evînê jiy bi jiy strand helbesta evîndariya xwe, û ginciya xwînê ji ser birînê veki?iya, û birîn der bû ber bi jêr ve wer bûn jana zirav û jana re? ji çiyê... bi derbûna birînê re li welatê bilind lehî rabû... Ava ku bi xwînê haveyn girtiye dagirt her derê, û çiyayên bilind tenê bi serbilindiya xwe man Xwîna ku xwe li bejna çiyayan digirt hew xwe ragirt, û tîrêjên rojê di ava xwînê de tewiyan, û bêhna xwîne her ti?t vexwar, û xwîn bi xwe re bû serwer... Rojê hew xwe ragirt atlasa asman vegirte destê xwe li hev pêça û guva?t banga bilind banga giran ji atlasê dawerivî ber bi bazê çiyê ve, banga dawerivandî pertav da per û baskê baz û baz xwe amade kir, û baz xwe amade kir ji bo pê?waziyê, ji navbera her du felqên heyvikên bi heybet kevokek çîl spî afirî, û xwe li tîrêjan girt. bang herikî bi tîrêjên rojê re û bang beriya kevokê gehi?te baz «çiya bi çiya bihesîne! Bazbendê verêke! Delaliya ber dilan wa ye ber bi jêr ve tê!... » 5. Tîra di tarîstanê de li baz wer bûbû dîsa jan da, lê bazê serbilind parast terha xwe, nîhalê bi ê?a xwe parast bi evîna xwe darist... 6. « ax û ax ! xwazika hespe min hebûna bi renge Rex?ê Belek ê Ristem xwazika hespe min hebûna bi rengê Bozê Rewan ê Mem ew min biavêtana ser pi?ta xwe ew min bibirana navsera çiyayên Zagiroz û min têr karibûna bikirana hewar û feryad û min têr karibûna bixwendana jana nava dilê xwe…» 7. Dilê min bi xwîna min re heriki ber bi jor ve, da ku di çiyayan re bigehîje rojê... Dile min heriki ber bi rabûna rûbarê hêviya min a çarparî de, berê xwe da terhê û xwe li nihalê girt... Dengê nalîna bazê ku ji terhê re xwe kiriye talde di guhe min de olan dide, heviya min bi erdê ve çû li du xwegoriyên doza rênî?ana rojê, bi ava avdana baxçevanê evînê re heviya min dawerivî û xwe gihî?tande rahêlê nîhalê... Rahêl û rîçal jê re bûn rê ku ji nû ve xwe vejîne... Hevî ku bû hêvî çû bi ?axên terhê re xwe gehî?tande pelgan da ku bi tîrêjan têrvejen bibe... 8. Rojê di talda baz de bi ser terhê re viyana ciwanevîniyê re?and nihal can wergirt, mezin bû û bû dara azadiyê û raha wê gihi?t ava sor-rengîn Giliyê dilê min xwe bi surra buharê re ber da bu bopisk çû li kulilkên darê danî... Temenê min -bi deh hezarsaliya xwe- rabû ser xwe, xwest xwe dawe?îne ji qirêj û gemarê, û ê?iya temenê min li hember min, û di ber xwe da, Çavê min ji min veqetiya çû xwe li dîmena darê girt... Pozê min ji min veqetiya çû xwe li bêhna gulbuhar û zêrîngerê girt... Guhê min ji min veqetiya çû xwe li dengê strana bazê taldeyê girt... Devê min ji min veqetiya çû xwe li tam û ekla fêkiyên darê girt... Zimanê min ji min veqetiya çû xwe li gotin û têgînên mizgînxêrka li ser pelên darê girt... Destê min ji min veqetiya çû xwe li kar û keda vejena rojê girt... Lingê min ji min veqetiya çû xwe li rêya bahara keskezer girt... Dilê min ji min veqetiya çû xwe li evîna tîrêjên rojê û ava sor û ?ûn girt... Cerga min ji min veqetiya çû xwe li hênkayiya darê girt... Yek bi yek ji min veqetiyan wesleyên min... ez mam bi tenê û evîna min ma evîna min dev ji min ber neda min bi dû xwe xist û berê xwe da ?êwra wan min bi erdê re ki?ki?and bi zor û zehmetî çû xwe avête bextê bextewar da ku roj min biçîne bi tîrêjên xwe dar min vejîne bi dayikbûna xwe û baz min bipareze bi taldeya xwe... Azad ZAL [email protected]

Destana Vezayinê
ku