Di hejmara 19. a kovara W de, li nav
dosyaya bi sernavê "Di Çand û Wêjeya Kurdî de Newroz"
çîrokek bi sernavê "Kurmê şîrî heta pîrî" (r.
13-14) û dîsa, li nav rûpelên kovarê gotarek bi sernavê "Rexne"
(r. 35, 36, 37) yên Aram Gernasî hatine weşandin.
Di van her du berheman de, bi taybet di
çîrokê de, hinek îbareyên ku dikanin xetereyên civakî pêk
bînin hene. Di vê gotarê de ez ê hewl bidim xwe, van peyam û
manîpulekirinên xetereyî munaqeşe bikim. Wekî helbest û romanê,
çîrok jî formeka edebî ye. Edebîyat jî, motemot qisetkirina
bûyeran nîn e: edebîyat sazkirin (kurgu) e, çêkirin e. Ger
bûyereka rastîn bibe mijara berhemeka edebî, cardin ev tesbît
naguhere. Çunke çi dema ku em dibêjin ev berhemeka edebî ye,
hingê em didin zanîn ku ew berhem çêkirî ye. Ger di berhemeka
edebî de camêrek ji çavekî xwe nuqsan, wekî mînak, yekî bi
navê "Hecî Semoyê kor" bi awayekî xirab bête
teswîrkirin, hingê xwendevan têdigihê ku nivîskarê berhemê
dixwaze karakterekî xirab nîşanî xwendevanan bide, ne ku yekî
rastîn. Di kultura kurdên musluman de peyva "korê yekçav"
peyveka naletî ye. Gelekê caran dema ku yek bixwaze ji karekî
xirab dagere dibêje "Nalet li çavê şeytanê kor be!"
Yan jî dema ku karekî pîs bike, dibêje "Wî korê heram ez
xapandim!" Ji vê çendê em têdigihên ku nivîskar di çîroka
xwe de dixwaze vî kesî di pîstirîn dereceyê de nîşanî
xwendevanan bide.Gelo nivîskarek nikane di berhemeka edebî de
kesekî, êl û eşîrekê yan jî gundekî pîs nîşan bide, wan li
ber çavê xwendevanan reş bike, wan bike hedef? Li gorî fikra min
êlek, eşîrek, gundek, ango komeleyeka mirovan bi giştî xirab
nabe, takekesekî bi xwe jî bi giştî xirab nîn e. Lê çiqas
karakter û haletê însanî li vê cîhanê hene tev dikanin di
berhemeka edebî de bêne teswîrkirin, bêne temsîlkirin. Lêbelê
çi dema ku nivîskar di berhemê de nasnameyeka rastîn bide kesekî,
ango nasname û navnîşana êl û eşîrekê, gundekî ku di berhemê
de derbas dibin dîyar bike êdî berhem kirasê masûmîyeta hunerî
ji xwe dike û li ber destê me dibe wesîqayeka rastîn, dibe
belgeyeka sabit. Nivîskarî û weşangerî, berpirsîyarîyên xwe
gelek giran in. Çunke herwekî ku Aram Gernas jî di gotara xwe de
amaje pê dike, bi riya nivîsê, bi taybet bi riya edebîyatê
nivîskar şekl dide haletê ruhîyeya xwendevanan, Şekil dide
refleksên civakê, li gorî niyet û amancekê bandorê li psîkolojî
û hest û fikrên civakê dike. Aram Gernas di gotara xwe ya bi
sernavê "Rexne" de dibêje, "Nivîskar bi hunera
vegotin û nivîsînê ramanên xwe, hizrên xwe û fantaziyên xwe
pêşkêşî xwendevanan dike." (r. 35) "Nivîskar (…)
dixwaze li ser xwendevanan bandorekê çêbike û hin dîtinên xwe
(…) bi xwendevanan bide pejirandin." (r. 36) Niha li gorî van
tesbîtan em têdigihên ku ew di vê çîrokê de dixwaze kînekê
li hemberî Hecî Semo û malbata wî, êl û epên wî, eşîra wî
û gundiyên wî têxîne dilê xwendevanan, derbareyê xelkê Boşatê
de dîtinên xwe bi me bide pejirandin (qebulkirin). Ango, ew
xwendevanan manîpule dike ku li hemberî boşatîyan kînê bigrin.
Jixwe, çi dema ku xelk hate manîpulekirin, tovê dijminiyê hate
çandin, helbet rojekê ev kîn dê zîl bide! Aram Gernas di gotara
xwe de dibêje "Nivîskarek li gor kêfa xwe, li gor hez û
daxwaza xwe çi bixwaze kare binivîse. (…) Kêfa wî çawa bixwaze
wê wisa jî binivîse." (r. 36) Belê, camêr eynen wisa
dibêje. Ew bi xwe di hevpeyvînekê de, ku li
http://www.peyamaazadi.org/ weşiyaye, dibêje min 9 kitêb dane
weşandin. Îcar, meriv heyirî dimîne, yekî ku 9 kitêb weşandine
çawa wisa difikire? Dibêje "Piştî ku çîrok temam bû û
wek pirtûk hate weşandin û gihîşt destê xwendevanan an jî
rexnegiran, êdî bervêderê rexnegîr berhem bi xwe ye. Krîtîkên
rexnegir an xwendevanan li ser berhemê, zimanê wê û hunera wê
ye." (r. 36) Yanî, wisa tê fêmkirin ku ew dixwaze bibêje,
nivîskar li gorî kêfa dilê xwe dikane her tiştî binivîse, lê
kesê ku rexne bikin bila metnê rexne bikin, jê wêdetir nikanin
biçin. Bila nîyeta nivîskar, dîtinên wî, îdeolojîya wî qet
tev nedin. Li gorî wî "erka rexnegir sazkirina pirekê ye di
navbera nivîskar û xwendevan de, vekirina rêyek e bo rêzdariya
nivîskar" (r. 35) yanî, erka rexnegiran ew e ku nivîskaran
rêzdar bikin. Herwekî ku me li jor nîşan da, dibêje, "…
nivîskar ramanên xwe, hizrên xwe û fantaziyên xwe pêşkêşî
xwendevanan dike" û dû re dibêje, "Ango rexnegir nikare
li gor karakter, şexsiyet, başî û xirabî, îdeolojî û heziyên
nivîskar rexnegiriyê bike…" (r. 36) Li hemberî viya bona
nivîskariyê jî dibêje, "Nivîskarek (…) kare li ser
bûyereka qewimandî; bûyereke neqewimandî; çîrokek ji ber xwe va
çêkirî, propagandaya îdeolojiyekê û hwd. be." (r. 35)
Herwekî ku dixuye pîvanên wî bona nivîskariyê gelek keyfî ne,
li muqabilî vê yekê, çiqas jê hatiye çeper li dora rexnegiran
tengtir kiriye, tenê riya rêzdarkirina nivîskarî nîşan daye.
Behsa etîkê jî dike, lê tenê bo rexnegiran. Dibêje "Di
rexnekirina berhemekê de etîk pêwîst e." (r. 37) Ger li
deverekê erdelerzek çêbibe, ku ev afateka siruştî ye, wekî
mînak di 17ê tebaxa 1999an de li Yalovayê erdlerzek çêbû, gelek
avahî û bîna ruxiyan. Paşê, ji ber avahiyên ruxiyayî mutehît,
muhendis, kontrolor, şaredarî… ango çi kesên ku di çêkirina
wan avahiyan de roleka wan hebû giş hatin darizandin. Her kes li
gorî berpirsiyarî û qusûrên xwe mehkûm bû. Bona ku bîna
ruxiyane qey dê tenê hesin û beton bihatana darizandin? Herwekî
tê zanîn, moloz hatin analîzkirin bê hela dozaja betonê û hesin
çi ye. Li gorî encama analîzên cihê bi cihê yên wekî
saxlemiya zemînê, pilansaziya bajarvaniyê û hwd. qusûrên ku
hatine kirin tesbît bûn û berpirsîyar hatin mehkûmkirin. Mexdûr
jî hatin qerebûkirin (tazmînkirin). Madem ku ev wisa ye, gelo dê
çima heman pîvan bona berhemeka edebî jî derbas nebe? Di serî de
nivîskar, edîtor, weşanger, şêwirmendê huqûqê yê weşanê…
Ma giş ji nivîsandin û belavkirina berhemê ne berpirsiyar in? Ger
di berhemeka edebî yan gotarekê de qusûrekî ciddî hebe dê hesab
ji kê bête pirsîn? Aram Gernas dibêje "Bervêderê (muxatab)
rexnegir ne nivîskar e, berhem e." (r. 36) Yanî ev tê vê
wateyê ku, li gorî cenabê wî xwendevan dê bi kaxiz û peyvan re
muxatab bibin ne ku bi nivîskarî re. Gelo çima nivîskar dikane li
gorî kêfa xwe li ser xwendevanan bandorekê çêbike û hin dîtinên
xwe bi xwendevanan bide pejirandin; ramanên xwe, hizrên xwe û
fantaziyên xwe pêşkêşê me bike, propagandaya îdeolojiyekê
bike û çima em ê nikanibin ramanên wî, hizrên wî, fantaziyên
wî, îdeolojîya wî û propagandaya wî rexne bikin? Ev çawa
pîvanên edebî ne, ev çawa dibin pîvanên nivîsînê? Dema
ku meriv çîroka Aram Gernasî dixwîne, li hemberî gundê Farqînê
yê bi navê Boşatê, bi taybet li hemberî Hecî Semo, Rezoyê Koso
û eşîra Mala Koso li hîddetê siwar dibe, kîna wan dikeve dilê
meriv. Meriv dike ku hema rabe here di serî de cezayekî baş bide
wî korî; ger ew bi dest neket, ji Malbata Hecî Semoyê kor yekî
biqefêle û heyfê jê bistîne; ger ji malbata wî kes bi dest
neket ji Mala Koso yekî biqefêle, hema ji êl û epên Boşatî kî
rast hat!... Çunke Aram Gernas dibêje, "Divê li pêşberî
van nemerivan tirs nehata nîşandan, ji ber ku piraniya mêrên
boşatî yek bi yek ji mêrxasiyê dûr bûn û nedipizivîn".
(r. 14) Û di dawiyê de jî dibêje "Boşatiyan car din rûyên
xwe yên derewîn nîşan dan û bûn koriciyên yekem di herêmê
de. Wek ku pêşiyan gotiye ‘Kurmê şîrî heta pîrî!’"
(r. 14) Em dikanin wisa bibêjin ku Aram Gernas bi van gotinan ji
xwendevan dixwaze ku divê qet ji boşatiyên hov ku ji mêrxasiyê
dûr in û derewan dikin netirsin. Heyfê ji wan bistînin, wan tune
bikin. Çunke ew hem dijminê kurdan in û hem jî belayê serê dinê
ne. Wekî mînak, ji şivanekî ku xwestiye piştgiriya boşatiyan
bike, bi devê Alanî jê re dibêje "Eger tu kurd bî,
piştgiriya boşatiyan ne doza te ye!..." Bi gotina "Kurmê
şîrî heta pîrî!", ku hem sernavê çîrokê ye û hem jî
peyva dawîn ya çîrokê ye, bi me dide zanîn ku xirabî û
derewgoyî di genên boşatiyan de hene. Aram Gernas di çîroka xwe
de derbareyê boşatiyan de dewam dike, dibêje "Piştî Alan du
komên xortan jî, ji çiya daketibûn xwarê û ketibûn tomika mala
Hecî Semo. Kor korê Xwedê ne, nîvkor belayê serê dinê ne..
Malbata Hecî Semoyê kor, van xortan destelep diqefêlin, wan ji
kuştinê xirabtir dikin, dest û piyên wan girêdidin û wan
teslîmê polêsan dikin." (r. 14) Dû re bi zimanê bîrhatinan
wisa dewam dike, "Di navê de salek derbas bûbû û di wê
navberê de gelek tişt guherîbûn. Tayina efserekî tirk ê bi navê
Fehmî Altinbîlek hatibû qezayê. Ev efser bi xedarî û
nîjadperestiya xwe li seranserî Tirkiyeyê naskirî bû. Armanca wî
damezrandina MHP’ê bû. (…) Bêguman boşatî dîsa derketibûn
şanoyê. (…) Boşatî cardin man di stûyê Alan de. Eger boşatî
bihatana îknakirin û wan dev ji efserê tirk û MHP’ê berdana,
yên mayîn nedibûn xetereyeke mezin. (…) … Alan bû mêvanê
Rezoyê Koso ango serokê eşîra Mala Koso. Boşatiyan Alan û
malbata wî baş nas dikirin. (…) Di dawiyê de dor hate ser pirsa
esehî û sê roj û sê şev zar û ziman ketin cezbê. Zarê aqil û
zanînê, îkna kir serokê eşîrê û bi bext û sê kevirên avêtî
dev ji MHP’ê û efserê tirk hate berdan." (r. 14) Herwekî
ku tê dîtin Alan bi tena serê xwe çûye nav van nemerivên hov
yên ku belayê serê dinê ne, ji mêrxasiyê dûr in û derewan
dikin, sê roj û sê şev zar û ziman jê aciz bûne ketine cezbê,
zarê aqil û zanînê yê Alanî zora eşîra Mala Koso biriye.
Rezoyê Koso li ber Alan sê telaqên xwe avêtine ku ew û eşîra
xwe hatine îmanê! Lê ji ber ku di genên wan de xirabî heye, pişt
re dîsa rûyên xwe yên derewîn nîşan dane û bûne koriciyên
yekem di herêmê de! Aram Gernas di çîroka xwe de boşatiyan bi vî
awayî bi me dide nasîn, wisa nîşanî me dide!
Min bi xwe hîç estetîkeka edebî di
vê çîrokê de nedît; di ziman û awayê honandin û vegotina wê
de jî nedît. Ji layê mentiqê jî hemin wisa ye. Wekî mînak, ji
ber ku di çîrokê de behsa 12ê îlonê û behsa efserekî tirk yê
bi navê Fehmi Altinbilekî dike, lewre meriv dikane dema bûyerê
texmîn bike. Bi qasî ku di bîra hevalekî Farqînî de maye, Fehmi
Altinbilek (pileya wî yüzbaşi yan jî üstegmen bûye) di sala
1977an de hatiye Farqînê. Li gorî gotina Aram Gernas bûyera Alan
û boşatîyan jî salek berî hatina wî rû daye, hingê em
têdigihên ku sal 1975-76 e. Di destpêka çîrokê de dibêje,
"Berê meriv ji cihekî biçuya cihekî din li kolanan, li ber
malan, li ser sergoyan, li qeraxê rê û dirban rastî gelek tekerên
kevn dihat. (…) Bi tevayî çardeh teker û du şûşe don du roj
berî agirvêxistinê li bilindahiyeke çiya hate veşartin. (…)
Grûba Alan ji heft kesan pêk dihat. Bêguman gelek grûbên cuda
yên din jî hebûn û her grûbek li bilindahiyekî bi cih bûbû."
(r. 13) Divê meriv bipirse, gelo li salên 1970yî li Farqînê 14
wesaît hebûn? Ger her grûbek 14 teker biribin, ji ber ku li deh
ciyan agir vêketiye, tê fêmkirin ku deh grûb hebûne, hingê dibe
ku li dora 140 teker birine bilindiya çîyê. Wê demê fabrîqeya
Lassa nîn bû, li Tirkiyeyê hilberîna tekeran çênedibû. Tekerên
Pirelli û Good-Year malê îthalê bûn, ji derve dihatin. Tekerên
wesaîtan heta ku wesle bi wesle ji hev de diketin jî, dîsa dihatin
pînekirin (teker bi ser tekerî ve qableme dikirin), kesî teker
nediavêt ser sergoyê. Gelo ev çawa bûye ku li salên 1970yan li
Farqînê, hema li her derê; li kolanan, li ber malan, li ser
sergoyan, li qeraxê rê tijî teker bûne?
Dîsa dibêje, "Dema zeraqa tavê
sor bû û ber bi avabûnê ve çû, agir bi tekeran ket. Di nav çend
deqeyan da li bilindahiyan şewqa bi dehan agiran çiya ronî kir…"
Ji vê dîmenê meriv têdigihê ku bi avabûna rojê re teker hatine
vêxistin. Êdî dinya tarî dibe. Aram Gernas dewam dike: "Xort
ketin milê hev, li dora agir ketin govendê û bi stranên Newroz û
azadiyê çiya ji nû ve vejinandin.Êdî wextê dagerê hatibû û
agir jî hikmê xwe winda kirbû. Alan û hevalên wî bi kêf û
henek û laqirdiyan ji çiya şiqitîn xwarê. (…) Li qûntara çiyê
çend malên Boşatiyan hebûn. (…) Her kesî wisa hesab dikir ku
milet ji bo seyra agir derketiye der û li hev civiyane. Lê Alan
ketibû şikê û vê civanê ne ji xêrê re şirove dikir, lewra
baweriya wî bi Boşatiyan tune bû û nediket serê wî ku Boşatî
kêfa xwe ji agirê Newrozê re bînin." (r. 13) Roja 20ê adarê
li Farqînê saet di 17: 35an de roj diçe ava. Vêketina tekeran jî
bi qasî sê-çar saetan dewam dike. Lewre em dikanin texmîn bikin,
dema ku Alan û koma xwe ji çiyê vegeriyane, kêm-zêde saet li
dora 20: 30 bûye, yanî bi qasî du saet-du saet û nîv piştî
nimêja eşayê. Niha divê meriv mentiqen bipirse ku, gelo wan di
nav tarîtiya şevê de çawan xelkê lihevciviyayî dîtine?
Herwisa, Alanê ku serokê komê ye, ger boşatiyan wisa baş nas
dike û baweriya wî bi wan nayê, hingê hezar rê hene ku meriv ji
çiyê bişiqite jêr, ma îcar çima diçin di nav malên boşatiyan
re derbas dibin? Gelo dema ku wan ewqas teker jêr de biribûn
bilindiya çîyê çima kesî dengê xwe ji wan re nekiribû? Ez ê
çend dîmenên ku di tarîtiya şevê de diqewimin jî pêşkêş
bikim: "Bozo Miheme berî hemûyan giha hinda xelkê
lihevciviyayî. Heta ku Alan û yên din gihan hinda wan, Hecî
Semoyê yekçavî destê xwe kiribû qirika Bozo Miheme û li vî alî
wî alî ew dihejand û dida xeberan. Alan têgihişt ku roj xirab e,
ji hogirên xwe re got:- Hecî Semo min nas dike. Ez ê wî mijûl
bikim, hûn nesekinin û birevin. Hûn vana nas nakin!... Vana hov in
û dikarin li ser çengek av şer bikin. Ev malên qûntara çiya,
hemû merivên hev in û ger şerek biqewime sed kes dikarin li ser
merivekî bipiçikin.Alan xwe gihand Hecî Semo, Bozo Miheme ji nav
dest û lepên wî derxist û îşaret dayê ku bireve. Hecî Semoyê
kor guh nedida tu tiştekî û ji merivtirê serê wî hatibû
şûştin. Hewldanên Alan pere nedikirin, dora wî hêdî hêdî
dihate girtin û diket nav çembera êl û epên Hecî Semo. Ji nişka
ve, ji paş ve mirdiyaqekî spîndar di çemstûyê Alan de deng
veda…Êl û epên Boşatî bi carekê bi dû wî ketin. Dema ku
giha serê rezan, şivanekî ku li serê rezan pez kiribû mexel,
dest avêt kevir ku biweşîne Alan." Roja bîstê Adarê, êvara
Newrozê, nîvê şevê, ku wan salan hîn ku ewqas bendav li herêmê
çênebibûn, li çiyê berf heta serê nîsanê jî nediheliya. Lê
bala xwe bidnê ku pez li çolê hatiye mexelkirin! Û jixwe, her
tişt wekî nava rojê dixuye! Aram Gernas di gotara xwe de dibêje,
"Ango nivîskarek dikare ‘esamanê sahî’ wek barîna berf û
baranê rave bike; …" Ev, li gorî stîla vegotina metnê
diguhere; ger ne metneka surrealîst be, metneka realîst be, tew di
ser de jî nav û navnîşana kes, gund, êl û eşîrê diyar be,
wext diyar be (1975-6), mekan diyar be, ev bêmentiqîyên hanê, ji
qewlê tirkan ve, tenê dibin çuvallama û ne tiştekî din. Gelo
nivîskarek dikane di metneka realîst de bibêje, wekî mînak, dema
ku li Farqînê di çileya zivistanê de berf dibariya ez çûbûm
ser dara tûyê min tû dixwarin? Em dewam bikin, bê hela di nav
tarîtiya nîvê şevê de -heke taveheyv nîn be meriv nikane du gav
pêşîya xwe bibîne- di wê serma û seqemê de çi diqewime?
Dibêje, "Wê hingê Alanê ku nedixwest çekê bi kar bîne û
bikeve sîngê xelkê, demaçeya xwe ji ber xwe kişand û kuta serê
şivan. şivan kevirê destê xwe di ber xwe de berî erdê da û wek
şiva nava avê ricifî. (…) Bi lez û bez ji wê derê reviya û
kete kolana ku derdiket alî bajêr. (…) Di kuçeyê de jin û
zarokên wan, di destê wan de dar û kevir pêşî li Alan birîn.
Dema Alan çav bi jin û zarokan ket demançeya destê xwe kir ber
xwe û veşart û li nava komê xist û derbas bû. Gelek derbên
keviran xwar lê bi selametî xwe û hevalên xwe xilas kir." Ev
tev di tarîtiya şevê de çêbûne. Ma ev jin û zarokên boşatiyan
bi şev jî ranedizan? Wan salan ne elektrîk ne jî televîzyon
hebû. Êvarê, hîn ku mirîşk lîs nebûne xelkê gundan di xew ve
diçû. Lê di çîroka Aram Gernasî de nîvê şevê boşatiyên
hov bi jin û zarokên xwe ve li nav kolanên gundê xwe bi dar û
keviran li benda Alanî û koma wî sekinîne. Wî jî, bona ku
zarokên piçûk netirsin, mîna şovalyeyekî bi centilmenî
demançeya xwe kiriye ber xwe û wekî gurê adarê li nav koma wan
xistiye, xwe û hevalên xwe ji van dijminên Newrozê û kurdîtiyê
xelas kiriye!Ger çîroka Aram Gernas bi tevayî mubalexe nebe, ango
derbareyê boşatîyan de bingehek jê re hebe jî, lê ez wisa bawer
dikim ku ew muxalefeta boşatiyan ne ji ber dijminiya kurdîtî û
Newrozê bûye. Tu sedemeka maqul ji vê yekê re peyda nabe. Jixwe,
nivîskarî bi xwe jî vê yekê nîşan nedaye. Tiştekî bi zanebûn
li meydanê nîn e, tenê reflekesek dixuye. Li welatê me pirraniya
kesên ku bûne korucî bi zanebûn, ji kerema dilê xwe nebûne. Yan
zorê li wan kirine, yan ew xapandine, yan ji ber nezanîyê, yan jî
ji ber sedemekî din ji neçarî ketine nav vî karî. Ev tesbît
bona hemî kurdên ku wekî xayîn têne zanîn jî derbas dibe. Yên
ku temenê wan ji sihî jortir e, tev pê dizanin ku, heta salên
1970yan li welatê me gundî ji ber tadaya bajariyan nediwêriyan
biçin bajêr. Çi gundîyek ku çûbe qesebayê û lêdan nexwaribe
nîn e. Wê demê di çavê gundiyan de bajarî beg bû, mîre bû,
arîstokrat bû; bajarî eraqxwir, pêxwas, fenek, qurnaz bû; bajarî
alîgirê cendirme bû, alîgirê hukûmetê bû, qereqol û
hepisxane di bin nufûza wî de bûn… Ev yek li gundên Farqînê
jî hemin wisa bû. Mehdî Zana, Felat Dilge? di berhemên xwe de
behsa vê yekê dikin. Heta wê demê çi gundiyek bihata nav çarşiya
Silîva, xelkê bajêr, heta ku esnafan û bi taybet zarokên
farqînîyan anebûyî dianîn bi serê wan de. Ez wisa texmîn dikim
ku vê rewşa sosyolojîk di nav psîkolojiya xelkê gundan de
bandoreka kûr kiriye. Ji ber ku Boşat nêzî Farqînê ye, wan hîn
kûrtir hîs kiriye. Lewre çi tiştê ku farqînî (bajarî) jê hes
bikin, wekî reflekseka psîkolojîk, di çavê gundiyan de xirab
dixuye. Çi tiştê ku farqînî jê nefret bikin, îcar dê ew jê
hes bikin. Reqabeteka korankî; ger reqîb got "sipî" ew
dê wekî reaksîyonek bibêje "reş". Niha ew rewşa xirab
guherîbe jî lê texrîbatên wê, bineşeyên wê hîn jî hene;
nexoşiyên wê hîn jî di nav psîkolojiya civakê de, di nav hişê
hinde merivan de têne xwedîkirin. Îcar li nivîskarên me ev
dikeve ku, vê rewşa ne xweş di mifaya miletê me û îstîqbala wê
de, bi rêya edebiyateka bilind, bi estetîkeka hunerî analîz
bikin; birînên me yên civakî derman bikin, ne ku rabin di sala
2008an de birînên wisa kevn ku di rabirdûyê de mane ji nuh ve
biqeşêrin!Min li ser xerîteyê bala xwe dayê. Gundê Boşatê (bi
tirkî: Boyunlu) texmînen bi qasî 10 km li bakurê rojavaya Farqînê
dikeve. Dîsa, ger qisetkirina Aram Gernas mubalexe nebe, ger bi
rastî jî tiştekî wisa çêbûye, hingê ji meriv re guman çêdibe
ku, gelo çima van xortên Farqînê agirê Newrozê li çiyayê
pişta Farqînê yan jî li derûdora bajêr vênexistiye û li dora
êgir govend negerandiye, stranên Newrozê û azadiyê negotine,
çima rabûne ewqas cî çûne li jorê gundê Boşatê vî karî
kirine? Vêxistina agirê Newrozê li wan salan cirmekî giran bû.
Dibe ku ji ber wê qurnazîya bajarîbûnê, wan xwestiye vî sûcî
bikin stûyê gundîyan de. Te dî ez im, nedî diz im! Yanî, ger
operasyona komandoyan çêbû, jixwe, dikeve stûyê gundîyan, na,
ger kes nehat girtin, mêrxasî dê bibe pahra xortên Farqînê.
Îhtîmal e ku boşatîyan şik birîye ser vê yekê, rabûne pêşîya
wan biriye, ew qefaltine. Bona ku vêxistina agir di milê wan de
nemîne, bona ku komando neavêjin ser gund, bona ku pêsîra xwe ji
destê hukûmatê xilas bikin, bona ku jin û qîzên wan nebin bi
rojan li qereqolê, di tabûra leşkerîyê de hezar fiêlên xirab
bi wan nekin, rabûne ew teslîm kirine. Çunke Aram Gernas di çîroka
xwe de behs dike ku sed mêrên boşatî ketine pey Alan. Ger wisa
be, di vir de jî tu hovîtiyek, nemerivîyek, nemêrxasîyeka
boşatîyan nîn e, herwisa, dijminiya kurdîtî û Newrozê jî nîn
e, tenê reflekseka sirûştî ya xweparastinê li meydanê ye. Ew ne
belayê serê dinê ne, Alanî û hevalên xwe bela biriye ber derîyê
wan! Di vir de yên sûcdar ew in, ku doza şoreşgerî û kurdîtîyê
dikin lê çalakiyên xwe bi binfiskîyê dikin. Paşê jî radibin
bûyerê vajî dikin, qabîliyeta nivîskarîyê suîstîmal dikin,
xwe dikin qehreman û gundiyan dikin hedef. Hingê ger boşatî bûn
koriciyên yekem di herêmê de, ev sûcê Alanî û yên wekî wî
ye. Ev e, li nava meydanê ye ku wan bi vê kirina xwe baweriya
gundîyên nezan ji kurdîtîyê şikandiye û ew xistine hembêza
efserê tirk! Ez ê çend gotinên dawîn bo berpirsiyarên
kovara W bibêjim. Di vê hejmara navborî de dosyayek bi sernavê
"Di çand û wêjeya kurdî de newroz" amade kirine. Meriv
tênagihê ku bê hela çi eleqeya vê çîroka navborî bi vê
dosyayê re heye? Herçendî peyva Newrozê di çîrokê de derbas
bibe û wekî detayek vêxistina tekeran hebe jî lê temaya vê
çîrokê dijminiya boşatîyan e. Ger yek rabe, wekî mînak,
gundiyên yek ji amadekarên kovara W, êl û eşîra wî/wê,
malbata wî/wê, bi vî awayî bike hedef, wisa heqaret bike, gelo dê
dîsa biweşandana? Wisa dixuye ku, yan ev yek li hesabê wan jî
hatiye yan jî pîvanên wan ên weşangeriyê keyfî ne. Ger wisa
be, keyfiyet, ne pîvaneka etîkî û zanistî ye. Ji beşa nasnavê
kovarê tê xuyakirin ku şêwirmendê huqûqê yê kovarê jî heye.
Weşanger û sazîyên kurd ji ber ku hertim rastî neheqîyên
dewletê tên pêwîstî bi şêwirmendekî huqûqê dibînin. Lê ez
hêvî dikim, bila ji şêwirmendê xwe yê huqûqê bipirsin -em
etîka weşangeriyê bidin alîyekî- bê hela ev îbareyên ku di vê
çîrokê de bi vî awayî derbas dibin di huqûqa heyî de teqabulê
çi dikin? Gelo bi riya kovara wan mafê merivan nehatiye îhlalkirin?
Herçendî di beşa nasnanavê kovarê de îbareyek wekî "Her
nivîskar ji nivîsa xwe berpirsiyar e" hatibe nivîsîn jî
gelo dîsa bi rêya çapemeniyê (kovara W) nebûne sedem ku gundek,
êl û eşîrek, kes û malbat bibin hedef? Bi riya kovara wan
grûbek, komeka civakê alenen nehatiye tehqîrkirin, li ber çavê
xelkê nehatiye reşkirin? Heqaret li Hecî Semo, li Rezoyê Koso, li
eşîra Mala Koso, li êl û eşîra Boşatê, li gundê Boşatê, li
boşatiyan nehatiye kirin? Aram Gernas Hecî Semo wekî belayê serê
dinê nîşanî me dide û dibêje, "piraniya mêrên boşatî
yek bi yek ji mêrxasiyê dûr in". Piranî, çi ye? Ji % 51
bigre heta ji % 99ê tevahîyekê ye. Min di vê îbareya Aram
Gernasî de kêmtir wekî ji % 90 fêm kir. Îcar bi van îbareyên
ku dibêje, "Vana hov in!", "Boşatiyan car din rûyên
xwe yên derewîn nîşan dan …", "Alan (…), baweriya
wî bi Boşatiyan tune bû û nediket serê wî ku Boşatî kêfa xwe
ji agirê Newrozê re bînin" ne ku pirranî, yanî ne ku ji %
99, hemî boşatî têne qestkirin. Hema bila tev korucî bin jî,
gelo heqê me heye ku em wisa heqaretê li cemawerekê bikin? Ji layê
din ve, gelo bi rastî jî wisa ye, boşatiyên ku di riya têkoşîna
neteweyî ya kurdî de şehîd ketibin, nîn in? Wekî encam, ez bi
xwe gundê Boşatê ya bi ser Farqîna Diyarbekirê nas nakim, min ev
gund bihîstiye lê qet nedîtiye. Herwisa, min di temenê xwe de çi
kesek ji vî gundî, yan jî ji êl û eşîra Boşatê nedîtiye û
nas nekiriye. Hîn jî nas nakim. Lê ez birêz Aram Gernasî şexsen
nas dikim. Du-sê caran me bi hev re çay vexwariyê. Min li panelekê
guhdariya cenabê wî kiriye. Derbareyê wî de bi qasî serê
derzîyê tu fikrekî min ê xirab çênebûye, tu sedemek jî nîn e
ku çêbibe. Berevajî, digel ku min qet berhemeka wî nexwendibe jî
lê ji îfadeyên wî min bihîstibû ku bi zarê kurmancî roman
nivîsîye, werger kirine, gotar dane weşandin, redaktoriya kovaran
kiriye. Ev yek bûye sedem ku ez wî teqdîr bikim. Herwisa, ez
hindek kesên ji berpirsiyarên kovara W jî nas dikim. Tu alerjiyeka
min li hemberî wan jî nîn e, berevajî, ji ber ku ew xizmeta
edebîyat û zimanê kurdî dikin, ez wan teqdîr dikim. Lê ez di
van metnan de heyirî mam, wijdanê min tehemul nekir. Divê ez bidim
zanîn ku tu xêreka van metnên wisa ji çand û wêjeya kurdî re
tune ye, herwisa, xêreka wan bo nivîskarî û kovargeriyê jî nîn
e. Berevajîya wê, dikanin serê ciwanan tevlihev bikin, li ser navê
çand û wêjeya kurdî merivî di şermê de bihêlin û îhtîmal e
ku di nav civakê de jî bibin sedemê nexoşiyan.
Diyarbekir