Nirxandin 1 deqîqe xwendin

Di nava dengên _ikestî de

Dem: 17 hezîran 2007 yek?em(© www.amidakurd.com)Cara yekem min tu kengê dîtî, nayê bîra min. Ew aliyê te yê bi efsûn, ew sekana te ya wêrekî û jîrewarî bû ku bala min ki?andibû ser xwe, wisa xwerû û ji dil... Têgîhî?tim ku em ew gulên bejî yên  asî û berxwedêr bûn ku hin xêrnexwazan dixwest me  ji kokê bike.Pi?tre, em li peravê golê dime?iyan. Me behsa wan hêstirên te yên rengê ?erabê kir ku diherikîn nava behra bi pêl a Homeros. ?aîrek digot: "Hestirên çavan jî weke kulîlkan dibi?kivin". Tê bîra te em çiqas li bendê man ku bibi?kivin. Ne ew Îsayê ku Lazarus ji mirinê rakir, ne jî ew Muhammedê ku hilket asîman, karî xewnên me yên hênik ?ûnve bîne. Her aliyê me ê? û elem, her bîranînek me tijî ?în, ?aristanî çawa jî hêdî hedî bi bayê xwe pûç dibe. Kolanên bajarê ku lê dijîm her sibeh bi ava gulan were sû?tin jî, me dizanibû ku paqijî ne wisa ye. Ev bajar  bi  vitrînên xwe yên  tijî bi marqeyên bi navûdeng û bi harmoniya mirovên ji netewên curbecûr, di?ibe jineke bi efsûn ku qedrê mirovan nizane.Bibîhîse wî dengê min ê ?ikestî. Dixwazim di nava ê?a li ser ruyê te de bijîm.  Ew navên ku ji me diqetiyan û diçûn, heryek ji wan sondek bû di temenê me de hatibû neqi? kirin. Bila a?ît ranebe ji çiyayên te. Bila dayîk  ?înê nekin di siya bêdengiyê de! Rastîyên te hi?k in weke granit, avuhewa te talan e: Ew Mizgîn, ?îlan, Evîn, Rojhilat nebûn ku heryek ji wan bûn efsaneyek di wan ?evên re? ên bi leke de. Dirêj ke wan destên xwe yên makî. Dirêj bike  da ku dîrok destê xwe li serê me de.Di nava tenyabûna nasnameya xwe ya penaberiyê de, neynik didim ber rastiya xwe. Li quntarên çiyayên qerac ên ku weke devê ?ûran ber bi asîman ve bilind bûne, qewmek heye bi hezaran salan e dilbirîn e û  îro ketiye ber bayê kenê celadan. Em ew bûn ku av û agir dîtibûn û xwedî lê derketibûn, lê me nezanî bi kar bînin. Li ber deriyê perestgehan em li rastiya xwe geriyan, em hatin ve?artin di nava lekeyên ronahiya xwelîrengî de, hatin wendakirin di nava dengên çemên pîroz de û em hatin defin kirin di nava wê qêrîn û fîgana ku ?evên kortarî perçe perçe dikir.Ev çendik û çend payîz e, ev kîjan îlon e, kîjan çûyîna te ye? Kulîlkên Akasyayê zer bûn,  pelên rengê paxirî ji ber xemgîniya min diwe?in. Ez pê li pelan dikim dime?im, ew e?a ku kon dagirtiye di nava dilê min de bi destên xwe  digirim. ?în û dîrok me ba? nasdikin. Ez ê hê çend demsalên din bijîm. Divê ez biçim ji vî bajarî ku min difetisîne bi ?aristaniya xwe. Diya min hîç ji xewa min dernakeve. Di vî temenî de ez hê jî  di nava hestên sêwîtiyê de me. Min bêriya bêhna xwezaya bejî kiriye. Ez ditirsim têge û fereseta demê wenda bikim. Ev bû çend demsalên min li sirgûnê me, hîç nizanim.Ev ?erê dîn û har nizane bisekine. Li  aliyekî  çavên bi tirs, mal û xwezaya ?ewitî û   qewmek xizan ku nikare kilamên xwe bibêje û çîroka ê?a xwe bîne ziman, li aliyê din dîroka bi derewan hatiye werimandin û ew mehlûqatên ku behsa kokanînê dikin û li hemberî demê li ber xwe didin. Dizanim roj wê bê ku ev mirin û ev derew bisekinin, lê ji ber hestên derengmayînê, êdî extiyarî xwe davêje ber min.  Amade me,  rêwî me. Dixwazim li wê ke?tiya xeyalî siwar bim û ber bi dengê dilê xwe ve biçim. Ger neçim, ev deng wê min bikuje! Dixwazim  babireka ke?tiyê vegirim ber bi avûhewayeke nû û xewn û xeyalên nû ve. Ev rêwitiyeke ta mirinê ye, wê sekan nizanibe. Dixwazim di rêça lingên dîrokê de dakevim kûrahiya demên borî û ji bo pê?erojê tê de li deriyê rizgariyê bigerim. Dixwazim giyana xwe ya perçe perçe dîsa li hev kom bikim, zarokatî û kenên xwe ji nû ve bibînim. Dixwazim bibim mêvanê dawet û ?ahiyên bêwext ku ?ûn ve hatine xistin. Divê mirov bi  miriyan re bimire bi kesên digirî re bigîrî.  Ez hîn bûm ku...   ji nava me,  kesên ku di  ê?a xelkê de li kêfxwe?iyê digerin piranî ne. Lê di rastiyê de parve kirin ê?ê kêm dike. Ez hîn bûm ku jiyan ewqas kin e ku ne hewce ye mirov dilê kesekî bi?kîne.  Di nava dengên ?ikestî de derketime  rêwîtiyê. Dixwazim bibim yek ji wan  sîlûetên di nava avê de,  tevli aliyê ronahiya çiyayên tarî bibim û dixwazim bikevim govenda ku di nava xwe de ti saw û raz (sir) vena?êre. Ez diçim cem Zerdu?tê ku gotibû: "Ji çavên xwe, xewê, korbûnê û hemû ehmeqiyan derxe bavêje. Bi çavên xwe li min guhdarî bike. Dengê min ?îfa ye ji bo kesên ji dayîka xwe kor hatine dinê re."  Di vê rêwitiya berbi  zanînê de, ew dengê ku ez ketime pey dibêje heta ji dilê mirovan neyê û mirov qîmeta wê nizanibe, çi faydeya azadî û zanînê heye!  Di van ?evên sar de ez li te difikirim û ditirsim.  "Ey qewmê navînkar û ziman qedexe! Dibe ku ê?a herî mezin a hemû deman me ki?andibe. Lê em li buhu?tê dijîn kû îro li me kirine dojeh (cehenem).Niha em dikarin çi diyarî pê?erojê bikin? Em tirsa ku ketiye nava rihê zarokên me, çawa dikarin derxînin? Em wan komên mirinê çawa dikarin ji xwînrijiyê bi dûr bixin? Ka me kariba wan jiberiyên jengarî  yên di zîhnan de xirab bikira û bi wan bida gotin "Xwezil li min ku ez îro mirovekî hemdem im"  wê demê ronahî wê hatiba ser xaka me. Heta ku ev ?er dewam bikin, mirov ?erm dike ji morovatiya xwe. Dirêj ke niha destên xwe! Dîrok wê destên xwe li serê me de. Bê zanîn, bê evîn, bê armanc û bê helbest derdê vê dunyayê nayê ki?andin.   Aydin [email protected]

Di nava dengên _ikestî de
ku