Nirxandin 11 deqîqe xwendin

Di Tevgera Azadiya Kurd de Guherîna Paradîgmayê

Ji Dogmatîzma Marksîst-Lenînîst Ber bi Pragmatîzma Biperensîp ve – Paradoks, Berxwedan û Pêvajoya 2025-2026an

Hişmendiya “Ya Her Tişt Ya Tu Tişt” û wekî Astengeke Stratejîk Fonksiyona Wê

Di dîroka tevgerên rizgariya neteweyî û civakî de, hişmendiya “ya her tişt ya tu tişt” (zero-sum mentality) roleke girîng dilîze. Ev zîhniyet bi taybetî di îdeolojiyên ortodoks ên Marksîst, pêkhateyên olî û yên feodal/êşîrtî de serdest e û pragmatîzmê wekî gefekê dibîne.

 

Pragmatîzm xwe dispêre encamên realîst, lihevhatinê, lihevkirinên rasyonel û nirxandina li ser bingeha rastiya serdemê; lê di gelek civakên bindest de, pragmatîzm gelek caran bi navên wekî “îxanet”, “oportunîzm” an jî “lawazî” tê redkirin.

 

Ev redkirin ne tenê li dijî rastiya hebûn û jiyanê ye, di heman demê de dibe sedema lawazbûn, parçebûn, valaçûna enerjiyê, şerên navxweyî û bi giştî windakirina hêza tevgerê. Di doza Kurd de, dagirker (Tirkiye, Îran, Îraq, Sûriye) ev lawaziyên navxweyî bi awayekî stratejîk bi kar anîne. Bi polîtîkaya “parçe bike û bi rê ve bibe”, bi xurtkirina hêmanên olî, êşîrî û îdeolojiyên dogmatîk, “prêza Kurdan şaş kirine”. Ev şaşkirin, bi xwe re girêdana bi hêzên derve re, di nakokiyên navxweyî de windakirina enerjiyê, şikandina dînamîzma civakî û lawazbûneka giştî aniye.

 

Tewanbarê vê encamê ne tenê dagirker in. Lawaziyên navxweyî, ol, ortodoksiya îdeolojîk û êşîrtî, bi navê “xweparastinê” civakê statîk hiştine û rê li ber dînamîzma pragmatîk girtine.

 

Ev gotar, guherîna paradîgmayê ya di tevgera Apoyî de (PKK û derdora wê ya fireh) dinirxîne. Bi taybet balê dikişîne ser hewldanên Abdullah Ocalan ên ji destpêka salên 1990î û vir ve ji bo têkbirina dogmatîzmê, pejirandina pragmatîzma biperensîp, û paradoksên li dijî vê guherînê.

 

Kokên Dogmatîzmê: Tevgera Klasîk a Marksîst-Lenînîst û Hişmendiya Zero-Sum

PKK di sala 1978an de di atmosfera Şerê Sar de wekî rêxistineka Marksîst-Lenînîst hat damezirandin. Armanca wê ya yekem, li gorî modela klasîk, bi şoreşeka navendî ya çekdarî avakirina dewleteka Kurd a sosyalîst û serbixwe bû. Ev model xwe dispart dîsiplîneka hişk a Lenînîst û kontrola navendî û paqijiya îdeolojîk a ku her cûre cudahiyê wekî “îxanet” didît. Di vê çarçoveyê de pragmatîzm wekî oportunîzm an jî bêperensîpî dihat nirxandin.

 

Ji bilî vê, pêkhateyên olî û eşîrî yên heyî jî, bi navê “xveparastinê” hişmendiya girêdana mutleq xurt dikirin. Di encamê de tevger bi awayekî dogmatîk di nav xwe de asê ma: Beşek mezin a enerjiyê ji bo şerên navxweyî (wekî şerên salên 1990î) û parçebûnan hat xerckirin. Dagirkeran ev lawazî baş dîtin û bi kar anîn; carna aliyek li dijî aliyê din sor kirin û piştgirî danê, carna jî êşîr, ol û mezheban, wekî amûr di polîtîkayên asîmilasyonê de bi kar anîn.

Ev dogmatîzm ne tenê li hemberî dijmin wekî lawaziyek bû, lê di nav xwe de jî ji bo pêşketinê astengiya herî mezin bû. Dogmatîzmê rê li ber tevgerê girt ku xwe li gorî guherînên li cîhanê rû didin, (hilweşîna bloka Sovyetê di destpêka salên 1990î de, şoreşên di teknolojiya leşkerî de) nû bike.

 

Guherîna Ocalan: Ji salên 1990î Ber bi Konfederalîzma Demokratîk û Pêvajoya 2025-2026an ve

Abdullah Ocalan ji destpêka salên 1990î ve hewl da ku vê guherîna paradîgmayê pêk bîne. Piştî hilweşîna “sosyalîzma reel”, krîza îdeolojîk dît û dest bi rexnekirina modela dewleta klasîk a Marksîst kir. Ev pêvajo bi dîlgirtina wî ya di sala 1999an de lez girt û kûr bû. Di tecrîda Îmraliyê de bi xwendina Murray Bookchin, Immanuel Wallerstein û ramanwerên din paradîgmayeke nû afirand: Konfederalîzma Demokratîk (di 2005an de bi fermî hat ragihandin), Modernîteya Demokratîk, jineolojî (zanista azadiya jinê) û ekolojî.

 

Vê guherînê dev ji armanca netewe-dewlet a klasîk berda û li şûna wê modela civakeke demokratîk û xweser (bi dewlet an bê dewlet) danî. Öcalan di banga xwe ya 27ê Sibata 2025an de ev xet bi zelalî nîşan da: “Li cihê ku siyaseta demokratîk dikeve dewrê, çek bêwate dibe.”. Bang li PKKê kir ku têkoşîna çekdarî bi dawî bike, xwe fesix bike û bi “entegrasyona demokratîk” derbasî qada hiqûqî-siyasî bibe. PKKê di Gulana 2025an de di Kongreya xwe ya 12an de biryara fesixkirin û bidawîkirina têkoşîna çekdarî girt. Di sala 2026an de Öcalan bang kir ku ev pêvajo bi “yasayên aştiyê” were temamkirin. Ev e pragmatîzma biperensîp: Parastin û pêşxistina mafên neteweyî, çandî, zimanî, azadiya jinê û demokrasiya radîkal, lê bi sepandina van armancan li ser şert û mercên realîst ên serdemê (derfetên siyasî, hiqûqî û dîplomatîk).

 

Bêwatebûna Rexneyên Tund ên li Dijî Ocalan: Lawazî, Tênegihiştina Serdemê û Şaşxwendina Rastiyan

Rexneyên tund ên ku Ocalan wekî “îxanetkar”, “lawaz” an jî “yê ku dev ji doza Kurd berdaye” bi nav dikin, bi gelemperî ji aliyên dogmatîk, ortodoks û derdorên çepa klasîk tên. Ev rexne bi giranî ji lawaziya analîtîk, ji tênegihiştina serdema nû û ji şaşxwendina rastiya civakî û gerdûnî têne ziman.

 

Çima ev rexne bi giranî bêwate ne?

  • Tênegihiştina rastiya leşkerî û teknolojîk: Di sala 2026an de, li hemberî balafirên bêmirov, fuzeyên menzîldirêj, teknolojiya swarm û şerê elektronîk, şerê klasîk ê gerîla veguheriya rewşeka nostaljîk û dubareya xwe. Di van şert û mercan de têkoşîna çekdarî ya bêyî derfet û fersendên mezin tê meşandin, tenê dibe sedema windakirina mirovan û moralê. Öcalan ev rastî dît û diyar kir ku “li cihê siyaseta demokratîk hebe çek bêwate dibe.”. Lê wî negot “ger siyaseta demokratîk nebe jî çek bêwate dibe.” Nirxandinên ku vê cudahiyê dibînin bêtir biwijdan û nêzî rastiyê ne. Rexneyên ku vê cudahî û rastiyê nabînin, di nostaljîya salên 1980-90î de asê mane.
  • Tênegihiştina rastiya gerdûnî û herêmî: Guherînên gerdûnî yên piştî hilweşîna bloka Sovyetê (ekonomiya neolîberal, teknolojiya bilind, geşedanên li Sûriye û Îranê), modela şoreşa çekdarî ya klasîk bi giranî bêbandor kir. Öcalan bi salan ev guherîn xwendin û analîz kirin. Wî dev ji armanca netewe-dewletê berda, lê dev ji perensîpên bingehîn (azadiya civakî, azadiya jinê, ekolojî, mafên çandî) berneda. Her wiha, di vê çarçoveyê de avakirina pêkhateyeke dewletê ya ku bibe alternatîfê pergala dewleta neteweyî û navendî jî red nekir.
  • Şaşxwendina di mijara armancê de: Tê gotin ku “Ocalan dev ji serbixwebûnê berdaye.”. Lê Ocalan ji salên 1990î ve digot ku armanca sereke azadiya civakî ye, ne tenê avakirina dewletê ye. Konfederalîzma Demokratîk modela alternatîf a vê yekê ye: Avakirina civakeke xweser û demokratîk bi dewletên heyî re an jî di nav wan de. Ev ne paşvekişandin e, lê bi armanca pêşxistin û parastina destkeftiyan, adaptasyoneke bi hişmendî ye ku li gor derfetan, li mercên serdemê hatiye anîn.

 

Êrîşên di bin navê rexneyan de têne kirin, hişmendiya “ya her tişt ya tu tişt” dubare dikin û vê rastiyê nabînin: Di hin serdeman de parastina destkeftiyên heyî û avakirina hêza sivîl-siyasî, ji berdewamkirina windahiyên bêencam çêtir e.

 

Şaşkirina Stratejiyê (Pirêzeşaşkirin): Stratejiya Kevin Çi Bû, Niha Çi Ye û Divê Çi Bibe?

Şaşkirina stratejiyê yek ji çavkaniyên herî mezin ên lawaziya doza Kurd e. Dagirker bi xurtkirina dogmatîzm, ol û êşîrtiyê bi zanabûn prêze li kurdan şaş kirine, berê dînamîzm û enerjiya kurd dane şerên navxweyî û girêdana bi hêzên derve re afirandine.

  • Stratejiya kevin çi bû? Şoreşa çekdarî ya navendî (modela klasîk a Marksîst-Lenînîst) ji bo avakirina dewleteke sosyalîst a serbixwe. Her çend ev stratejî di şertên Şerê Sar de maqûl xuya bikira jî, piştî salên 1990î ji ber guherînên teknolojîk, siyasî û gerdûnî bû karekî pir dijwar û biha.
  • Stratejiya niha çi ye? Li gorî Ocalan: Veguhastina ji têkoşîna çekdarî ber bi siyaseta demokratîk ve, entegrasyona demokratîk di hundurê Tirkiyeyê de, avakirina çarçoveya  hiqûqî-siyasî bi yasayên aştiyê, parastina destkeftiyên çandî, civakî û yên jinan û avakirina hêza sivîl. Ev ne devjêberdana ji dozê ye, lê guherandina şêwazê wê ye.
  • Divê stratejî çi be? Pragmatîzma biperensîp
  1. Parastina perensîpên bingehîn (mafên neteweyî, ziman, çand, azadiya jinê, demokrasiya radîkal, ekolojî) wekî xeta sor.
  2. Di pratîkê de guncandina li gorî rastiya serdemê (teknolojî, hevsengiyên hêzên herêmî, derfet û fersendên dîplomatîk).
  3. Avakirina yekîtiya stratejîk a navxweyî ne li ser dogmayan, lê li ser armancên hevpar.
  4. Di nav tevgerê de, bi avakirina derfet û atmosfereka erênî ya ji bo rexneyên vekirî û nîqaşên azad, têkbirina dogmatîzmê.  

Dema em xwe di hişmendiya kevin de asê bihêlin û rastiya îro nebînin, wê prêze her li me bê şaşkirin û ev, yek ji derfet û valahiya herî mezin e ku ji aliyê dagirkeran ve li dijî tevgera kurd bi hostetî û tecrûbeyên salên dirêj tê bikaranîn.  

 

Rastiya Leşkerî û Siyasî ya Rojane: Çima Pragmatîzm Pêwîst e?

Di sala 2026an de şerê gerîla yê klasîk, li hemberî dron û teknolojiyên pêşketî bi awayekî zelal dubareyek dijî. Di van şertan de berdewamkirina têkoşîna çekdarî ya bêencam tenê lawaziyê zêde dike. Pragmatîzma Ocalan, ji bo parastina destkeftiyên heyî û avakirina pêşerojê bi riyên siyasî, rêya herî maqûl e.

 

Encam: Ber bi Senteza Pragmatîzm û Perensîpan ve

Veguhastina Öcalan a ji dogmatîzma Marksîst ber bi Konfederalîzma Demokratîk ve, mînakeka girîng e ku dikare prêzeya li me hatiye şaşkirin, rast bike û wê derfetê ji destê dagirkeran derîne. Rexneyên tund ên li hemberî wî jî piranî ji tênegihiştina serdemê û lawaziya analîtîk derdikevin û şaşkirina stratejiyê didomînin.

 

Dîrok nîşan dide ku civakên dikarin dogmayê bi adaptasyonê hevseng bikin, li hemberî guherînên gerdûnî û dagirkeriyan çêtir li ber xwe didin.

Çend Mînak: Di serdemên kevnar de gelê Cihû, piştî berxwedaneka çekdarî ya dûvdirêj a li dijî Împaratoriya Romayê, bi rêberiya Rabbi Yochanan ben Zakkai dev ji têkoşîna çekdarî berda û bala xwe da ser perwerde, çand û xweseriya olî û bi vî rengî hebûna xwe bi sedsalan parast. Di sedsala 19an de gelê Fînlandê, li hemberî zextên Împaratoriya Rûsyayê berxwedana pasîf, dîplomasî û têkoşîna çandî pejirand û hebûn û xweseriya xwe bi giranî parast. Di destpêka sedsala 20an de li Hindistanê tevgera bi rêberiya Mahatma Gandhi, li dijî mêtingeriya Îngilîz dev ji têkoşîna çekdarî berda û rêya bêîteatiya sivîl a girseyî (Satyagraha) û muzakereyê hilbijart. Ev stratejî, serbixwebûna Hindistanê bi rêyên aştiyane pêkan kir. Tevgera Komarparêz a Îrlandayê (IRA û Sinn Féin), piştî têkoşîna çekdarî ya bi dehan salan, di salên 1990î de derbasî “Pêvajoya Aşitiyê” bû, Peymana Înîya Baş (Good Friday Agreement) îmze kir û giranî da siyasetê; Bi vê veguhastinê re, pozîsyona îro ya neteweperweriya Îrlandayê xurttir bû. Li Afrîkaya Başûr ANC (Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê), piştî ku bi salan têkoşîna çekdarî (Umkhonto we Sizwe) meşand, bi rêberiya Nelson Mandela rêya muzakereyê hilbijart û rejîma apartheidê bi veguhastineke aştiyane bi dawî kir. Li Filistînê jî PLO, di dawiya salên 1980î de ji têkoşîna çekdarî, berê xwe da dîplomasî û muzakereyê (Pêvajoya Osloyê). Ev guherîn doza Filistînê di qada navneteweyî de meşrû kir û hin destkeftî anîn.

 

Bi kurtayî, yên ku di nav xwe de asê dimînin (yên ku bi tundî bi dogmatîzmê ve girêdayî ne), bi demê re an tune dibin an jî bêtir tên perçiqandin. Dîrokê ev rastî gelek caran nîşan daye.

Senteza nêzîkatiyeka realîst bi perensîpên bingehîn (mafên neteweyî, demokrasî, azadiya jinê, ekolojî) re, bêtir nêzîkê çareseriyekê ye.