Yek ji paradoksên herî mezin ên tevgerên şoreşgerî yên modern, alozîya navbera çemanbariya (elastîkiya) îdeolojîk a asta serokatiyê û hişkiya rêxistinî ye. Tevgera Azadiya Kurd a di bin pêşengiya Abdullah Ocalan de, vê paradîgmayê bi rengekî zelal diceribîne. Veguherîna ramanî ya ji destpêka salên 1990’î û vir ve dest pê kiriye û di pêvajoya Îmraliyê de jî domiyaye, ji nêzîkatiya klasîk a rizgariya neteweyî û parastina dewleteka klasîk a navendî, derbasî konfederalîzma demokratîk, demokrasiya radîkal, ekolojî û azadiya zayendî bûye. Lê ev nûbûna teorîk di pratîka rêxistinî de bi temamî cihê xwe nedîtiye; berevajî vê, bûye sedema alozî û tirûşeka mezin a hundirîn. Ev gotar têkiliya navbera kapasîteya veguherîna paradîgmatîk a tevgerê û tirûşa rêxistinî vedikole, mekanîzmayên berxwedana hundirîn analîz dike û girîngiya stratejiya lixwevegera çandî nîqaş dike.
Serokatî û Kapasîteya Ramanê ya Veguherînê
Serokatiya siyasî di xwezaya xwe de xeteriya hişkbûna dogmatîk dihewîne. Avahiyeke îdeolojîk û rêxistinî ya teşegirtî, di nav hewldana xwedubarekirinê de ye, loma ku li dijî veguherînekê li ber xwe dide, ango tirûşdar e. Ev yek, li ber veguherîna rexneyî dibe asteng. Ocalan vê metirsiyê zû dît û di destpêka salên 1990î de, bi bandora li seranserê cîhanê veguherînên kûr û berfireh (bêtir jî têkçûna bloka Sovyetê), ji paradîgmaya klasîk a Marksîst-Lenînîst dûr ket.
Pêvajoya “Ez Li Bervêderekî (muxatabekî) Digerim”, bû destpêka vê lêgerînê û piştî 1999’an bi teoriya Konfederalîzma Demokratîk re, reng û awayekî sîstematîk û kûr stend. Ev guherîn nîşan dide ku serokatî xwedî vîn e û dikare avahiya ku wî bi xwe afirandiye, bide ber lêpirsînan û veguherîne. Ocalan bi gotinên wekî “Em ji %90’a hêza xwe li nav xwe xerç dikin” û “dijminê me yê hundirîn” eşkere anîbû ziman, rêxistina ku wî afirandiye li hember veguherînê tirûşeka mezin nîşan dide.
Tirûşa Rêxistinî û Rewşa Paradoksal
Ev çemanbariya (elastîkiya) di teoriyê de, di pratîkê de rastî astengiyên giran hat. Her çend ji ber otorîteya Ocalan rexneyên eşkere kêm bin jî, nêzîkatiya antî-hiyerarşîk, çanda demokrasiyê ya zemînî û mekanîzmayên rexne û xwerexneyê li gor paradîgmaya nû nehatine bipêşxistin. Bi taybetî li Ewropayê di nav diyasporayê, qadên siyasî yên legal û dezgehên çapemeniyê de, hişmendiya partiya pêşeng a klasîk, dîsîplîna navendî û hişkbûna îdeolojîk bi piranî hatine parastin.
Ev rewş paradoksekê çêkiriye: Gotina “parastina Öcalan” car caran bûye amûrek ji bo rewakirina avahî û saziyên ku ji aliyê Ocalan bixwe ve hatine rexnekirin. Di hin avahiyan de, klîkên desthilatdar, berjewendiyên taybet û meylên bisînorkirina saziyan bi kesayeta xwe ve, têne dîtin. Xwepêşandanên bi dengê bilind ên dilsoziyê jî, li van avahî û saziyan, gelek caran wekî rûpoşek tên bikaranîn. Bi vî rengî pirsgirêkên hundirîn jî tên veşartin. Ev yek bi gotina pêşiyên me “Yê binê wî şil be, dengê wî pir derdikeve” pir baş tê vegotin.
Di encamê de, beşeka mezin a enerjiya tevgerê, li şûna têkoşîna stratejîk a li dijî êrîş û hewldanên ji derve ve, li ser şikandina tirûşa hundirîn tê xerckirin. Ev jî projeya veguherînê ya Ocalan giran, lawaz û dejenere dike.
Konjonktura Herêmî û Bandorên Stratejîk
Nelihevkirina hundirîn destê hêzên derve xurtir kiriye. Polîtîkaya Amerîkayê ya li Sûriyeyê (bi taybetî di dema duyem a Trump de) bi awayekî pragmatîk ji Kurdan re du derî vekiriye: an entegrasyona kontrolkirî bi dewletên heyî re, an jî tenêbûn. Redkirina rola lejyonerî ango hêza nûner helwesteka bi rûmet e, lê di kurtedemekê de metirsiya tenêbûna dîplomatîk û windabûna destkeftiyan zêde dike.
Stratejiya “dirêjkirina demê û rizandinê” ya Tirkiyeyê jî ji vê qelsiya hundirîn xwedî dibe. Lê dema bi polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê yên serdema Peymana Lozanê (1923) re were berhevdan, îro hişmendiya neteweyî ya Kurd, refleksa wê ya kolektîf û kapasîteya seferberbûnê gelekî bihêztir e. Ev dînamîzm, awantajeka dîrokî ya girîng e.
Vegera Lixwe ya Çandî û Stratejiya Ziman
Yek ji qadên herî krîtîk ku wê di dirêjahiya demê de hebûn û berxwedana tevgerê diyar bike jî, vegera lixwe ya çandî ye. Ziman bingeha bîr û baweriya kolektîf, ya berdewamiya dîrokî û ya nasnameya gel e. Gelê ku bîra xwe winda bike, nikare paşerojekê jî ava bike. Dewletên herêmî bi vê rastiyê dizanin û polîtîkayên xwe yên asîmîlasyonê (di perwerde, medyayê û qadên giştî de) li gorî wê dimeşînin.
Ji ber vê yekê, divê kurdî bibe zimanê perwerdeyê, yê medyayê, yê siyasetê û yê bazirganiyê û divê ev stratejiyeka neteweyî ya bingehîn be. Israra Ocalan a li ser vê mijarê û daxuyaniyên Mehmet Ocalan ên derbarê naveroka hevdîtinan de jî, girîngiya vê rastiyê nîşan didin. Lê mixabin ev di pratîkê de bi têra xwe pêk nayên. Ev jî nîşaneyeka berçav a tirûşa hundirîn e. Xeteka berxwedanê ya xurt a di warê ziman û çandê de, wê hestên neteweyî xurt bike, giyana yekîtî û hevgirtinê bilind bike û dînamîzma civakî zêdetir bike. Ev di heman demê de li hember dejenerasyon û rizîna sazûmanî ya hundir, bibe mertaleka herî bi bandor.
Encam û Pêşniyaz
Tevgera Azadiya Kurd hêzeka civakî-siyasî ya herî dînamîk a Rojhilata Navîn e. Lê veguherîna pragmatîk, di pêkanîna rêxistinî û qada çandî de nehatiye daqurtandin û ev dibe sedema lawaziyeka grîng.
Ji bo çareseriya vê lawaziyê ev gavên jêrîn girîng in:
· Xebatên ziman û çandî divê bibin pêşîkiya neteweyî û sazî divê serbixwe bin.
· Kadroyên nifşê nû divê li gor giyana paradîgmaya nû bêne perwerdekirin.
· Mekanîzmayên rexne û xwerexnekirinê divê teqez li gor wateya xwe ya rastîn bêne pêkanîn.
· Têkilî û danûstendinên bi civaka kurd a li dîsaporayê re divê li ser bingeha prensîbên hemdem, rasteqîn, zelal û fonksiyonel bin. Herkes divê bikaribe rola xwe bi giyaneka neteweyî û bi vîna xwe ya azad bilîze.
Şerên hêzan ên li Rojhilata Navîn, di qonaxa bilindbûnê de ne, lê ev kaos wê her wiha nemîne. Dema li herêmê ava vê lehiyê vekişe û aramî bibe, Kurd wê yan wekî kirdeyên ku rola xwe bi xwe diyar dikin, yan jî wekî unsûrên li ber pêlên konjukturê ketine, bê vîn derkevin holê. Ya diyarker, vîna girtina navbeyna di navbera nûbûna teorîk û lihevkirina pratîkî de ye. Ger ev vîn bikaribe rola xwe bilîze, wê hem destkeftiyên dîrokî bên parastin û hem jî serdemeka nû ji bo gelê Kurd dest pê bike.