Lêkolîn 1 deqîqe xwendin

Di Xwendekariya Sereta û Navîn de Bikaranîna Mafên Zimanî ya li Belçîkayê / Tom de Palsmaeker / Werg

Di Xwendekariya Sereta û Navîn de Bikaranîna Mafên Zimanî ya li BelçîkayêTom de Palsmaeker (Wergêr: Aram Gernas)Ji bo têgihîştina mafên zimanî yên li Belçîkayê, divê berî her tiştî meriv agahiyên bingehîn yên derheqa hîmê dewletê de bi dest xe. Bêguman, ev rewş ji bo hemû saziyên neteweyî ye, lê xasima di mînaka Belçîkayê da, kurteraveya xusûsiyeta dewleta federe wê gelek bi kêr be. Bi rastî jî, di seranserê dîroka welat de pêvajoya pêkanîna qanûnên zimanî û federalbûn ji hev veneqetiyaye û bi hev va girêdayî maye. Diyarbûna herduyan jî, li ser coxrafyaya Belçîkayê encama hewildanên du (sê) zimankoman ên jîndariya bi hev ra ye. Ev rewş, bêguman tê wê maneyê ku heta agahiyên bingehîn ên warekî neyên têgihîştin wê meriv nikaribe dest bavêje warekî din. Ji ber vê yekê, beşa yekem a nivîsarê wê tenê berê xwe nede prensîbên qanûnî yên ku bikaranîna zimanan serûber dike, herwisa wê taybetmendiyên avahiya dewletê ya li Belçîkayê jî bi xetên berbiçav ravebike.Di beşa duyem û bingehîn a nivîsarê da, wek hîmî, wê li ser qanûnên ku bikaranîna zimanan ên di xwendekariya sereta û navîn de serûber dike bête rawestan. Di vê beşê de wê li aliyekî serûberiyên di derheqa sê zimanên “neteweyî” da, ango Felemenkî, Fransizî û Almanî da; li alî din jî bikaranîna zimanên din (ev, wek hîmî, yên hûrgelên zimanî yên nû ne) û ferqiya serûberkirina bikaranînê ya navbera zimanên bingehîn û yên din ravebike.1. Rêgezên Makeqanûnan ên ku Bikaranîna Zimanan Serûber dike1.1 Avahiya Dewleta BelçîkayêBi reformên li dû hev ên 1970, 1980, 1988 û 1993an ên di avahiya dewletê da, dewleta Belçîkayê ya yekgirtî derbasî avahiya modela dewleta federal a bêhempa lê hinek tevlihev bûye. Federasyona Belçîkayê, ji du şêweyên otonom an jî federasyona hukmî pêk tê; civat û navçe, “Navçe” û “Nivat” du tiştêncuda ravedike. Averûya “Civat”, wek ku di mînaka ziman û çand de xuya dike, terîfa însanên ku civatê pêk tînin û pêwendiyên ku wan însanan digihîne hev dike. Averûya “Navçe”jî, averûyek cografî ya ku xwe dispêre pîvangên aborî ye. Li Belçîkayê sê “Navçe” hene: Navçeya Flaman, Valon û Navçeya Serbajar-Bruksel. Sê civat jî, civata Flaman, Fransiz û civata Almanîaxêf in.“Navçeyên bikaranîna ziman” (wek ku li jêr tên ravekirin) ên ku bi makeqanûnan hatine ewlekirin, wek bingeh, desthilatiya navçeyên cografî diyar dike. Navçeya Valon, ji Navçeyên ku Fransizî û Almanî tên bikaranîn pêk tê. Navçeya Flaman, ji navçeya ku Flemenkî tê bikaranîn pêk tê. Navçeya Bruksel jî, ji navçeya Serbajar-Bruksel pêk tê. Navçe ji bo îstîhdam, aborî , plansaziya bajaran û wd ên ku bi mijarên cografyaya wan va girêdayî ne rayedar in. Rayedariya civatan tenê bi warên cografî ne tixûbkirî ne û ne tenê li Navçeyên Valon û Flaman (navçeya ku Almanîaxêf e ne têda, li vê derê civata Almanîaxêf desthilatdar e) herwisa li Navçeya Serbajar- Bruksel jî derbas dibe. Bi saya sîstemek taybetî ya li Navçeya Serbajar-Brukselê, ne tenê “Civata Brukselî” herwisa civatên Flaman û Fransiz jî li ser eynî cografyayê rayedar in. Rayedariya civatan, bi hîmî, derheqa warên takekesî de ye. Wek mînak, perwerdeyî, kultur, aliyên girîng ên polîtîkaya tendurustî ya gelemperî.Her Navçe û Civat xwedî meclîs û hukumeta xwe ye. Bi saya xudmuxtariya hundurî ya ku bo dewletên navçeyan hatine saz kirin, li Flandersê, saziyên Navçe û Civatandigihînin hev û biryar tê stendin ku bi tenê meclîseka Flandersî û hukumeteka Flandersî çêbibe. Qanûnên Federal ji qanûnên dewletên navçeyî bilindtir in lê ji wê cudatir sîstemek hatiye çêkirin û qanûnên ku ji alî meclîsên civat û navçeyan hatine pêş (ev, biryarname ne, lê li Brukselê qanûn tên çêkirin), her wek qanûnên federal bi hukim in. 1.2 Rêgezên Makeqanûnên ku Bikaranîna Zimanan Serûber DikeAzadiya Bikaranîna Ziman – ZêfandinMakeqanûna Belçîkayê li gor serdema xwe pêşverû tê hesibandin. Ji sala 1830 yê ku Belçîka gihîşt serxwebûna xwe şûnda azadiya bikaranîna ziman xistiye bin ewletiyê.Xala 30 ya Makeqanûna Belçîkayê weha dibêje: “Bikaranîna zimanên ku li Belçîkayê tên axaftin girêdayî hilbijartinê ye. Ev bikaranîn bi tenê ji alî qanûnan va tê serûberkirin û ev serûberî jî bi tenê mijarên ku eleqa wan bi desthilatiya raya giştî û pirsên darêzgerî hene dibe.” Bi vê xalê, wek rêgez, tê destnêşankirin ku hemû hevwelatî kîjan zimanê axaftinê bixwazin karin hilbijêrin. Lê di eynî wextê da, tê destnîşankirin ku bikaranîna zimanan ancax bi cîhên destnîşankirî karin bên tixûbkirin yan jî rêkûpêkkirin û ev jî tenê bi riya qanûnan tê kirin. Lê bi saya şirovekirineke nerm a hîmên xala 30em a Makeqanûn, di derheqa pirsên rêvebirî û darêzgerî, mektebên dewletê û mektebên ku ji dewletê alîkariya diravî distînin, têkiliyên civakî yên navbera karmend û kargeran û têkiliyên bazirganî de qanûnên ziman hatine derxistin.Desthilatiya CivatanJi reforma dewletê ya 1970 virda, pirsa bikaranîna zimanan, bi tenê ji kirasê gelşeke neteweyî derketiye. Civatên Flaman û Fransiz, li warên girîng xwedî desthilatiya serûberkirina bikaranîna zimanan in; ji van waran wek mînak, em karin pirsên rêvebirî bidin û ji xeynî wê mektebên dewletê û mektebên ku ji alî civatan va tên naskirin û subvansekirin bidin. (1) Desthilatäya civatan, (wek kul li jêr hatiye qalkirin) bi navçeya taybet tixûbkiriye. Lê wek navçeya Bruksela Serbajar a duziman, desthilatiya hukumeta federatîv li ser komên (2) ku xizmeta giştî ya ziman werdigirin heye. Di xala 129 ya Makeqanûna Belçîkayê de weha tê destnîşan kirin:“1. li ser organê qanûndanînê ya federatîv wek zêdeyî, konseyên civatên Flaman û Fransiz, di mijarên ku bi wan va girêdayî ne da, di mjara bikaranîna ziman de ji bo qadên li jêr destnîşankirî biryarname karin derxin: - mijarên rêvebirî,- perwerdeyiya li saziyên ku ji alî desthilatiya raya giştî hatine çêkirin, naskirin û subvansekirin,- tekiliyên civakî yên navbera karmend û karger, qanûnên bazirganî û serûberiya belgeyên ku bi qanûnan hatine raberkirin.2. Ev biryarname, li navçeyên Fransiz û Flemenkaxêv xwedî hukmê qanûnî ne, lê li Hêl û bergehên destnîşankirî yên li jêr ne xwedî kukim in:- Civatên cîran an jî komên civatan ên ku cîranê navçeyek ziman in li dervayî ziman zimanê navçeya xwe, wek qanûn xwedî destûra bikaranîna zimanek din in. Ji bo van civatan, guhertina bikaranîna ziman a ku di xala 1em de hatiye ravekirin, lê wek ku di xala 4em de hatiye destnîşankirin, bi rayên piranî kare bête guhertin.- Vegira hêlên çalakiyan, xizmetên ku dest dirêjî dervayî tixûbên navçeya ziman, a ku tê de hatiye saz kirin, dike.- Çalakiyên wê, saziyên federal û navneteweyî yên ku bi qanûnan hatine hatine diyarkirin û berê xwe dane ji yekî zêdetir civatan.Çar Navçeyên Ziman – Rêgeza NavçeyîXala 129an a Makeqanûna Belçîkayê, desthilatiya serûberkirina bikaranîna zimanan, bi pîvanek, ji civatan ra dihêle. Makeqanûn, pê ra jî, di hin waran de pêşî li desthilatiya biryarstendinê ya civatan a li ser bikaranîna ziman dibirre. Li gor xala 4em a Makeqanûna Belçîkayê: “Belçîka ji çar navçeyên ziman pêk tê: Navçeya zimanê Flemenkî, navçeya zimanê Fransizî, navçeya Serbajar-Bruksel a duzimanî û navçeya zimanê Almanî. Her şehriyariya ku di nav tixûbên Qiraliyetê de ye (têbiniya nivîskar: navenda qeza), di nav navçeyek zimanî de cîh digire.” Girîngiya vê bendê, bi tenê di pejirandina hebûna çar navçeyên ziman de ye. Benda 4an di eynî wextê da, rêgeza navçeyî dikişîne nav makeqanûnê. Bi rastî jî, averûya “navçeya ziman”, bi tenê ji bo pênasînê hatiye bi kar anîn. Bi vê averûyê, zimanê binecîhî, tarîfa navçeyek ku pêwîstî di bikaranîna hin meseleyan de (pirsên rêvebirî û perwerdeyî) çêdibe dike. Ev, di eynî wextê de tê wê maneyê ku ev ziman berî hemû zimanên din tê û bi serda jî, ev pêşanî mecbûriyet e. Li gor viya, ji civat an jî hukumeta federal ra destûr tune ku statuya yekzimanî ya navçeyên ziman ên Fransizî, Felemenkî û Almanî biguherin yan jî zimanî fermî yê tê bikaranîn biguherin (wek mînak, Fransizî nikare li Flandersê cîhê Flemenkî bigire).Wek ku wê lî jêr bête diyar kirin, Dadgeha Ewrûpayê ya Mafên Mirovî, heta niha du car biryar girtiye ku rêgeza herêmî -qualitate qua- mafên ku ji alî Peymana Mafên Mirovî ya Ewrûpayê hatine ewlekirin xera nekiriye. (3)2. Di perwerdeyiya Sereta û Navîn de Mafên Ziman2.1 Agahiyên Giştî û kurtedîrokWek ku me dît, li gor benda 1em a xala 129an a makeqanûna Belçîkayê, Civat, ji sala 1970yî vir da, bikaranîna zimanê perwerdeyiyê bi biryarnameyan diyar dike. Berî sala 1970yî, di makeqanûnê de destûr ji bo bikaranîn û serûberkirina ziman a perwerdeyiyê tune bû. Lê divê wisa neyê têgihîştin ku heta vê serdemê bikaranîna zimanê perwerdeyiyê girêdayî hilbijartinê bûye. Bi şirovekirineke nerm a raveya xala 30em a Makeqanûna Belçîkayê, min qala hin qanûnên derçûyî yên ku di xwendekariya sereta û navîn de bikaranîna ziman destnîşan dike kiribû: Ji ber ku perwerdeyî “wek warekî desthilatiya giştî” tê hesibandin, diket ber zêfanina qanûnî. Di xwendekariya sereta û navîn da, di derheqa bikaranîna ziman da, yekem qanûna girîng di 14ê Tîrmeha 1932an de hate derxistin. Heta sala 1932an dê û bav, di derbarî zimanê perwerdeyiyê de xwedî azadiyeke berfireh bûn. Eger meriv bi gelemperî li ser meselê raweste, mezinê malbatê zimanê bikaranînê diyar dikir; divê rêvebiriya dibistanê jî vî zimanê pesend bikira. Bi saya şirovekirinên nerm ên serûberiyên heyî gelek zarokên dû û bavan ên ku bi Flemenkî diaxifîn bi Fransizî perwerde bûn û wek mînak li Flandersê, dibistanên bi perwerdeyiya Fransizî û dibistanên bi perwerdeyiya du zimanan vebûn.Di sala 1932an da, di vê sîstemê de guhertinek hîmî çêbû, lê ev guhertin, negihîşt encama daxwaziya civata ku Flemenkîzekirina perwerdeyiya Flandersê diparast. Di bingeha qanûna 14ê Tîrmeha 1932an de rêgeza navçeyî herêmî hebû. Li go vê qanûnê, divê zimanê perwerdeyiyê, zimanê herêmê be (li alî din , li Brukselê û di nav komên civatan ên duzimanî da, zimanê ku li malên zarokan dihate axaftin an jî zimanê bikaranînê yê rojane, wek zimanê perwerdeyiyê dihate pejirandin). Lê ev qanûn, di eynî wextê da, destûr dida vekirina dersxaneyên ku di xwendekariya sereta de wek “dersxaneyên veguher” dihatin nasîn (transmutatieklassen – classes de transmutation) û hêza rêgeza herêmî di çespandinê de jar dikir.Xwendekarên dersxaneyên veguher ên zarokên ku zimanê wan ên bikaranînê yên rojane ji zimanê herêmê cudatir e, bi zimanê Fransizî perwerde dibûn. Armanc, hêdî hêdî hînkirina zimanê herêmê ye de ku xwendekar ji bo perwerdeyiya zimanê binecîhî amade bibin. Dîsa bi saya şirovekirina nerm a qanûnan, rewşa heyî (li Herêma zimanê Flemenkî perwerdeyiya zimanê Fransizî) hate pesend kirin.2.2 Qanûna Tîrmeha 1963an a di derheqa Mijara Bikaranîna Zimanê Perwerdeyiyê daBi derxistina qanûna “Di Perwerdeyiyê de Bikaranîna Zimanan” (4) a 30ê Tîrmeha 1963an, qanûna 14ê Tîrmeha 1932an hukmê xwe winda kir. Qanûna 1963an û qanûna 2yê Tebaxa 1963an, xala wê ya 8an û benda 3yan a “Di Rêvebiriyê de Bikaranîna Zimanan” (5) , ji bo armanca serûberkirina bikaranîna zimanan ên li dibistanên fermî yên sereta û navîn û dibistanên ku ji alî dewletê va tên fînansekirin qanûnên herî girîng ên derçûyî ne heta niha. Ev qanûna nû, him rêgeza herêmî ya ku naveroka qanûna 1932an bû xurttir kir him jî alîkarî kir. Li gor qanûna nû, zimanê perwerdeyiyê ê ku li dibistanên sereta û navîn ên herêmên yekzimanî dihatin bi kar anîn, zimanê fermî yê wê herêmê ye. Li gor xala 4an, li Herêma ziman a Felemnekî zimanê Felemenkî, li Herêma ziman a Fransizî zimanê Fransizî, li Herêma ziman a Almanî zimanî Almanî, wek zimanên perwerdeyiyê tên bi kar anîn.Ev rêgez, bi eynî hêsanî di nav komên civatan ên ku di warê ziman de xizmetên giştî distendin tê çespandin. Li alî din, -kesên ku di nav yek ji van civatan de dijîn- Eger bi hejmarek pêdivî dê û bav ji bo vekirina dibistanek daxwazî bikin, vekirin an jî fînansekirina zarokxane û dibistanên sereta yên ku bi zimanê wî hûrgelî (6) perwerdeyiyê didin vatiniya desthilatiya giştî ye. Ev, bi tenê li dibistanên ku karê perwerdeyiyê li zarokxane û dibistanên sereta de dikin wek rewşeke taybetî derbas dibe. Ji bo civatên ku di warê ziman de xizmeta giştî digirin, di îmkana hîndekariya navîn a bi zimanê hûrgelî çênabe, lewra armanca vê sîstema taybet ew e ku, xwendekar bi zimanê herêmî ji bo hîndekariya navîn amade bibin. (7) Di qanûn da, şirtên li van dibistanan qeyd bûn gelek zelal e; tenê ew kesên di civatên ku di warê ziman de xizmetên giştî werdigirin de dijîn û bi Flemenkî naaxifin dikarin perwerdeyiya bi zimanê Fransizî werbigirin. Bi taybetî jî organa “venêrana ziman” a ku bi vê armancê hatiye damezrandin, ji bo dibistanên ku xizmeta ziman dikin, bi tenê zarokan di van şirtan de ne destnîşan dike de ku qeyda wan bêne çêkirin. Li herêma Serbajar-Bruksel a duziman, zimanê perwerdeyiyê yê li dibistanan ya Fransizî ye yan jî Flemenkî ye. Qanûn, perwerdeyiya bi du zimanan raber nekiriye. Şirtên li saziyên perwerdeyiyê qeydbûn, girêdayî lêmana serokê malbatê ye. Eger serokê malbatê, ji yek 19 civatên Herêma Serbajar-Brukselê be, azad e ku perwerdeyiya xwe ya bi zimanê Fransizî yan jî bi Flemenkî hilbijêre. Lê eger li dervayî herêma duziman rûniştî be, nikare zimanê perwerdeyiyê hilbijêre. Di vê rewşê da, li gor qanûn, zimanê perwerdeyiyê yê dibistanê, girêdayî cîhê lêmana (îkameta) serokê malbatê ye. Eger bête îspatkirin ku zimanê zarok ê li malê û rojane ji zimanê herêmê cudatir e yan jî berê bi tercîh zimanek din xwendiye, rewşeke awerte kare biqewime.Wek xizmetên giştî yên zimanî yên ku pêşkêşî civatan dibe, ev sîstem jî ji alî organa “Venêrana Ziman” tê kontrol kirin.2.3 Qanûna Tîrmeha 1963an Diçe Dadgeha Mafên Mirovî ya EwrûpayêDema ku çarçeva qanûna 30ê Tîrmeha 1930î hate kişandin, di warê rêvebiriyê de ji qanûnên 1962 û 1963an ên serûberkirê zimanê karanînê îlham hatiye wergirtin. Di bingeha vê qanûnê da, rêgeza herêmparêzî (zimanê herêmê: zimanê perwerdeyiyê)cîh digire. Di warê ziman da, divê şirtên taybetî yên perwerdeyiya ku ji bo civatan tê pêşkêşkirin û şirtên taybetî yên xwendekarên ku li herêma Serbajar-Bruksel qeyda xwe çêdikin, wek taybetmendiyên vî welatî bêne têgihîştin. Ev qanûna nû, ji alî hin malbatên ku li Herêma Felemenkî dijiyan û bi Fransizî diaxifîn nehate hez kirin; xasima vebizava civatên ku xizmetên zimanî distendin kişande ser xwe. Dê û bavên Fransizîaxêf, kesên di wê baweriyê de bûn ku ev qanûn peymanê û protokolek ji vê peymanê xerakiriye, gilî kirin û vê pirsê birin Dadgeha Mafên Mirovî ya Ewrûpayê ya li Strazbûrgê. Li dij Qiraliyeta Belçîkayê, bi giştî şeş serlêdan hatin dadgehê. Serlêderan, bi dîtinên xwe yên berpêşkirî di wê baweriyê de bûn ku, qanûna nû, mafê perwerdeyiyê (xala 2em a protokola peymanê), mafê rêzdarî ji bo jiyana malbatî û jiyana kesayetî (xala 8an a peymanê) û mafê dabeşnebûnê binpê dike. Dadgeh di 23yê Tîrmeha 1968an de biryara xwe da. Ev biryar, ji bilî hin detayan (8), rêgeza herêmîtî ya di qanûna 30ê Tîrmeha 1963an da, destnîşan kir ku Peymana Mafên Mirovî ya Ewrûpayê nehatiye binpêkirin. (9)Ev biryar, ji alî qanûnên zimanî yên Belçîkayê va gelek girîng e. Di biryara dadgehê de tê destnîşankirin ku, bi tedbîrên taybetî parastina hêjayiya herêmek yekzimanî, dijberê peymanê ye û meriv nikare bigihîje biryarek eger detay neyên berçav kirin. Bi vî awayî, li Belçîkayê, rewatiya rêgeza herêmîtî ya di bingeha biryarnameyê da, ku di hemû qanûnên federal ên serûberkirên bikaranîna zimanan de heye, hate pesend kirin.Biryara dadgehê ji bo kesên ku li Herêma zimanê Flemenkî dijîn lê bi Fransizî diaxifin xwedî encameke girîngtir e: Ev biryar, tevî ku di warê ziman de dabeşkarî neyê kirin jî, tê wê maneyê û divê bête pejirandin ku mafên hûrhelan ên ji perwerdeyiya dewletê sûdgirtin û bi zimanê hûrgelan organîzekirina perwerdeyiyê û ji bo vê organîzeyê stendina alîkariya diravî di bin ewleyiyê de nîne. Digel vê yekê dadgeh, diyar nake ku peyman mafeke weha nekiriye bin ewleyiyê. (10) F. De Varennes, maneya esehî ya vê biryarê weha şirovedike:“Nasnekirina îmkana perwerdeyiyê ya bi zimanê hûrgelek, di hin rewşen da, dikare bête maneya dabeşkariya zimanî. Lê li Belçîkayê, dema şertên heyî tên raçavkirin, polîtîkayên zimanî yên perwerdeyiyê, bi gelemperî di cîh de bû, ji ber vê yekê jî, encama dabeşkariyê dernedixist pêş”. (11)Li alî din, eger qanûna 1963an ji nû va bête gilîkirin û here dadgehê, ewleyiyek esehî tune ku wê biryar cardin eynî. Bi rastî jî, di demek nêz de dema ku Qibris giliyê Tirkiyê kir û doz lê vekir (12) (têbiniya wergêr: Rûmên Qibrisê), dadgeh di biryara xwe de jî têgihîştinên berê dûr ket, ji alî ziman de li ser girîngiya homojeniya navçeyek sekinî û berevajiyê biryara zimanî ya 1968an li Belçîkayê (Belgian Lingustics Case), biryara xwe ne li gor piraniya nufûsê, li gor hûrgelê ku ji berê va binecîhê herêmê ye da. (13) Bêguman ev biryar, dikare wisa bête xuyan ku dadgeh bi tenê cîhekî girîng daye rewşa taybetî û şertên dîrokî. Eger wisa be, rewşa li Belçîkayê ji ya Qibrisa Bakûr zêde ne cudatir e.2.4 Ji bo Parastina Hûrgelên Neteweyî Bandora Pejirandina Peymana ÇarçevekirîDi derheqa îmzekirina Peymana Çarçevekirî û di pêşerojê de tesdîqbûna wê da, divê bête pirsîn gelo lihevkirinek di navbera qanûna 30ê Tîrmeha 1963an û xalên peymanê yên ku qala perwerdeyiyê dikin de heye. Dema em li 14 xalan û şirovekirinên wan binihêrin, em ê bibînin ku Peymana Çarçevekirî, eger di pêşerojê de bibe “belgeya prensîban” jî, wê negihîje encamên ku li ser perwerdeyiyê bandor datînin. (14)Di peymanê da, mafê hînkirina zimanê hûrgelî û perwerdebûna bi zimanek hûrgelî, bi zimanek hayjixwe hatiye şirovekirin. (15) Xasima, bendên 2 û 3 yên di derheqa perwerdebûna bi zimanê hûrgelî û hînkirina zimanê hûrgelî de , şirovekirinên nezelal dertên pêş, “heta ji dest tê” di çarçeva sîstema perwerdeyiyê de (yên dewletan) , "wê piştevan ji bo pêkanîna vê pirsê hewil bidin". Raporgir, di lêzedeyiya rapora xwe ya di derheqa daxwaznameya mafên hûrgelî yên li Belçîkayê da, cîh dide van şirovekirinan:"Di eslê xwe da, Peymana Çarçevekirî cîh nade mafêperwerdebûna bi zimanê hûrgelî. (...) Bi gotineke din, Belçîka, bi salixdana Komîteyê (Komîteya Venedîkê), tevî ku Peymana Çarçevekirî pesend dike jî li Flandersê, kesên ku li dervayî civatên xizmetwergirê giştî yên zimanî ne û bi zimanê Fransizî diaxifin, wê bi zimanê xwe nebin xwedî heqê perwerdebûnê-" (16)Bi kurtî, berpirsiyariyên ku Peymana Çarçevekirî dide ser milê dewleta Belçîkayê, wisa tê xuyan ku ji raberkirînên biryara dadgehê ya doza zimanî ya li Belçîkayê nabuhure. (17)Ji ber vê yekê pesendkirina Peymana Çarçevekirî, xalên qanûna 30ê Tîrmeha 1963an ku li Herêma zimanê Flemenkî perwerdeyiya zimanê Fransizî dide û dîsa li Herêma zimanê Fransizî perwerdeyiya Felemenkî dide, xeterek çêdike. Diyar e ku ev qanûn, piştî hevdîtîtinên dirêj û dijwar hatiye derxistin. Dîsa diyar e ku di navbera Fransizîaxêf û Flemenkîaxêf de dîtinên cuda hatine kêmkirin û di vî warî de bi ser ketine. (18) Ev rewş, bi hindikayî li Flandersê rehetiyek çêkiriye. 2.5 Hînkirina ZimananLi welatek pirziman û xwedî sê zimanên fermî, desthilatiya giştî bala xwe bi tenê nade ser zimanê perwerdeyiyê. Wek ku cardin di biryara Konseya Ewrûpayê ya 1301emîn de (19) hatiye destnîşankirin, ji dervayî pirsa zimanê perwerdeyiyê, mijara hînkirina zimanan jî ne pirseke sivik e. (20) Endamên meclîsê yên ku bi girîngiya vê mijarê zanin, di qanûna 30ê Tîrmehê ya 1963an da, derheqa hînkirina zimanek duyemîn jî hin xalan bi cîh kirine. Di xalên qanûnê yên yekemîn da, li her herêmên ziman ji bo hînkirina zimanek duyem û fermî mecbûriyet hatiye danîn.Lê belê ji ber ku perwerdeyî êdî ne mijarek Federal e, Civat, xwedî desthilatî ye ku bi riya biryarnameyan destnîşan bike de wê kîjan ziman bête hînkirin; bi vî awayî polîtîkayên cihê yên perwerdeyiya ziman hatine pêşxistin. (21) Civata Fransizî jî bi vî awayî kiriye. Meclîs di xalên qanûna 30ê Tîrmeha 1963an a federal da, bi du biryarnameyan guhertinan çêkiriye de ku bi perwerdeyiya zimanê duyem û hin dersên ku di programa perwerdeyî de cîh digrin, ji xeynî zimanê perwerdeyiya bingehîn bi zimanê din bêne meşandin. Zimanê Flemenkî êdî li dibistanên herêma zimanê Fransizî ne zimanek duyem ê xweber (otomatik) ê hînkirinê ye. Li gor xala 9em (22) a guhertî ya qanûna 30ê Tîrmeha 1963an, digel zimanê Flemenkî yê duyem hilbijartina yek ji Almanî yan jî Îngilîzî mumkum dibe. Ji sala 1998an şûnda di programa perwerdeyiyê ya dibistanan da, bi biryarnameyek din îmkana, hin ders ne tê da, ji dervayî Fransizî dersdayîna bi zimanek din jî çêdibe. (23) Armanca perwerdeyiya bi zimanek duyem, werçerxîn û pêşxistina tekûzayiya xwendekaran e ev perwerdeyî bi navê "Perwerdeyiya Lihevkelandî" (immersion education) tê bi nav kirin. Bi xala 12em, Hukumeta Civata Fransiz destûrê dide dibistanan de ku ji dervayî Fransizî bi zimanek modern "perwerdeyiya lihevkelandî" dest pê bike. Pirsa vê mijarê jî, ev zimanê duyem nakeve rêza zimanên fermî û mecbûriyetek weha çênabe. De êdî çi be, di paragrafa 3em de ev îbare cîh digire: Li Serbajar-Brukselê ji bo wan civatên ku navê wan di qanûna 30ê Tîrmeha 1963an de hatine destnîşankirin (têbiniya nivîskar: Civatên ku li sînorê herêma ziman in û di warê ziman de xizmetên giştî werdigirin), bi "perwerdeyiya lihevkelandî" zimanê modern ê ku tê hînkirin, Flemenkî ye.Di civata Flaman de di derbarî "perwerdeyiya lihevkelandî" de tu gavek ciddî nehatiye avêtin. Xalên qanûnê hêj jî bi halê xwe yên destpêkê tên çespandin. Lewma, di civata Flaman de bi awayekî fermî perwerdeyiya duzimanî nayê dayîn û ji ber vê yekê hînbûna zimanê entegre tune. Ev rewşeke keserbar e. Tevî ku meclîsa Flaman ji bo vê pirsê gelek caran civînan pêk aniye jî, mixabin ku hêj jî ji meclîsê biryarnameyek derneketiye. Lêkolînên nevneteweyî nîşan dide ku "perwerdeyiya lihevkelandî gevilên xwendekaran pêş de dibe û ev perwerdeyî zirarek nade zimanê wan ê rojane û zanînên wan. Ji ber vê yekê, divê civata Flaman, "perwerdeyiya lihevkelandî ya ku li herêma Valon û li derva (wek mînak li Luxembûrgê) biserketî tê çespandin ji dest nerevîne.2.6 Mafê Zimanî yên Xwendekarên ku bi Zimanekî Perwerdeyî yê cuda Diaxifin Li Belçîkayê û li hin welatên Ewrûpayê, beşek girîng ji civatê, ji penaberên ku zimanek maderî yê cihê iaxifin û ji zarokên van penaberan pêk tê. Berpirsiyarên giştî li saziyên fermî yan jî li saziyên ku wek fermî tên naskirin û fînansekirin, ji bo pêdiviyên taybetî yên xwendekar ên ku li dervayî zimanê saziyan bi zimanek din diaxifin, li rêyên nû digerin û ji bo pêşxistina perwerdeyiyê hewil didin. Bi rastî jî, ji ber qelsiya agahiyên zimanê perwerdeyiyê, ev zarok dikevin rewşek gelek dijwar. Bi tenê perwerdeyiya bi zimanê herêmî, ji hêla bikaranîna mafê perwerdeyiyê ya ji bo xwendekaran, dibe sedemê bûyîna newekheviyê. Li gor nivîskarên elît, divê berpirsiyarên giştî di vê mijarê de berê xwe bidin çespendina dabeşkariyek pozîtîf a aybetî. (24) Ji bo çareserkirina van pirsan yek ji wan bergiriyan jî, pêşxistina "polîtîkayek pêşdatir a perwerdeyiyê" ye. Civata Falaman di 1991î da, ji bo çareserkirina pirsgirêkên zarokên penaber polîtîkaya perwerdeyiyê ya pêşdatir xistine meriyetê; digel vê polîtîkayê, ji bo zarokên penaberan ên ku Felemenkî diaxifin polîtîkayek taybetîhatiye diyar kirin. Mebest, çareserkirina pirsên komên hedef û hêsankirina entegrasyona wan e, ku perwerdeyiya wan bi derengî ketiye û di pêvajoya perwerdeyiyê de hatine piştguhkirin. Bi têkiliya vê mijarê, heta radeyek, ji xeynî zimanên dibistanê ziman cihê jî dabaş dibin. Di çarçeva vê polîtîkayê da, ji bo zarokên penaber ên ku dê û bavên wan ji nifşên yekem û duyem in, çespandineke taybetî heye: "Hînkirina ziman û kultura nîştîmanî." (25)Di civata Fransiz de jî çespandinên weha hatine bi cîh kirin. (26) Bêyî ku meriv bikeve detayên bergiriyan , wek ku di "perwerdeyiya lihevkelandî" de jî hebû; polîtîkaya bergiriyên perwerdeyiyê, di mijara lihevkirina navbera qanûn û bikaranîna zimanên perwerdeyiyê da, civata Fransiz ji civata Flaman cudatir berpêbûnek radixe pêş çavan.Jêrenot:1 Desthilatiya Civata Almanîaxêf , bi cîhên bikaranîna zimanên di perwerdeyiyê de hatiye tixûbkirin (Makeqanûna Belçîkayê, xala 130)2 Li ser daxwaziya komên ku li herêma yekzimanî dijîn lê zimanê herêmê napeyivin, divê berpirsên giştî, danûstendinên nivîskî û devkî bi zimanê van kesan bi cîh bînin.3 Biryarên Dadgeha Mafên Mirovî ya Ewrûpayê, Belgian Lingustic Case, 23ê Tîrmeha 1968, series A, no.6 û Mathhie-Mohin and Clerfayt v. Belgium, 2yê Adara 197, Series A, no. 1134 Tarîxa destpêkirinê: 22yê Tebaxa 1963an.5 Beşa û benda 3yan a qanûna 2yê Tebaxa 1963an li dorhêla Brukselê, di derheqa xwendina seretayî ya di nav şeş civatên ku xizmetên zimanî werdigirtin de ye.6 Ji bo ku em karibin maneya vê tekstê bi temamî têbigihîjin, divê em bala xwe bidin averûya hûrgelî ya vê derê, ne wek averûya ku di Peymana Çarçevekirî ya Parastina Hûrgelên neteweyî de tê bi kar anîn. Averûya vê derê, di maneya hûrgelî ya zimanî tê bi kar anîn; bi gotineke din , qala komek merivên ku bi dewletê ra xwedî pevgirêdanek hîmî û qewî ne ku zimanê wan ê rojane û zimanê herêma lê dijîn eynî ne.7 J.Clement, Taalvrijheid, bestuurtaal en minderheidsrechten-het Belgisch model. Antwerp, Intersentia, 2003, s.4958 Di biryara dadgehê da, dihate gotin ku benda 3em a xala 7an a qanûnê bi peymanê ra li hev nedikir. Lewra, ev bend, bi tenê rûniştgeha dê û bavên hin zarokan wek bingeh digirt û li derdora Brukselê rê li çûndina dibistanên ku perwerdeyiya Fransizî didan digirt. Raporgirê taybetî Napholz-Haîdegger, pêşniyaz kiriye ku dewleta Belçîkayê vê biryarê bi cîh bîne. Heta niha benda 3em a xala 7an ji 1963an virda neguheriye. 9 Bi gotineke din heta ku dewlet derfeta piştgiriyê nede dibistanên ku bi pêdiviyên giştî yên zimanî ra li hev nakin, ev qanûn nayê binpêkirin. Dadgeh di eynî wextê de biryar daye ku çespandina taybetî ya ku ji bo zarokên dervayî herêma Serbajar-Bruksela duzimanî dijîn heye, bi peymanê ra li hev dike.10 F.de Varennes, Language Rights as an Integral Part of Human Rights, MOST, 3.cîld. No 1 (www.unesco.org/most/v(3.svar:htm)11 Agy.12 Biryarên Dadgeha Mafên Mirovî ya Ewrûpayê, Cyprus v.Turkey. 10ê Gulana 2001.13 Dadgeha Mafên Mirovî ya Ewrûpayê, Analysis of the Courts case -law in 2001, s.61 - 62(http://www.echr.coe.int/Eng/Edocs/JURISPRUDENCE%202001Annual%20reportE.pdf). Li gor qinyata dadgehê, ji ber ku berpirsên Komara Tirk a Bakûrê Qibrisê, xwendina Yûnanî wek xizmetek domdar serûber nake, divê ev wek nenaskirina mafê perwerdeyiya xwendekarên Yûnanî bête têgihîştin.14 Bi tenê mekanîzmaya venihêrtinê ya rasteqîn xwedî hêjayiyek polîtîk e. Berpirsiyariyên partiyan heye ku raporan pêşkêş bikin. Mijara lihevkirinê jî, ji alî komîteyên ku ji pisporan pêk tên va tên nirxandin. 15 Li vê çavkaniyê jî binihêrin: K.Henrard, The Protection of the Cultural Rights of Minorities in the Context of Individual Human Rights and Minority Rights, P.van der Auweraert, T.de Pelsmaeker, J.Vande Lanotte ve J.Sarkîn (ed), Social, Economic and cultutral Rights, Antwerpen, Maklu, 2002, s. 120.Di têbiniyên derheqa xalên Peymana Çarçevekirî de weha tê gotin: (paragraf 77): "Benda 2em a xala 14an (têbiniya nivîskar: Mafê wergirtina perwerdeyiya bi zimanê gûrgelî yan jî çespandina mafê hînkirina ziamnê hûrgelî) ji bo çespandina herduyan jî berpirsiyariyek nade ser milê dewletan.16 Rapora li ser parastina Hûrgelên Belçîkayê ya Komîteya Mafên Mirovî û Têkiliyên Huqûqî, belgeya 9536an a 5ê Îlona 2002yan. Paragrafên 57-58.(http://assembly.coe.int/documents/workingDocs/doc02/EDOC9536.htm)17 Di vê pevgirêdanê da, divê meriv bide bîranîn ku qanûna 30ê Tîrmeha 1963an hêj li gor biryara dadgehê nehatiye guhertin.18 Divê meriv balê bikşîne ser piraniya desthilatiya herdu komên zimanî ku wê di Meclîsa Federal da, ji sisêyan dudoyê dengan, serûberî, ji alî herdu partiyan va bête pejirandin û bêne guhertin. 19 Bi rastî jî, di paragrafa 21an a biryara meclîsê da, girîngiya perwerdeyiyê tê destnîşankirin û tê saloxdan ku "di hemû civatên Qiraliyetê da, zimanên fermî yên Belçîkayê bêne hînkirin".20 Eger meriv mînakek bide, divê hemê erkedarên giştî yên Herêma Serbajar-Brukselê duziman bin. Eger sîstema perwerdeyiyê hînbûna zimanê duyem bi cîh neyne, wê meriv çawa li gor qanûn tevbigere?21 Divê neyê ji bîr kirin ku ev biryarname herwisa li Herêma Serbajar-Brukselê û di civatên xizmetwergirên zimanî de karein bêne çespandin. Bi rastî jî, biryarnameyên weha, bikaranîna zimanên perwerdeyiyê serûber dike, bi tenê zimanên hînkirinê destnîşan dike.22 Biryarnameya Meclîsa Civata Fransiz ya 30ê Çileya 1975an.23 BiryarnameyaMeclîsa Civata Fransiz ya 13ê Tîrmeha 1998an a ku bi navê "Serûberkirina Dibistanên Maderî û Seretayî û Guhertina Qanûnên Perwerdeyiyê".24 P-van Dijk û G.J.H. van Hoof, Theory and Practice of the European Convention on Human Rights, Deventer, Kluwer, s.526-527 (bi xala 2em ya Peymana Mafên Mirovî ya Ewrûpayê va girêdayî); J.Velaers û M.Adams, Taalrechten, taalvricheden en taaldwang in de milticulturele samenleving, in X. (ed.), Recht en verdraagzaamheid in de multiculturele samenleving, Antwerpen, Maklu, 1993, s. 182. (agy.).25 Di 25ê Tîrmeha 1977an de , Konseya Civata Ewrûpayê, ji bo perwerdeyiya zarokên karger ên penaber talîmatek pejirand. Ev talîmat, ji bo hemû dewletên endam van berpirsiyariyan tîne pêş: "Digel perwerdeyiya normal, ji bo zarokên karger ên penaber, hînkirina zimanê maderî û çanda wan a welatê ku jê hatine". Naveroka vê çespandinê wisa hatiye firehkirin ku zarokên karger ên penaber ên dervayî Yekîtiya Ewrûpayê jî di vê çespandinê de cîh bigirin. Di destpêkê de armanca vê talîmatê ew bû ku zarokên karger ên penaber bêne entegrekirin. Lê di nav salan da, ev armanc ji nû va hatiye şirovekirin, lewra, roj bi roj zêdetir xuya bûye ku koçkirin ne bûyerek demî ye. Ji ber vê yekê, qet nebe di Civata Flaman da, "ji bo gihîştina hedefên mufredatê yên destnîşankirî û hînbûna zimanê perwerdeyiyê" û ji alî "zêdekirina desthilatiya zimanî" va ev wek navgînekê hatiye dîtin. Li gor hukumeta Flaman, "hînkirina ziman û kultura nîştîmanî", ji alî entegrasyona pozîtîf (ne asîmîlasyon) va xwedî zerengiyek civakî ye. 26 Li biryarnameya Meclîsa Civata Fransiz a 13ê Tîrmeha 1998an binihêrin (Li gor têbiniya 23an).

Di Xwendekariya Sereta û Navîn de Bikaranîna Mafên Zimanî ya li Belçîkayê / Tom de Palsmaeker / Werg
ku