Zimanê dayîkê peyvek gelek başe û dengek gelek xweş dide guhê mirov.
Divê mirov zimanê dayîkê tenê di gotin û dirûşmeyekî de nehêle jibo
ku di qonexek teng da neyê fêmkirin.Ziman bi serê xwe hebûna neteweyane û
netewan li ser lingan digre.Dema ku mirov dibê dayîk tenê ne tiştek
wisa hêsane.Dayîk di şexsê xweda mirovahîyê diafirine û dixe nav liv û
tevgerê.
Her wisa mirov hebûn û jîyana xwe ji dayîkê digre.Dayîk bermalî û
zar bêje û dilorîne jî ji wî dergûşê ra.
Ku mirov dayîkê berfirehî bîne ziman divê mirov xwe di hundurê dayîkê da
bibîne di nêrîna wî û cefayê wî da,di nirxên wî û fedekarîya wîda
mirov xwe bibîne wê demê mirov dizane dayîk çîye û xwedî çi erkîye.Di
serî de mirovahî di zikê dayîka xweda hatîye hewandin, lorandin, û
hejandin.Dema ku hê dergûş di zikê dayîka xweda ye peyv bi peyv gotin
bi gotin girîn û şîn ken û şahî ji dayîka xwe fêrdibe.
Min di xalên jor da bi hindikî be jî cefakarî,fêrkerî û fedekarîya
dayîkê anî ziman.Jibo me ku kurdan zimanê dayîkê hebûna me ye.
Di cîhanê
da tenê ji kurdan ra zimanê dayîkê ji alîyê desthilat û mêtingerên
kurdistanê ve qedexe hat dîtin.Her çikas zimanê Kurdan hat qedexekirin
jî gelê kurd dest bi avakirina sazî û dezgehên ku jibo dahatûya kurdan
rêyek ronahî veke û li hember her cure asîmîlasyonê perwerdeya ziman
têkeve merîyetê gelek rewşenbirên kurd ên pêşketî li bakûrê kurdistanê
zend û bendên xwe badan û xwe ji xebata ziman perwerde û lêkolînê nedan
alî.
Îroj Enstîtutu'ya kurdî li Amed û stenbolê karek gelek pîroz didin
meşandin û beşên perwedehîyê hatine vekirin gelek şagirt jibo asta
mamostetîyê bawernameyên xwe distînin.Rojnameyên kurdî welat,welatême
hebûn û niha jî Azadîya Welat hwd gelek weşanxaneyên kurdî hene û gelek
kesan jibil nivîskarên heyê dest bi nivîskarîyê kirine.Xwendina rojaname
û pirtûkên kurdî gehîştine radeyek baş.Gelek rewşenbir û rojnamevanên
kurd jibo ku li hember asîmîlasyon ê tevgerîyan pênûsa xwe jibo
pêşxintin û pêşdabirina zimanê dayîkê bikaranîn hatin qetilkirin û
wendakirin.
Her wiha em dema li dû xwe dinhêrin û li paşeroj û pêşeroja xwe
dinhêrin mirov dibîne ku gelê kurd bi sazî û rêxistinên xwe va gehîştine
astek gelekî pêşketî û em dibînin ku di encama evkas fedekarîyan da
pişta çeperên li hember zimanê dayîkê şikestîye û liser van xebatên bi
nirx û rûmet divê em hertim serê xwe li hember cangorîyên doza ziman
hebûna gelê kurd fedakirine bitewînin û divê em cîhê pênûsa wan vala
nehêlin.Îro her wekî Celaldet Bedirxan,Apê Musa û Mamê Feqî û gelek
gelek cangorîyên zimanê kurdî bo me dibên rê û rêçika me bernedin hûn
bimeşin û hûnê di têkoşîna ziman çand û hebûna kurdayetîyê da
biserbikevin.Liser van nirx û hebûnan ez jî bi munasebeta roja zimanê
dayîkê hemû cangorîyên doza kurd bibîrtînim û dibêm em hê bêhtir li
ziman çand û hebûna xwe xwedî derkevin.Roja Zimanê dayîkê li hemû gelê
kurd û li cîhana mirovahîyê pîrozdikim.