Berîya vê nivîse de me gelek caran behsa
mijara “ berovajîkirina dîroka gelê
kurd ji hêla biyanî û dagirker-mêtîngeran ve “ kiribû û her diçe, li
gel bidestxistina çavkanî û agahîyên balkêş û kêrhatî, baş e ku mafdarbûna me a bikaranîna vê gotinê dertê meydanê.
Lewra, biyanî û bi taybetî dagirkerên axa Kurdistanê, di hêla lêpkirin û
manûpîlekirina dîroka rast de gelek hoste ne û veşartina wan a rastîyan ,
êdî bi pêşketina lêkolînên di warê
kurdnasî û dîroknûsîya kurdî de, yek bi yek tên betalkirin. Di vê nivîse de jî
armanca me a sereke dîsa “ betalkirina derew û fetlên (qaşo)
lêkolînerên biyanî û dagirkeran “ û her wiha “ derxistina rastîyên dîrokî li
ronahîyê “ ye. Ji ber vê yekê,
di serî de em ê li ser sedemên van
çewtkirinan nesekinin û di dawî de em ê xwe bispêrin nêrin û şîroveyên kesayetî
yên xwendevanan. Ew dê bi xwe biryara xwe bigrin û sedemên van “
derewan “ ji bo xwe binirxînin bê guman.
Belê, mijara me vêca ne yek e. Em ê du mijarên
ku bi hev re girêdahî ne pêşkêşî xwendevanan bikin. Meseleya me dişibe meseleya
camêrê ku zarê wî çênedibû û ji ber vê destên xwe ji Xwedê re vekiribû û
xwestibû ku zarokek bide wî û hevjîna wî. Û ewî ew çend ji dil dia kiribû ku,
îcar Xwedê şûna yekî de cêwîk kiribû nesîbê
wî û malbata wî. Belê;
Mijara
yekem: Şerê Melazgir û rastîyên wê
Demek dûv û dirêj e hişê me li ser dîroka
Merwanîyên kurd bu, ên ku di sedsalên 10 û 11-an de li beşek mezin a Kurdistanê
desthilatdar bûn. Ji bo vê mijara giring, me berê xwe da çavkanîyên dîroknûs û
bûyêrnûsên serdemên Îslamê. Lê mixabin, bi hêsanî tê fêhmkirin ku hema bibêjin
tevahîya van zanyaran hev du dûbare kirine û carna jî anegorî desthilatdarên wê
demê tomarîyan pêk anîne. Her çi qas hin ji wan xwestibin biehlaq tevbigerin
jî, dîsa şert û mercên wê demê nehiştine ku rastîyên dîrokî qeyd bikin. Ji nivîs û şîroveyên wan ev yek
xweş xuya dibe. Bi zimanek şermoke carna rastîyên civak û demê nivsandibin jî,
ew rastî di berhemên wan de wek krîpto (şifre) hatine veşartin û kesê ku ji
bûyêr û qewimînên dîrokî yên kronolojîk ne serwext be, ne pêkan e ku gotinên wan têbigîhe. Ya dilê
mirov diêşîne ew e ku, dîsa mixabin gelek ji wan zanyarên navdar esilkurd bûne ( weke Ibn’ul Ezrak û Ibn’Ul Esîr û
hwd.), lê tevî vê rastîyê, dîsa anegorî
daxwaza desthilatdarîya demê û anegorî “
nêrîna fermî “ berheman afirandine, weke ku di dema me a nûjen de jî mixabin
wisa ye. Li qesra siltanan ev yek dibe
normal bê xuyan, weke ku hin dengbêjên ku qesra mîr û axayên kurdan de dîsa ev
pratîk nîşanê me dane. Ji ber vêyekê, di lêkolînan de pêwîst bû ku me berê xwe
bida hin çavkanîyên din, da ku rastî bi zexmkirina wan berheman ronahî bibînin.
Mijara sereke ya têkilîya Merwanî û Selçûqîyan, weke ku tê zanîn û pir tê
niqaşkirin, şerê Melazgir e, a ku di navbera Bîzans û Selçûqîyan qewimîye an jî
ji mêj ve wiha hatîye gotin û nivîsandin. Çawa em dizanin û ji hêla “
dîroka fermî a tirk “ ve wisa ji me re hatîye gotin, Selçûqîyên “tirk“ di sala 1071-an de li gel
Bîzansîyan li Melazgirê şer kirine û bi vî şerî derî û dergehên Anatolê ji
tirkan re heta dawîyê hatine vekirin.
Dîroknûsên fermî qet qala beşdarbûna
Merwanîyên kurd nekirine, nakin û bi ser de înkar jî dikin. Sedema vê înkarê
xuya ye lê ji bo vêga ne mijara me ye.. Lê, rastîyên dîrokî nîşan didin ku,
Merwanî ne ku tenê beşdar bûne, her wiha wek hêza sereke û herî pirjimar tevlî
vî şerî bûne. Di serketina hezên Selçûqî û Merwanîyan de, para mezin ya
Merwanîyên kurd e û weke ku me li jor nivîsandîye dîroknûs-bûyêrnûsên wê demê
bi şêweyeke şermoke û bitirs hin
rastîyan nivsandibin jî (weke Sibt Ibnu’l Cewzî - 1186-1256),
dîsa ji rastîyên dîrokê dûr mane. Sibt Ibnu’l Cewzî di pirtûka xwe a navdar de
beşdarbûna kurdan li vî şerî wiha dinivsîne; “ … Di wî kêlî de 10 hezar kurd
jî beşdarî Siltan bibûn. Bi beşdarbûna
wan re, Siltan ewlehîya xwe piştî
Xwedayê mezin, bi 4 hezar leşkerên xwe yên xas ên di bin fermana wî de
bûn, tanî…” (1). Lê Sibt Ibn’ul Cewzî nabêje ka ew kurd kê bûne, leşkerên kîjan dewletê bûne, ev yek ne xuya
ye. Rewşeke ne dîyar pêşkêşî xwendevan kirîye…
İbn’ul
Ezrak ê Fariqî -Silîvî (1117-1181) her çi qas xwestibe binvîse jî, ji ûslûba wî xweş xuya
dibe ku ji desthilatdarên dema xwe (dema Artûqîyên tirkmen) newêribûye
ku binvîse. Lewra, di beşek de behsa tevlîbûna Merwanîyan dike û dibêje; “ …. Piştî jî, li gel tekbîran êrîş birin.
Xwedê jî serketin da wan û Qralê Romê têk çû, gelek leşkerên wî hatin kuştin.
Misilman malên xwe wek xenîmet bi dest xistin. Xenîmet ew çend zehf bû ku, zêr
û zîvan bi batmanan (batman: nêzî 7-8
kîloya îroyîn-X.X.) par ve kirin.
Xelqê Xelat û Melazgirê ji wan xenîmetan
ew çend bi dest xistin ku, hê jî bi wan zengînîya xwe didomînin. Lewra ewan jî
li gêl artêşê derketin rê, şer kirin û JI HERKESÎ BÊTİR xenîmet bi dest xistin. Ji wê
salê vir ve, xelqê Xelatê zengîn û xwedî pereyan bûn. Siltan vegerîya
Adirbêcanê; ji Xelat û Melazgirê re walîyan tayîn kir. BI
VÊ YEKÊ, EV HER DU BAJÊR JI DESTÊ DEWLETA MERWANÎ DERKETIN. Ev bajêrana
hê jî destê Siltan de ne û wek begitî (Begîtîya
Artûqî –X.X.) tên birêvebirin… “(2) (kevan yên me ne).
Li vira pirs dertê holê; “ Gelo Xelat û Melazgir wê demê destê kê de bûn, an jî xelqê wan
deveran kê bûn ?“. Û bersiv jî amade ye, lewra Ibn’ul Ezrak jî, û berîya wî
Nasirê Xusrev( di sala 1047-an de, ji rêwînameya wî a Sefername) jî eşkere
nivîsîne ku ev bajêrana heta 1085-an di destê Merwanîyan de mane. Gelo ew bajêr bê parastin bûne, an jî bê
leşker û bê artêş bûne. Helbet ev yek anegorî şert û mercên wê demê ne mimkûn
e. Lewra sinora Merwanî û Bîzansê yek e, cîranê hev du ne û dem bi dem şerên
dijwar jî di nav bera wan de diqewime. Bîzansî beşek ji axên Kurdistanê hê di sedsala yekem a berîya
zayînê de dagir kirine û bi TEMA-YA ERMENÎ
rêveberîyek saz kirine û heta 1071-an, anku heta Melazgirê ev rêveberî meşîyaye(3).
Û pirsa
dawîn; ” Heger xelqê Xelat û Melazgirê di artêşa
hevkar a Selçûqî û Merwanîyan de cih girtibûn, ji aqilê pir dûr e gelo Merwanîyên ku xwedî wan bajêran in, bi artêşa xwe ( piranî siwarî bûne) beşdar nebûbin, an jî xelqê wan bajêran bê
fermana Merwanîyan dikarin tiştek wiha bikin ? “ Helbet Merwanî bi artêşa xwe beşdar bûne lewra xetereya mezin ji
bo Dewleta Merwanî peyda bibû, çi ku sinorê dewleta wan û Bîzans yek bû.
Bîzans, li gel “Tema-ya Ermenî (şêweyek rêvebirinê ya Bizans, weke walîtî-xweserî)“
cîranê Merwanîyan bû û dem bi dem şerê wan û Merwanîyan diqewimîya. Anku
erdên ku Bîzans dixwest dagir bike erd û axa Merwanîyên kurd bûn. Bîzans
dixwest Merwanî û Selçûqîyan ji Rojhilata Nêz dûr bike û ew erd û axana bispêre
“ Tema-ya Ermenî “. Li vir biratîya
dînî ji bo her du alî jî faktorek giring e. Merwanî ne ji bo ti kesî lê ji bo
parastina xwe û axa xwe şer kirine, bi ser ketine û di vî şerî de hêza sereke bûne. Weke ku
Ibnu’l Ezrak dinvîse; “ Xelqê Xelat û Melazgirê ji wan xenîmetan ew çend bi dest xistin ku,
hê jî bi wan zengînîya xwe didomînin. Lewra ewan jî li gêl artêşê derketin rê,
şer kirin û JI
HERKESÎ BÊTİR xenîmet bi dest xistin “, wiha; di wê demê de dema serketinek peyda dibû, hêza sereke ya ku ji
herkesî bêtir têdikoşîya û di serketinê de xwedî rola mezin bû, xenîmeta mezin
jî bi dest dixist an jî xenîmeta mezin para wê hêzê diket.Merwanîyên kurd mecbûrî û ji ber bêgavî li ber xwe dane. Axa xwe
parastine, ne ji bo ti kesî lê ji bo rûmeta xwe şer kirine. Û ya xwezayî ev yek
e. Bersiva pirsê di vir de veşartî ye.
Kesê ku bixwaze fêhm bike rastî li meydanê ye
lê dîsa jî me hewl da ku em bikaribin vê rastîya dîrokî li gel çavkanîyên
Bîzansî yên wê demê piştrast bikin. Dema mirov lêkolînek pêk bîne divê çahvê
xwe li çavkanîyên hemû alîyan bigerîne, bêalî û objektîv tevbigere. Ka em
binêrîn dîroknûs û bûyêrnûsên Bîzansî yên
wê demê bûyeran çawa qeyd kirine. Rastî wiha dertên holê. Weke ku tê gotin; “ Rastî
wek rastî….”
Çavkanîya me, berhemeke navdar a wê demê ye.
Navê orjînal ê berhemê Chronographia
( Kronografya) ye. Em dikarin wek “
Wakayîname “ an jî bi kurdî wek “ Bûyêrname “ jî biwergerînin.
Nivîskarê wî Michael Psellus e.
Psellus zanyar, teolog, nivîskar, fîlozof, dîroknûs-bûyêrnûs û her wiha
siyasetmedarekî Yewnanî- Bîzansî ye. Di
nav bera salên 1018 û 1078-an de jiyaye. Hin lêkolîner sala mirina wî wek 1096
jî nivîsandine lê ji bo mijara me sala mirina wî ne giring e. Lewra ewî dema
Şerê Melazgir de jiyaye û ew bi xwe zindî
di qada şer de bûye û qewimînan yek bi yek di berhema xwe de tomar
kirîye. Ji bo ku giringîya wî û berhema wî baş bê fêhmkirin, divê bê gotin ku
ew ne yek ji rêzê bûye. Li qesrê mamostetîya împeretorên Bîzansî kirîye, peywirên fermî li ser milê xwe girtîye
û weke şêwirmendek tim xwedî cihek taybet bûye. Dem bi dem, di guherîna
desthilatdarîyê de jî aktorek bihêz û giring bûye. Di vê berhema wî a
binavûdeng de jiyan û bîyografîyên 14 împeretorên Bîzansî yên ku di nav
bera salên 976 û 1078-an de desthilatdar bûne cihên xwe girtine û her wiha bûyêrên dema wan yek bi yek hatine nivîsandin û qeydkirin. Ev berhema
bêhempa ji hêla zanyarê inglîs Edgar Robert Ashton Sewter ve, di
sala 1953-an de, ji yewnanî li inglîsî hatîye wergerandin û weşandin. Ji bo me
û mijara me, nirxandin û tomarkirinên dema Romanos
Diogenes (Romen Dîyojen) pêwîst e , lewra Dîyojen ji 1068-an heta şerê
Melazgirê anku heta 1071-an împeretorê Bîzansê bûye. Di lêkolîna me de em ê wergera wê berhemê a
inglîsî bi kar bînin.
Psellus ne tenê bûyeran, her wiha derûnîya
kesayetên navdar jî dinirxîne û Dîyojenî jî wek kesekî çavbirçî û çavsor pênase
dike. Sedema derketina sefera wî a rojhilatê jî, weke “ ji ber çahvsorîya wî“ dinvîse. Li vira em ê beşek biçûk a berhema
wî pêşkêşî xwendevanan bikin û rastîyên dîrokî ji çahv û pênûsa zanyarekî
Bizansî a wê demê bixwînin û binirxînin.
Psellus di şerê Melazgirê de cihê xwe digre û
li baregeha Bîzansê bûyêran qeyd dike. Dema ku her du artêş amadehîya şer dikin
ew bi xwe jî li qadê ye; hê di destpêka şer de, tevger û helwesta Romen
Dîyojenî û rewşa wî a dawîn analîz dike û ji bo Romen Diyojen wiha dinvîse;
“ Vêga ez pê serwext bûm (lê ew na), ku Siltanê faris û kurdan bi xwe di nav artêşa
xwe de bû û piranîya serketinên wan bi saya pêşengîya wî pêk dihat … “ (4).
Li vira gotin ne hewce ne lewra her tişt
eşkere hatîye nivîsandin û qeydkirin, lê dîsa jî em ê binirxînin. Psellus behsa
Dîyojenî dike, ew rexne dike û wek peşnebîn nîşan dide. Lê pesnê Siltanê arteşa
li hemberî xwe dide û ew wek “ Siltanê faris û kurdan “ pênase
dike. Ne wek Siltanê tirk, tirkmen an oxuzan… Divê bê gotin ku Psellus bi
gotina “ Siltan ”, dixwaze Alpaslan ê Selçûqî destnîşan bike.
Lê navê wî nabêje. Bi tenê wergêrê berhemê, a ku ji Yewnanî wergerandîye li
inglîsî, di notên xwe de navê Alpaslan û
her wiha peyva tirk nivîsîye. Psellus qet van peyvan nenivîsandîye.

Ji van gotinan jî xweş xuya dibe ku artêşa
hevkar a Selçûqî û Merwanîyan ji faris û kurdan pêk tê. Ev gotin, ji ber ku
gotina zanyar-dîroknûsekî Bîzansî ye, û
ti têkilîya wî bi alîgirî tine bûye, wek kesekî bêteref peywira xwe a zanyarî
pêk anîye, divê wek rastîyek dîrokî bê pejirandin. Û pirs… Ew “kurd” kê bûne? Ev jî pirsek e.
Pirsek mafdar e jî. Ew kurd, kurdên siwarî yên artêşa Merwanî ne, lewra herêma ku şer li wir qewimîye,
herêm û dewleta Merwanî ye û Merwanî wê
demê li Kurdistanê hêzek li ber çahv bûne. Ev agahî jî di gelek çavkanîyan
de nivîsandî ye. Û peyva “farisan”…
Ew jî giring e. Weke ku em dizanin, Selçûqî di rastîya xwe de ji hêla Îranê ber
bi Kurdistan û Anatolê ve hatine û pêşî li herêma farisan desthilatdar bûne.
Piştî şerê Dandanakan (sala1040-an), Xazneyiyan têk birine û li
derûdora Hemedanê(rojhilatê Kurdistanê) û Îrana îroyîn bûne hêzek mezin. Piştî
jî ber bi Kurdistanê û hê dereng ber bi Anatolê ve herikîne.
Weke Xazneyîyan ew jî li ser çand û rêxistina farisan
runiştine ( weke ku farisan li medan kiribûn) û heta têkçûna wan jî (sala
1092-an) zimanê wan ê qesrê û her wiha zimanê wan ê fermî farisî bûye.
Artêşa wan jî, ji êl û eşîrên kurdan, ji êlên oxuzan, ji bermahîyên Xazneyîyan pêk
dihat lewra ketibûne şûna Xazneyîyan. Û dema berê xwe didin Kurdistanê, li gel
Şeddadî û Merwanîyan îttîfaqekî dînî pêk tînin (an jî bi kar tînin lewra 10-12
sal piştî şerê Melazgirê vêca Dewleta Merwanî ji holê radikin ) û
Bîzans têk dibin. Mesele ew çend hêsan e. Ji bo ku kesên bixwazin têbigîhin… Û pirsek din; gelo Psellus çima
behsa tirk an tirkmenan nekirîye, an jî çima qet qala navê Alpaslan û nijada wî nekirîye?
Hêjayî gotinê ye ku, di tevahîya berhema wî de
peyvên “ tirk, tirkmen, oxuz “ tine nin. Ji Alpaslan re jî tenê weke “Siltan”
an “Siltanê
faris û kurdan” xitap kirîye. Ew wiha nas kirîye û wek peywirdarek û
zanyarekî qesra Bîzans van nivîsîye, ne ku wek yek ji rêze, ku ji rastîyên demê
xwe ne serwext be…. An jî ne yekî wiha
ye ky rastîyan nizanibe. Helbet dijminên xwe yên li hemberî xwe û gelê xwe baş
nas dike. Ev tev hêjayî lêkolînek berfireh in û ev gotar di demajoyê de helbet
dê bê berfirehkirin.
Piştî diyarkirina van daneyan û çavkanîyan,
pêdivîya xwedîderketina “ ehlaqê zanistî “ dertê meydanê.
Çavkanîyên kevin wek zêr û zîv in, bi taybetî yên bêalî hatibin nivîsandin.
Divê lêkolîner an jî nivîskar-wergêr, daneyan û tekstan weke ku hene, wiha jî
binvîse, biwergerîne. Ev yek zarûrî ye, helbet ji bo kesên xwedîehlaq. Me jî, weke ku ji çand, dîrok û mamosteyên
xwe fêr bûne, tekst û daneyan li gel destnedanê, ji inglîsî û tirkî wergerandin
li kurdî û piştî çawa ku mafê me ye, wiha jî li ser wan nirxandin û şîroveyên
xwe bi çavkanî û zanîneyên xwe xwest ku piştrast bikin û helbet teqdîr jî ya xwendevan e. Rêya rast a zanistê
ev e û kesên xwedî ehlaqê zanistê ne, divê wiha tevbigerin. Lê;
Dema me lêkolîna xwe qedand, me xwest ku em
vêca berê xwe bidin hin çavkanî û wergerên din ku em xeletî nekin û xwendevan
jî şaş agahdar nekin. Me dît ku hê di
sala 1926-an
de yekem car ev berhem ji hêla zanyarê frensî M. Emile Renauld ve, ji yewnanî
li frensî hatîye wergerandin û piştî di sala 1992-an de, ev çavkanîya
bêhempa ya Michael Psellus a bi navê Chronographia, vêca ji inglîsî li tirkî jî
hatîye wergerandin(5).
Navê wergêr Prof.Dr. Işın Demirkent (1938-2006) e û ev werger ji çavkanîya
ku me di vê gotarê de bi kar anîye, anku
ji
wergera inglîsî ya Edgar Robert Ashton Sewter – 1953, li tirkî hatîye
wergerandin û me xwest ku çavek jî lê bigerînin û jê jî, dibe ku sûd bê
wergirtin. Heta vira her tişt normal e. Lê dema ku me beşa Romen Diyojen, a ku
me ji inglîsî wergerandibû li kurdî û ew
beş bi kar anîbû xwend, çavê me beloq bûn û vêca em tiştekî sosret û mixabin
careka din “ bêhlaqîya dagirkerîyê ” re rûbirû man. Wiha;
Prof.Dr. Işın Demirkent di wergera xwe de ew
beş wiha wergerandîye, em ê jî kurdîya wê beşa ku di wergera Demirkent de cih
girtîye bê destnedanê li jêr dinvîsin;
“Împeretor
(Romanos Diogenes) pê ne serwext bû lê ez pê serwext bûm ku hikimdarê
Selçûqîyan(Alp Arslan) (di tekstê de :
“ên faris”), bi xwe li pêşîya artêşa xwe bû û piranîya serketinên wî bi saya
pêşengîya wî pêk dihat…” (6).
Ji bo ku nirxandinek teqez em pêk bînin, rastî û fetlan ji hev hilbijêrin, divê em
teksta orjînal û tekstên wergeran ( ya me û ya Prof.Dr. Işın Demîrkent) li jêr
bi rêz û li hember hev bikin. Divê neyê jibîrkirin ku, me û Prof.Dr. a tirk,
beşa heman berhemê (wergera inglîsî ya E.R.A.Sewter) wergerandîye;
Teksta orîjînal a inglîsî ya Edgar Robert Ashton Sewter –
1953:
Now I was aware (though he was not) that the Sultan
himself, the King of the Persians and Kurds, was present in person with his
army, and most of their victories were due to his leadership…”
Teksta wergera tirkî ya Prof.Dr. Işın Demîrkent:
“Împeretor (Romanos Diogenes) pê ne serwext bû lê ez pê
serwext bûm ku hikimdarê Selçûqîyan (di tekstê de : “ên faris”), (Alp
Arslan) bi xwe li pêşîya artêşa xwe bû û
piranîya serketinên wî bi saya pêşengîya wî pêk dihat…”
Teksta wergera kurdî ya me:
“ Vêga ez pê serwext bûm (lê ew na), ku Siltanê faris û kurdan bi xwe di nav artêşa
xwe de bû û piranîya serketinên wan bi saya pêşengîya wî pêk dihat … “
Di wergera orîjînal de peyva Selçûqî û Alp
Arslan tine nin. Lê mirov dikare wek nêrin an jî şîrove (lê di nav kevanan de û bi
destnîşankirinê) pê ve bike. Ev xeletî be jî mafê wergêr e, lewra
xwendevan jixwe dê binirxîne û rastîyê bibîne. Nivsandina peyva Selçûqîyan ne
di nav kevanan de û nivîsandina
peyva “ farisan “
lê derxistina peyva “ kurdan “ ji teksta orîjînal bi
serê xwe bêehlaqîyek e. Bêehlaqîyeke zanistê û mêtîngerî ye û hewla bi zanebûn bêrovajîkirina rastîyan e…
Bila xwendevan van her sê wergeran bide
hemberî hev û biryara xwe bi xwe bigre û dema biryara xwe girt, careka din
ehlaqê zanistê û bêehlaqîya dagirkerî bi pîvanên xwe û mirovahîyê binirxîne û
bibîne ku bişaftin ji ku û çawa dest pê dike… Belê;
Me mijara xwe a yekem temam kir û di gotara li
pey vê bê weşandin de, em ê dîsa berhema Psellus wek çavkanî bi kar bînin û wek
hemwate bikaranîna wî a peyvên “ MED û KURD “, bi daneyên berhema wî
binirxînin. Li wira jî em ê bibînin ku, Bîzans kurdan wek Med û Medan jî wek
kurd dizanin û wiha jî qeyd dikin. Li bendê bin…
______________________________________
ÇAVKANÎ:
(1)- Mir’atû’z-Zaman,
Sibt Ibn’ul-Cewzî (1186-1256) “… Biraz
önce 10 000 Kürt Sultan’a katılmıştı. Bununla birlikte Sultan, ulu tanrıdan
sonra buyruğundaki dört bin kişilik hassa askerine güveniyordu…”
(2)- Dîroka Kurdên Merwanî, İbn’ul
Ezrak ê Fariqî (1117-1181)
(3)- Chronographia, Michael Psellus
1018 – 1078,)
(4)- Chronographia, Pirtûka 7-em,
beşa ROMANUS IV 1068-1071, nivîskar: Michael Psellus, 1018 – 1078),
wergera ji yewnanî li inglîsî Edgar Robert Ashton Sewter – 1953 / Orîjînala wê beşê: “ Now I was aware (though he
was not) that the Sultan himself, the King of the Persians and Kurds, was
present in person with his army, and most of their victories were due to his
leadership…”
(5)- Mikhail
Psellos’un Khronographiası,TTK Yayınları -1992, ingilizceden çeviren Prof.Dr.
Işın Demirkent, (1938 – 2006) .
(6) Mikhail Psellos’un
Khronographiası,TTK Yayınları -1992, ingilizceden çeviren Prof.Dr. Işın
Demirkent, (1938 – 2006) / Beşa têkildar: “İmparator (Romanos Diogenes) farkında
değildi ama ben Selçukluların (metinde: “Perslerin”) hükümdarı sultanın (Alp
Arslan) bizzat ordusunun başında bulunduğundan haberdardım ve zaferlerinin
çoğu, onun liderlik vasıflarından kaynaklanıyordu “.