Nobeta zimanê k’urdî
EM BI K’URDÎ DIAXIVIN, DINIVÎSIN Û DIXWÎNIN, LÊBELÊ, ÇAWA Û BI ÇI AWAYÎ?!
I
P’êwendîyên namenûsîyê di navbera me û xwendevanên zimanhez da êdî jizûva bûne kevneşopîyekê. Xwendevan çapemenîya k’urdî, bernameyên r’odîo-têlêvîzîonan û medya civakî dişopînin, li bal wan di derbarê zimên pirsên cuda r’ûdidin, û ew wan ji bo me r’êdikin, û hinek jî, heya astekê, bi pirsên xwe beşdarî pêvajoya nirxandinên me yên r’êzimanî dibin.
Û, her carê, dema mînakên çewtaxavtinê, çewtnivîsîn û çewtxwendinê r’astî wan tên, ewana berê pirsên xwe didin me, bi wê hêvîyê, ku ji me şirove û nirxandinan bibihên. Lê ya balk’êş û girîngtirîn ew e, ku hema di sernivîsên nameyên wan da êdî p’eyamên sergirtî hene, yên wek:“Şaşîyên zimanê me”, an“Sosretîyên axavtin û nivîsîna bi k’urdî”.
Ev jî, helbet, mafekî wan ê xwezayî ye, û mirov dikare ji wan r’a her r’êzbigire!
Belê, pirsgirêkên r’astaxavtin, r’astnivîsîn û r’astxwendinê di nava civaka me da ew-qasî p’ir’ bûne, ku di nava jîyana r’ojane da wek nexweşîyeke k’ironîk belavbûne û dibin sedema metirsî û gumanan. Û ev jî, dê bi çend têbînî, nirxandin û r’exneyan ji holê r’anebin.
Lewra jî, eger, em bibêjin, ên ku zimanê dê li bal wan bi xwezayî li ser asta gênan (at the gene level) r’ûniştye, û ew van çewtî û şaşîyan ne ku t’enê hîsdikin, lê wisa jî têdigîhîjin, û, dema tê, dîtinên xwe jî tînin zimên, lê r’ewşa van zar’okan dê çawa bibe, gelo, yên ku îro di hewayeke zimanî ya ewqas t’evlihev da mezin dibin, û dê dijwar bikaribin r’astîya zimanê dê têbigihîjin, û, lewra jî, ev r’ewşa dê ji hêla wan va wek tiştekî xwezayî bê p’ejirandin?!
Û, eger ev r’ewşa weha bidome, gelo kesekê bikaribe bibêje, k’a emê zimanekî çawa ji nivşên pêşer’ojê r’a bihêlin? – A, ya ku îro net’avetîyê bide me jî, divê hema ev be!...
Hê sala 2009-an li ser bingeha nirxandinên wan çewtî û t’evlihevîyan, ên ku îro di warê axavtin, nivîsîn ûxwendina bi zimanê k’urdî da r’ûdidin, me bi sernivîsa “Pêdivîya me bi r’astaxavtin, r’astnivîsîn û r’astxwendinê heye” gotar-nirxandinek weşand.
Û, piştî weşana vê gotarê, li bal xwendevanan pirs û dîtinên nû r’ûdan, ewana ew ji bo me r’êkirin, û em têgihîştin, ku t’enê nirxandin û serer’astkirina şaşîyan t’êrê nake, ku, ji bo ev r’ewşa bi giştî bê têgihîştin, divê bingeh û sersedemên pirsgirêkan bên r’onîkirin, derên zanebûnê û bersîvên zelal ji bo wan bên dîtin, ku, mirov divê bi sîstêmî li wan pirsgirêkan binihêr’e, bi sîstêmî wan binirxîne, û pirsgirêkên zimanê k’urdî jî divê bi heman şêweyî ji hemû hêlan va bi zanistî-r’êzimanî bên vebijartin-dahûrandin (analîzkirin). Û di encama wan nirxandinan da di bin sernivîsa giştî ya “Dema mirov li ser pirsgirêkên zimanê k’urdî bi sîstêmî r’adiweste, hemû bingeh û sersedemên wan dertên ber ç’avan” da r’êzegotarên me
hatin weşandin. Û xwendevanên hêja jî, piştî xwendina van gotaran, mînakên balk’êş, nêr’în
û pêşnîyarên xwe ji bo me şandin (û hê jî dişînin!), em jî wan bi baldarî dixwînin, bi hûrbînî dinirxînin û hewl didim, bersîvên heşmendî ji bo wan bibînin.
... Lewra jî, weşana wan r’êzegotaran dê bi şêwazên ciyawaz bidome.
Lê vê carê, bi daxwez û pêşnîyara r’êzek xwendevanan em di bin serp’eyama giştî ya “Nobeta zimanê k’urdî” da dewreke nû vedikin, li k’u dê mînakên çewtaxavtin, çewtnivîsîn û çewtxwendinê bên t’omarkirin, nirxandin û bi r’êzimanî bên analîzkirin, ên ku xwendevan bi pirs û dîtinên xwe va ji me r’a şandine.
Û gotarên me jî dê li ser bingeha encamên wan nirxandinan avabibin.
Û, weha, gotara yekem a vê r’êzê:
“Em bi k’urdî diaxivin, dinivîsin û dixwînin, lêbel, çawa û bi çi awayî?!”
Ji vir û pêva jî dê di gotarên me da ew mînakana bi r’êzimanî bên nirxandin û bi hûrbînî bên r’avekirin, ên ku di axavtina nivîskî û zarkî ya r’ojane da an bi çewtî tên k’aranîn, an jî tên çewtkirin.
Belê, nobeta xwendevanan didome, û mînakên balk’êş ji me r’a tên. Û jimara wan jî îro ewqasî p’ir’ bûye, eger me ew hemû t’omar bikirana, dibe ku ji çend hezaran jî derbaz bibûya! Lê, ji ber ku gelek ji wana an mînanî hev bûn, an jî hev dubare dikirin, me ew ji hev vebijartin-aşên kirin, û di encamê da ji bo nirxandinên pêşer’ojê êdî bi sedan mînak li ber destê me amade ne…
Û vê carê me ji bo nirxandinê r’êzek mînak cudakirine, yên ku an bi çewtî tên k’ar-anîn, an jî çewtkirina wan di axavtina r’ojane da êdî bûye sîstêm. Paşê emê wan bi r’êzimanî vebijêrin, binirxînin, r’avebikin û bibînin, k’a bingehên wan çewtîyan çi ne û ji k’u tên, k’a, eger, ew gor qanûnên zêimên bihatana k’aranîn, şêwazên wan ên r’astîn dê çawa bûna.
Weha, r’êzek ji wan mînakan:
Ev demekî pir dirêj e, …
Xwîşkekî me…
Dayîkekî me…
Guleyekî li zarokekî ket.
Jinekî extyar ê wê malê hebû.
Nivîsekî belakirye.
Babetekî, mijarekî girîng e!
Maînekî teqyaye …
Pêvajoyekî heye, …
Helwestekî heye.
Gavekî nehatye avîtin.
Erdhejekî çê búye.
Demekî pir xweş bi hev ra derbazkirine.
Di nivîsekî xwe da, di pirtûkekî xwe da dinivîse.
Rojhilatekî navîn nû çêbikin.
Di dawîyê da jî wê encamnameyekî bê xwendin.
Têkoşînekî heye, zextekî heye, hema berxwedanekî jî heye.
Meriv dadmendîyekî, edaletekî ji bo wî bixwaze.
Eger jinekî li dijî îtîfaqa wan derketa …
Mehmed Ûzûn îro bersîvekî daye pêngavên kurdan.
Îro konfêransekî çêbû li Qendîlê.
Di derbarê HTŞê da jî nûçeyekî heye.[3]
Û mînakên vî r’engî di axavtina zêndî, çapemenî û weşanên bi zimanê k’urdî da li ser
her gavekê r’astî mirov tên. Dibe ku di nava gel da êdî ewqasî fêrî van şêwazên bi r’êzimanî
çewt bûne, ku wana wek şêwazne xwezayî û normal dibînin, ji ber ku… ew di çapemenîyê
da pêk tên (?!).
Ji bo ku bê têgihîştin, k’a di van mînakan da k’îjan t’aybetmendîya r’êzimanî hatye çewtkirin, an bi çewtî hatye k’aranîn, emê di sêrî da wan p’eyvşêwazana ji bo r’avekirinê ji
hev cuda bikin û binihêr’in, k’a ewana çawa û ji çi p’eyv û p’arînk û paşgînan pêk hatine?
Weha, ew p’eyvşêwazana, ên ku an bi r’êzimanî çewt hatine k’aranîn, an jî hatine çewtkirin: demekî,xwîşkekî, dayîkekî, guleyekî, zarokekî, jinekî, nivîsekî, babetekî, mijarekî, maînekî, pêvajoyekî, helwestekî, gavekî, erdhejekî, demekî, nivîsekî, pirtûkekî, rojhilatekî, encamnameyekî, têkoşînekî, zextekî, berxwedanekî,dadmendîyekî, edaletekî, jinekî, bersîvekî, konfêransekî, nûçeyekî.
Û, ji bo ku bê têgihîştin, k’a ev şêwazana ji çi p’eyv û p’arînkan û çawa pêk hatine, emê wana ji hev vebijêre-cuda bikin û paşê binirxîn.
Hema di sêrî da divê bê gotin, her çiqas, ev mînakana bi sazîya xwe va bi şêwazî mî-nanî hev in: paşgîna -ekîli dawîya her navdêrekê va bûye, lê di nava wan da du k’omên sere-ke yên bi sazîya xwe ya r’istesazî (sîntak’s) va ji hev cuda hene:
K’oma yekem ji van p’eyvebendên makdêrî (attributive word kombination) pêk hatye: demekî dirêj, xwîşkekî me, dayîkekî me, jinekî extyar, babetekî girîng, mijarekî girîng, demekî xweş, pirtûkekî xwe, Rojhilatekînavîn…
K’oma duyem ji hinek hevokên cuda pêk hatye, yên ku di wan da hema, wisa bê ser û ber, bê pêdivî û sîstêm, dijî qanûnên r’êzimanî yên hundur’în paşgîna -ekî li dawîya navdê-ran va hatye danîn: Guleyekî li zarokekî ket.Maînekî teqyaye. Pêvajoyekî heye. Helwestekî heye. Gavekî nehatye avîtin. Erdhejekî çê búye. Di dawîyê da jî wê encam-nameyekî bê xwendin. Têkoşînekî heye, zextekî heye, hema berxwedanekî jî heye. Meriv dadmendîyekî, edaletekî ji bo wî bixwaze. Eger jinekî li dijî îtîfaqa wan derketa … Mehmed Ûzûn îro bersîvekî daye pêngavên kurdan. Îro konfêransekî çêbû li Qendîlê. Di derbarê HTŞê da jî nûçeyekî heye.
Em nirxandinên xwe ji mînakên k’oma yekem destpêbikin.
Wek nimûne, emê li vira sê mînakên ji vê k’omê bi r’êzimanî binirxînin, wekî dinê, bila xwendevanên hêja bi xwe bicêr’ibînin, bi heman r’êbazê mînakên dinê r’avebikin û r’astîya wan ji bo xwe r’onîbikin. Û bila ev jî bibe gavekê li ser r’êya p’erwerdeya zimanê dê. Û, eger pirs û gumanên wan r’ûbidin, ew dikarin ji bo me binivîsin, emê bi hev r’a ber-sivên r’ast bibînin.
Ev sê mînakên babet’a nirxandinên me jî dê ev bin: mijarekî, jinekî û demekî. Ev şêwazana ji navdêrên mijar, jin û dem, û p’arînkên -ek û -î pêk hatine. Wek ku di hemû p’eyvşêwazan da, wisa jî di van hersê mînakan da p’eyvên bingehîn navdêr in, ew jî – navdêrên zayenda mêza (wek ku hemû mînakên li jorê!). Û zayend jî, wek ku tê zanîn, t’aybetmendîyeke zimanê k’uerdî ya r’êzimanî ye, bi t’aybet jî, ya zaravê kurmancî ye, ya ku k’urdî, wek zimanekî r’esen û serbixwe ji zimanên dinê yên îranî cuda dike û dibe bingeha sereke ya şaristanîya k’urdî, û bi wî awayî k’urdan, wek net’ew, di nava gelên dinê yên îranî da, bi hemû ciyawazî û t’aybetmendîyên xwe va, destnîşan dike. P’arînka -ek şêwazê kurt ê jimara yek e (ek < yek), ya ku bi demê r’a hatye awazguhêr’în û erk’a navgîna jimara yekane ya navdêr pêk tîne (ku ew yekane ye, ne p’ir’ane!), lê p’arînka -î şêwazê awazguhêr’î yê zêdera (artîkl) nêrza ya ê ye (î < ê/yê).
Ango, çi dertê holê, kesek nizane, k’a bi çi heşmendîyê (an mantiqê?!) navdêrên zayenda mêza bi zêdera nêrza r’a anîne bal hev û şêwazdar kirine.
Mirov li hember vê bêzar dimîne! ...
Li vira, her tişt li ber ç’avan e, her dimîne, ku mirov hewl bide, sersedemên van çewtî û t’evlihevîyan bibîne û binirxîne. Ji bo wê jî, em divê p’eyvebend û hevokên bi vî şêwazî sazbûyî makbikin û bi r’êzimanî dahûrînin (analîz bikin).
Û ev sazîyên zimanê k’urdî jî di r’astîya xwe da p’eyvebendên makdêrî ne (attribu-tive word kombination), yên ku ji evan beşan pêk tên: makber (definable) û makdêr (defini-
tion). Di van mînakan da makber ji navdêrê, p’arînka -ek û zêderê pêk tê, lê makdêr – ji
r’engdêrê, an jî ji navdêr û cînavên di tewanga mêlberî da.
Ev mînakana govenîya wê yekê ne, ku ev çewtî-şaşîyana tiştne bûyerî nînin, ên ku li hinek deveran, ji hêla hinek kesan va pêkhatine, an pêktên, ku ew hemû bûye sîstêmekê, ya ku li ser bingeha şaştêgihîştina sazî, bingeh û qanûnên hindûr’în ên zimanê k’urdî avabûye. Û evê sîstêmê jî, ew wat’e û têgîna r’êzimanî ya k’urdî bi xwe guhar’tye û berovajîkirye, ya ku k’urdî ji zimanên îranî yên dinê û zaravê kurmancî jî ji zaravên k’urdî yên dinê cuda dike – ew t’aybetmendîya r’êzimanî ya zayendê ye di k’urdî da.
Û, em bibêjin, eger hinek kesan di hinek cîhan da di axavtin an nivîsîna bi zimanê k’urdî da ev şaşîyana pêk banyana, mirov dikaribû ew destnîşan bikirana û gor qanûnên r’astnivîsîn û r’astaxavtinê (orthography û orthoepy) serer’astbikirana û derbaz bibûna. Lê li vira, k’arê me bi sazîya r’êzimanî ya berovajîkirî û çewtkirina wat’eya zayenda r’êzimanî bi xwe di zimanê k’urdî da heye, ew jî – bi sîstêmî!
Ew, k’îjan e?
Wek ku tê zanîn, di zaravê kurmancî yê zimanê k’urdî da zayenda r’êzimanî ya nav-dêran heye, û ew jî bi zêdaran şêwazdar dibe: ji bo jimara yekane ya zayenda mêza– a/ya, ji bo zayenda nêrza– ê/yê û ji bo jimara p’ir’ane ya hemû zayendan – ên/yên, an êd/yêd.
P’eyvebendên makdêrî di zimanê k’urdî da bi sîstêmî ji van endaman pêk tên: mak-ber, a ku ji navdêra di tewanga r’astane da û zêderê şêwazdar dibe, û makdêr, a ku ji r’eng-dêrê, yan jî ji navdêr û cînavên di tewanga mêlberî da şêwazdar dibe.
Û, eger makber ji navdêrê pêk tê, ya ku jimara yekane û zyanda mêza ye, wê demê divê zêdera jimara yekane a zayenda mêza lê zêde bibe (a/ya), eger ew ji navdêra zyanda nêrza pêk tê, zêdera zayenda nêrza lê zêde dibe (ê/yê), lê, eger ew ji navdêra jimara p’ir’ane pêk tê, wê demê ji bo herdu zayendan jî zêdera p’ir’ane ya bê zayend lê zêde dibe (ên/yên, an êd/yêd).
K’a, em naha van hemûyan bi mînakan makbikin û bidin xuyan.
Me ji wan mînakan, ên ku xwendevanan ji bo me r’êkiribûn, wek nimûne, ev hersêk cuda kiribûn: mijarekîgirîng, jinekî extyar û demekî xweş.
Li ber ç’avan e, wek ku di hemû mînakên k’oma yekem da, wisa jî di van hersêyan da makber ji navdêrên zayenda mêza pêk hagine. Û gor qanûnên hindur’în ên zimanê k’urdî divê zêdera zayenda mêza bi wan r’a bihata k’aranîn. Gor vê jî, sazîya wan p’eyvabendan divê weha pêk bihata: mijar+ek+a girîng, jin+ek+a extyar ûdem+ek+a xweş. Û di van sazîyan da jî, gor qanûnên r’êzimanî yên awazguhêr’înê, zêdera -a, werguhêr’î -e dibe. Ango şêwazên van mînakan û yên vê sîstêmê bi giştî divê weha bûna: mijareke girîng, jineke extyar û demeke xweş.
Ango, eger bi k’urdî bûya, divê weha bûya!
Û şêwazên van peyvşêwazan her wê demê tê guhar’tin, dema ew navdêr, a ku erk’a makberê pêk tîne, a zayenda nêrza ye, an jî di jimara p’ir’ane da ye. Li gor wê jî, şêwazê wan p’eyvabendan divê weha bihata guhar’tin:
a) eger makber ji navdêrên zayenda nêrza pêk bihata:
karekî girîng, kalekî extyar û dengekî xweş.
b) eger makber ji navdêrên jimara p’ir’ane da pêk bihata:
mijarne girîng, jinne extyar û demne xweş.
karne girîng, kalne extyar û dengne xweş.
Ji vir û pêva bila xwendevanên hêja nirxandina mînakên dinê yên vê k’omê gor van qanûnên r’êzimanî bidomînin, lê emm veger’in ser mînakên K’oma duyem.
Wek ku li jorê jî hatibû gotin, mînakên vê k’omê ji hevokan pêk tên, û di wan da hema wisa, bê ser û ber, bê pêdivî û sîstêm, dijî qanûnên r’êzimanî yên hundur’în paşgîna -ekî li dawîya navdêran va hatye danîn: Guleyekî li zarokekî ket. Maînekî teqyaye. Pêvajoyekî heye. Helwestekî heye. Gavekî nehatye avîtin. Erdhejekî çê búye. Di dawîyê da jî wê en-camnameyekî bê xwendin. Têkoşînekî heye, zextekî heye, hema berxwedanekî jî heye. Me-riv dadmendîyekî, edaletekî ji bo wî bixwaze. Eger jinekî li dijî îtîfaqa wan derketa … Meh-
med Ûzûn îro bersîvekî daye pêngavên kurdan. Îro konfêransekî çêbû li Qendîlê. Di
derbarê HTŞê da jî nûçeyekî heye.
Eger mirov ji hêla r’êzimanê va bala xwe bidê, di wan hevokan da hemû navdêr, ên ku paşgîna -ekî bi dawîya wan va hatye danîn, ên zayenda mêza ne: gule, zarok, maîn, pêvajo, helwest, gav, erdhej, encamname, têkoşîn, zext, berxwedan, dadmendî, edalet, jin, bersîv, konfêrans, nûçe. Û li vira xwendevanên r’êzimannas dê destxweda bibêjin, ku, gor qanû-nên r’êzimanî, divê paşgîna -eke bi dawîya wan va bibûya, ne ya -ekî. Belê, wek r’êgez, bi şêwazî ev r’ast e, lêbelê, her bi şêwazî! Lêbelê, bala xwe bidinê, ev mînakana ne p’eyveben-dên makdêrî ne, ew hevok in, û ev navdêr jî di wan da bi erk’ên cuda hatine k’aranîn, û dibe ku, pêdivîya xwe hîç bi wan paşgînan nînbin jî.
Binihêr’in, eger, em wan hevokana bi r’êzimanî, gor qanûnên r’istrsazîyê r’avebikin, dê çi derê holê: Guleyekîli zarokekî ket. – Di vê hevokê da peyva Gule erk’a k’irdeyê pêk tîne, û tewanga k’irdeyê jî ya r’astane ye. Ango ew divê weha be: Guleyek. Peyva zarok di hevokê da erk’a bireserê pêk tîne, û tewnga wê jî ya mêlberî ye. Ango, li vira şêwazê vê p’eyvê divê weha bûya: zar’okekê. Û ew hevok bi xwe jî, li gor qanûnên r’êzimanê, divê weha bûya: Guleyek li zarokekê ket.
Û gor heman qanûnên r’êzimana k’urdî, hevokên dinê jî divê bi vî şêwazî bûna:
Maînek teqyaye.
Pêvajoyek heye.
Helwestek heye.
Gavek nehatye avîtin.
Erdhejek çê búye.
Di dawîyê da jî wê encamnameyek bê xwendin.
Têkoşînek heye, zextek heye, hema berxwedanek jî heye.
Meriv dadmendîyekê, edaletekê ji bo wî bixwaze.
Eger jinek li dijî îtîfaqa wan derketa …
Mehmed Ûzûn îro bersîvek daye pêngavên kurdan.
Îro konfêransek çêbû li Qendîlê. (Li vira divê gotin, ku sazîyaeke weha ya r’êza enda-mên hevokê ji bo zimanê k’urdî bîyanî ye. Eger bi k’urdî bûya, divê ev hevok weha bûya: Îro konfêransek li Qendîlê çêbû.).
Di derbarê HTŞê da jî nûçeyek heye.
Em li vira şirove û makkirinên van hevokan jî ji bo xwendevanên hêja dihêlim, bila ew bi xwe hewl bidin, gor mînaka jorê van hevokan jî r’avebikin û şirove û dîtinên xwe ji me r’a bişînin, û emê bi hevr’a bersîvan ji bo pirsên wan bibînin…
Lêbelê, ev jî ne hemû ye, û karê me li vir dawî nabe.
Mixabin, ji talebextan r’a, têgihîştin (an hîskirin?!) û cudakirina zayenda r’êzimanî ya navdêran di k’urdî da wisa bi sîstêmî hatye bişavtin, berovajîkirin (dîsa li ser asta gênan!) û bêsîstêmkirin, ku hîç bîn û birûsîya k’urdî-kurmancîyê jî ji wan nayê …
Bala xwe bidin van mînakan:
Wexta Eyşê Aslan naçe rendewiya birayê xwe, birayê wî diçe mala wî.
Gulistan Qiliç Koç jî, endama Komîsîona Parlamêntoya Tirkîyê bû, bawer dikim, cara yekem e, diçe cem rêzdar Abdullah Ocalan, ka, em nêrînên wî bigirin …
“Em dê rûpeleke nû vekin”.
Şehîd xwedî qîmeteke pîroz in…
Tevgera jin.
Azadîya jin.
Eger di herdu mînakên destpêkê da ji bo û şûna nasnavên zayenda mêza (Eyşê Aslan û Gulistan Qiliç Koç) li şûna cînava kesî ya zayenda mêza (wê) ya zayenda nêrza (wî) hatye k’aranîn, lê di herdu hevokên li dû van da, berovajî vê, bi navdêrên zayenda nêrza r’a (rûpel, qîmet) li şûna zêdera nêrza (î<ê/yê) ya mêza (e) hatye k’aranîn.
Di herdu mînakên dawîyê da êdî k’arê me bi du p’eyvebendên makdêrî r’a heye. Û, e-
ger di wan da makberên ji navdêrên zayenda mêza pêkhatî (tevger, azadî) gor qanûnên r’ê-
zimanî bi zêdera zayenda mêza r’a r’ast hatine k’aranîn, lê makdêra ji navdêra zayenda mêza pêkhatî, bi şaşî di tewanga r’astane da hatye danîn (jin). Li gor qanûnên r’istesazîyê ew divê, di tewanga mêlberî da bûna (jinê). Û şêwazên wan p’eyvebendan ên bi r’êzimanî r’ast jî, divê weha bûna:
Tevgera jinê.
Azadîya jinê.
Helbet, dema xwendevanan ew mînakana ji bo me r’êkiribûn, bi wan r’a wisa jî hest û bert’ekên xwe li hember çewtî û t’evlihevîyên di wan da anîbûn zimên.
Û ev jî, tiştekî xwezayî ye!
Lewra jî, emê li vira ji wan helwestan her çend heban bînin û paşê di wê derbarê da nêr’îna xwe bînin zimên.
Weha, demekê berê xwendevanekî me qêr’în-bert’eka xwe li hember van çewtîyan weha anîbû zimên: “Hey hewar, evana dot û dayîk û dapîrên me jî nêremûkî kirine!”
Xwendevaneke me jî helwesta xwe bi dilkovanî weha r’êz dike: “Bi rastî, heya, eger mirovekî zimanê kurdî bi şîrê dêya xwe re nemêtibûya jî, û kurdî wek zimanekî xerib jî fêr bibûya, wê ew ziman ewqas berovajî û tevlihev nekiribûya!…”
Lê nêr’înên sê xwendevanên me yên dinê jî ji hêla wat’eyê va digîhîjin hev, û mirov dikare wan weha şêwazdar bike:“Bi rastî jî, meriv van tiştan dixwîne, û bawer jî nake, ku mirovekî hema rêzimanek li ser asta dibistana seretayî jî fêr bibûya (ew ya çi ziman dibe, bila bibe!), dê bikaribûya ewqas çewtî û tevlihevî pêkbianyana …”
Helbet, me li vira her t’enê ev çend helwest û bertekên xwendevanan anîn, lê, wek ku ji nameyên xwendevan tê xyan, ew ne ku t’enê şaş û tima mane, lê wisa jî dixwazin, têbigihî-jin, k’a tiştên weha çawa dikarin di civaka me da r’û bidin, k’a, gelo, bingeh û sersedemên van şaşî û t’evlihevîyan çi ne, û divê mirov li k’u li wan biger’e, ji bo ku bikaribe bingehên wan ji holê r’abike?
Me li jorê, di destpêka gotarê da behsa wê kiribû, ku, eger “… em bibêjin, ên ku zimanê dê li bal wan bi xwezayî li ser asta gênan (at the gene level) r’ûniştye, û ew van çewtî û şaşîyan ne ku t’enê hîsdikin, lê wisa jî têdigîhîjin, û, dema tê, dîtinên xwe jî tînin zimên, lê r’ewşa van zar’okan dê çawa bibe, gelo, yên ku îro di hewayeke zimanî ya ewqas t’evlihev da mezin dibin, û dê dijwar bikaribin r’astîya zimanê dê têbigihîjin, ji ber wê jî, ev r’ewşa dê ji hêla wan va wek tiştekî xwezayî bê p’ejirandin?!” – Û, wek ku tê xuyan, ji talebextan r’a, ev pêvajoya, eger ne bi giştî be jî, êdî pêk hatye.
Û ev jî, divê bê zanîn, ku ev r’ewşa heyî ne ewqasî gunehê wan e, yên ku bi vî şêweyî diaxivîn, dinivîsin û dixwînin, ewana bi xwe stembar, mexdûr û gorîyên sîstêma mêtîngerîya navdewletî ne, ya ku r’êjîmeke sûck’ar li gelê k’urd û t’evahîya gelên vê herêmê ferzkirye û ev bêdadî li stûyê wan alandye. Ku ev kesana bi xwe encama siyaseta bişavtin û t’evkujîya ne. Ku evê r’êjîma sûck’ar t’enê t’evkujîya fîzîkî li hember gelê k’urd pêkneanîne, ewê li dijî hemû nirxên k’urdî, wek ên net’ewekê, siyaseta înk’arê, qedexeyan û têr’ora dewletê meşandye û îro jî dimeşîne. Û di encama siyaseta vê r’êjîmê da li ser asta destûrî zimanê k’urdî qedexe ye, sazî, dezgeh û r’êxistinên p’arastin û pêşxistina ziman û çanda k’urdî bi giştî, di nava sazîya dewletê da nînin, û yên ku bi hewlên sazî û r’êxistinên civakî û dilxazên ziman û çanda k’urdî hatine damezirandin jî, bi qedexe û astengîyan r’a r’ûber’û dimînin, lewra jî ew nikarin pêşbik’evin, goveka k’arên wan teng dimîne, û ew heya r’adeyekê he-bûna xwe her bi şêwazî didomînin …
Û ev kesana bi xwe û ew mînakên çewtaxavtinê, çewtnivîsîn û çewtxwendinê, yên ku ew wisa serbest û hêsan li ç’ep û r’ast “dîyarî” nivşên dihatûyê dikin, “berhemên” siyaseta vê r’êjîma faşîst a dijmirovî ne. Û, eger dadwerîyeke navnet’ewî hebûya, dê ev wek t’evkujîya sipî bihata dîtin, ya ku ji t’evkujîya fîzîkî xetertir e, û bir’yarne pêwîst li hember wan bihatana girtin...
Dibe ku hinek bipirsin – ê, ç’are çi ye?
Di jîyanê da hîç pirsgirêkek nîne, ya ku ç’areserîya xwe nînbe!
Ya sereke, ji bo ku ew sazî dezgeh, ên ku her bi şêwazî mane, bikaribin bi hêsane bîn-vedin, pêdivî bi kadroyên pispor heye. Û wan kadroyan jî divê ne ku di kûrsên (an – qûrs-ên?!), qaşo, zimanê k’urdî da amade bikin, an ew kesana p’erwerdeya wan pêk bînin, ên ku bi xwe li kûrsên wî r’engî r’a derbaz bûne û pêkhatine (û encama wan jî li ber ç’avan e!), lê pisporên zimên, ên ku, hîç nebe, r’êzimaneke hindewropî bizanibin. Ew jî, t’enê axavtin, nivîsîn û xwendina bi wan zimanan t’êrê nake. Ew divê r’êzimanekê bizanibin! Yên ku bi p’erwerdeya zimanê k’urdî va mijûl bibin, divê bi xwe k’urdîyeke paqiş bizanibin, û zane-bûna r’êzimaneke hindewropî mercê sereke be!
Û amadekirina van kadroyan jî divê bi sîstêmê pêk bê.
Ji bo vê divê di sêrî da pisporan li cîyekî li hev bicivînin, demekê ji bo wan veqetînin,
ku evê r’ewşê binirxînin, r’êbazên hilbijartina mamostayan û p’erwerdeya wan dyar bikin… An jî, bi şêwazê dûreke (on-line!) vî k’arî pêkbînin. Ji bo vê îro derfetên teknîkî hene.
Ev jî, êdî karê r’êxistin, t’evger, sazî û dezgehên net’ewî ye. Û divê di vê pirsê da, bê cudahî, hemû r’êxistn hêz û derfetên xwe bigîhînin hev û ev jî bibe bingehekê, li ku ew bika-ribin bên bal hev…
Ya ku me hemûyan digihîne hev jî, hema zimanê dê ye!
Li şûna peyvnivîsarê:
… Belê, îro r’ewşeke weha di warê axavtin, nivîsîn û xwendina bi zimanê k’urdî da li ber ç’avan e. Ev r’ewşek e, ya ku t’erefên wê yên obyêktîv û sûbyêktîv hene.. Lêbelê, di vî warî da her tişt t’enê wisa bi dîmenekî r’eşbînî dernayê pêş me. Li hember vê r’ewşê têgi-hîştin, helwest û bert’ekên r’êzek xwendevanên me heye, û ji bilî wê, di axavtina zarkî û nivîskî da hê mînakên wisa hene, yên ku govenîya wê yekê ne, ku, her çiqas di bîra gênêtîkî ya k’urdî da cîh-cîhna bişavtin pêk hatye jî, lê r’ehên r’esen ên gênoma k’urdî zêndîbûna xwe p’arastine.
Weha, çend mînak ji wan:
Hevrêya me Zîlan Kobanê wek jineke Kurd, nasnameya xwe di nava refên YPJ’ê de dît.
Zîlan Kobanê berhema hişmendiya malbateke welatparêz û encama felsefeya “Jin, Jîyan, Azadî” bû.
YPJ'ê nasnameya şervaneke xwe eşkere kir...
Hêzên Amerîkayê Dest Danîn Ser Keştiyeke Îranê.
Li Şemzînanê Bûyereke Xemgîn…
… veguherîneke mezin a di qada enerjiyê de.
Naha êdî hem mînakên cuda yên çewtaxavtin, çewtnivîsîn û çewtxwendinê, hem jî yên berovajî wan, ên r’ast, t’êra xwe li ber destê we hene, xwendevanên hêja, ji bo ku hûn bi xwe wan hember hev bikin, binirxînin û nêr’în û dîtinên xwe dyar bikin.
Emê benda name û p’eyamên we bin!
Navnîşa me dîsa ev e: [email protected].
30. 05. 2026. Patîgorsk/R’ûsîya